KILAM 63
Em Şahidên Yehowa ne
(Îşaya 43:10-12)
-
1. Pût û îlahên sexte
bêcan in û bêfeyde.
Tu tiştî nizanin,
hêza wan tune.
Yên ku xwe dispêrin wan
bêstar û bêçare man.
Her kes gerek Xwedê nas bike,
Xaliqê her tiştî ew e.
(DÎSGOTIN)
Em bi dil û canê xwe
Şahidên Yehowa ne.
Em bawer in bi Peyva Xwedê,
her soza wî wê pêk bê.
-
2. Em qala Xwedê dikin,
navê wî îlan dikin
û xebera xêrê
didin naskirin.
Em mirovan hîn dikin,
da ku ew azad bibin.
Yên ku Yehowa qebûl dikin
tevî me pesnê wî didin.
(DÎSGOTIN)
Em bi dil û canê xwe
Şahidên Yehowa ne.
Em bawer in bi Peyva Xwedê,
her soza wî wê pêk bê.
-
3. Lazim e ku bê zanîn
ev e fersenda dawîn
ji bo naskirina
Xwedayê rastîn.
Yehowa wê navê xwe
paqij û pîroz bike.
Çi dilxweş in xulamên Xwedê,
ewê bistînin jiyanê.
(DÎSGOTIN)
Em bi dil û canê xwe
Şahidên Yehowa ne.
Em bawer in bi Peyva Xwedê,
her soza wî wê pêk bê.
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 37:19; 55:11; Hêz. 3:19)