Li Gora Kitêba Pîroz Ça Gerekê bona Dê-Bavên Xweye Emirda Mezin Xem Bikin?
Caba Kitêba Pîroz
Cabdariya zara ew e, ku bona dê-bavên xweye emirda mezin xem bikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî zar gerekê “pêşiyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasiya xwe bidine kifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe vegerînin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê” (1 Tîmotêyo 5:4). Çaxê zar bona dê-bavên xweye emirda mezin xem dikin, bi wê yekê ewana temiya Kitêba Pîroz tînin sêrî, wekî qedirê dê-bavê xwe bigirin (Efesî 6:2, 3).
Kitêba Pîrozda rêberiya konkrêt nayê dayînê, ku çawa bona dê-bavên xweye emirda mezin xem bikin. Lê dîsa jî vê kitêbêda hene meselên wan jin û mêrên amin, yên ku rastî derecê usa hatine. Xêncî wê yekê ev kitêb şîretên kêrhatî dide wan, kîjan ku miqatî dê-bavê xweyî emirda mezin dibin.
Çawa wedê berê hine meriv bona dê-bavên emirda mezin xem dikirin?
Wana ev yek, li gora dereca xwe, bi cûre-cûre mêtoda dikirin.
Ûsiv ji bavê xweyî emirda mezin, Aqûb, dûr dijît. Gava mecal çêbû, Ûsiv usa kir, wekî Aqûb nêzîkî wî bijî. Ûsiv bona cî-sitar, xwarin û bêxofiya bavê xwe xem kir (Destpêbûn 45:9-11; 47:11, 12).
Rût derbazî welatê xasiya xwe bû û bi xîret dixebitî, wekî lê xweyî ke (Rût 1:16; 2:2, 17, 18, 23).
Îsa, pêşiya mirina xwe safî kir, wekî kê wê miqatî diya wî Meryemê be, ya ku wî çaxî îda jinebî bû (Yûhenna 19:26, 27). a
Kîjan şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin alîkariyê bidin wan, yên ku miqatî dê-bavên emirda mezin dibin?
Çaxê miqatî dê-bavê emirda mezin dibin, ev yek gelek problêmên fîzîkî û êmosiyalî pêşda tîne. Lê prînsîpên Kitêba Pîroz alîkariyê didin, wekî teyax kin.
Qedirê dê-bavê xwe bigire.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Qedirê dê û bavê xwe bigirî” (Derketin 20:12).
Çawa dikarin evê prînsîpê bidine xebatê? Bihêle, wekî dê-bavê te hine derecên jîyîna xwe xwexa kontrol bikin. Xêncî wê yekê çiqas dibe bihêle, wekî ewana xwexa safî kin çida alî wan bikin. Usa jî qedir hindava wanda bide kifşê bi wê yekê, ku timê hazir be wan tiştada alî wan bikî, çida ewana hewce ne.
Dê-bavê xwe fem bike û bibaxşîne wan.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û rûspîtîya wî qusûr-nenihêrandin e” (Metelok 19:11).
Çawa dikarin evê prînsîpê bidine xebatê? Carna usa dibe, wekî dê-bavê teyî emirda mezin tiştekî usa dibêjin, çi ku dilê te dêşîne, yan jî ewana cefê te qîmet nakin. Wî çaxî pirsê bide xwe: “Hergê ez dewsa wan bûma û mîna wan nexweş bûma, minê xwe ça texmîn kira?” Hergê tu qewatê didî xebatê, wekî wana fem kî û bibaxşînî, wî çaxî tuyê vê derecê ku usa jî çetin e, diha çetin nekî.
Tevî yên din şêwir ke.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metelok 15:22).
Çawa dikarin evê prînsîpê bidine xebatê? Lêkolînê bike û pêbihese, wekî çawa dê-bavê te dikarin sihet-qewata xwe xwey kin. Pêbihese, ku şeherê weda çi cûre alîkarî bona merivên emirda mezin tê dayînê. Tevî wan meriva bişêwire, yên ku miqatî dê-bavê xweyî emirda mezin dibûn. Hergê xûşk-birên te hene, tevî hev bicivin û derheqa hewcên dê-bavê xwe şêwir kin. Tevayî bifikirin, wekî ça miqatî wan bin û çawa ewê cabdariyê nav hevda parevekin.
Serwaxt be.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Serwaxtî tevî şkestîya ye” (Metelok 11:2)
Çawa dikarin evê prînsîpê bidine xebatê? Sînorê xwe fem bike. Mesele, wede û qewata her kesî sînorkirî ye. Ew yek wê alî te bike têderxî, wekî tu bi rêalî çi û çiqas dikarî bona dê-bavê xwe bikî. Hergê ji cabdariyên xwe tu qidûm dikevî, alîkariyê ji neferên malê yan ji hekîma bixwaze.
Miqatî xwe be.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efesî 5:29).
Çawa dikarin evê prînsîpê bidine xebatê? Rast e, tu cabdar î miqatî dê-bavê xwe bî, lê usa jî tu gerekê bona hewcên xwe û neferên xwe xem bikî, hergê zewacêda nî. Tu gerekê rind xwarina xwe bixwî. Êpêce hêsa be û xewa xwe bistîne (Waîz 4:6). Çaxê mecal heye, wedê xwe usa derbaz ke, ku qewata xwe bînî cî. Ev yek wê alî te bike fîzîkîda û êmosiyalîda qewî bî, ku bikaribî hê rind miqatî dê-bavê xwe bî.
Gelo Kitêba Pîroz rêberiya konkrêt dide, wekî çawa gerekê miqatî dê-bavê emirda mezin bin?
Kitêba Pîrozda rêberiyên konkrêt nayê dayînê, ku çawa zar gerekê miqatî dê-bavên xweyî emirda mezin bin. Hine malbetada zar xwexa miqatî dê-bavên xwe dibin. Lê carna ewana dikarin kesekî bivînin, wekî peretî miqatî dê-bavê wan be. Ew yek derecêva girêdayî ye. Neferên malê dikarin tevayî top bin û safî kin, wekî bona her kesî çi wê diha baş be (Galatî 6:4, 5).
a Derheqa vê serhatiyê Kitêbeke Pîrozda şirovekirina usa tê dayînê: “Eyan e, wekî Ûsivê mêrê Meryemê, wî çaxî îda gelek wext mirî bû û kurê wê, Îsa, miqatî wê dibû. Lê çaxê Îsa ber mirinê bû, gelo kê gerekê miqatî wê bûya? . . . Bi wê yekê Îsa zara hîn kir, wekî bona halxweşiya dê-bavên xweye emirda mezin xem bikin” (“The NIV Matthew Henry Commentary in One Volume”, rûpêlên 428-429).