Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

Şikiriyê Bidine Yehowa

Şikiriyê Bidine Yehowa

RÊZA SALA 2025: “Şikiriyê bidine Yehowa, çimkî navê wî rûmet e” (ZEBÛR 96:8, DT).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin şikiriyê bidine Yehowa, ya ku ew hêjayî ye.

1. Îro gelek meriv heçî zef dîna xwe didine çi?

 ÎRO gelek meriv diha zêde dikevine heyra xwe, ne ku heyra kesên din. Mesele, malperên sosyalîda, hine meriv her tiştî dikin, wekî dîna kesên din bikişînin ser xwe û pêşdaçûyînên xwe. Lê kesên ku şikiriyê didine Yehowa Xwedê hindik in. Vê gotarêda emê bivînin, ku çi tê hesabê şikiriyê bidine Yehowa û çira em gerekê vê yekê bikin. Usa jî emê bivînin, ku em ça dikarin şikiriyê bidine Yehowa, û demeke nêzîkda Yehowa wê ça navê xwe rûmet ke.

ÇI TÊ HESABÊ ŞIKIRIYÊ BIDINE YEHOWA?

2. Yehowa ber Çiyayê Sînayê çawa rûmeta xwe nîşan kir? (Usa jî binihêre şikil.)

2 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Yehowa Xwedê hêjayî şikiriyê û rûmetê ye. Wextekî kin, paşî ku miletê Îsraêlê ji dîltiya Misirê aza bû, Yehowa rûmeta xwe bi cûrê mexsûs eyan kir. Hela bide ber çevê xwe: Bi mîlyona Îsraêlî ber Çiyayê Sînayê civiyan, ku dengê Xwedê bibihên. Ser çiyê ewirên reş top bûn û nişkêva erd qayîm hejiya, birûskê lêxist, dengê gure-gura ezmana hat û dengê boriyêye bilind hate bihîstinê (Derketin 19:16-18; 24:17; Zebûr 68:8). Gava Yehowa rûmeta xwe bi vî cûreyî nîşan kir, bê şik Îsraêlî heyr-hujmekar man.

Ser Çiyayê Sînayê, Yehowa rûmeta xwe nîşanî Îsraêliya kir (Binihêre abzasa 2)


3. Em ça dikarin rûmetê bidine Yehowa?

3 Lê gelo meriv dikarin rûmetê bidine Yehowa? Belê. Mesele, gava em kesên dinra besa qewat û dilovaniya wî dikin, em rûmetê didine wî. Usa jî çaxê em bona alîkariya ku ew dide me, pesinê wî didin, em rûmetê didine wî (Îşaya 26:12). Dawid Padşa hertim şikirî dida Yehowa. Carekê ewî ber cimeta Îsraêlê usa dua kir: “Ya Xudan, mezinayî û qudret û bilindayî û serfirazî û rewnaqî [rûmet] ya te ye; ji ber ku her tiştên li ezman û li erdê ne, yên te ne”. Paşî duayê Dawid, temamiya cimetê pesinê Yehowa da (1 Dîrok 29:11, 20).

4. Îsa ça rûmetê dida Yehowa Xwedê?

4 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî timê digot ku ew bi saya qewata Bavê xwe keremeta dike û bi vê yekê Îsa rûmet dida Bavê xwe (Markos 5:18-20). Usa jî Îsa şikirî dida Yehowa, him bi vê yekê ku derheqa Bavê xwe merivara gilî dikir û him jî ku ew hindava merivada çawa bû. Carekê çaxê Îsa kinîştêda hîn dikir, nava guhdarada jinikek jî hebû, ya ku 18 sala nexweş bû, çimkî ew bin hukumê cinekîda bû. Cin ew qûz kiribû û ewê nikaribû pişta xwe rast kira. Belengazê halekî çiqas giranda bû! Îsa bi dilovanî jêra got: “Tu ji nexweşiya xwe qenc bûyî”. Paşê ewî destê xwe danî ser wê, û jinikê derbêra pişta xwe rast kir û “destpêkir pesinê Xwedê bide”. Jinik gelek razî bû, ku Yehowa lê qenc kir (Lûqa 13:10-13). Mîna wê jinikê, me jî destê Yehowa emirê xweda dîtiye û bona vê yekê em jî dikarin rûmetê bidine Yehowa.

EM ÇIRA RÛMETÊ DIDINE YEHOWA?

5. Çi menî hene, ku em gerekê qedirê Yehowa bigirin?

