Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

Yehowa Azadiyê Dide Me

Yehowa Azadiyê Dide Me

“Hûn ... li welêt, ji hemûyên ku li wir rûdinin re azadiyê bidin bang kirin” (3. MÛ. 25:10).

KILAM 22 Bira Padşatiya Te Bê!

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Maneya Sala Azadiyê çi bû? (Li çarçoveya “ Armanca Sala Azadiyê Çi Bû?” binêre.) (b) Li Lûqa 4:16-18, Îsa behsa çi kir?

LI HIN welatan, salvegera 50yî ya rojên muhîm bi şahiyên xisûsî tê pîroz kirin. Şahiyên wisa carinan rojek, heftiyek yan zêdetir wext berdewam dikin. Lê belê di dawiyê de, şahî xelas dibin û bi zeman re tên ji bîr kirin.

2 Li demên berê, Îsraêliyan her sala 50yî wek Sala Azadiyê pîroz dikir. Wê salê, xelk azadî distend. Wê çima baş be ku em di heqê vê mijarê de melûmatê bistînin? Sala Azadiyê tîne bîra me ku Yehowa çawa azadiyê dide me. Îsa jî behsa vê azadiyê dikir (Lûqa 4:16-18 bixwîne).

 

Sala Azadiyê dilxweşî dianî, çimkî kole azad dibûn û her kesî erdê xwe bi şûn de distend (Li paragrafa 3yan binêre) *

3. Wek 3. Mûsa 25:8-12 nîşan dide, Îsraêliyan ji Sala Azadiyê çawa feyde didît?

3 Ji bo ku em rindtir fehm bikin ku Îsa behsa çi cure azadiyê kir, wê baş be ku em serê pêşîn Sala Azadiyê muzakere bikin, a ku Xwedê ji bo xizmetkarên xwe yên berê tedarek kiribû. Yehowa ji Îsraêliyan re wisa gotibû: “Hûn ê sala pênciyem pîroz bikin û li welêt, ji hemûyên ku li wir rûdinin re azadiyê bidin bang kirin; dê bona we bibe yûbîl [Sala Azadiyê, WDN]; ji we her yek, dê vegere milkê xwe û ji we her yek dê vegere eşîra xwe(3. Mûsa 25:8-12 bixwîne). Li meqaleya berê, me dîtibû ku Îsraêliyan ji roja Sebtê çawa feyde didît. Lê gelo Îsraêliyan ji Sala Azadiyê çawa feyde didît? Zilamekî bîne ber çavê xwe, yê ku ketibû bin deynan û mecbûr ma ku erdê xwe bifroşe ku deynê xwe bide. Li Sala Azadiyê, erdê wî ji nû ve diket destê wî. Bi saya vê, wî êdî dikaribû “vegere milkê xwe”, û mîrasa zarokên wî winda nedibû. Yan jî, zilamekî ku xwe yan yek ji zarokên xwe seba tengasiya ekonomîk wek kole firotibû bîne ber çavê xwe. Li Sala Azadiyê, kole serbest dima ku ew karibe “vegere eşîra xwe”. Bi saya vê qanûnê, tu kes heta bi hetayê wek kole nedima. Yehowa bi rastî jî xema xizmetkarên xwe dixwar.

4-5. Wê çima baş be ku em maneya Sala Azadiyê rind fehm bikin?

4 Feydeyeke din a Sala Azadiyê ev e: “Di nav we de tu kes wê nekeve halê feqîr, çimkî li welatê ku Xwedayê te Yehowa bi mîrasî dide te, Yehowa wê te bibereket bike” (5. Mû. 15:4, WDN). Halê dinyaya îroyîn çi qas cuda ye! Însanên dewlemend her ku diçe dewlemendtir dibin û însanên feqîr her ku diçe feqîrtir dibin.

5 Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em êdî ne di bin Qanûna Mûsa de ne. Loma, qanûnên li ser azadkirina koleyan, bexşandina deynan û vegerandina erdê mîrasmayî êdî betal bûne (Rom. 7:4; 10:4; Ef. 2:15). Dîsa jî, wê baş be ku em maneya Sala Azadiyê rind fehm bikin, çimkî azadiya me tîne bîra me ku Yehowa ji bo Îsraêliyan çi kiribû.

ÎSA AZADÎ ÎLAN DIKIR

6. Em gişt hewceyî çi cure azadiyê ne?

6 Em gişt hewceyî azadiyê ne, çimkî em koleyên guneh in. Ji ber ku em gunehkar in, em kal û pîr dibin, nexweş dikevin û dimirin. Gava em di neynikê de li xwe dinêrin yan diçin ba doktor, ma ev yek eşkere nabe? Wekî din, em xemgîn dibin gava em şaşiyan dikin. Pawlosê şandî qebûl kir ku ew “ji qanûna guneh re” bû “hêsîr”. Paşê, wî wisa got: “Ez çi mirovekî reben im! Kî wê min ji vê bedena mirinê rizgar bike?” (Rom. 7:23, 24).

