Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 137

Xwişkên Dilsoz

Xwişkên Dilsoz

(Romayî 16:2)

  1. 1. Sara, Ester, Meryem, Rût û jinên din

    pîrekên pir bixîret û sadiq bûn.

    Ew xizmetkarên Xwedê yên dilsoz bûn.

    Nivîsarên Pîroz behsa wan dikin.

    Helbet gelek jinên din jî hebûn,

    ên ku dilsoz bûn û ji me re emsal in.

  2. 2. Mêrxasî, nezaket û dilovanî –

    ma em ji sifetên wisa hez nakin?

    Van jinan ev sifet nîşan dikirin,

    em ji mînaka wan dersan digirin.

    Mîna wan, îro jî xwişkên dilsoz

    ji bo me hemûyan emsalên pir baş in.

  3. 3. Pîrek, keçik, xwişk, jinebî û dayik

    jîr û jêhatî ne û pir dilnizm in.

    Xwişkên me yên dilsoz pir biqîmet in,

    ew îşê Xwedê bi xîret pêk tînin.

    Bila Yehowa wan biparêze!

    Bila em jî her tim qedrê wan bigirin!

(Li van ayetan jî binêre: Flp. 4:3; 1. Tîm. 2:9, 10; 1. Ptr. 3:4, 5)