5 Em rûmetê didine Yehowa, çimkî em qedirê wî digirin. Gelek menî hene ku em qedirê Yehowa bigirin. Yehowa Himzor e û qewata wî bêsînor e (Zebûr 96:4-7). Bîlaniya wîye mezin, ji tiştên ku ewî çêkirine zelal tê kifşê. Yehowa emir û her tiştên ku bona jîyînê lazim e, daye me (Eyantî 4:11). Ew amin e (Eyantî 15:4). Hemû kirên wî digihîjine nêta xwe û ew timê sozên xwe tîne sêrî (Yêşû 23:14). Lema jî Yêremya pêxember derheqa Yehowa usa got: “Nava hemû şehrezayên [bîlanên] mileta û hemû welatada weke te tune ye”! (Yêremya 10:6, 7, ÎM) Belê, gelek menî hene ku em qedirê Bavê xweyî ezmana bigirin. Û em ne ku tenê qedirê wî digirin, lê usa jî wî hez dikin.

6. Em çira Yehowa hez dikin?

6 Em rûmetê didine Yehowa, çimkî wî hez dikin. Gelek hunurên Yehowa dilê me digirin û me berbi wî dikişînin. Mesele, ew dilşewat û rem e (Zebûr 103:13; Îşaya 49:15). Gava em xemgîn in, ew jî xemgîn dibe (Zekerya 2:8). Ewî rê vekiriye, ku em bibine dostên wî (Zebûr 25:14; Karên Şandiya 17:27). Usa jî, ew milûk e, lema jî ew “xwe qûz dike, dîna xwe dide erd û ezmana” û yên belengaz “ji ser xwelîyê radike” (Zebûr 113:6, 7). Belê, Yehowa bi rastî jî hêjayî ye, wekî em rûmetê bidine wî! (Zebûr 86:12)

7. Çi mecal mera hatiye dayînê?

7 Em rûmetê didine Yehowa, çimkî dixwazin wekî kesên din jî wî nas kin. Gelek meriv rastiya derheqa Yehowa nizanin. Gelo çira? Çimkî Mîrê-cina derheqa Wî gelek derew bela kirine û ça bêjî femê meriva kor kiriye (2 Korintî 4:4). Mîrê-cina meriv dane bawerkirinê, wekî Yehowa yekî sert û bêxem e, û ew e sebebê kul-derdên dinyayê. Lê em rastiya derheqa Xwedê zanin! Em dikarin merivara bêjin, ku Xwedê bi rastî yekî çawa ye û bi vî cûreyî rûmetê bidine wî (Îşaya 43:10). Ji Zebûr 96 emê pêbihesin, ku em ça dikarin rûmetê bidine Yehowa.

EM ÇA DIKARIN RÛMETÊ BIDINE YEHOWA?

8. Gelo dîsa çi cûreyî em dikarin rûmetê bidine Yehowa? (Zebûr 96:1-3)

8 Bixûne Zebûr 96:1-3. Em dikarin bi zar-zimanê xwe rûmetê bidine Yehowa. Van rêzada tê gotinê ku bira xizmetkarên Yehowa jêra “bistirên, pesinê navê Wî bidin, roj bi roj xilazkirina Wî danasîn kin” û “nava hemû miletada keremetên Wî” bikine dengî. Bi vî cûreyî, em dikarin rûmetê bidine Bavê xweyî ezmana. Cihûyên amin û Mesîhiyên qirna yekê, bi xîret kesên dinra besa qenciya Yehowa dikirin û navê wî diparastin (Daniyêl 3:16-18; Karên Şandiya 4:29). Gelo em ça dikarin çev bidine wan?

9-10. Em ji serhatiya Angêlînayê çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke me bi navê Angêlîna, a ya ku li Amêrîkayê dijî. Ser xebatê jêra mecal çêbû, wekî bi mêrxasî navê Yehowa biparêze. Gava ew teze hate ser vê xebatê, lê teglîfî ser komcivînekê kirin, kîderê xebatçiyên teze gerekê xebatçiyên dinra derheqa xwe gilî kirana. Angêlînayê, seva ku wanra bide kifşê, ku ça Şedê Yehowa ew yeke çiqas bextewar e, ewê hine şikil hazir kirin, wekî nîşanî wan ke. Lê pêşiya wê, hevalxebatçîkî din derheqa xwe gilî kir û got ku ew malbeteke Şedên Yehowada mezin bûye, û destpêkir qerfên xwe baweriya me bike. Angêlîna dibêje: “Ez gelek tevlihev bûm û min xwera got: ‘Niha ezê çi bikim? Ezê îzinê bidim, wekî kesek buxdana bavêje Yehowa, yan ez hazir im navê Yehowa biparêzim?’”

