Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51

Tu Yehowa Çi Qas Rind Nas Dikî?

Tu Yehowa Çi Qas Rind Nas Dikî?

“Yên ku navê te nas dikin wê xwe bispêrin te; tuyê kesên ku li te digerin tu caran terk nekî, ya Yehowa” (ZEB. 9:10, WDN).

KILAM 56 Rastiyê Qebûl ke

PÊŞGOTIN *

1-2. Wek serpêhatiya Angelito nîşan dide, gerek em çi bikin?

GELO dê û bavê te Şahidên Yehowa ne? Eger wisa ye, ev yek dîsa jî nayê maneya ku tuyê bi otomatîk bibî dostê Yehowa. Lazim e ku her kes xwe bi xwe xîret bike ku bibe dostê Yehowa.

2 Birayekî me yê bi navê Angelito li malbateke Şahidên Yehowa mezin bû. Dîsa jî, gava ew ciwan bû, wî xwe nêzikî Yehowa hîs nedikir. Angelito wisa dibêje: “Erê, min ji Yehowa re xizmet dikir, lê tenê ji ber ku malbata min jî wisa dikir.” Bi zeman re, Angelito qerar da ku Kitêba Pîroz bixwîne û li ser wê kûr bifikire. Wekî din, wî zêdetir dua dikir. Netîce bû çi? Angelito dibêje: “Min fehm kir ku ji bo ku ez nêzikî Yehowa bibim, ê ku Bavê minî ezîz e, gerek ez wî rind nas bikim.” Serpêhatiya Angelito bala me dikişîne ser vê pirsa muhîm: Çima lazim e ku em Yehowa rind nas bikin, û em çawa dikarin vêya bikin?

3. Çima muhîm e ku em Yehowa rind nas bikin?

3 Hin kes di heqê Xwedê de hin tiştan dizanin. Mesela, ew belkî dizanin ku navê wî çi ye. Lê ev yek nayê maneya ku ew Yehowa rind nas dikin. Lazim e ku em di heqê Yehowa û sifatên wî de zêdetir melûmatê bistînin. Bi vî awayî, emê fehm bikin ku niyetên gotin û kirinên wî çi ne, û emê karibin tê derxin ka ew ji nêrîn, qerar û kirinên me razî ye yan na. Piştî ku me fehm kir ku Yehowa ji me çi dixwaze, gerek em vêya bikin.

4. Wê çima bifeyde be ku em li hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz binêrin?

4 Hin kes belkî qerfên xwe bi me dikin ji ber ku em dixwazin ji Yehowa re xizmetê bikin, û ew belkî li me muxalefetê dikin gava em diçin civînan. Lê belê eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê me tu caran nehêle. Bi vî awayî, em dikarin dostaniyeke xurt ava bikin. Gelo mumkin e ku em Yehowa ew qas rind nas bikin? Belê! Serpêhatiyên hin mirovên qisûrdar – mesela Mûsa û Dawid Padîşah – nîşan didin ku mirov dikare bibe dostê Yehowa. Niha emê bielimin ku wan çi kir ji bo ku ew Yehowa rind nas bikin. Wekî din, emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên wan çi dersan bistînin.

MÛSA “YÊ KU NAYÊ DÎTIN” DÎT

5. Mûsa çi kir?

5 Mûsa ji Yehowa re xizmet kir. Gava Mûsa weke 40 salî bû, wî “red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin” û aliyê xizmetkarên Xwedê girt (Îbr. 11:24). Gava Mûsa piştgiriya koleyên Îbranî kir, wî dev ji mertebeyeke bilind berda û Fîrawûn – hikumdarê Misrê yê ku wek xwedayek dihat dîtin – ji xwe re kir dijmin. Bes Mûsa xwe dispart Yehowa. Belê, wî baweriyeke pir mezin eyan kir. Baweriyeke wisa esasê dostaniyeke saxlem e (Mtl. 3:5).

6. Serpêhatiya Mûsa çi rêyî me dide?

6 Ev yek çi rêyî me dide? Wek Mûsa, gerek em jî qerareke muhîm bidin: Gelo emê ji Xwedê re xizmetê bikin û tevî xizmetkarên wî bin? Ji bo vê, belkî wê lazim be ku em hin fedakariyan bikin, û dibe ku kesên ku Yehowa nas nakin li me muxalefetê bikin. Lê belê eger em xwe bispêrin Xwedê, em dikarin bawer bin ku ewê piştgiriya me bike.

