Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 3

Stara Me, Hêza Me Tu yî

Stara Me, Hêza Me Tu yî

(Methelokên Silêman 14:26)

  1. 1. Yehowa, te hêvî daye me,

    rêya me ronî ye.

    Bi saya mizgîna xêrê

    dilê me şa dibe.

    Lê seba zehmetên jiyanê

    em car caran sist dibin,

    û em şewqa hêviya xwe

    êdî rind nabînin.

    (DÎSGOTIN)

    Ya Xwedê, stara me,

    hêza me tu yî.

    Bi te em ji dil bawer in.

    Em qîmetê didin

    xizmeta pîroz,

    çimkî em ji te hez dikin.

  2. 2. Yehowa, dilê me xurt bike,

    ruhê xwe bide me.

    Di dema tengasiyê de

    me teselî bike.

    Agirê dilê me gur bike

    û cesaretê bide,

    ku em navê te yê pîroz

    îlan bikin, Xwedê.

    (DÎSGOTIN)

    Ya Xwedê, stara me,

    hêza me tu yî.

    Bi te em ji dil bawer in.

    Em qîmetê didin

    xizmeta pîroz,

    çimkî em ji te hez dikin.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 72:13, 14; Mtl. 3:5, 6, 26; Yêr. 17:7)