PIRSÊN CAHILA
Gelo Sêksa Oralî bi Rastî Sêks e?
Li gora hesabên Dewletên Yekbûyî, kîjan ku nexweşiyava girêdayî ye, nîvê wan meriva ji kîjana hatibû pirskirinê, yên ku 15 heta 19 salî bûn, sêksa oralîva mijûl bûne. Nivîskarekî bi navê Şarlên Êyzam kitêba xweda “Oral Sex Is the New Goodnight Kiss”, usa dibêje: “Çaxê tevî cahila xeber didî [derheqa sêksa oralî], ewana dibêjin wekî vê yekêda tiştekî xirab tune û ne jî hesab dikin ku bi rastî ev sêks e”.
Tu çi difikirî?
Caba wan pirsa bide:
Gelo qîz dikare ji sêksa oralî hemle bimîne?
Erê
Na
Gelo sêksa oralî dikare ziyanê bide sihet-qewatê?
Erê
Na
Gelo sêksa oralî bi rastî sêks e?
Erê
Na
Îzbatî çi didine kifşê?
Cabên xwe beramberî wan caba bike:
Gelo qîz dikare ji sêksa oralî hemle bimîne?
Cab: Na. Ew menîk e ji bo çi jî gelek meriv difikirin ku yan çi sêksa oralî tu ziyanê nayne.
Gelo sêksa oralî dikare ziyanê bide sihet-qewatê?
Cab: Erê. Ewên ku sêksa oralîva mijûl dibin, dikarin nexweş kevin bi zerika zer û zerika reş (hêpotît A yan B), usa jî ewana dikarin nexweş kevin bi nexweşiya VÎÇ (HIV), hêrpês, honorêy, kondîlomîya û sîfîlîs.
Gelo sêksa oralî bi rastî sêks e?
Cab: Erê. Hemû kirên tevî organên cinsî yê merivekî din, mesele, heleqetiya sêksûal, sêksa oralî û analî, û mizdana organên cinsî yê merivekî din, ew hemû tişt tê hesabê sêks.
Çima ev yek ferz e?
Were em hine rêzên ji Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan têma sêksa oralîva girêdayî ne.
Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwestina Xwedê ew e, ku hûn helal bin, ji qaviyê dûr bin” (1 Têsalonîkî 4:3).
Xebera orîjînal ya ku hatiye welgerandinê ça qavî, tê hesabê hemû kirên sêksûal, kîjan ku ji zewacê der têne kirinê. Dikevine nava vê yekê heleqetiya sêksûal, sêksa oralî û analî, usa jî mizdana organên cinsî yê merivekî din. Bênamûsî yan qavî dikare axiriya xirab pey xwe bîne. Lê hê xirab ew e, ku bende dostiya xwe tevî Xwedê unda dike (1 Petrûs 3:12).
Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewê ku qaviyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike” (1 Korintî 6:18).
Sêksa oralî dikare ziyana fîzîkî, ruhanî û êmosiyalî bide. Kitêbekêda “Talking Sex With Your Kids”, usa tê gotinê: “Meriv dikare xwe neheq ke, poşman be û xwe bêxweyî texmîn ke û usa jî bifikire ku bona kêfa xwe ew dane xebatê. Ewan hesta ne tenê ew meriv ser xwe texmîn dikin, yên ku dikevine heleqetiya sêksûaliye tebiyetî. Hergê meriv zewacêda nîne, hemû cûre sêks êmosiyên xirab pêşda tînin. Sêks dimîne sêks”.
Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike” (Îşaya 48:17, DT).
Tu bawer dikî wekî qanûnên Xwedê derheqa sêksê, bi rastî karê tera tînin? Yan tu difikirî wekî ev qanûn azaya te sînor dikin? Bide ber çevê xwe tu rêke dirêjra diçî ser kîjanî ku gelek erebe diçin tên, kîderê ku nîşanên bona ajotinê, sînorkirin û qedexekirina ajotina lez hene. Ça tu difikirî, ew nîşan te sînor dikin, yan te xwey dikin? Çi wê biqewime hergê tu û ajovanên din wan nîşana hilnedine hesab?
Nîşanên bona rê em dikarin beramberî normên Xwedê bikin. Hergê tu wana hilnedî hesab, tuyê axiriya kirên xwe bistînî (Galatî 6:7). Kitêbekêda “Sex Smart”, usa tê gotinê: “Çiqas hê zêde tu bawerî û nihêrandina xwe didî alîkî, û wan tişta dikî çi ku texmîn dikî wekî ew nerast in, haqas tu çevê xweda bêqîmet dibî. Lê hergê tu li gora normên Xwedê bijîyî, tuyê merivekî nav namûs bî û xweyê îsafa temiz bî” (1 Petrûs 3:16).