Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ez Gerekê Çi Bikim wekî Dê-Bavê Min Îtbariya Xwe Min Bînin?

Ez Gerekê Çi Bikim wekî Dê-Bavê Min Îtbariya Xwe Min Bînin?

 Tu gerekê çi bizanibî

Tu dixwazî wekî dê-bav îtbariya xwe te bînin? Wekî usa ne îzbat ke ku tu merivekî bi îtbar î. Ew mîna vê yekê ye ku tu perê bankê paşda vedigerînî. Heger tu wededa perê bankê bidî, bank wê îtbariya xwe te bîne û wê krêdîtên diha mezin jî bide te. Malda jî usa ne, tu gerekê gura dê-bavê xwe bikî, çimkî ev borcdariya te ye. Heger tu hertim gura wanda bî, dê-bav wê bivînin ku dikarin îtbariya xwe te bînin û wê diha zêde azayê bidine te. Lê heger tu her gav xweyê sozê xwe nînî, hingê tu îtbariya wan hindava xwe hêdî-hêdî unda dikî.

Wede lazim e, wekî îtbarî qazanc kî. Seva ku dê-bav hê zêde azayê bidine te, ewana gerekê bawer bin ku tu yekî bi îtbar î. Lê seva vê yekê wede lazim e.

SERHATÎ: “Gava ez hê negihîştî bûm, min rind zanibû ku dê-bavê min çi ji min dewa dikin. Ez ber wan tê bêjî yekî guhdar bûm, lê dizîkava min çi dixwest vê yekê jî dikir. Axiriyêda, dê-bav îda îtbariya xwe min nedianîn. Lê paşê min fem kir ku ew yek rast nîne. Hergê dixwazî hê zêde azayê bistînî, fêlbaziya neke û yekî bi îtbar be. Bi cûrekî mayîn tê nikaribî îtbariya wan qazanc kî” (Krêyg).

 Tu çi dikarî bikî

Rastiyê bêje hergê tera çetin e jî. Em gişk jî şaşiya dikin, lê çaxê tu giliya devê xweda digirî, û tiştekî ji wana vedişêrî, ewana wê teda dudilî bin. Lê heger tu hertim rastiyê dibêjî, hela hê gava tera çetin e jî, ewana wê fem bikin ku tu dikarî şaşiyên xwe bînî rûyê xwe. Û ew yek nîşan dike ku tu yekî gihîştî yî û bi îtbar î.

“Gava tu şaşiya dikî ew nayê hesabê ku meriv wê îda îtbariya xwe te neynin, lê heger tu wan şaşiya vedişêrî, hingê îtbarî unda dibe” (Anna).

Kitêba Pîroz dibêje: “Em ... dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

  • Bifikire: Gava dê-bav ji te dipirsin ku tê kuda herî, tu her gav wanra rastiyê dibêjî yan tiştekî vedişêrî? Yan jî gava ewana dixwazin pêbihesin tu kîderê bûyî û te çi dikir, tu her tiştî dibêjî wan, yan tu naxwazî ewana haş ji hemû tiştî hebin?

Yekî cabdar be. Gura qeydên dê-bavê xwe bike. Şixulên malê wededa bike. Gava cîkîda diçî, derengî nekeve. Mektebêda jî yekî cabdar be û rind hîn be. Wededa were mal.

“Heger dê-bavê te îzin dane te tevî hevalên xwe cîkîda herî, û gotine te êvarê heta siheta 9 gere îda mal bî, lê tu nîvê 11 hatî, îda hîviyê nîbe ku careke din ewana wê te berdin” (Ryan).

Kitêba Pîroz dibêje: “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5).

  • Bifikire: Tu wededa têyî mal? Tu şixulên malê ça lazim e dikî? Tu gura dê-bavê xwe dikî hingê jî, gava tu naxwazî? Te navekî ça xwera qazanc kiriye?

Bi sebir be. Heger te îtbariya dê-bava unda kiriye, wede lazim e ku dîsa qazanc kî. Lema jî dixwazî naxwazî tu gere sebir kî.

“Wedekî ez hêrs diketim, çimkî dê-bavê min hindik azayî didane min. Ez difikirîm ku îda mezin im. Lê min fem nedikir ku gihîştîbûna meriv salên wîva girêdayî nîne. Min ji dê-bavê xwe hîvî kir ku îzinê bidine min ez îtbariya wan qazanc kim. Rast e seva vê yekê wede lazim bû, lê axiriyêda hal baş bû. Min fem kir wekî îtbarî ne ku salê merivva girêdayî ye, lê kirên wîva” (Rêyçêl).

Kitêba Pîroz dibêje: “Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5).

  • Bifikire: Tu ça dikarî xwe enene kî, wekî dê-bavê te dîsa îtbariya xwe te bînin?

ŞÎRET: Xwera nêtê dayne, wekî her tiştî wededa bikî, ça lazim e şixulê malê bikî, wededa bêyî mal û tiştên mayîn jî bi pergaliyê bikî. Bira dê-bavê te derheqa vê nêta te bizanibin û ji wana bipirse ku tu gerekê dîsa çi bikî, wekî ewana bikaribin hê zêde îtbariya xwe te bînin. Paşê her tiştî bike wekî vê şîreta Kitêba Pîroz bidî xebatê: “Xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijiyêd hilekarva dêrisbûyî ye” (Efesî 4:22). Dudilî nebe wekî dê-bavê te pêşdaçûyîna te bivînin!