Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 52

Dê û Bavno – Zarokên Xwe Perwerde Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin

Dê û Bavno – Zarokên Xwe Perwerde Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin

“Zarok ji Xudan mîras in” (ZEB. 127:3).

KILAM 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa çi emanetî dê û bavan dike?

GAVA Yehowa jin û mêrê pêşîn afirandin, wî daxwaza xwezayî têxist dilê wan ku ew bibin dê û bav. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zarok ji Xudan mîras in” (Zeb. 127:3). Maneya vê çi ye? Ferz bike ku dostekî te tiştekî pir biqîmet emanetî te dike. Ma tuyê şa nebûyayî ku ew baweriya xwe bi te tîne? Lê belê teyê belkî xem bixwara ku teyê ev emanet çawa biparasta. Dostê meyî herî mezin Yehowa jî tiştekî pir biqîmet emanetî dê û bavan dike: Ew xêr û dilşadiya zarokan emanetî wan dike.

2. Emê kîjan pirsan muzakere bikin?

2 Ev yek ku gerek zarokên jin û mêr hebin yan na qerara kê ye? Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bextewar bin? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku dikarin alî şagirtên Îsa bikin ku ew qerarên baş bidin.

QERAR AÎDÎ JIN Û MÊR E

3. (a) Qerara ku zarok hebin yan na, aîdî kê ye? (b) Wê baş be ku heval û merivên jin û mêr kîjan prensîpa Kitêba Pîroz ji bîr nekin?

3 Di hin kulturan de, mirov difikirin ku gava jin û mêr dizewicin, gerek ew zû bibin dê û bav. Carinan dê û bavê wan û kesên din zorê li wan dikin ku ew li gor vê adetê bikin. Jethro, birayekî ku li Asyayê dijî, wisa dibêje: “Li civatê, hin dê û bav zorê li cotên bêzarok dikin ku bila zarokên wan jî hebin.” Birayê me Jeffrey jî li Asyayê dijî. Ew wisa dibêje: “Hin kes ji cotên bêzarok re dibêjin ku gava ew kal û pîr bin, tu kes wê li wan xwedî dernekeve.” Gerek her jin û mêr xwe bi xwe qerarê bidin ka ew dixwazin bibin dê û bav yan na. Ev qerar aîdî wan e (Gal. 6:5). Gava jin û mêr dizewicin, heval û merivên wan helbet dixwazin ku ew bextewar bibin. Dîsa jî, lazim e ku ew ji bîr nekin ku gerek jin û mêr xwe bi xwe qerarê bidin ku zarokên wan hebin yan na (1. Sel. 4:11).

4-5. Gerek jin û mêr kîjan pirsan muzakere bikin, û kengê?

4 Eger jin û mêr qerarê bidin ku bibin xwediyê zarokan, wê baş be ku ew van du pirsên muhîm muzakere bikin: A yekê, ew kengê dixwazin bibin dê û bav? A diduyan, ew dixwazin bibin xwediyê çend zarokan? Wê baş be ku jin û mêr van pirsan kengê muzakere bikin? Ev du pirs çima ew qas muhîm in?

5 Wê baş be ku jin û mêr van pirsan berî zewacê muzakere bikin. Çima? A yekê, pir muhîm e ku ew li ser vê mijarê hemfikir bin. Wekî din, gerek ew ji xwe bipirsin ka ew hazir in ku vê mesûliyetê hildin ser xwe yan na. Hin jin û mêr qerarê didin ku piştî dawetê, 1-2 sal zarokên wan çênebin, çimkî ew dizanin ku ji bo xwedîkirina zarokan pir wext û qewet lazim e. Loma ew difikirin ku wê baş be ku ew serê pêşîn rind hînî hevdû bibin (Ef. 5:33).

6. Ji ber ku em li “wextên dijwar” dijîn, hin cotan çi qerar daye?

6 Hin şagirtên Îsa qerarê didin ku sê kurên Nûh û jinên wan ji xwe re bikin emsal. Ev sê cot heta wextekê bêzarok man (1. Mû. 6:18; 9:18, 19; 10:1; 2. Ptr. 2:5). Îsa gotibû ku dema me wê wek “rojên Nûh” bibe, û bi rastî jî wisa bûye, çimkî em niha li “wextên dijwar” dijîn (Met. 24:37; 2. Tîm. 3:1). Loma hin jin û mêr dixwazin heta wextekê bêzarok bimînin ku ji bo belavkirina mizgînê zêdetir wexta wan hebe.

