Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

KILAMA 108 Hizkirina Xwedêye Helal

Em Ça ji Hezkirina Yehowa Karê Distînin?

Em Ça ji Hezkirina Yehowa Karê Distînin?

“Mesîh Îsa hate dinê, gunekara xilaz bike” (1 TÎMOTÊYO 1:15).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku em ji qurbana Îsa çi karê distînin û em ça dikarin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê.

1. Em ça dikarin dilê Yehowa şa kin?

 BIDE ber çevê xwe, wekî tu pêşkêşeke mexsûs, ya ku him bedew e him jî kêrhatî ye, didî hevalekî xwe. Hergê hevalê te vê pêşkêşê bike qutiyê û paşê jî derheqa vê bîr ke, gelo tuyê xemgîn nebî? Lê hergê hevalê te pêşkêşa te bide xebatê û razîbûna xwe tera bide kifşê, tuyê gelek şa bî! Mîna vê yekê, Yehowa Kurê xwe şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me bide. Hergê em bona vê pêşkêşa qîmet û bona hezkirina Yehowa razî bin, Yehowa jî wê şa be! (Yûhenna 3:16; Romayî 5:7, 8)

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

2 Hemikî em şa ne, ku ev pêşkêşa qîmet mera hatiye dayînê, lê diqewime hêdî-hêdî sal pey salara razîbûna me bona qurbana Îsa kêm be, û ça bêjî em vê pêşkêşa Xwedê bikine qutiyê û bîr kin. Seva ku ev yek neqewime, em gerekê tiştên ku Xwedê û Îsa bona me kirine, timê bînin bîra xwe. Eva gotara vê yekêda wê alî me bike. Emê bivînin, ku îro em ji qurbanê çi karê distînin û axiriyêda emê çi karê bistînin. Usa jî emê şêwir kin, ku em ça dikarin îlahî wedê Êvara Bîranînê bidine kifşê, wekî em bona hezkirina Yehowa gelek razî ne.

ÎRO EM JI QURBANÊ ÇI KARÊ DISTÎNIN?

3. Em îda îro ji qurbanê çi karê distînin?

3 Em îda îro ji qurbana Îsa karê distînin. Mesele, ser hîmê qurbanê, Yehowa gunên me dibaxşîne me. Ew borcdar nîne bibaxşîne me, lê ew ji dil dixwaze vê yekê bike. Zebûrbêjekî bi razîbûnê usa nivîsî: “Tu Xudano, qenc û afû kir î” (Zebûr 86:5; 103:3, 10-13).

4. Yehowa bona kê Kurê xwe kire qurban? (Lûqa 5:32; 1 Tîmotêyo 1:15)

4 Hine meriv xwe hêjayî baxşandinê hesab nakin. Hemikî tu kes hêjayî bax-şandinê nîne. Pawlosê şandî usa got: “Ne layîq im şandî jî bême gotinê. . . . Lê ez bi kerema Xwedê me çi jî heme” (1 Korintî 15:9, 10). Çaxê em gunên xwe tobe dikin, Yehowa dibaxşîne me. Gelo çira? Ne ku em hêjayî vê yekê ne, lê çimkî ew me hez dike. Hergê tu dilteng dibî, çimkî xwe hêjayî baxşandinê hesab nakî, bîne bîra xwe wekî Yehowa qurban ne ku bona merivên bê gune daye, lê bona gunekarên ku tobe dikin (Bixûne Lûqa 5:32; 1 Tîmotêyo 1:15).

5. Gelo em dikarin hêjayî baxşandina Yehowa bin? Şiroveke.

5 Hergê me îda gelek sal Yehowara xizmet kiriye jî, yeke em gerekê nefikirin wekî em hêjayî rema Wî ne. Hemikî Yehowa aminiya me dişêkirîne (Îbranî 6:10). Lê ewî emirê Kurê xwe ça pêşkêş daye, ne ku ça heqê xizmetiya me. Lema jî em gerekê nefikirin, ku hergê me bona Yehowa gelek tişt kiriye, em îda hêjayî baxşandina Wî ne. Hergê em usa difikirin, dêmek em didine kifşê, wekî qurbana Îsa mera ne jî lazim bû, çimkî em xwexa jî dikarin baxşandina Yehowa qazanc kin (Beramber ke Galatî 2:21).

