PIRSÊN CAHILA
Çi Bikim Hergê Dê-Bav Sînorên Sert Minra Datînin?
“Çaxê ez 15 salî bûm min hêsa qebûl dikir sînorên ku dê-bavê min minra datanîn. Lê niha ez îda 19 salî me û hê zêde azayê dixwazim” (Sîlviya).
Dibe ku tu jî mîna Sîlviyayê difikirî. Şîretên ji vê gotarê wê alî te bikin hêsa dê-bavê xwera derheqa vê yekê xeber dî.
Tu çi gerekê bizanibî
Pêşiya ku dê-bavê xwera derheqa sînora xeber dî, wê baş be derheqa hine tişta bifikirî:
Bê sînora, jîyîna me wê bê terbet bûya. Bide ber çevê xwe riya bê sînor, bê nîşan û her kes çawa bixwaze usa erebê bajo. Bêşik ji bo vê yekê qezî wê biqewime! Dêmek, seva ku her tişt bi terbetî be, lazim e, çawa malda usa jî ser rê, sînor hebin.
Sînor didine kifşê, wekî dê-bav bona te xem dikin. Hergê dê-bavê te tu sînor danenyana, wê usa bihata kifşê, wekî ewana qe seva te xem nakin. Him jî evê yekê wê nîşan kira, ku bi rastî ewana te hiz nakin!
TE ZANIBÛ? Bi rastî dê-bavê te jî gerekê li gora hine sînora bijîn! Bawer nakî? Bixûne Destpêbûn 2:24; Qanûna Ducarî 6:6, 7; Efesî 6:4; û 1 Tîmotêyo 5:8.
Lê hergê tu dîsa jî difikirî, wekî dê-bavê te sînorên sert tera datînin, wî çaxî tu çi dikarî bikî?
Tu çi dikarî bikî
Pêşiyê bifikire. Te çi nav ber dê-bavê xwe qazanc kiriye? Hergê tu timê şîretên dê-bavê xwe diteribînî, wê nebaş be niha nêzîkî wan bî û hê zêde azayê bixwazî. Hê baş e, evê gotarê bixûnî “Ez Gerekê Çi Bikim wekî Dê-Bavê Min Îtbariya Xwe Min Bînin?”
Lê hergê tu gura dê-bavê xweda bûyî, wî çaxî tu gerekê pêşda bifikirî çi dê-bavê xwera bêjî. Bona xwe biwekilîne yan jî binivîse wan tişta, çi ku tu dixwazî. Usa tuyê bikaribî têderxî, ku xwestina te bi serwaxtî ye yan na. Paşê tevî dê-bavê xwe safî ke ku kîderê û çi çax hûn hevra xeber din, wekî gişkara dest bide. Wedê xeberdanê wan tişta bîra xweda xweyî ke:
Bi qedir be. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotina hişk hêrsê radike” (Metelok 15:1). Lema jî bîr neke: Hergê tu tevî dê-bavê xwe bikevî hucetê yan jî şera bavêjî wan, ku ewana hindava teda gelek sert in, xeberdana we wê baş derbaz nebe.
“Çaxê ez hindava dê-bavê xwe qedir didime kifşê, ewana jî hindava minda bi qedir in. Derecên usada hêsa ye orta zêrîn bivînin” (Biyanka, 19 salî).
Guhdar be. Kitêba Pîroz şîretê dide: “Xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19). Bîr neke, wekî ne tenê tu gerekê xeber dî, lê hûn tevayî şêwir dikin.
“Çaxê mezin dibî, teva usa tê kifşê, ku tu dê-bava rindtir zanî ça bijîyî. Bi rastî ev yek usa nîne! Wê baş be guh bidî şîretên dê-bavê xwe” (Dêvên, 20 salî).
Xwe dayne dewsa dê-bavê xwe. Bixebite, ku dê-bavê xwe fem bikî. Guh bide şîreta Kitêba Pîroz ku dibêje, wekî “tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).
“Berê min dê-bavê xwe hesab dikir ça neyarên xwe. Lê niha ez fem dikim, wekî ewana hîn dibûn bibine dê-bavê baş, usa çawa ku ez hîn dibûm bibime merivekî cabdar. Ewana bi rastî min hiz dikin û bona min xem dikin” (Coşûa, 21 salî).
Bêje, ku teyê çawa problêm safî kira. Bide ber çevê xwe, wekî tu bi erebê gerekê herî cem hevalên xwe û riya te wê sihetek bikişîne. Lê dê-bavê te îzinê nadine te herî. Pêbihese menî çi ye: dibe ku ewana berxwe dikevin ku tu gerekê erebê bajoyî, yan jî menî hevalên te ne?
Dibe ku ewana ji bo rê berxwe dikevin. Hergê ajovanê cêribandî wê te pê erebê bive, diqewime dê-bavê te qayîl bin, wekî tu herî?
Lê hergê ewana ji bo hevalên te naxwazin, wekî tu herî wêderê, wê baş be wanara bêjî, ku we dîsa kê teglîf kiriye û kê wê bona terbetiyê xem bike. Dibe ku ev yek alî wan bike, nihêrandina xwe biguhêzin?
Bi qedir tevî dê-bavê xwe xeber de, berzeq nîbe û guh bide wan. Bi xeberdan û rabûn-rûniştina xwe wanara bide kifşê, wekî tu “qedirê dê û bavê xwe” digirî (Efesî 6:2, 3). Ev yek dikare nihêrandina wan biguhêze, lê dibek jî na. Çi jî hebe, tu gerekê dîsa tiştekî bikî.
Bi qedir safîkirina dê-bavê xwe qebûl ke. Ev yek ferz e, çimkî usa dê-bav dikarin hêlan bin hê zêde azayê bidine te. Hergê ewana tiştekî îzinê nadine te, ser ya xwe nesekine, çimkî usa tê negihîjî xwestina xwe. Ev yek dikare halê te diha xirab ke û careke din, tera diha çetin be wanara xeber dî. Lê hergê tu hindava safîkirinên wan bi qedir bî û hazir bî guh bidî wan, wede şûnda ewana wê hê zêde azayê bidine te.