Gava jin û mêr qerarê didin ku yek yan çend zarokên wan hebin, wê baş be ku ew mesrefê hesab bikin (Li paragrafa 7an binêre) *

7. Prensîpên ku li Lûqa 14:28, 29 û li Methelokên Silêman 21:5 tên nîşan dayîn çawa dikarin alî jin û mêr bikin?

7 Gava jin û mêr qerarê didin ku yek yan çend zarokên wan hebin, wê baş be ku ew mesrefê hesab bikin (Lûqa 14:28, 29 bixwîne). Dê û bavên bitecrûbe rind dizanin ku ji bo xwedîkirina zarokan pere, wext û qewet lazim e. Loma pir muhîm e ku jin û mêr li ser van pirsan kûr bifikirin: “Gelo wê lazim be ku em her du jî bixebitin ku hewcedariyên malbatê tedarek bikin? Gelo em hemfikir in ku ‘hewcedariyên malbatê’ çi ne? Eger lazim be ku em her du jî bixebitin, kî wê li zarokan binêre?” Wek Methelokên Silêman 21:5 nîşan dide, wê baş be ku dê û baş van pirsan bi awayekî sakîn muzakere bikin (bixwîne *).

Zilamekî baş çi ji destê wî tê dike ku alî pîreka xwe bike (Li paragrafa 8an binêre)

8. Dê û bav dikarin rastî kîjan çetinahiyan bên, û gerek zilam çi bike?

8 Her zarok hewce û hêjayî wext û qeweta dê û bavê xwe ye. Loma eger çend zarok pey hev bûne, wê belkî li dê û bav zor bê ku ew têra xwe bala xwe bidin her yek ji wan. Hin jin û mêr, ên ku çend zarokên wan ên biçûk hene, dibêjin ku îşê wan pir zor e. Hin dayik pir diwestin û bêhal dibin. Gelo ev yek dikare bibe sebeb ku ew lêkolîn, dua û xizmetê îhmal bikin? Wekî din, li hin dayikan zor tê ku li civînan rind guh bidin û ji civînan feyde bibînin. Zilamekî ku ji malbata xwe hez dike wê helbet çi ji destê wî tê bike ku hem li civînan hem jî li malê alî pîreka xwe bike. Mesela, ew dikare hin îşên malê bike. Gerek ew pir xîret bike ku Îbadeta Malbatê her hefte îdare bike. Wekî din, lazim e ku bav bi dewamî tevî malbata xwe derkeve xizmetê.

HÎNÎ ZAROKÊN XWE BIKIN KU EW JI YEHOWA HEZ BIKIN

9-10. Dê û bav gerek li rêberiya kê bigerin?

9 Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe hîn bikin ku ew ji Yehowa hez bikin? Ew çawa dikarin zarokên xwe ji talûkeyên exlaqî biparêzin? Niha emê muzakere bikin ku dê û bav di van waran de dikarin çi bikin.

10 Dua bikin ku Yehowa alî we bike. Serpêhatiya dê û bavê Şîmşon bînin ber çavê xwe. Gava Manoah, yanî bavê Şîmşon, pê hesiya ku ewê bibin dê û bav, wî ji Yehowa rêberî xwest ku gerek ew lawikê xwe çawa mezin bikin.

11. Dê û bav çawa dikarin wek Manoah bikin?

11 Nihad û Alma, yên ku li Bosniya û Herzegovînayê dijîn, wisa dibêjin: “Wek Manoah, me jî ji Yehowa re dua kir ku ew rêyî me bide ku em çawa dikarin bibin dê û bavekî baş. Yehowa bi cure cure awayan cewab da me – bi destê Nivîsarên Pîroz, weşanên li ser Kitêba Pîroz û civînan” (Serweran 13:8 bixwîne).

12. Ûsiv û Meryem çawa ji zarokên xwe re bûn emsal?

12 Ji zarokên xwe re bibin emsal. Gotinên we helbet muhîm in, lê bi îhtimaleke mezin, kirinên we wê hê jî zêdetir li ser zarokên we tesîr bikin. Em dikarin bawer bin ku Ûsiv û Meryem ji Îsa û zarokên din re bûn emsaleke baş. Ûsiv ji bo debara malbata xwe pir dixebitî. Wekî din, Ûsiv malbata xwe teşwîq dikir ku ew qîmetê bidin îbadeta Yehowa (5. Mû. 4:9, 10). Li gor Qanûna Mûsa, Ûsiv ne mecbûr bû ku malbata xwe “her sal” ji bo pîrozkirina Cejna Derbasbûnê bibe Orşelîmê, lê wî dîsa jî wisa dikir (Lûqa 2:41, 42). Li wan rojan, hin bav belkî difikirîn ku pir zor e û biha ye ku temamiya malbata xwe bibin wê derê. Lê belê, eşkere ye ku Ûsiv pir qîmet dida îbadeta Yehowa, û wî zarokên xwe hîn dikirin ku ew jî qîmetê bidin îbadeta Yehowa. Wekî din, Meryemê Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Bi gotin û kirinên xwe, wê bê guman zarokên xwe hîn dikirin ku ew ji Peyva Xwedê hez bikin.