7-8. Mûsa kîjan sifatên Yehowa rindtir nas kirin?

7 Mûsa her ku diçû sifatên Yehowa rindtir nas dikirin û daxwaza wî dianî cih. Mesela, gava Yehowa wezîfe da Mûsa ku ew miletê Îsraêl ji koletiyê azad bike, Mûsa difikirî ku ew nikare vê wezîfeyê bîne cih, û wî ev yek çend caran ji Yehowa re got. Loma Yehowa bi dilovanî Harûn tayîn kir ku ew alî Mûsa bike (2. Mû. 4:10-16). Di netîceyê de, Mûsa hazir bû ku fermanên Xwedê ji Fîrawûn re îlan bike. Paşê, Mûsa dît ku Yehowa qudreta xwe çawa bi kar anî gava wî Îsraêlî filitandin, lê Fîrawûn û ordiyên wî li Behra Sor helak kirin (2. Mû. 14:26-31; Zeb. 136:15).

8 Piştî ku Îsraêlî di bin rêberiya Mûsa de ji Misrê derketibûn, wan her tim gilî dikirin. Li wê demê, Mûsa dît ku Yehowa çawa li hemberî xizmetkarên xwe, ên ku wî ji koletiyê filitandibûn, sebreke mezin eyan kir (Zeb. 78:40-43). Carekê, Yehowa qerara xwe li gor daxwaza Mûsa guherand. Vê yekê nîşanî Mûsa da ku Yehowa çi qas dilnizm e (2. Mû. 32:9-14).

9. Li gor Îbranî 11:27, dostaniya di nav Mûsa û Yehowa de çi qas xurt bû?

9 Piştî derketina ji Misrê, dostaniya di nav Mûsa û Yehowa de ew qas xurt bû ku Mûsa mîna ku “yê ku nayê dîtin” dît (Îbranî 11:27 bixwîne). Kitêba Pîroz dostaniya wan wisa tarîf dike: “XUDAN bi Mûsa re mîna zilamek bi hevalê xwe re biaxife, rû bi rû diaxifî” (2. Mû. 33:11).

10. Ji bo ku em Yehowa rind nas bikin, gerek em çi bikin?

10 Em ji vê dikarin çi dersê bistînin? Ji bo ku em Yehowa rind nas bikin, gerek em hem sifatên wî rindtir nas bikin hem jî daxwaza wî bînin cih. Daxwaza Yehowa ev e “ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîm. 2:3, 4). Loma, ji bo ku em daxwaza Xwedê bînin cih, gerek em ji kesên din re behsa Yehowa bikin.

11. Gava em alî kesên din dikin ku ew Yehowa nas bikin, em çawa Yehowa rindtir nas dikin?

11 Gava em alî kesên din dikin ku ew Yehowa nas bikin, em bi xwe jî Yehowa rindtir nas dikin. Mesela, gava Yehowa li xizmetê rêberiya me dike û me dibe ba kesên dilpak, em dilovaniya wî bi çavê xwe dibînin (Yûh. 6:44; Kar. 13:48). Gava xwendekarên me dev ji adetên xerab berdidin û şexsiyeta nû li xwe dikin, em tesîra qudreta Peyva Xwedê dibînin (Kol. 3:9, 10). Wekî din, em dibînin ku Xwedê çi qas bisebir e gava ew gelek fersendan dide mirovên li herêma me ku ew wî nas bikin û bên xelas kirin (Rom. 10:13-15).

12. Wek 2. Mûsa 33:13 nîşan dide, daxwaza Mûsa çi bû, û çima?

12 Mûsa pir qîmet dida dostaniya Yehowa. Piştî ku Mûsa bi navê Xwedê mucîzeyên mezin kiribûn jî, wî bi awayekî hurmetdar ji Yehowa re got ku ew dixwaze wî hê jî zêdetir nas bike (2. Mûsa 33:13 bixwîne). Gava Mûsa daxwaza xwe anî zimên, ew êdî weke 80 salî bû, lê wî dizanibû ku gerek ew di heqê Xwedayê dilovan de hê gelek tiştan bielime.

13. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin dostaniya Xwedê?