6. Pawlos çira bi dil û can Yehowara xizmet dikir?

6 Pawlosê şandî zanibû, ku ew nikare bi xîreta xwe razîbûna Xwedê qazanc ke. Lê hergê usa ne, ew çira xizmetiyêda haqas xîret bû? Ewî dixwest bide kifşê, ku ew bona rema Yehowa gelek razî ye, ne ku îzbat ke wekî ew hêjayî rema wî ye (Efesî 3:7). Mîna Pawlos, em jî berdewam dikin bi xîret xizmet kin, ne ku seva vê yekê wekî rema Xwedê qazanc kin, lê seva ku razîbûna xwe jêra bidine kifşê.

7. Dîsa çi cûreyî em ji qurbanê karê distînin? (Romayî 5:1; Aqûb 2:23)

7 Usa jî bi saya qurbana Îsa, mecal mera hate dayînê, wekî bibine dostên Yehowa. a Çawa me ji gotara pêşiya vê dît, çaxê em hatine bûyînê, em dostên Yehowa nîbûn. Lê bi saya qurbanê, “edilayiya me tevî Xwedê heye” û em dikarin nêzîkî wî bin (Bixûne Romayî 5:1; Aqûb 2:23).

8. Em çira razî ne, ku dikarin Yehowara dua kin?

8 Bi saya vê yekê, ku em dostên Yehowa ne, mera qedirekî mezin hatiye dayînê ku jêra dua bikin. Yehowa ne tenê wan duayên xizmetkarên xwe dibihê, yên ku tevayî dua dikin, lê usa jî duayên meye şexsî. Rast e, dua dikare dilê me qewî û rihet ke, lê kara dua tenê ev yek nîne. Dua alî me dike, wekî em diha nêzîkî Xwedê bin (Zebûr 65:2; Aqûb 4:8; 1 Yûhenna 5:14). Gava Îsa ser erdê bû, ewî gelek cara dua dikir, çimkî zanibû wekî Yehowa guh dide duayên wî, û bi saya vê yekê ew dikare heleqetiya nêzîk tevî Bavê xwe xwey ke (Lûqa 5:16). Gelo em razî nînin, ku ser hîmê qurbana Îsa, em dikarin bibine dostên Yehowa û bi saya dua tevî wî xeber din?

AXIRIYÊDA EMÊ JI QURBANÊ ÇI KARÊ BISTÎNIN?

9. Axiriyêda xizmetkarên Yehowa wê ji qurbana Îsa çi karê bistînin?

9 Axiriyêda xizmetkarên Yehowa wê ça ji qurbana Îsa karê bistînin? Kitêba Pîroz dibêje, ku ewana wê emirê heta-hetayê bistînin. Gelek meriv difikirin, ku tiştekî usa nikare biqewime, çimkî meriv îda bi hezara sala dimirin. Lê bi rastî, serê-sêrîda nêta Yehowa ev bû, ku meriv heta-hetayê bijîn. Hergê Adem gune nekira, tu kes wê dişirmîş nebûya, wekî emirê herheyî tiştekî nebûyî ye. Û Yehowa Kurê xwe, emirê kîjanî gelek qîmet bû, bona me qurban kir, lema jî em dikarin sed selefî bawer bin, wekî wê bê wede ku emê bikaribin heta-hetayê bijîn (Romayî 8:32).

