RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Şikila Neqiş ke, wekî Tişta Bîra Xweda Xwey kî
Gelek meriv gava tiştekî dixûnin, zû vê yekê bîr dikin. Lê çi ku Îsa hîn dikir, hêsa ye bîra xweda xwey kin, çimkî ewî mesele dianîn. Mîna vê yekê, seva ku têmên ku em lêkolîn dikin, zû bîr nekin, em dikarin vê yekê, çi ku me xwendiye, bidin ber çevê xwe. Lê çi cûreyî? Mesele, wedê lêkolînê çi ku em pêdihesin, xwera neqiş kin.
Neqişkirina şikila dikare alî me bike, wekî em tiştên ku teze hîn dibin, bîra xweda xwey kin. Ev mêtod dikare alî me bike ne tenê xeberên vê têmayê bîra xweda xwey kin, lê usa jî fikira vêye sereke. Seva ku em bikaribin bineqişînin, nelazim e ku em hoste bin. Ev yek dikare îlahî alî merivên emirda mezin bike.
Careke din gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn kî, evê mêtodê bide xebatê, û tuyê ecêbmayî bimînî ku ev yek çiqas kêrhatî ye!