KILAM 113
Aştiya Me
-
1. Aştiya rastîn tenê
ji Yehowa tê.
Şer û ceng wê biqedin
bi destê Xwedê.
Wî Kurê xwe kiriye
Mîrê Aştiyê.
Ewê aştiyê bîne
li ser dinyayê.
-
2. Em hînî cengê nabin,
em aştîhez in.
Ji ber vê, me şûrên xwe
kirine gîsin.
Wek miyên Îsa Mesîh,
em xîret dikin,
da ku em vê aştiyê
qet winda nekin.
-
3. Aştiya di nav me de
rind îsbat dike
ku Xwedayê aştiyê
ji me razî ye.
Gerek em sebat bikin
li vê rêya xwe
heta ku Padîşahî
aştiyê bîne.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 46:9; Îşa. 2:4; Aqûb 3:17, 18)