Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ez Çi Dikarim Bikim wekî Qidûm Nekevim?

Ez Çi Dikarim Bikim wekî Qidûm Nekevim?

Tu jî usa diwestî ku qidûm dikevî? Heger erê, dêmek ev gotar seva te ye jî.

 Çira ev yek diqewime

  • Gelek şixul. Dîna xwe bide cahilek bi navê Cûlî çi dibêje: “Timê mera dibêjin ku em gerekê diha rind xebata xwe bikin, hê zêde ser xwe bixebitin, nêtên mezin bidin pêşiya xwe û her tiştî lape baş bikin. Bi rastî ew hemû tişt meriva dikine strêsê”.

  • Hacetên elektronîk. Têl, planşêt û hacetên elektronîkîye din, mecalê didine me rojê 24 siheta tevî meriva têklî bin, lê ev her tişt strêsê zêde dikin, em diwestin û wede şûnda dikarin qidûm kevin.

  • Kêmasiya xewê. Cahilek bi nave Mîranda usa dibêje: “Gelek cahil şebeqa zû radibin û dereng radizên, wekî pêra bigihînin hîn bin, bixebitin û wedê xwe derbaz kin. Axiriyê ewana îda nikarin wedê xwe kontrol kin”. Grafîka vî cûreyî gelek qewatê ji cahila distîne û aliyê êmosiyalîda qidûm dixe.

 Çira tu gerekê haş vê yekê hebî

Kitêba Pîroz hêlan dike xebathiz bin (Metelok 6:6-8; Romayî 12:11). Lê ev hêlanê nade, wekî hemû qewata xwe ser xebatê xerc kin, ya ku axiriyê dikare gelek aliyava ziyanê bide me, û sihet-qewata me.

“Carekê ez haqas şixulava mijûl bûm, ku min têderxist wekî temamiya rojê min bîr kir xwarina xwe jî bixwim. Min fem kir, ku seva ez pêra bigihînim hemû şixulî bikim, gerekê ziyanê nedim sihet-qewata xwe” (Êşlî).

Lema jî Kitêba Pîroz dibêje: “Seyê sax ji şêrê mirî çêtir e” (Waîz 9:4). Gava tu gelek şixul dikî stûyê xwe, tu dikarî xwe mîna şêr texmîn kî, lê ev wedelû ye. Heger tu xwe gelek biwestînî, usa tuyê qidûm kevî, û sihet-qewata xwe xirab kî.

 Tu çi dikarî bikî

  • Hîn be bêjî na. Kitêba Pîroz dibêje: “Serwaxtî tevî şkestîya ye” (Metelok 11:2). Merivên şkestî sînorên xwe zanin û barê giran nakine stûyê xwe.

    “Heçî zef merivê usa qidûm dikeve, yê ku nikare bêje na û her şixulî dike stûyê xwe. Ew yek şkestîbûnê nade kifşê. Zû yan dereng, merivê usa wê bêtaqet be” (Cordan).

  • Êpêce hêsa be. Kitêba Pîroz dibêje: “Mista tije ya bi rihetî, ji kulma tije ya bi zemetî û ketina pey bayê çêtir e” (Waîz 4:6, ÎM). Xewê nav dikin “xwarina mejû”, lê heçî zef cahil xewa xwe ça lazim e nastînin, dêmek şevê 8-10 siheta ranazên.

    “Gava şixulên min zef bûn, min xewa xwe nedistand. Lê cara hema tenê sihetek minra lazim e razêm, wekî roja mayîn qewat bim û şabûna xwe unda nekim” (Brûklîn).

  • Bi organîze be. Kitêba Pîroz dibêje: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5). Heger tu hîn bî bi aqilayî wedê xwe xerc kî, ev yek wê temamiya emirê teda karê bîne.

    “Em dikarin xwe ji strêsa zêde aza kin, heger plan xwera başqe binivîsin. Gava plana rojê ber çevê te ye, diha hêsa ye tiştekî biguhêzî, wekî gelek newestî” (Vanêsa).