Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

Em ji Qurbana Îsa Çi Hîn Dibin?

Em ji Qurbana Îsa Çi Hîn Dibin?

“Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû” (1 YÛHENNA 4:9).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin wekî qurbana Îsa, kîjan hunurên Yehowa û Îsa mera eyan dikin.

1. Bîranîna mirina Îsa çira bona me ferz e?

 YEHOWA bona me pêşkêşeke gelek qîmet daye, ewî Kurê xwe şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me qurban ke! (2 Korintî 9:15) Û bi saya qurbana Îsa, em dikarin bibine dostên Yehowa Xwedê û heta-hetayê bijîn. Gelo ev yek me hêlan nake, wekî razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê, yê ku ji bo hezkirina mezin, qurbaneke usa qîmet bona me daye? (Romayî 5:8) Seva ku em tu cara qîmeta qurbanê bîr nekin, Îsa dixwaze wekî em her sal Bîranîna mirina wî derbaz kin (Lûqa 22:19, 20).

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

2 Îsal, Bîranîna Mirina Îsa wê 12 Nîsanê, roja Şemiyê bê derbazkirinê û em gişk dixwazin herin ser vê cejinê. Pêşiya û paşî Bîranînê mecaleke baş mera tê dayînê, wekî kûr ser van tişta bifikirin, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirine. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku kirîn derheqa Yehowa û Kurê wî çi me hîn dike. Gotara dinda emê bivînin, ku em ça dikarin ji kirînê karê bistînin û ça em dikarin razîbûna xwe bona vê yekê bidine kifşê.

QURBAN DERHEQA YEHOWA ÇI ME HÎN DIKE?

3. Mirina merivekî ça rê vekir, wekî bi mîlyona meriv ji gune û mirinê xilaz bin? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Qurbana Îsa nîşanî me dike, wekî Yehowa heqiyê hez dike (Qanûna Ducarî 32:4). Gelo çi cûreyî? Çawa ku em zanin, Adem gura Xwedê nekir, lema jî gune û mirin derbazî ser me jî bû (Romayî 5:12). Seva ku me ji gune û mirinê xilaz ke, Yehowa Îsa şande ser erdê. Lê qurbanbûna merivekî bêqisûr, ça dikare bi mîlyona meriv xilaz ke? Pawlosê şandî usa got: “Çawa bi neguhdariya yekî [Adem] gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî [Îsa] gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19; 1 Tîmotêyo 2:6). Dêmek ji bo vê yekê, ku merivekî bêqisûr guh neda Xwedê, em gişk bûne merivne gunekar û dimirin. Lema jî seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin, lazim bû wekî merivekî bêqisûr guh bida Xwedê.

Rûyê merivekîda gune û mirin derbazî ser me bû û bi saya merivekî em ji vê yekê aza bûn (Binihêre abzasa 3)


4. Yehowa çira îzin neda, wekî zarên Adem, yên amin û guhdar heta-hetayê bijîn?

4 Seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin, gelo bi rastî lazim bû, wekî Îsa emirê xwe bona me bida? Gelo Yehowa nikaribû îzin bida, wekî zarên Adem, yên amin û guhdar heta-hetayê bijîtana? Diqewime bona însanên qisûrdar, ev yek ça safîkirineke baş û bi logîkî bûya. Lê ev yek wê ne li gora heqiya Yehowaye kamil bûya. Yehowa Xwedêyê heq e, lema jî ewî nikaribû çevê xwe ser neguhdarîbûna Adem bigirta.

5. Em çira dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê her tiştî bi heqî safî ke?

5 Gelo çi dikaribû biqewimiya, hergê Yehowa qurban neda, miqabilî heqiya xwe biçûya û îzin bida, wekî zarên Ademe qisûrdar heta-hetayê bijîtana? Hergê usa bûya, diqewime meriv ber xwe ketana û dişirmîş bûna, ku Xwedê wê dîsa heqiya xwe biteribîne û sozên xwe neyne sêrî. Lê em gerekê bona tiştên usa ber xwe nekevin. Yehowa seva ku heqiyê bike, hazir bû Kurê xweyî delal bike qurban, lema jî em dikarin bawer bin, ku ewê timê bi heqî tişta safî ke.