10. Kesên bi ruhê pîroz bijartî û “pezên din” hîviya jîyîna çi cûreyî ne?

10 Rast e em hela hê negihîştine vê rojê û heta-hetayê najîn, lê dîsa jî Yehowa dixwaze wekî em îda nihada derheqa vê yekê bifikirin. Kesên bi ruhê pîroz bijartî hîviya jîyîna ser ezmana ne û wêderê ewana wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Eyantî 20:6). Lê “pezên din” hîviya jîyîna ser erdê cinetê ne, kîderê hemû kul-derd wê îda tune bin (Eyantî 21:3, 4). Gelo tu jî yek ji wan î? Hergê erê, nefikire wekî xelata jîyîna ser ezmana ji ya te çêtir e. Bi rastî, meriv bona jîyîna li ser erdê hatine efirandinê, lema jî emê ji wî emirî şabûn û lezetê bistînin.

11-12. Kîjan in hine keremên dinya teze, yên ku em hîviyê ne? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Bide ber çevê xwe, ku jîyîna Cinetêda wê çi cûreyî be. Tuyê îda ji nexweşî û mirinê netirsî (Îşaya 25:8; 33:24). Yehowa wê her xwestinên teyî rast bîne sêrî. Gelo tuyê dinya tezeda çiva mijûl bî? Bi fîzîkê? Bi kîmyayê? Bi mûzîkê? Yan hîn bî tişta neqiş kî? Hemikî wî çaxî arxîtêktor, avakar û cotkar wê gelek lazim bin. Usa jî wê lazim be, ku hine kes sebze û baxên êmîşa biçînin û berên wan top kin, haceta çêkin, baxça bedew kin û wan bibine xweyî (Îşaya 35:1; 65:21). Wedê te wê usa zef be, ku tuyê bikaribî, çi ku dilê te bixwaze, vê yekêva jî mijûl bî.

12 Çaxê merivên meyî hezkirî bêne saxkirinê, şabûna nigên me wê erd negire! (Karên Şandiya 24:15) Usa jî bide ber çevê xwe, ku gava em tebiyetê lêkolîn bikin û derheqa Yehowa hê zêde tişt pêbihesin, emê şabûneke çiqas mezin bistînin (Zebûr 104:24; Îşaya 11:9). Ya lape baş jî ev e, ku emê îda gune nekin û wê ne lazim be wekî em ji Yehowa baxşandinê bixwazin! Gelo tuyê van kerema ser “wextekî kin nava kêfa gunada” biguhêzî? (Îbranî 11:25) Hemikî na! Keremên sozdayî hêjayî hemû qewat û qurbana ne. Bîr neke, emê timê hîviya dinya teze nîbin. Ev roj wê eseyî bê, û ev yek wê rêalî be, çimkî Yehowa usa me hez dike, wekî seva me emirê Kurê xweye hezkirî ça qurban daye!

Tu heçî zef hîviya kîjan kerema yî, yên ku emê Cinetêda bistînin? (Binihêre abzasa 11-12)


NÎŞAN KE WEKÎ TU HEZKIRINA YEHOWA DIŞÊKIRÎNÎ

13. Em ça dikarin nîşan kin, ku em bona hezkirina Yehowa razî ne? (2 Korintî 6:1)

13 Gelo em çawa dikarin nîşan kin, wekî em bona vê qurbanê, ya ku Yehowa seva me daye, şêkirdar in? Gerekê em ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine şixulên Padşatiya wî (Metta 6:33). Îsa “bona hemûya mir, wekî ewên sax bona xwe sax nîbin, lê bona wî, yê ku bona wan mir û ji mirinê rabû” (2 Korintî 5:15). Yehowa bi rema xweye mezin, baxşandiye me. Lema jî em dixwazin xizmetiyêda çi ji destê me tê bikin, wekî razîbûna xwe jêra nîşan kin (Bixûne 2 Korintî 6:1).