13. Jin û mêrekî çawa wek Ûsiv û Meryemê kir?

13 Nihad û Almayê dixwest wek Ûsiv û Meryemê bikin. Vê yekê çawa alî wan kir ku ew lawikê xwe wisa mezin bikin ku ew ji Xwedê hez bike û ji wî re xizmetê bike? Ew wisa dibêjin: “Bi rabûn û rûniştina xwe, me rêyî lawikê xwe dida ku prensîpên Yehowa çi qas bifeyde ne.” Wekî din, Nihad dibêje: “Hûn dixwazin ku zarokên we mirovên çawa bin? Gerek hûn bi xwe jî mirovên wisa bibin!”

14. Çima muhîm e ku dê û bav bizanibin ku zarokên wan bi kê re hevaltiyê dikin?

14 Alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Dê û bav gerek bizanibin ku zarokên wan bi kê re hevaltiyê dikin û ew bi çi mijûl in. Gerek ew bizanibin ku zarokên wan li ser înternetê û bi telefona xwe bi kê re dikevin îrtibatê. Hevalên zarokên we dikarin li ser fikir û kirinên wan tesîr bikin (1. Kor. 15:33).

15. Wê baş be ku dê û bav çi bikin?

15 Eger haya dê û bav ji kompîtûr û cîhazên mobîl tune, ew dikarin çi bikin? Birayekî bi navê Jessie, yê ku li Filîpînan dijî, wisa dibêje: “Me di heqê teknolojiyê de tişt nizanibû. Dîsa jî, me bala zarokên xwe dikişand ser talûkeyên cîhazên elektronîk.” Jessie her çi qas cîhazên wisa nedixebitandin jî, wî qedexe nekir ku zarokên wî wan bixebitînin. Ew wisa dibêje: “Min zarokên xwe teşwîq dikirin ku ew bi alîkariya cîhazên xwe zimanekî nû hîn bibin, ji bo civînan haziriyê bikin û Kitêba Pîroz her roj bixwînin.” Wê baş be ku hûn şîretên li ser nivîsandina mesajan û parvekirina resiman, ên ku li ser jw.org® hatine weşandin, bixwînin û bi zarokên xwe re muzakere bikin. Mesela, vîdeoyên Tu Kontrol Dikî Hacetên Êlêktronîk, yan Ewana te Kontrol dikin û Malperên Sosyal bi Bîlanî Bide Xebatê (bi Kurmanciya Qafkasyayê) dikarin alî we bikin ku hûn rêyî zarokên xwe bidin ku ew çawa dikarin cîhazên elektronîk bi aqilmendî bi kar bînin (Mtl. 13:20). *

16. Gelek dê û bavan çi kiriye, û netîce bûye çi?

16 Gelek dê û bav xîret dikin ku zarokên wan bi kesên ku bi dil û can ji Xwedê re xizmetê dikin, wext derbas bikin. Mesela, N’Déni û Bomine, yên ku li Perava Diranfîl dijîn, gelek caran nazirê herêmî li mala xwe dikir mêvan. N’Déni wisa dibêje: “Vê yekê li ser lawikê me gelek baş tesîr dikir. Ew bû pêşeng û niha wek nazirê herêmî yê alîkar xizmet dike.” Gelo hûn jî dikarin ji bo zarokên xwe fersendan çêkin ku ew bi kesên ku ji aliyê ruhî ve qewî ne, hevaltiyê bikin?

17-18. Perwerdekirina zarokan gerek kengê dest pê bike?

17 Dest bi perwerdeyê bikin gava zarok hê biçûk in. Dê û bav çi qas zû dest bi perwerdekirina zarokên xwe bikin, wê ew qas baş be (Mtl. 22:6). Mesela, Tîmotêyos, ê ku paşê bû hevalê Pawlosê şandî, “ji zaroktiya xwe ve” ji aliyê diya xwe Evnîkê û dapîra xwe Loyîsê ve hat perwerde kirin (2. Tîm. 1:5; 3:15).

18 Jean-Claude û Peace jî li Perava Diranfîl dijîn. Wan çawa alî her şeş zarokên xwe kir ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re xizmetê bikin? Wan Evnîke û Loyîs ji xwe re dikirin emsal. Ew wisa dibêjin: “Piştî ku zarokên me hatin dinyayê, me ji biçûktiya wan ve Peyva Xwedê baş dixist hişê wan (5. Mû. 6:6, 7).