6. Qurbana Îsa ça hezkirina Yehowa mera dide kifşê? (1 Yûhenna 4:9, 10)

6 Xêncî vê yekê ku qurbana Îsa alî me dike heqiya Yehowa fem kin, ev usa jî alî me dike kûraya hezkirina wî bivînin (Yûhenna 3:16; bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10). Yehowa Kurê xwe şand, wekî emirê xwe bona me bidê, çimkî Ew dixwaze wekî em heta-hetayê bijîn û bibine para malbeta wî. Gava Adem gune kir, Yehowa ew ji malbeta xwe derxist. Lema jî em gişk malbeta Yehowada nehatine bûyînê. Lê bi saya qurbanê, Yehowa gunên me dibaxşîne me, û hine wext şûnda Ewê hemû merivên ku baweriya xwe wî tînin û guh didine wî, dîsa bike para malbeta xwe. Îro jî em dikarin heleqetiya xwe tevî Yehowa û xûşk-bira qewî kin. Rastî jî Yehowa me gelek hez dike! (Romayî 5:10, 11)

7. Êşa ku Îsa kişand ça nîşanî me dike, wekî Yehowa gelekî me hez dike?

7 Gava Îsa diçerçirî, dilê Yehowa gelek dêşiya. Ev yek dide kifşê, wekî Yehowa gelekî me hez dike. Mîrê-cina got, ku dereca çetinda, tu xizmetkarê Xwedê wê wîra amin nemîne. Seva ku îzbat ke wekî Mîrê-cina derewîn e, Yehowa îzin da ku Îsa pêşiya mirina xwe biçerçire (Îbo 2:1-5; 1 Petrûs 2:21). Yehowa didît wekî çawa serwêrên rêlîgî qerfên xwe Îsa dikin, û ça esker wî dane ber qamçiya û paşê ser stûnê mix kirin. Paşê Yehowa dît, ku ça Îsa êşeke giran kişand û mir (Metta 27:28-31, 39). Hergê Yehowa bixwesta, wê îzin neda wekî Kurê wî bikujin. Mesele, gava dijmina got, ku “hergê Xwedê ji wî razî ye, de bira wî xilaz ke”, Xwedê dikaribû vê yekê bike (Metta 27:42, 43). Lê hergê Yehowa usa bikira, Îsa wê nikaribûya emirê xwe ça qurban bona me bida û gumana me wê tune bûya. Lema jî Yehowa îzin da, wekî Kurê wî heta mirinê cefê bikişîne.

8. Yehowa çi texmîn dikir, gava didît wekî Kurê wî diçerçire? Şiroveke (Binihêre usa jî şikil.)

8 Qewata Xwedê gelek mezin e, lê ev yek nayê hesabê ku hestên wî tune ne. Xwedê meriv bi hest û êmosiya efirandine, û ji Kitêba Pîroz em zanin, wekî Ewî em bi cûrê xwe efirandine, lema jî bi logîkî ye ku hestên Wî jî hene. Kitêba Pîroz dibêje, wekî meriva ‘hêrsa Wî radikirin’ û “bînteng dikirin” (Zebûr 78:40, 41). Mesele, serhatiya Birahîm û Îshaq bide ber çevê xwe. Xwedê gote Birahîm, wekî ew kurê xwe ça qurban bîne (Destpêbûn 22:9-12; Îbranî 11:17-19). Birahîm gelek dilteng bû, çaxê kêr hilda, wekî Îshaq serjêke. De bide ber çevê xwe Yehowa çi texmîn kir, gava merivên zulim Kurê wî dizêrandin û kuştin! Ser jw.org, binihêre vîdêo bi navê Çev Bidine Baweriya Wan—Birahîm, Para 2.

Çaxê Îsa diçerçirî, dilê Yehowa gelek dêşiya (Binihêre abzasa 8)


9. Em ji Romayî 8:32, 38, 39 derheqa hezkirina Yehowa çi pêdihesin?

9 Qurbana Îsa mera dide kifşê, wekî hezkirina Yehowa hindava meda diha qewî ye, ne ku hezkirina heval û merivên meye nêzîk (Bixûne Romayî 8:32, 38, 39). Bê şik, Yehowa me diha zêde hez dike, ne ku em xwexa xwe hez dikin. Hergê tu dixwazî heta-hetayê bijî, bawer be ku Yehowa ji te zêdetir vê yekê dixwaze. Hergê tu dixwazî gunên te bêne baxşandinê, dudilî nebe ku Yehowa diha zêde dixwaze gunên te bibaxşîne te. Gelo em ça dikarin razîbûna xwe bona her tiştî Yehowara bidine kifşê? Em dikarin pê bawerî û guhdarîbûna xwe razîbûna xwe Wîra nîşan kin. Belê, qurbana Îsa hezkirina Xwedê nîşanî me dike. Dinya tezeda emê derheqa hezkirina Yehowa hê zêde tişta pêbihesin (Waîz 3:11).

