Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

Gelo tu dikarî cewabên van pirsan bidî, yên ku ji Birca Çavdêriyê ya sala 2019an hatine hilgirtin?

Maneya vê soza Xwedê çi ye: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe”? (Îşa. 54:17).

Em dikarin bawer bin ku Xwedê wê me ji “hilma mirovên tirsehêz” biparêze (Îşa. 25:4, 5). Dijminên me wê tu caran nikaribin zerara daîmî bidin me (w19.01, rûp. 6-7).

Ev yek ku Xwedê li Kenaniyan û li Îsraêliyên ku ji rê derketibûn çawa dinêrî, edaleta wî çawa eyan dike?

Xwedê kesên ku bêexlaqî dikir yan li jin û zarokan xerabî dikir, ceza dikirin. Wî bereket dida kesên ku guh dida wî û ji kesên din re adil bûn (w19.02, rûp. 22-23).

Gerek em çi bikin eger yekî nebawermend dua bike?

Wê baş be ku em dengê xwe nekin û hurmetdar bimînin, lê belê gerek em nebêjin “amîn” yan destê hev negirin. Em dikarin di dilê xwe de dua bikin (w19.03, rûp. 31).

Îstismara zarokan sûcekî çi qas giran e?

Îstismara zarokan sûcekî li dijî mexdûr, li dijî civatê, li dijî dewletê û li dijî Xwedê ye. Eger qanûnên wisa hebin, kalên civatê gerek îdîayên îstismara zarokan ji dewletê re îxbar bikin (w19.05, rûp. 9-10).

Tu çawa dikarî ruh û hişê xwe rast bikî û biguherînî?

Hin gavên muhîm ev in: Dua bike û dilê xwe ji Yehowa re veke. Kûr bifikire û xwe analîz bike. Ji xwe re hevalên baş hilbijêre (w19.06, rûp. 11).

Em çawa dikarin xwe ji bo roja zilmê hazir bikin?

Lazim e ku em dostaniya xwe bi Yehowa xurttir bikin. Bawer be ku Yehowa ji te hez dike û ewê te tu caran nehêle. Her roj Kitêba Pîroz bixwîne û her tim dua bike. Bawer be ku nîmetên Padîşahiya Xwedê wê pêk bên. Ayetên muhîm û kilam û stranên ku pesnê Yehowa didin, ezber bike (w19.07, rûp. 2-4).

Em çawa dikarin alî merivên xwe bikin ku ew xelas bibin?

Pir muhîm e ku em xwe têxin şûna wan, bi rabûn û rûniştina xwe ji wan re bibin emsaleke baş, sebir bikin û nazik bin (w19.08, rûp. 15-17).

Wek Îsa di Metta 11:28 de soz dide, em çawa rihetiyê dibînin?

Nazirên me pir baş in, hevalên me pir baş in û îşê me pir baş e (w19.09, rûp. 23).

Xwedê çawa daxwaz û qewetê dide me ku em armanca wî pêk bînin? (Flp. 2:13).

Gava em Peyva Xwedê dixwînin û li ser wê kûr difikirin, Xwedê dikare daxwaz û qewetê bide me ku em armanca wî pêk bînin. Ruhê pîroz dikare hunerên me yên xwezayî zêde bike (w19.10, rûp. 21).

Gerek em çi bikin berî ku em qerareke muhîm bidin?

Pênc gav hene: Rind lêkolînan bike. Dua bike ku Yehowa hîkmetê bide te. Niyeta xwe analîz bike. Ji xwe re armancan deyne. Maqûl be (w19.11, rûp. 27-29).

Gelo fikra ku ruh piştî mirinê sax dimîne ji gotinên Îblîs yên ji Hewayê re hatibû meydanê?

Çawa ku tê fehm kirin, na. Îblîs ji Hewayê re gotibû ku ewê qet nemire, ne ku ewê bimire lê ruhê wê wê sax bimîne. Wekî din, hemû baweriyên sexte li Tofanê tune bûn. Wisa tê fehm kirin ku fikra ku ruh namire hat meydanê berî ku Xwedê mirovên ku birca Babîlê ava dikir, belav kirin (w19.12, rûp. 15).