10 Gava xebatçî xeberdana xwe xilaz kir, Angêlînayê kin dilê xweda dua kir. Paşê ewê bi nermî got: “Mîna te, ez jî malbeteke Şedên Yehowada mezin bûme û ez bûme Şedê Yehowa”. Rast e dereceke hêsa nîbû, lê dîsa jî Angêlînayê dilrihetî xwey kir. Ewê him bi milûktî besa baweriya xwe kir, him jî hine şikil nîşanî wan kir, ser kîjana ew tevî Şedên Yehowa bi şabûnê Yehowara xizmet dikin (1 Petrûs 3:15). Gelo paşî vê yekê çi qewimî? Gava Angêlînayê xeberdana xwe xilaz kir, dilê vî xebatçî hinekî nerm bû. Ewî hela hê hine tiştên baş jî ji biçûktaya xwe gilî kir, çaxê ewî tevî Şedên Yehowa wede derbaz dikir. Angêlîna dibêje: “Yehowa hêja ye ku em wî biparêzin. Bona min qedirekî gelek mezin e, ku rastiyê derheqa Yehowa bêjim û navê wî biparêzim”. Em jî dikarin pesinê Yehowa bidin û navê wî rûmet kin, gava kesên din navê wî reş dikin.

Em dikarin bi xeberdana xwe Yehowa rûmet kin (Binihêre abzasa 9-10) b


11. Xizmetkarên Yehowa çawa li gora prînsîpa ji Zebûr 96:8, dijîn?

11 Bixûne Zebûr 96:8. Em dikarin bi mal û milkê xwe rûmetê bidine Yehowa. Xizmetkarên Yehowaye amin timê usa dikin (Metelok 3:9). Mesele, Îsraêliya pê pera û tiştên din piştgiriya şixulê avakirin û xweykirina paristgehê dikirin (2 Padşatî 12:4, 5; 1 Dîrok 29:3-9). Hine şagirtên Îsa “pê mal-milkê xwe” alî Îsa û şandiyên wî dikirin (Lûqa 8:1-3). Şagirtên Îsa, yên qirna yekê alîkarî didane xûşk-bira jî (Karên Şandiya 11:27-29). Îro em jî dikarin bi qurbankirinên rezedilî rûmetê bidine Yehowa.

12. Qurbankirinên me, ça dikarin rûmetê bidine Yehowa? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Were em dîna xwe bidine serhatîkê, ya ku nîşan dike wekî qurbankirinên me çawa rûmetê didine Yehowa. Sala 2020-da Zîmbabweyêda demeke dirêj baran nedibarî û hişkayî bû. Bi mîlyona meriv birçî mabûn, û halê xûşkeke me bi navê Prîska jî gelek çetin bû. Dîsa jî wedê bêcerkirina erd ew roja Çarşemê û Îniyê diçû xizmetiyê. Cînarên wê qerfên xwe lê dikirin, çimkî ew diçû xizmetiyê û erd bêcer nedikir, û wana digot: “Tuyê birçîna bimirî!” Lê Prîskayê bi serbilindî digot: “Yehowa tu cara xizmetkarên xwe nahêle!” Paşî vê yekê gelek wext derbaz nebû, ku ewê ji teşkîleta me xwarin û tiştên dine lazim stand. Ev yek bi saya qurbankirinên meye rezedilî hatine kirinê. Cînarên Prîskayê ecêbmayî man, û jêra gotin: “Em divînin ku Xwedê tu car te nahêle, lema jî em dixwazin derheqa wî hê zêde pêbihesin”. Wext şûnda, heft cînarên wê destpêkirin herine civîna.

