Bi Bawerî
(Zebûr 27:13)
Daxe:
1. Ne ji diranên şêran
ne ji şûrê dijminan,
ez natirsim tu caran,
Xwedê min her zeman
xelas dike ji destê wan.
(NEQERAT)
Bi bawerî ez roniyê dibînim,
bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim –
bi bawerî.
2. Yên ku li çaxên berê
dilrast man li ber Xwedê
wê hemû rojekê
ji xewa mirinê
rabin ji bo xelatekê.
(NEQERAT)
Bi bawerî ez roniyê dibînim,
bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim –
bi bawerî.
(PIR)
Bi bawerî dilê min bêtirs e
û hêviya min qayîm e.
Bawerî min li hemberî tengasiyê
qewî û bêhnfireh dike!
3. Dinyaya nû nêzîk e,
Bavê me soz daye.
Ez dilqewî me,
qet şika min tune,
Yehowa wê min xelas bike.
(NEQERAT)
Bi bawerî ez roniyê dibînim,
bi bawerî ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e, dizanim –
bi bawerî,
bi bawerî.
(Li vê ayetê jî binêre: Îbr. 11:1-40)