Çi ye Babîlona Mezin?
Caba Kitêba Pîroz
Kitêba Eyantîda derheqa “jinek” tê gotinê, ya ku “qava bi nav û deng” e û “ser eniya wê navekî surî nivîsar bû: Babîlona Mezin” (Eyantî 17:1, 3, 5). Ev jin tê hesabê hemû rêlîgiyên qelp, yên ku “dewsa rastiya Xwedê, derewî hez” kirine a (Romayî 1:25). Rast e, ew rêlîgiya ji hev cude dibin, lê ewana gişk jî meriva ji Xwedêyê rast, Yehowa, dûr dixin (Qanûna Ducarî 4:35).
Ça têderxin ku çi ye Babîlona Mezin
Babîlona Mezin ev heye sîmbol. Ev bi rastî kulfet nîne, çimkî xeyalên ku Eyantîda hatine nivîsarê, bi sîmbolîk hatibûne dayînê (Eyantî 1:1). Xêncî vê yekê derheqa wê tê gotinê, ku ew “ser gelek ava rûniştî ye” ku têne hesabê cimet, elalet û milet, yên ku ser cûre-cûre zimana xeber didin (Eyantî 17:1, 15). Kulfeta rêalî wê nikaribûya vê yekê bike.
Babîlona Mezin tê hesabê hemû rêlîgiyên qelp. Ev tê navkirinê “bajarê mezin” ku “padşatiyê li ser padşên dinyayê dike” (Eyantî 17:18). Bi vî cûreyî hukumê wê ser temamiya dinyayê bela dibe.
Babîlona Mezin ne ku teşkîleta polîtîkî yan arş-vêrşiyê ye, lê ya rêlîgî ye. Babîlona berê bajarekî gelek rêlîgî bû, kîderê ku sêrbazî û nifirkirin gelek belabûyî bû (Îşaya 47:1, 12, 13; Yêremya 50:1, 2, 38). Wêderê rêlîgiya qelp gelek belabûyî bû û bineliyên wê miqabilî Yehowa, Xwedêyê rast, derdiketin (Destpêbûn 10:8, 9; 11:2-4, 8). Serwêrên Babîlonê gelek babax bûn, wana xwe ji Yehowa û hebandina wî bilindtir hesab dikir (Îşaya 14:4, 13, 14; Daniyêl 5:2-4, 23). Mîna vê yekê Babîlona Mezinda jî sêrbazî gelek belabûyî ye. Ev yek îzbat dike, wekî Babîlona Mezin, ev heye hemû teşkîletên rêlîgîye qelp (Eyantî 18:23).
Babîlona Mezin teşkîleta polîtîkî nîne, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “padşên dinyayê” wê şîna wê bikin (Eyantî 17:1, 2; 18:9). Ev teşkîleta arş-vêrşiyê jî nîne, çimkî Kitêba Pîrozda başqe derheqa “bazirganên dinyayê” jî tê gotinê (Eyantî 18:11, 15).
Babîlona Mezin bona eyankirina rêlîgiya qelp, sîmboleke baş e. Dewsa vê yekê ku meriva hîn ke, wekî nêzîkî Xwedêyê rast, Yehowa bin, rêlîgiya qelp wana hêlan dike xudanên din bihebînin. Û Kitêba Pîroz derheqa vê yekê dibêje, wekî ev heye bênamûsiya ruhanî (Qanûna Kahîntiyê 20:6; Derketin 34:15, 16). Endemên gelek rêlîgiyên qelp hînkirinên usa bela dikin ça sêyekane, ruhê nemirî, û usa jî hebandinêda şikila û pûta didine xebatê. Ev hemû tişt ji Babîlona berê pêşda hatiye. Xêncî vê yekê, rêlîgiya qelp bi vê yekê tê eyankirinê, ku ev tiştên vê dinyayêda hez dike. Kitêba Pîrozda ev yek tê navkirinê ça bênamûsiya ruhanî (Aqûb 4:4).
Ev yek ku rêlîgiya qelp hebûna xwe eyan dike, li gora vê yekê ye, çi ku Kitêba Pîrozda derheqa Babîlona Mezin tê gotinê. Ev tê eyankirinê ça qav, ya ku ‘kinca şîrk û sorê gevez’ lê bû û “pê zêr, kevirên qîmet, lal û durva xemilî bû” (Eyantî 17:4). Babîlona Mezin kaniya hemû “kirêtîyên dinyayê” ye, dêmek van her tişta, çi ku Xwedê bêhurmet dikin (Eyantî 17:5). Endemên rêlîgiya qelp ev hene merivên ji hemû cimeta, elaleta, mileta û zimana, yên ku piştgiriya Babîlona Mezin dikin (Eyantî 17:15).
Babîlona Mezin cabdar e bona “xûna wan hemûya ku li ser rûyê erdê hatine rêtinê” (Eyantî 18:24). Nava temamiya terîxiyêda rêlîgiya qelp mena şer û têrorîzmê ye. Xêncî vê yekê, ewê meriv derheqa Yehowa, Xwedêyê rast û bi hezkirinê tije, hîn nedikir (1 Yûhenna 4:8). Rûyê vê yekêda ser erdê gelek xûn hatiye rêtinê.
Yehowa ça ser Babîlona Mezin dinihêre?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî gunên Babîlona Mezin “gihîştine heta ezmên” (Eyantî 18:4, 5). Xwedê gelek hêrs e ser rêlîgiyên qelp, çimkî ewana derheqa wî derewiyê bela dikin û hindava merivada sert in.
Çi wê bê serê Babîlona Mezin?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê wê dîwana Babîlona Mezin bike (Eyantî 18:20). Û usa jî Kitêba Pîrozda bi zimanê sîmbolîk tê gotinê, ku çawa Xwedê wê qira rêlîgiyên qelp bîne (Eyantî 18:8). Xwedê wê “cenewirekî sorê gevez” hêlan ke, yê ku tê hesabê teşkîleta polîtîkîye qewî, hicûmî ser rêlîgiya qelp bike û qira wê bîne (Eyantî 17:16, 17). “Bi vî awayî jî bajarê mezin Babîlon wê qayîm jorda bê avîtinê û îdî tu car wê xuya nebe” (Eyantî 18:21). Lema jî merivên ku dixwazin dilê Xwedê şa kin, gerekê ji Babîlona Mezin derên û ji rêlîgiya qelp başqe bin (2 Korintî 6:14-17).
a Binihêre gotar “Ça Ez Dikarim Rêlîgiya Rast Bivînim?”