Em dikarin bi mal-milkê xwe Yehowa rûmet kin (Binihêre abzasa 12) c


13. Rabûn-rûniştina me, ça dikare rûmetê bide Yehowa? (Zebûr 96:9)

13 Bixûne Zebûr 96:9. Em dikarin bi rabûn-rûniştina xwe rûmetê bidine Yehowa. Kahînên ku paristgeha Yehowada xizmet dikirin, gerekê temizaya fîzîkî xwey kirana (Derketin 40:30-32). Lê em gerekê ne tenê ji aliyê fîzîkîda temizayê xwey kin, lê usa jî xwe ji van tişta dûr bigirin, çi ku ber çevê Yehowa reş in (Zebûr 24:3, 4; 1 Petrûs 1:15, 16). Em gerekê ser xwe bixebitin, wekî xeyset-hunurên kevin ji xwe dûr xin, û yên ku Xwedê xweş tên nav xweda pêşda bînin (Kolosî 3:9, 10). Bi alîkariya Yehowa, kesên bênamûs û zulm jî dikarin terka kirên xweye xirab bidin û aliyê başda bêne guhastinê.

14. Em ji serhatiya Cêk çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Were em niha dîna xwe bidine serhatiya mêrekî bi navê Cêk. Ew merivekî gelek zulim bû, lema jî jêra digotin “Cin”. Ji bo zulmiya ku Cêk kiribû, cezaya mirinê dane wî. Lê heta ku roja cezaya wî bihata, Cêk qebûl kir wekî tevî birakî, yê ku dihate kelê, Kitêba Pîroz hîn be. Cêk hêdî-hêdî terka xeyset-hunurên xweye xirab da û hate nixumandinê. Ew usa hate guhastinê, ku gava ev roj hat wekî wî bikujin, çevên hine nobedara tijî hêsir bûn. Eskerekî ku kelêda dixebitî, usa got: “Berê, Cêk girtiyê herî xirab bû, lê niha ew yê herî baş e”. Heftêk şûnda paşî kuştina Cêk, birên ku çûne kelê, seva ku civînê derbaz kin, girtîk dîtin, yê ku cara pêşin hate ser civatê. Gelo ew çira hate ser civatê? Ew gelek ecêbmayî mabû ku Cêk ça hatibû guhastinê, û ewî dixwest bizanibe ku ew gerekê çi bike, wekî Yehowara xizmet ke. Belê, rabûn-rûniştina me dikare rûmetê bide Bavê meyî ezmana! (1 Petrûs 2:12)

Em dikarin bi rabûn-rûniştina xwe Yehowa rûmet kin (Binihêre abzasa 14) d


YEHOWA WÊ ÇA NAVÊ XWE RÛMET KE?

15. Demeke nêzîkda Yehowa wê ça navê xwe rûmet ke? (Zebûr 96:10-13)

15 Bixûne Zebûr 96:10-13. Xilaziya Zebûra 96-da tê gotinê, ku Yehowa Padşa ye û Hakimê heq e. Gelo demeke nêzîkda, Yehowa wê çawa navê xwe rûmet ke? Ewê dîwana dinyayê bike. Pêşiyê ewê qira Babîlona Mezin bîne, çimkî ewê navê Wîyî pîroz reş kiriye (Eyantî 17:5, 16; 19:1, 2). Paşî qirkirina Babîlona Mezin, dibeke hine meriv safî kin, ku tevî me Xwedêra xizmet kin. Paşî vê yekê, Harmegedonêda, Yehowa wê temamiya dinya Mîrê-cina qir ke. Ewê hemû dijminên xwe, yên ku navê wî reş dikin, kuta ke, lê wan kesa, yên ku wî hez dikin, guh didine wî û bi mêrxasî navê wî rûmet dikin, wê xilaz ke (Markos 8:38; 2 Têsalonîkî 1:6-10). Paşî Serwêrtiya Hezarsalî cêribandina xilaziyê wê biqewime û paşî vê yekê, navê Yehowa wê bi temamî bê rûmetkirinê (Eyantî 20:7-10). Wê demê, “çawa av deryaya [ber] tije dike, dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe” (Hebaqûq 2:14, ÎM).

16. Em gerekê çi nêt daynin pêşiya xwe? (Binihêre usa jî şikil.)

16 De bidine hesabê xwe wê demeke çiqas xweş be, gava her kes rûmetê bide navê Yehowa! Lê heta ev roj bê, were em çi ji destê me tê bikin, ku navê Xwedê rûmet kin. Seva ku dîna me bikişîne ser vê cabdariya ferz, Koma Rêberiyê Zebûr 96:8, ça rêza sala 2025 bijartiye: “Şikiriyê bidine Yehowa, çimkî navê wî rûmet e”.

Demeke nêzîkda her kesê rûmetê bide navê Yehowa! (Binihêre abzasa 16)

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Şikilê serhatiya Angêlînayê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Şikilê serhatiya Prîskayê.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Şikilê serhatiya Cêk.