13 Em ji vê dikarin çi dersê bistînin? Piştî binavbûnê çend sal derbas bin jî, gerek em tu caran ji bîr nekin ku dostaniya Yehowa ji bo me çi qas biqîmet e. Eger em bi rastî qîmetê didin dostaniya Xwedê, emê vêya bi duayên xwe nîşan bidin.

14. Dua çima muhîm e ku em Yehowa rindtir nas bikin?

14 Xeberdan ji bo dostaniyeke xurt pir muhîm e. Loma her tim bi navgîniya duayê bi Xwedê re xeber bide û dilê xwe ji wî re veke (Ef. 6:18). Xwişkeke bi navê Krista, ya ku li Tirkiyeyê dijî, wisa dibêje: “Her ku ez di duayên xwe de ji Yehowa re behsa fikrên xwe dikim û alîkariya wî dibînim, ez ji wî zêdetir hez dikim û baweriya xwe pê tînim. Gava ez dibînim ku Yehowa çawa cewabên duayên min dide, ez fehm dikim ku Yehowa bi rastî jî Bav û Dostê min e.”

ZILAMEKÎ LI GOR DILÊ YEHOWA

15. Yehowa li Dawid çawa dinêrî?

15 Gava Dawid Padîşah hat dinyayê, dê û bavê wî û her kesê li derdora wî jixwe ji Yehowa re xizmet dikir. Dîsa jî, Dawid ne tenê seba tesîra malbata xwe ji Yehowa re xizmet dikir. Wî xwe bi xwe xîret kir ku ew bibe dostê Yehowa, û Yehowa ji wî pir hez dikir. Loma Yehowa ew wek “zilamekî li gor dilê xwe” didît (Kar. 13:22). Dawid çawa ew qas nêzikî Yehowa bû?

16. Gava Dawid li tebîetê dinêrî, ew di heqê Yehowa de çi dielimî?

16 Dawid bi navgîniya tebîetê di heqê Yehowa de dielimî. Dawid di ciwantiya xwe de gelek caran li çolê dima û keriyê bavê xwe diçêrand. Li wê demê fersend çêdibû ku ew li ser tiştên xuliqandî bifikire. Mesela, gava Dawid şevê li stêrkan dinêrî, wî tê derdixist ku sifatên Xwedê çi ne. Loma wî wisa nivîsî: “Ezman berziya Xwedê didin nîşan, qûba ezman karê destê wî didin xuyan” (Zeb. 19:1, 2). Gava Dawid dianî ber çavê xwe ku însan çawa hatiye çêkirin, wî fehm dikir ku Yehowa çi qas bihîkmet e (Zeb. 139:14). Wexta ku Dawid li ser tebîetê kûr difikirî, wî fehm dikir ku ew çi qas biçûk e û Yehowa çi qas mezin e (Zeb. 139:6).

17. Wê çima baş be ku em li ser tebîetê kûr bifikirin?

17 Em ji vê dikarin çi dersê bistînin? Bala xwe bide tebîetê. Çavê xwe veke û li derdora xwe mêze bike. Bibîne ku tebîet çi qas bedew e. Her roj kûr bifikire ku erd û ezman di heqê Yehowa de çi rêyî te didin. Bi vî awayî, tuyê Bavê xweyî dilovan roj bi roj ji nêziktir ve nas bikî (Rom. 1:20). Wekî din, tuyê roj bi roj ji wî zêdetir hez bikî.

18. Wekî ku sernivîsa Zebûra 18an nîşan dide, Dawid çi fehm dikir?

18 Dawid fehm dikir ku Yehowa alî wî dikir. Mesela, gava Dawid keriyê bavê xwe ji şêrekî û ji hirçekî parast, wî fehm kir ku Yehowa alî wî kiribû ku ew van heywanên bitalûke bikuje. Gava wî şervanekî dêw ê bi navê Golyat mexlûb kir, Dawid bi zelalî fehm kir ku Yehowa alî wî kiribû (1. Sam. 17:37). Wekî din, gava Dawid ji Saûl Padîşah reviya, wî fehm kir ku yê ku ew xelas kir, Yehowa bû (Zeb. 18, sernivîs). Eger Dawid yekî pozbilind bûya, ewê belkî bifikiriya ku wî her tişt bi qeweta xwe dikir. Lê belê Dawid dilnizm bû, loma wî fehm dikir ku Yehowa alî wî dikir (Zeb. 138:6).

