KILAM 117
Wek Yehowa Qenc Be
(2. Dîrokan 6:41)
-
1. Yehowa, tu Bavê me yî,
tu her tim dilovan î.
Çi qas qenc î û dilsoz î,
tu Xwedayê pîroz î.
Bêhesab e kerema te,
ji me gunehkaran re.
Em ji te re şikurdar in
ku em aîdî te ne.
-
2. Bila em jî wek te qenc bin
ji hemû mirovan re.
Em mizgînê belav dikin
ku her kes te nas bike.
Duaya me bibihîze,
ruhê pîroz bide me.
Qenciya te bila her roj
rêberiya me bike.
-
3. Li malbatê, li civatê
ji hemû însanan re
em dixwazin her tim qenc bin
bi her peyv û karê xwe.
Hêjayî qenciya me ne
hemû xwişk û brayên me.
Roj bi roj alî me bike,
bila em qenc bin wek te.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 103:10; Mar. 10:18; Gal. 5:22; Ef. 5:9)