Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Derheqa Heyfhildanê Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Heyfhildanê Çi Dibêje?

Caba Kitêba Pîroz

 Meriv dikare bifikire ku îzina wî heye heyfê hilde. Lê bona derecên usa Kitêba Pîrozda şîretek heye: “Nebêje: ‘Evî çi serê min kir, ezê jî usa serê wî bikim, weke kirên wî ezê lê vegerînim’” (Metelok 24:29). Şîretên Kitêba Pîroz alî gelek meriva kirine, wekî xwestina heyfhildanê ji dilê xwe derxin.

Vê gotarêda

 Çira nerast e heyfê hildin?

 Çaxê kesek te dide xeydandinê yan jî ziyanê dide te, tebiyetî ye ku hêrs kevî yan jî bixwazî wî kesî ceza kî. Çi jî hebe, Kitêba Pîroz dîsa jî îzinê nade, ku heyfê hildin. Gelo çira?

 Çaxê meriv mecalê digerin ku heyfê hildin, ev yek dilê Xwedê dêşîne. Kitêba Pîrozda, Yehowa a Xwedê dibêje: “Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim” (Romayî 12:19). Kitêba Pîroz wî kesî, ku hindava wîda neheqî kirine, hêlan dike bi edilayê pirsê safî ke, dewsa ku mecalê bigere heyfê hilde (Romayî 12:18). Çi bikin gava meriv her tiştî dike, seva ku pirsê bi edilayê safî ke, lê dîsa jî ev pirs bi edilayê safî nabe? Nivîsarên Pîroz me hêlan dikin îtbariya xwe Yehowa bînin û her tiştî bidine destê wî (Zebûr 42:10, 11).

 Xwedê çi cûreyî meriva ceza dike?

 Wedê meda Xwedê îzin daye destê hukumeta, wekî kesên ku neheqiyê dikin, ceza kin (Romayî 13:1-4). Lê wede şûnda Xwedê wê ceza ke wan hemû meriya ku zulmiyê û neheqiyê dikirin, û îda tu kes wê tu car ji neheqiyê neçerçire (Îşaya 11:4).

 Xwestina heyfhildanê çawa nav xweda bitemirînin?

  •   Ji bo hêrsê tiştekî neke (Metelok 17:27). Merivên ku hêrs dikevin, tiştên usa dikin bona çi jî paşê poşman dibin. Lê ewên ku lez nakevin û wede vediqetînin seva ku bifikirin, safîkirinên diha baş dikin (Metelok 29:11).

  •   Îzbatiya bigere (Metelok 18:13). Hergê kesekî hûn dane xeydandinê, wê baş be van pirsa bidine xwe: “Dibeke hene hine menî, derheqa kîjana ku ez nizanim, ji bo çi jî ew kes xwe usa dide kifşê? Dibeke ew strêsêda bû û bê hemdê xwe dilê min êşand?” Carna em difikirin wekî filan kesê qesta em dane xeydandinê û dilê me êşand, lê bi rastî ewî bê hemdê xwe ev yek kir.

 Nihêrandina nerast derheqa heyfhildanê

 Nihêrandina nerast: Kitêba Pîroz îzinê dide heyfê hildin, çimkî têda nivîsar e “çev ji ber çevva” (Qanûna Kahîntiyê 24:20).

 Îzbatî: Ev qanûn ku wedê berê Îsraêliyara hatibû dayînê, dêmek “çev ji ber çevva”, berbi heyfhildanê hêlan nedikir. Lê bi rastî evê qanûnê alî hakima dikir, wekî merivê neheq ceza kin b (Qanûna Ducarî 19:15-21).

 Nihêrandina nerast: Ji bo vê yekê ku Kitêba Pîroz tu kesîra îzinê nade heyfê hildin, lema jî îzina me tuneye xwe biparêzin, çaxê kesek hicûmî ser me dike.

 Îzbatî: Hergê hicûmî ser meriv dikin, îzina wî heye xwe biparêze yan jî ji hukumeta alîkariyê bixwaze. Lê dîsa jî Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî çiqas ji destê me tê, bi edilayî problêmê safî kin (Metelok 17:14).

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar e.

b Bona hê zêde elametî derheqa vê pirsê binihêre gotar “Çi tê Hesabê Prînsîpa ‘Çev ji ber Çevva?’