19. Serpêhatiya Dawid çi rêyî me dide?

19 Em ji vê dikarin çi dersê bistînin? Ne bes e ku em tenê ji Yehowa re niyaz bikin ku ew alî me bike. Lazim e ku em tê derxin ku ew kengê û çawa alî me dike. Eger em sînorên xwe bi dilnizmî qebûl bikin, emê bi zelalî bibînin ku Yehowa çawa alî me dike gava qeweta me nagihîje. Her ku em dibînin ku Yehowa çawa alî me dike, emê hê nêziktirî wî bibin. Li girava Fîjiyê, birayekî bi navê Isaac, yê ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye, wisa dibêje: “Ji roja ku min dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiribû heta niha, min her tim dîtiye ku Yehowa çawa alî min dike. Loma ez hîs dikim ku Yehowa her tim tevî min e.”

20. Dawid çi qas nêzikî Xwedê bû, û ev yek çi rêyî me dide?

20 Dawid sifatên Yehowa ji xwe re dikir emsal. Yehowa em wisa çêkirine ku em karibin sifatên wî ji xwe re bikin emsal (1. Mû. 1:26). Ji bo vê, gerek em di heqê şexsiyet û sifatên Yehowa de zêdetir melûmatê bistînin. Dawid Yehowa rind nas dikir, loma wî ew di hemû kirinên xwe de ji xwe re dikir emsal. Mesela, bîne ber çavê xwe ku çi qewimî gava Dawid tevî Bat-Şebayê zîna kir û zilamê wê da kuştin (2. Sam. 11:1-4, 15). Gunehê wî pir giran bû, lê Yehowa rehm lê kir ji ber ku Dawid jî berê rehm li kesên din kiribû. Dawid ew qas nêzikî Yehowa bû ku ew yek ji padîşahên herî hezkirî yên miletê Îsraêl bû, û Dawid ji bo hemû padîşahên din bû emsaleke mezin (1. Qra. 15:11; 2. Qra. 14:1-3).

21. Li gor Efesî 4:24 û 5:1, gerek em çima “mîna Xwedê bikin”?

21 Em ji vê dikarin çi dersê bistînin? Gerek em “mîna Xwedê bikin”. Ev yek ji bo me bifeyde ye û alî me dike ku em wî rindtir nas bikin. Gava em şexsiyeta xwe li gor şexsiyeta wî diguherînin, em nîşan didin ku em zarokên wî ne (Efesî 4:24; 5:1 bixwîne).

XÎRET BIKE KU TU YEHOWA JI NÊZIKTIR VE NAS BIKÎ

22-23. Çima muhîm e ku em tiştên ku em di heqê Yehowa de dielimin, bi kar bînin?

22 Wek me dîtiye, Yehowa xwe bi navgîniya tebîet û Kitêba Pîroz ji me re eyan dike. Kitêba Pîroz behsa gelek xizmetkarên Xwedê yên dilsoz dike, yên ku em dikarin ji xwe re bikin emsal, mesela Mûsa û Dawid. Belê, Yehowa gava pêşîn avêtiye. Bila em jî çavê xwe, guhê xwe û dilê xwe ji wî re vekin.

23 Emê heta bi hetayê di heqê Yehowa de tiştên nû bielimin (Waiz 3:11). Tiştê herî muhîm ne ev e ku zanîna me ya di heqê wî de çi qas pir be, lê ev e ku em vê zanînê çawa bi kar bînin. Eger em tiştên ku em dielimin bixebitînin û xîret bikin ku em Bavê xweyî dilovan ji xwe re bikin emsal, ewê her ku diçe nêziktirî me bibe (Aqûb 4:8). Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa soz dide me ku ewê yên ku li wî digerin tu caran terk neke.

KILAM 80 “Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne”

^ par. 5 Gelek kes bawer dikin ku Xwedê heye, lê ew wî bi rastî nas nakin. Em çawa dikarin Yehowa nas bikin? Serpêhatiyên Mûsa û Dawid Padîşah çawa rêyî me didin ku gerek em çi bikin ku em bibin dostên Yehowa? Ev meqale wê cewabên van pirsan bide.