KILAM 146
Ewê Her Tiştî Nû Çêke
(Peyxam 21:1-5)
-
1. Îsa li ser textê xwe rûniştî ye,
ew êdî bûye Padîşahê me.
Wî Îblîs ji ezmên avêtiye,
ewê erdê jî rêk û pêk bike.
(DÎSGOTIN)
Konê Xwedê tevî me ye,
ewê bereketan bîne.
Şîn û elem wê ji holê rabin,
girîn, êş û mirin jî wê nebin.
Çimkî ewê her tiştî nû çêke.
Ev wehd dilsoz û rast e.
-
2. Binêrin çi qas xweşik û bedew e,
bûka Berx wek tavê dibiriqe!
Ji bo mêrê xwe xemilandî ye.
Belê, Orşelîma nû hazir e!
(DÎSGOTIN)
Konê Xwedê tevî me ye,
ewê bereketan bîne.
Şîn û elem wê ji holê rabin,
girîn, êş û mirin jî wê nebin.
Çimkî ewê her tiştî nû çêke.
Ev wehd dilsoz û rast e.
-
3. Bajarê Xwedê paqij û pîroz e,
dergehên wî her tim vekirî ne.
Şewqa vî bajarî çi qas geş e,
ewê keremên herheyî bîne.
(DÎSGOTIN)
Konê Xwedê tevî me ye,
ewê bereketan bîne.
Şîn û elem wê ji holê rabin,
girîn, êş û mirin jî wê nebin.
Çimkî ewê her tiştî nû çêke.
Ev wehd dilsoz û rast e.
(Li van ayetan jî binêre: Met. 16:3; Pey. 12:7-9; 21:23-25)