Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ça Teyax kim ber Derdê Mirinê?

Ça Teyax kim ber Derdê Mirinê?

 Hergê wan paşwextiya te heval yan jî nefereke mala xwe unda kiriye, ev gotar wê alî te bike, ku ber derdê mirinê teyax kî.

Vê gotarêda

 Dibe ku zef zêde şînê dikim?

 Gelek meriv şîna giran dikin gava merivê wanî hizkirî dimire, û ev yek dirêj dikişîne.

 “Rast e îda du sal e ku kalikê min miriye, lê dîsa jî her roj ez wî tînim bîra xwe. Her car çaxê ez derheqa wî xeber didim, ez nikarim hêsirên xwe bigirim”.—Olîviya.

 “Pîrika min timê ez hêlan dikirim, ku bigihîjime nêtên xwe. Lê yazix ewê pêra negîhand bivîne ku çawa ez hêdî-hêdî digihîjime nêtên xwe. Her car çaxê ez digihîjime nêteke xwe, ez dilteng dibim, ku ew navîne.—Êlîson.

 Çaxê meriv şînêda ne, cûre-cûre êmosiya cem wî pêşda tên. Mesele:

 “Çaxê mêrê meta min mir, ez ketime şokê, û ez gelek wext nikaribûm ji wî halî derketama. Jîyîna minda ev cara pêşin bû, ku min merivê xweyî nêzîk unda kir. Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî trên ser minra derbaz bûye”.—Nadîn.

 “Çaxê kalikê min mir, ez gelek hêrs diketim, çimkî me gelek car wîra digot, wekî miqatî xwe be, lê ewî bona sihet-qewata xwe xem nedikir”.—Karlos.

 “Çaxê kalikê min mir, ji malbeta me tenê ez û xûşka min kêleka wî nîbûn. Paşî wê yekê min timê xwe neheq dikir, ku dema paşin bal wî nîbûm.—Adriyana.

 “Jin-mêrek yên ku tevî malbeta me hevaltî dikirin, bi erebê ketine qeziyê û mirin. Paşî wê yekê, her car gava kesek ji malbeta min ji mal derdiket, tirsê min digirt, ku dibeke ew jî bimire”.—Carêd.

 “Pîrika min sê sal pêşda miriye. Ez gelek poşman dibûm ku min êpêce wede tevî wê derbaz nedikir, heta ku ew sax bû”.—Cûliyana.

 Cem me dikare şok, hêrs, xweneheqkirin, tirs û poşmanbûn pêşda bê, gava em merivê xweyî hizkirî unda dikin. Ev tiştekî tebiyetî ye. Çi jî hebe, bawer be ku wede şûnda hestên teye usa wê sivik bin. Lê niha çi dikare alî te bike, ku ber vê êşê teyax kî?

 Çawa halê xweda teyax kim?

 Dilê xwe hevalê xwera veke. Kitêba Pîroz dibêje, wekî hevalê rast “bona roja oxirmê giran” heye (Metelok 17:17). Gava em dilê xwe kesekîra vedikin, em dikarin alîkariya kêrhatî bistînin.

 Tebiyetî ye ku meriv şînê dike. Dibeke tu bixwazbî tenê tevî fikirên xwe bimînî, lê paşê wê gelek fikirên nebaş bikevine hişê te. Lema jî wê baş be, wekî derdê dilê xwe kesekîra vekî.—Îvêt.

 Merivê xweyî hizkirî bîne bîra xwe. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qenciyê dertîne” (Lûqa 6:45). Xwera derheqa derecên hewas binivîse, kîjan ku wîva girêdayî ne, yan jî şikilê wî top ke û albomeke bîranînê çêke.

 Min safî kir wan hemû tişta binivîsim, çi ku hevalê min ez hîn kirim pêşiya ku bimira. Ev yek alî min kir, wekî ber derdê mirinê teyax kim”.—Cêfrî.

 Miqatî sihet-qewata xwe be. Kitêba Pîroz dibêje, wekî gava em sportêva mijûl dibin, em karê distînin (1 Tîmotêyo 4:8). Xwarina kêrhatî bixwe, sportêva mijûl be û hêsa be.

 Çaxê dilê te ji bo mirina merivê te dêşe, tera çetin e zelal bifikirî, lema jî wê baş be miqatî sihet-qewata xwe bî. Xwarinê ji xwe kêm neke û êpêce xewa xwe bistîne.—Mariya.

 Alîkariyê bide merivên din. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya’” (Karên Şandiya 20:35).

 “Xîret bike wekî tiştekî bona merivên din bikî, îlahî bona wan yên ku merivên xweyî hizkirî unda kirine. Ev yek wê bîne bîra te, wekî tu tenê nînî, merivên din jî diçerçirin”.—Karlos.

 Dilê xwe Xwedêra veke. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa Xwedê “dua dibihîze” (Zebûr 65:2, ÎM). Wêderê usa jî nivîsar e, wekî Yehowa “dilşkestîya qenc dike û birînên wan dipêçe” (Zebûr 147:3).

 Ji Yehowa hîvî ke, wekî qewatê bide te û te hêlan ke. Carna wê rojên usa hebin, gava tera gelek çetin be, lê dîsa jî bîr neke, ku Yehowa timê tevî te ye.—Cênêt.

 Bira nihêrandina te rêalî be. Bîr neke wekî her merivek bi cûrekî derdê dilê xwe dikişîne. Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê ku çaxê Aqûb pêhesiya, wekî kurê wî miriye, dilbînî “qebûl ne dikir” (Destpêbûn 37:35). Ecêbmayî nemîne, hergê êşa dilê te dirêj bikişîne.

 Rast e îda 15 sal e ku pîrika min miriye, lê carna gelek tişt dîsa ewê tînin bîra min.—Têylor.

 Bide ber çevê xwe wekî te nigê xwe şkênandiye. Nigê te dêşe û wede lazim e ku ew qenc be. Lê seva ku zû qenc bî, tu gerekê şîretên doxdir hildî hesab.

 Anegorî wê yekê çaxê tu merivê xweyî hizkirî unda dikî, tu jî êşeke usa dikişînî. Wede lazim e, seva ku êşa te sivik be, lema jî sebir ke. Bifikire derheqa şîretên ku vê gotarêda têne dayînê û binihêre, ku wê ji wana kîjan diha alî te bikin.