19. Hûn çawa dikarin Peyva Xwedê ‘baş bixînin hişê’ zarokên xwe?

19 Hûn çawa dikarin Peyva Yehowa ‘baş bixînin hişê’ zarokên xwe? Ji bo vê, gerek hûn bi zarokên xwe re wext derbas bikin û gotinên Yehowa gelek caran dubare bikin. Aciz nebin eger lazim be ku hûn gotinên xwe çend caran dubare bikin, çimkî bi vî awayî hûn dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew Peyva Xwedê fehm bikin û bixebitînin.

Dê û bav gerek rind bifikirin ku gerek ew her zarokê xwe çawa perwerde bikin (Li paragrafa 20an binêre) *

20. Zebûr 127:4 çawa bi perwerdekirina zarokan ve girêdayî ye?

20 Zarokên xwe rind nas bikin. Zebûr 127 zarokan dişibîne tîran (Zebûr 127:4 bixwîne). Wekî tîr ji hev cuda ne, zarok jî ji hev cuda ne. Loma gerek dê û bav rind bifikirin ku ew çawa dikarin her zarokê xwe perwerde bikin. Jin û mêrekî ku li Îsraêl dijîn du zarokên xwe wek xizmetkarên Yehowa mezin kirine. Ew wisa dibêjin: “Me Kitêba Pîroz bi wan re cihê cihê lêkolîn dikir.” Helbet gerek her serê malbatê xwe bi xwe qerarê bide ka lazim e yan mumkin e ku ew Kitêba Pîroz bi vî awayî bi zarokên xwe re lêkolîn bikin.

YEHOWA WÊ ALÎ WE BIKE

21. Yehowa çawa alî dê û bavan dike?

21 Eger hûn carinan difikirin ku perwerdekirina zarokan pir zor e, ji bîr nekin ku zarok hediyeyên ji Yehowa ne. Ew her tim hazir e ku alî we bike. Ewê bi dilxwazî guh bide duayên we, û ewê bi destê Kitêba Pîroz, weşanên me û emsal û şîretên dê û bavên bitecrûbe cewabê bide we.

22. Hin tiştên biqîmet çi ne, yên ku dê û bav dikarin bidin zarokên xwe?

22 Hin kes dibêjin ku mezinkirina zarokan 20 salan dikişîne, lê bi eslê xwe, çi qas wext derbas be jî, dê û bav her tim dê û bav in. Hezkirin, wext û perwerdeya Kitêba Pîroz hediyeyên herî biqîmet in, ên ku dê û bav dikarin bidin zarokên xwe. Hemû zarok helbet ne wek hev in. Lê belê, ev perwerde pir bifeyde ye. Xwişka me Joanna Mae, a ku li Asyayê dijî, wisa dibêje: “Gava ez li ser perwerdeya ku min ji dê û bavê xwe stendiye difikirim, ez pir spasdar im ku wan ez terbiye kirim û ez hîn kirim da ku ez ji Yehowa hez bikim. Wan ne tenê jiyan daye min, wan jiyaneke baş daye min!” (Mtl. 23:24, 25). Bi milyonan şagirtên Îsa, yên ku ji aliyê dê û bavekî bawermend ve hatine mezin kirin, wek vê xwişkê difikirin.

KILAM 59 Tevî Min Yah Rûmet kin

^ par. 5 Gelo wê baş be ku jin û mêr bibin xwediyê zarokan? Gerek çend zarokên wan hebin? Ew çawa dikarin zarokên xwe perwerde bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re xizmetê bikin? Li vê meqaleyê, emê serpêhatiyên çend xwişk û birayan bibînin û bala xwe bidin prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku wê alî me bikin ku em cewabên van pirsan bistînin.

^ par. 7 Methelokên Silêman 21:5 (WDN): “Planên kesên jîr wê muheqeq serkeftî bibin, lê yên ku bi lez dikevin wê muheqeq bikevin feqîriyê.”

^ par. 15 Wekî din, li meqaleya “Ji Talûkeyên Torên Civakî Dûr Bisekine” binêre (Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike, Hezîran 2018).

^ par. 61 RESIM: Jin û mêrek qerarê didin ku zarokên wan wê hebin yan na. Ji bo vê, ew li ser nîmet û mesûliyetên vê yekê difikirin.

^ par. 65 RESIM: Ji ber ku salî û qabiliyetên zarokan ne wek hev in, dê û bav Kitêba Pîroz bi zarokên xwe re cihê cihê lêkolîn dikin.