PIRSÊN CAHILA
Çi Bikim Hergê Merivên Der-Dorê Min, Min Qebûl Nakin?
“Seva ku meriv te qebûl kin, tu gerekê mîna wan bî, yan na wê ne jî hevalên te hebin, û nêta emirê te çawa niha usa jî axiriyêda wê tune be. Tu kes wê te neyne bîra xwe, û tuyê tenê bimînî” (Karl).
Tu tirsiyayî? Dibeke. Hine meriv hazir in her tiştî bikin, seva ku tiştên usa neyêne serê wan, derheqa çi jî Karl got. Lê tu çi difikirî? Ev gotar wê alî te bike, ku hevala bivînî.
Çima meriv dixwazin, wekî wana qebûl kin?
Çimkî naxwazin bêne înkarkirinê. “Carekê malperên sosiyalîda min şikilên hevalên xwe dît, yên ku bê min çûbûn xwera bigerin. Min fem nedikir, ku çima gazî min nekirin, neheqiya min çi ye. Ez ketime mitala û difikirîm, wekî tu kes min hiz nake” (Natalî).
BIFIKIRE: Qe usa bûya, ku merivên der-dorê te tu qebûl nekirine? Hergê belê, diqewime te her tişt dikir, ku bibî mîna wan seva te qebûl kin.
Çimkî naxwazin bêne cudekirinê. “Dê-bavê min îzinê nadine min ku têlêfona mine mobîl hebe. Gava cahilên qasî min hejmara min dixwazin, ez dibêjim ku têlêfona min tune. Hingê ewana dibêjin: ‘Çi? Tu çend salî yî? Çaxê ez dibêjim 13, ewana zûr dibin min dinihêrin û gunê xwe min tînin” (Mariya).
BIFIKIRE: Dibe ku ji bo sînorên dê-bava tu difikirî, wekî ji merivên din cude dibî. Tu vê derecêda çi dikî?
Çimkî naxwazin bibine pêkenî. “Zarên mektebê hiz nakin zarên ku bi rabûn-rûniştinê, cûrê xeberdanê yan bi rêlîgiya xwe, ji wana cude dibin. Hergê tu ji wan cude dibî, ev dibe menî ku te bikenin” (Olîviya).
BIFIKIRE: Dibe ku te jî keniyane ji bo wê yekê, ku tu ji wana cude dibûyî. Te vê derecêda çi dikir?
Çimkî naxwazin hevalên xwe unda kin. “Nav çi cûre merivada bûma jî, min hemû tişt dikir, wekî min qebûl kin. Min destpêdikir mîna wan xeber dida, û ser tiştekî usa dikeniyam, çi ku bona min ken nîbû. Hela hê jî çaxê hevalên min qerfê xwe kesekî dikirin, min fem dikir ku ev yek nerast e, lê dîsa jî ez tevî wan dibûm yek” (Rahêl).
BIFIKIRE: Bona te ferz e, ku cahilên qasî te, te qebûl kin? Qe usa bûye, ku te cûrê xeberdana xwe yan jî rabûn-rûniştina xwe diguhast, seva ku wan xweş bêyî?
Çi gerekê bizanibî?
Çaxê xwe dikî mîna merivekî din ku kesekî xweş bêyî, tu nagihîjî nêta xwe. Çima? Çimkî meriv hêsa têderdixin, wekî tu rola dilîzî. Xortekî 20 salî navê kîjanî Brayîn e dibêje: “Çaxê min xwe netebiyetî dida kifşê, seva ku hevalên mektebê min qebûl kin, wî çaxî ez diha wana xweş nedihatim. Min fem kir, wekî diha baş e usa bî çawa heyî, çimkî meriv têderdixin gava tu dixwazî xwe dewsa kesekî daynî”.
ŞÎRETA DIHA BAŞ: Bifikire bona te çi diha ferz e. Kitêba Pîroz dibêje: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10). Pirsê bide xwe: “Bona min çi diha ferz e, mîna wan meriva bim, normên kîjana ne mîna yên min in, yan xeyset-hunurên xweye baş unda nekim?”
“Çaxê dixwazî bibî mîna merivên mayîn, ev yek wê karê neyne. Usa tê meriva xweş neyêyî û ne jî xwexa bibî merivekî diha baş” (Cêyms).
Çaxê tu dixwazî bibî mîna merivên mayîn, usa tu xeyset-hunurên xweye baş unda dikî. Bi vê yekê tu dibî merivekî usa, kîjan ku her tiştî dike, seva ku gişka xweş bê. Cêrêmî dibêje: “Ez zef ser xwe dixebitîm, seva ku komeke cahila min qebûl ke, lê ji bo vê yekê min navê xwe xirab kir. Min hîşt, wekî yên din xeberdan û kirên min kontrol bikin”.
ŞÎRETA DIHA BAŞ: Dewsa ku mîna margîsê bî, kîjan ku li gora cî rengê xwe diguhêze, wê baş be bifikirî çi normên teye baş hene û bi wan norma rêberî bî. Kitêba Pîroz dibêje: “Bona xirabîyê destê piranîyêva neçe” (Derketin 23:2).
“Ez li ser xwe dixebitîm, ku hiz bikim wan hemû tişta, çi ku cahilên der-dorê min hiz dikirin. Mesele, kilam, lîstik, kincxwekirin, xweçêkirin û tiştên mayîn . . . Min dixwest bibime mîna wan. Texmîna min wana fem dikir, ku ez bi rastî yeke usa nînim, lê xwe usa didim kifşê. Ev yek min xwexa jî zanibû. Rast bêjim, axiriyêda min tenebûn texmîn dikir, çimkî min nizanibû wekî bi rastî ez kî me. Min ça bêjî xwe unda kiribû. Ji vê yekê ez tiştekî hîn bûm: tu nikarî gişka xweş bêyî. Lê hemikî ev nayê hesabê, wekî tu gerekê tevî kesekî hevaltiyê nekî. Wede lazim e, seva ku hevalên baş bivînî û xwexa jî bibî yekî cêribandî” (Mêlînda).
Çaxê her tiştî dikî ku meriva xweş bêyî, ev yek dikare nebaş ser rabûn-rûniştina te hukum bike. Xortekî bi navê Krîs dibêje, wekî pismamekî wî kete telika vî cûreyî. “Seva ku hevalên xwe xweş bê, ewî destpêkir tiştên usa bike, çi ku wê tu car nekira, mesele narkotîka da xebatê. Axiriyê ew bû narkoman û evê yekê hal jîyîna wîda nehîşt”.
ŞÎRETA DIHA BAŞ: Hevaltiya nêzîk tevî wan meriya neke, yên ku bi xeberdan û kirên xwe didine kifşê, wekî xwe li normên baş nagirin. Kitêba Pîroz dibêje: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20).
“Carna baş e çaxê qewatê didî xebatê, ku tevî kesekî hevaltiyê bikî. Lê seva vê yekê tu gerekê normên xweye baş înkar nekî û tiştên usa nekî, çi ku zanî, nerast e. Hevalên baş wê te usa qebûl kin, ça tu heyî” (Mêlanî).
Şîret: Çaxê dixwazî hevala xwera bivînî, dîna xwe nede tenê wan yên ku wan tişta hiz dikin çi ku te xweş tên. Hevalên usa bigere, normên kîjana ku mîna yên te ne, dêmek normên ruhanî û nav-namûsiyê.