Here Naverokê

Here naverokê

“Di Her Tiştî de Şikir Bikin”

“Di Her Tiştî de Şikir Bikin”

GELO tu xwe wek mirovekî şikurdar yan spasdar dibînî? Wê baş be ku em vêya ji xwe bipirsin. Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku li rojên me, gelek mirov wê “nankor” bibin (2. Tîm. 3:2). Bi îhtimaleke mezin, tu jî rastî hin kesên wisa hatî, yên ku xwe layiqî her tiştî dibînin, wekî ku her kes ji wan re deyndar e. Ew difikirin ku ne lazim e ku ew ji bo tiştekî şikurdar bin. Ma tu ji kesên wisa aciz nabî?

Kitêba Pîroz dibêje ku xizmetkarên Yehowa gerek “şikirdar bin” û “di her tiştî de şikir bikin” (Kol. 3:15; 1. Sel. 5:18). Eger em şikurdar bin, ev yek wê ji bo me bifeyde bibe. Gelo çawa?

ŞIKURDARÎ DILŞAD DIKE

Nêrîneke şikurdar dikare me dilşad bike. Gava mirov ji kesekî re dibêje “Spas dikim”, hem ew hem jî kesê din wê dilşad bibin. Gelo çawa? Bala xwe bide vê mîsalê: Gava kesek ji bo te qenciyê dike, ev yek tê maneya ku tu ji bo wî biqîmet î. Belê, ew xema te dixwe, û gava tu vêya fehm dikî, ev yek te dilşad dike. Serpêhatiya Rûtê vêya nîşan dide. Boaz ji Rût re comerd bû. Rût bê guman pir şa bû gava wê dît ku kesek xema wê dixwe (Rût 2:10-13).

Ê ku herî zêde hêjayî şikurdariya me ye, Xwedê ye. Xwedê bi rastî jî pir comerd e, û ew pir hediyeyan dide me (5. Mû. 8:17, 18; Kar. 14:17). Wê baş be ku em li ser hemû nîmetên ku Xwedê dane me kûr bifikirin û bi wî awayî spasdariya xwe eyan bikin. Gava em li ser comerdiya Xwedê difikirin, şikurdariya me wê mezintir bibe û emê hê zêde bawer bin ku ew ji me hez dike û qîmetê dide me (1. Yûh. 4:9).

Helbet ne bes e ku em tenê li ser comerdiya Yehowa bifikirin; gerek em ji wî re şikur bikin (Zeb. 100:4, 5). Hin zanyar dibêjin ku şikurdarî dikare dilşadiya mirovan zêde bike.

ŞIKURDARÎ MIROVAN NÊZIKTIRÎ HEV DIKE

Wekî din, şikurdarî hevaltiyan qewîtir dike. Em gişt jî hewceyî teqdîrê ne. Wexta ku tu ji kesekî re ji dil spas dikî, hûn herdû jî nêziktirî hev dibin (Rom. 16:3, 4). Bi gelemperî, kesên şikurdar ji dil hazir in ku alî kesên din bikin. Ew bala xwe didin dilovaniya kesên din, û ew jî dixwazin dilovan bin. Gava mirov alî kesên din dike, ew hê dilşadtir dibe. Wekî ku Îsa Mesîh got: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35).

Robert Emmons, hevserokê projeyeke Zanîngeha Kalîforniyayê ya li ser şikurdariyê, wisa dibêje: “Ji bo ku em bibin xwediyê nêrîneke şikurdar, gerek em rind fehm bikin ku em hewceyî hevdû ne. Carinan, em didin, û carinan, em distînin.” Jiyana me bi gelek awayan bi kesên din ve girêdayî ye. Mesela, kesên din belkî xwarina me tedarek dikin yan ji aliyê bijîşkî ve alî me dikin (1. Kor. 12:21). Mirovekî spasdar qîmetê dide hemû tiştên ku kesên din ji bo wî dikin. Gelo tu jî wisa dikî? Gelo tu şikurdariya xwe ji kesên din re nîşan didî?

ŞIKURDARÎ NÊRÎNEKE POZÎTÎF TÎNE MEYDANÊ

Şikurdarî alî me dike ku em bala xwe bidin, ne tiştên negatîf, lê tiştên pozîtîf. Hişê me wek fîltre dixebite, yanî ew îznê dide ku hin tişt bikevin serê me û dibe asteng ku hin tişt nekevin hundir. Eger em şikurdar bin, emê zêdetir bala xwe bidin tiştên pozîtîf, û emê bi zedeyî nekevin bin bandora probleman. Şikurdarî alî me dike ku em tiştên baş bibînin, û ev yek wê şikurdariya me hê jî zêde bike. Bi saya nêrîneke şikurdar, emê bi hêsanî karibin vê şîreta Pawlosê şandî bînin cih: “Hergav bi Xudan şa bibin” (Flp. 4:4).

Şikurdarî dikare alî me bike ku em xwe ji fikrên negatîf dûr bixin. Ma mirov dikare di eynî wextê de hem şikurdar be hem jî xemgîn, dexes yan bihêrs be? Wekî din, kesên şikurdar bi zêdeyî malperest nabin. Ew ji tiştên ku di destê wan de hene razî ne, û ew zêdekirina mal û milk ji xwe re nakin armanc (Flp. 4:12).

BALA XWE BIDE NÎMETAN

Îblîs dixwaze ku tu cesareta xwe seba tengasiyên van rojên dawîn winda bikî. Ew dixwaze ku tu bibî mirovekî negatîf û gilîker. Nêrîneke wisa dikare di xizmetê de jî ji te re bibe asteng. Bi eslê xwe, şikurdarî bi “berê Ruh” ve girêdayî ye. Mesela, eger tu şikurdar bî, tuyê seba nîmetên ku te ji Xwedê stendine, dilxweş bî, û tuyê baweriya xwe bi hemû sozên wî bînî (Gal. 5:22, 23).

Ji ber ku tu Şahidê Yehowa yî, tu bê guman bi gotinên vê meqaleyê yên li ser şikurdariyê hemfikir î. Dîsa jî, tu dizanî ku carinan hêsan nîne ku mirov şikurdar û pozîtîf be. Lê belê cesareta xwe winda neke. Tu dikarî nêrîneke şikurdar bînî meydanê û xwedî bikî. Her ku tu wisa dikî, tuyê şikurdarbûnê ji xwe re bikî adet. Bi saya vê, tuyê ji kesên ku her tim bala xwe didin probleman bextewartir bibî. Li ser tiştên baş bifikire, ên ku Xwedê û kesên din dikin û ku kêfê didin te. Belkî tu dikarî her roj 2-3 tiştan binivîsî, yên ku tu seba wan şikurdar î.

Hin zanyar dibêjin ku “eger em her tim şikurdar bin, ev yek dikare bibe sebeb ku mêjiyê me bi otomatîk hê pozîtîftir bixebite.” Mirovekî şikurdar hê bextewartir dibe. Loma bala xwe bide nîmetên ku te stendine, li ser serpêhatiyên xwe yên baş bifikire û her tim şikurdar be. Wek Kitêba Pîroz dibêje, “şikiryê ji XUDAN re bikin, ji ber ku ew qenc e”. Belê, “di her tiştî de şikir bikin” (1. Dîr. 16:34; 1. Sel. 5:18).