14. Em ça dikarin xwe bispêrin rêberiya Yehowa?

14 Seva ku bidine kifşê, wekî em bona hezkirina Yehowa razî ne, em gerekê xwe bispêrin rêberiya wî. Gelo çi cûreyî? Gava lazim e wekî em safîkirinekê bikin, mesele xwendina çi cûreyî bistînin, yan jî kîjan xebatê qebûl kin, pêşiyê em gerekê nihêrandina Yehowa ser vê pirsê pêbihesin (1 Korintî 10:31; 2 Korintî 5:7). Çaxê em xwe dispêrin rêberiya Yehowa, dostiya me tevî wî diha nêzîk dibe, bawerî û gumana me jî diha qewî dibe (Romayî 5:3-5; Aqûb 2:21, 22).

15. Wedê Bîranînê em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin?

15 Em dikarin razîbûna xwe hindava hezkirina Yehowa bi cûrekî mayîn jî bidine kifşê. Mesele, wedê Bîranînê, em dikarin nîşanî Yehowa kin, ku em bona qurbanê gelek razî ne. Xêncî vê yekê ku em xwexa herine ser Bîranînê, em dikarin gazî kesên din jî bikin û wanra şirovekin, ku Bîranîn ça derbaz dibe (1 Tîmotêyo 2:4). Mesele, tu dikarî bona vê yekê bidî xebatê vîdêoya bi navê Îsa Mesîh Çima Mir? û Mirina Îsa, Bîra Xweda Xwey kin. Rûspî gerekê gazî xûşk û birên neaktîf jî bikin. De bide ber çevê xwe, ku gava pezên undabûyî vedigerin cem Yehowa, ser ezmana û ser erdê şabûneke çiqas mezin pêşda tê! (Lûqa 15:4-7) Were em ser Êvara Bîranînê ne tenê hevdu silav kin, lê wan kesa jî, yên ku cara pêşin hatine û yên ku demeke dirêj nehatibûn. Em dixwazin ku ewana xwe nav meda rihet texmîn kin (Romayî 12:13).

16. Wedê Bîranînê wê çira baş be, ku em diha zêde xizmet kin?

16 Gelo tu dikarî heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, diha zêde xizmet kî? Bi vî cûreyî tu dikarî bidî kifşê, wekî bona hezkirina Xwedê û Îsa, gelek razî yî. Çiqas zef em Yehowara xizmet kin, haqas hê zêde emê alîkariya wî bivînin, û baweriya me wê diha qewî be (1 Korintî 3:9). Usa jî bîr neke rêzên bona Bîranînê bixûnî ji broşûra Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin û ji Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin. Dibeke tu safî kî, ser hîmê van rêza lêkolînê bikî.

17. Seva ku Yehowa ji me razî be, em gerekê çi bikin? (Usa jî binihêre çargoşe “ Tu Ça Dikarî Razîbûna Xwe Bidî Kifşê?”)

17 Dibeke dereca te îzinê nade te, wekî tu hemû şîretên ji vê gotarê bidî xebatê. Lê bîr neke, ku Yehowa te beramberî tu kesî nake, ew dilê te divîne. Hergê tu bona qurbanê bi dil şêkirdar bî, ewê ji te razî be (1 Samûyêl 16:7; Markos 12:41-44).

18. Em çira ji Yehowa û ji Îsa razî ne?

18 Bi saya qurbanê, gunên me têne baxşandinê, em dibine dostên Yehowa û gumana jîyîna heta-hetayê distînin. Were em timê bidine kifşê, wekî em bona hezkirina Yehowa gelek razî ne, çimkî ji bo hezkirinê ewî gelek kerem ser meda barandiye (1 Yûhenna 4:19). Usa jî were em razîbûna xwe Îsara bidine kifşê, çimkî ew me usa hez dike, ku emirê xwe bona me qurban kiriye! (Yûhenna 15:13)

KILAMA 154 Hizkirin Xilaz Nabe

a Pêşiya ku Îsa Mesîh emirê xwe qurban kira, Yehowa îda dibaxşande xizmetkarên xwe, çimkî ew bawer bû, wekî Kurê wî wê heta mirinê jêra amin bimîne. Lema jî bona Xwedê, qurban ça bêjî îda hatibû dayînê (Romayî 3:25).