Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 44

Niyaza Kesê Dilteng

Niyaza Kesê Dilteng

(Zebûr 4:1)

  1. 1. Ya Rebê jorîn, bibihîze

    vê duaya min!

    Birînên min pir kûr in

    û giran e barê min.

    Taqeta min nemaye

    û ez bêhal ketime.

    Ey Bavê min, guh bide min

    û alî min bike!

    (DÎSGOTIN)

    Îmana min xurttir bike,

    sebrê bide, min terk neke.

    Vî derdê min sivik bike.

    Yehowa, min biparêze!

  2. 2. Wexta ku ez dilteng im

    û nizanim çi bikim,

    ez serê xwe bi dilnizmî

    li ber te xwar dikim.

    Xwedayê min, hezkirina te

    çi qas mezin e,

    ez şa dibim bi saya

    ronahiya Peyva te.

    (DÎSGOTIN)

    Îmana min xurttir bike,

    sebrê bide, min terk neke.

    Vî derdê min sivik bike.

    Yehowa, min biparêze!

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 42:6; 119:28; Rom. 8:26; 2. Kor. 4:16; 1. Yûh. 3:20)