Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gava Îblîs ji Hewayê re got ku ewê nemire eger ew ji dara zanîna qencî û xerabiyê bixwe, gelo wî fikra ku ruh piştî mirinê sax dimîne anî meydanê?

Çawa ku tê fehm kirin, na. Îblîs ji Hewayê re negotibû ku eger ew ji mêweya qedexekirî bixwe, ewê bimire, lê ruhê wê wê sax bimîne. Bi devê marekî, Îblîs jê re gotibû ku eger ew mêweya wê darê bixwe, ewê ‘qet nemire’. Wî gotibû ku ewê her tim sax bimîne, jiyana wê wê baştir bibe û ewê ser bi xwe bibe (1. Mû. 2:17; 3:3-5).

Madem ku fikra ku ruh piştî mirinê namire li baxçeyê Adenê nehat meydanê, ev fikir ji ku hat? Em vêya ji sedî sed nizanin. Li Tofana li dema Nûh, hemû baweriyên sexte bi destê Xwedê hatin tune kirin. Tenê Nûh û malbata wî – yên ku gişt xizmetkarên Yehowa bûn – sax man.

Xuya ye ku fikra ku ruh namire piştî Tofanê hat meydanê. Gava Xwedê zimanên mirovan li Babîlê tev li hev kirin û ew li rûyê erdê belav kirin, wan bêguman fikra ku ruh namire bi xwe re bir (1. Mû. 11:8, 9). Em her çi qas nizanin ku ev fikra sexte kengê hat meydanê, eşkere ye ku “bavê derewan” Îblîs ev fikir anîbû meydanê, û ew kêfxweş bû gava ev fikir li her derê belav bû (Yûh. 8:44).