7. Îşaya di heqê azadiyê de çi mizgîn da?

7 Bi destê Îsa Mesîh, Xwedê rê vekiriye ku em ji gunehkariyê azad bin. Li sedsala 8an a B.M., Îşaya pêxember mizgîna azadiyeke pir mezin dabû – azadiyeke ku wê ji azadiya li dema Sala Azadiyê pir mezintir bûya. Wî wisa nivîsî: “Ruhê Yehowa Xudan li ser min e, çimkî Yehowa ez mesh kirime ku ez mizgînê bidim belengazan. Wî ez şandime ku ez birîna dilşikestiyan bipêçînim, ji dîlan re azadiyê û ji girtiyan re vebûna çavan îlan bikim” (Îşa. 61:1, WDN). Ev pêxembertî ji bo kê hatibû gotin?

8. Pêxembertiya Îşaya ji bo kê hatibû dayîn?

8 Ev pêxembertî hat cih piştî ku Îsa dest bi xizmeta xwe kiribû. Wexta ku Îsa çû kenîşteya Nisretê, Îsa ev gotinên Îşaya xwendin. Îsa got ku ev pêxembertî, ji bo wî hatibû dayîn: “Ruhê Xudan li ser min e, çimkî wî ez mesh kirime, da ez Mizgîniyê bidim belengazan; wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin, bindestan azad bikim û sala Xudan a keremê bidim naskirin” (Lûqa 4:16-19). Îsa ev pêxembertî çawa anî cih?

AZADKIRIYÊN PÊŞÎN

Îsa li kenîşteya Nisretê azadiyê îlan dike (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

9. Gelek kesên li dema Îsa li hêviya çi cure azadiyê bûn?

9 Azadiya ku ji aliyê Îşaya ve hatibû pêxembertî kirin cara pêşîn li sedsala yekê hat dayîn. Piştî xwendina vê pêxembertiyê, Îsa wisa got: “Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih” (Lûqa 4:21). Gelek kesên ku gotinên Îsa bihîstibûn bi îhtimaleke mezin dixwest ji bindestiya Romayê azad bibûna. Gelek ji wan belkî wek van du mirovan difikirîn, ên ku wisa gotibû: “Me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e” (Lûqa 24:13, 21). Lê belê em dizanin ku Îsa ji şagirtên xwe re negot ku gerek ew li hemberî bindestiya Romayî serî hildin. Wî ji wan re got ku bila ew “tiştên Qeyser bidin Qeyser” (Met. 22:21). Hingê Îsa li wê demê çi cure azadî da mirovan?

10. Îsa guhdarên xwe ji çi azad kirin?

10 Kurê Xwedê hat ku ji du aliyan ve azadiyê bide mirovan. A yekê, Îsa guhdarên xwe ji zordestiya alimên dînî azad kirin. Li wê demê, gelek Cihû bindestên urf û adetan û baweriyên nerast bûn (Met. 5:31-37; 15:1-11). Ên ku wek rêberên ruhî dihatin dîtin bi eslê xwe ji aliyê ruhî ve kor bûn. Gava wan Mesîh û ronahiya wî red dikir, ew di nav guneh û tariyê de man (Yûh. 9:1, 14-16, 35-41). Bi vê ku Îsa rastiya Xwedê hîn dikir û bi rabûn û rûniştina xwe emsaleke baş hişt, wî ji kesên dilnizm re azadiya ruhî îlan dikir (Mar. 1:22; 2:23–3:5).

11. Wekî din, Îsa çi cure azadî aniye?

11 A diduyan, Îsa azadiya ji gunehê mîraskirî aniye. Li ser esasê qurbana Îsa, Xwedê dikare gunehên kesên bawermend, ên ku fîdyeyê qebûl dikin, efû bike (Îbr. 10:12-18). Loma Îsa got: “Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin” (Yûh. 8:36). Ev azadî bi rastî jî ji azadiya ku li Sala Azadiyê dihat dayîn, mezintir e. Mesela, zilamekî ku li Sala Azadiyê azad ma dîsa dikaribû biketa koletiyê. Eger ew neketa koletiyê jî, ewê rojekê bimira. Lê belê, azadiya ku Îsa aniye wê heta bi hetayê berdewam bike.

12. Azadkiriyên pêşîn kî bûn?

12 Li roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., Yehowa şandiyên Îsa û mirovên din ên dilsoz bi ruhê pîroz mesh kirin. Wî ew wek zarokên xwe qebûl kirin ji bo ku ew rojekê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin û bi Îsa re bibin hempadîşah (Rom. 8:2, 15-17). Kesên pêşîn, ên ku ji azadiya ku Îsa li kenîşteya Nisretê îlan kiribû, feyde dît, ew bûn. Guhdarên Îsa ji bindestiya hîndarî û adetên alimên Cihû filitîn. Ji xeynî vê, Xwedê ew wisa hesab dikirin wekî ku ew êdî ji bandora xerab a gunehê Adem azad bûne. Sala Azadiyê ya sembolîk, a ku li sala 33yan a P.M. dest pê kir gava şagirtên Îsa hatin mesh kirin, wê li dawiya Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa biqede. Heta wê demê, çi wê biqewime?

