KILAM 75
Min Bişîne, ya Xudan!
(Îşaya 6:8)
-
1. Navê Yehowa reş dikin,
li ser wî derewan dikin.
Dibêjin ew me nabîne,
dibêjin sert û zalim e.
Kî wê pesnê Xwedê bide
û navê wî paqij bike?
(DÎSGOTIN 1)
Ez hazir im ji dil û can
ku rastiyê bikim îlan.
Ez hazir im bi soz û peyman,
min bişîne, ya Xudan!
-
2. Xwedayê rastîn nas nakin
yan jî qedrê wî nagirin.
Ji xwe re pûtan çêdikin
yan jî Sezar dihebînin.
Kî wê wana hişyar bike
û hukmê Yehowa bêje?
(DÎSGOTIN 2)
Ez hazir im ji dil û can
ku vêya bigihînim wan.
Ez hazir im bi soz û peyman,
min bişîne, ya Xudan!
-
3. Seba kul û derdên mezin
gelek kes ax û zar dikin.
Li vê dinyaya bêeman
ew mane jar û perîşan.
Kî wê destê wan bigire
û wan ji tariyê derxe?
(DÎSGOTIN 3)
Ez hazir im ji dil û can
ku ronahiyê bidim wan.
Ez hazir im bi soz û peyman,
min bişîne, ya Xudan!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 10:4; Hêz. 9:4)