Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Li gor Kitêba Pîroz, herî kêm du şahid lazim in ku meseleyek bê teyîd kirin (4. Mû. 35:30; 5. Mû. 17:6; 19:15; Met. 18:16; 1. Tîm. 5:19). Lê belê li gor Qanûna Mûsa, gava zilamekî “li beyarê” dest diavêt namûsa keçikeke dergistî û keçik diqîriya, keçik bêsûc dihat dîtin, lê zilam wek zînakar dihat dîtin. Madem ku şahidên tecawizê tune bûn, keçik çima bêsûc dihat dîtin, lê zilam sûcdar dihat dîtin?

Armanca sereke ya 5. Mûsa 22:25-27 ne ev bû ku sûcê zilam îsbat bike, çimkî li gor van ayetan, sûcê zilam jixwe hatibû teyîd kirin. Armanca vê qanûnê ev bû ku bêsûciya keçikê nîşan bide.

Ayetên berê behsa zilamekî dikin, ê ku “di bajêr de” bi keçikeke dergistî raketibû. Loma zilam wek zînakar dihat dîtin, çimkî keçika dergistî wek zewicî dihat hesab kirin. Gelo halê keçikê çi bû? Eger ew “di bajêr de” biqîriya, kesên din wê bê guman dengê wê bibihîsta û bihatana hawara wê. Lê belê ji ber ku ew neqîriya, ew jî wek zînakar dihat dîtin (5. Mû. 22:23, 24).

Paşê, Qanûn behsa rewşeke din dike: “Lê belê ger zilam, pîreka dergistî li beyarê bibîne û wê bigire û pê re rakeve; wê gavê tenê zilamê ku pê re raketiye, dê bête kuştin; lê belê tuyê tiştekî bi pîreka ciwan re neke; di pîreka ciwan de sûcê ku musteheqê mirinê ye nîne; ji ber çawa ku zilamek li dijî cîranê xwe rabe û wî bukuje, ev tişt jî wusa ye; ji ber ku wê di beyarê de dît, pîreka ciwan ya dergistî qêriyaye, lê belê kesî ku wê xelas bike nebûye” (5. Mû. 22:25-27).

Li vê rewşê, hakiman baweriya xwe bi keçikê dianî. Wan ferz dikir ku ew “qêriyaye, lê belê kesî ku wê xelas bike nebûye”. Loma wê zîna nekiriye. Lê belê zilam wek tecawizkar û zînakar dihat dîtin, çimkî wî bi zorê dest avêtibû keçika dergistî.

Welhasil, vê qanûnê her çi qas digot ku pîrek bêsûc e, zilam wek tecawizkar û zînakar dihat dîtin. Em dikarin emîn bin ku hakiman rind lêkolîn dikir û qerareke li gor standarda edaletê dida, ya ku Xwedê çend caran eşkere kiribû (5. Mû. 13:14; 17:4; 2. Mû. 20:14).