BI MILYONAN KESÊN DIN AZADIYÊ DISTÎNIN

13-14. Ji xeynî meshkiriyan, kî dikare azadiya îlankirî bistîne?

13 Li dema me, bi milyonan kesên din ji ‘miyên din’ in (Yûh. 10:16). Ew nehatine hilbijartin ku bi Îsa re li ezmanan hikm bajon, lê hêviya wan ev e ku heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn. Gelo tu jî yek ji wan î?

14 Bi eslê xwe, tu jî hinek ji nîmetên kesên meshkirî distînî. Li ser esasê xwîna rijandî ya Îsa, tu dikarî ji Yehowa re dua bikî ku ew gunehên te efû bike. Bi saya vê, Xwedê te qebûl dike, û tu dibî xwediyê wijdanekî pak (Ef. 1:7; Pey. 7:14, 15). Wekî din, bîne ber çavê xwe ku tu çi qas nîmetan distînî ji ber ku tu ji baweriyên sexte azad bûyî. Îsa wisa got: “Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike” (Yûh. 8:32). Em çi qas şa ne ku em bûne xwediyê azadiyeke wisa!

15. Em li hêviya çi cure azadî û nîmetan in?

15 Bi zeman re, emê azadiyeke hê jî mezintir bi dest bixin. Di demeke nêzik de, Îsa wê dîn û baweriyên sexte û hikumdariyên xerab ên vê dinyayê bi temamî ji holê rake. Li wê demê, Xwedê wê ‘elaleta mezin’ biparêze û îznê bide wan ku ew li ceneta li rûyê erdê nîmetan bistînin (Pey. 7:9, 14). Gelek însan wê ji mirinê bên rakirin, û ewê karibin ji hemû tesîrên gunehê pêşîn bên azad kirin (Kar. 24:15).

16. Di demeke nêzik de, emê bigihîjin azadiyeke çawa?

16 Li dema Hikumdariya Hezarsalî, Îsa û hempadîşahên wî wê alî însanan bikin ku ew ji aliyê bedenî û ruhî ve bigihîjin bêqisûriyê. Ev dema azadbûnê wê bişibe Sala Azadiyê. Di netîceyê de, hemû xizmetkarên Yehowa, yên ku li rûyê erdê dijîn, wê bibin însanên bêqisûr û bêguneh.

Li dinyaya nû, emê ji hemû karên xwe kêfê bistînin (Li paragrafa 17an binêre)

17. Îşaya 65:21-23 çi sozê dide xizmetkarên Xwedê? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

17 Gotinên Îşaya 65:21-23 nîşan didin ku jiyana li rûyê erdê wê çawa be (bixwîne *). Jiyana li cenetê ne jiyaneke betal e. Kitêba Pîroz nîşan dide ku xizmetkarên Xwedê wê îşekî kêfdar bikin. Li dawiya Hikumdariya Hezarsalî, “afirandin bi xwe jî, [wê] ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet” (Rom. 8:21).

18. Em çima dikarin bawer bin ku jiyana li cenetê wê pir xweş be?

18 Çawa ku Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî yên berê hem kar hem jî îstirhetê bikin, jiyana di bin Hikumdariya Hezarsalî de jî wê wisa be. Wexta me wê hebe ku em bi fealiyetên ruhî mijûl bin. Îbadet muhîm e ji bo ku em bextewar bin, û li dinyaya nû, wexta me wê hebe ku em îbadetê bikin. Belê, karên baş û fealiyetên ruhî, yên ku emê di bin Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de bikin, wê dilê me pir şa bikin!

KILAM 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

^ par. 5 Li demên berê, Yehowa dixwest ku her sala 50yî wek Sala Azadiyê bê îlan kirin. Şagirtên Îsa di bin Qanûna Mûsa de nînin. Dîsa jî, em dikarin ji qanûna li ser Sala Azadiyê hin dersan bigirin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Sala Azadiyê bala me çawa dikişîne ser azadiya ku Yehowa dide me.

^ par. 17 Îşaya 65:21-23 (WDN): “Ewê xaniyan ava bikin û di wan de rûnin, û ewê baxan biçînin û berê wan bixwin. Ewê ava nekin ku kesekî din tê de rûne, û ewê neçînin ku kesekî din bixwe. Çimkî emrê xelkê min wê bibe mîna emrê daran, û hilbijartiyên min wê bi têra xwe ji keda destê xwe kêfê bistînin. Ewê badîhewa nexebitin, û ewê ji bo felaketê zarokan neynin dinyayê, çimkî ew û zarokên wan zuriyeta bibereketkiriyên Yehowa ne.”

^ par. 62 RESIM: Li Sala Azadiyê, kole azad dibûn û vedigeriyan malbat û erdê xwe.