Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 6

Ezman Mezinahiya Xwedê Eyan Dike

Ezman Mezinahiya Xwedê Eyan Dike

(Zebûr 19)

  1. 1. Karên Xwedê çi qas xweş û bedew in!

    Ji hîkmeta wî re

    em dimînin heyran.

    Qudret û hezkirina Yehowa

    ji karên wî eyan dibin

    li erd û ezmanan.

  2. 2. Bêqisûr e her qanûna Yehowa,

    hemû gotinên wî

    dilê me şa dikin.

    Wek hingiv in hemû tembîhên wî.

    Şîretên Xwedê kamil in,

    rêya me rast dikin.

  3. 3. Tirsa Xwedê gavên me diparêze.

    Rêya wî paqij e,

    ew me hişyar dike.

    Peyva Xwedê rêber e ji me re.

    Belê, qîmeta rastiyê

    ji zêr zêdetir e.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 111:9; 145:5; Pey. 4:11)