KIRÎN DERHEQA ÎSA ÇI ME HÎN DIKE?

10. (a) Îsa pêşiya mirina xwe bona çi ber xwe diket? (b) Îsa ça navê Bavê xwe parast? (Usa jî binihêre çargoşe “ Navê Yehowa bi Saya Aminiya Îsa Hate Rûmetkirinê”.)

10 Îsa nedixwest wekî leke bê ser navê Xwedê (Yûhenna 14:31). Îsa dilteng bû, çimkî wê mîna kesekî ku kifirî li Xwedê dike, bihata sûcdarkirinê. Ewî nedixwast wekî leke bê ser navê Bavê wî, lema jî ewî usa dua kir: “Bavo, hergê dibe, vê kasê ji min dûr xe” (Metta 26:39). Lê yeke Îsa heta mirinê Yehowara amin ma û îzbat kir, wekî Mîrê-cina buxdana davêje ser Bavê wî.

11. Îsa ça nîşan dikir, wekî meriva hez dike? (Yûhenna 13:1)

11 Xêncî vê yekê kirîn nîşanî me dike, wekî Îsa gelekî meriva hez dike, îlahî şagirtên xwe (Metelok 8:31; bixûne Yûhenna 13:1). Mesele, Îsa pêşda zanibû wekî xizmetiya wî û îlahî mirina wî, wê qe hêsa nîbe. Dîsa jî ewî ne tenê ji bo vê yekê xizmet dikir, çimkî Yehowa ew cabdarî dabû wî, lê çimkî ewî meriv hez dikirin. Ewî bi dil û can mizgînî bela dikir, meriv hîn dikirin û kesên dinra xizmet dikir. Roja mirina xwe jî, Îsa wede veqetand wekî nigên şandiyên xwe bişo, wana hêlan ke û berdiliyê bide wan (Yûhenna 13:12-15). Û gava ew ser stûnê dardakirî bû, ewî qaçaxekîra, yê ku kêleka wî dardakirî bû, derheqa cinetê got. Usa jî Îsa Yûhennara got, wekî diya wî bibe xweyî (Lûqa 23:42, 43; Yûhenna 19:26, 27). Belê, hezkirina Îsaye mezin ne tenê ji mirina wî, lê ji temamiya emirê wîye ser erdê dihate kifşê.

12. Îsa berdewam dike bona kara me çi bike?

12 Rast e, Îsa tenê “carekê” bona me emirê xwe kire qurban, lê niha jî ew gelek tişt bona me dike (Romayî 6:10). Gelo çi cûreyî? Ew wede û qewata xwe xerc dike, seva ku em ji qurbana wî karê bistînin. Mesele, ew Padşa, Kahînê Mezin û serê civatê ye (1 Korintî 15:25; Efesî 5:23; Îbranî 2:17). Ew cabdar e bona topkirina kesên ku wê ser ezmana bijîn û kesên ku wê ser erdê bijîn. Ev şixul wê bê temamkirinê, pêşiya ku tengasiya mezin xilaz be a (Metta 25:32; Markos 13:27). Usa jî Îsa van rojên xilaziyê bi saya xulamê amin û serwaxt ruhanîda me têr dike (Metta 24:45). Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa wê dîsa bona kara me gelek tişt bike. Belê, Yehowa bi rastî jî Kurê xwe bona me daye!

BERDEWAM KE TIŞTÊN TEZE HÎN BE

13. Tu ça dikarî diha zêde derheqa hezkirina Yehowa û Îsa pêbihesî?

13 Seva ku tu diha zêde derheqa hezkirina Yehowa û Îsa pêbihesî, berdewam ke derheqa vê yekê kûr bifikire. Wedê Bîranînê, diqewime tu dikarî kitêba Metta, Markos, Lûqa û Yûhenna bixûnî, yan jî yek ji wan kitêba. Lê carekêra gelekî nexûne. Hêdî bixûne û lêkolîn ke, ku çira em gerekê Yehowa û Îsa hez bikin. Û çi ku tu pêdihesî, kesên dinra jî bêje.

14. Li gora Zebûr 119:97, lêkolîn ça dikare alî me bike, wekî berdewam kin diha zêde tiştên teze derheqa qurbanê û tiştên din pêbihesin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Hergê tu îda gelek sal Şedê Yehowa yî, diqewime tu bifikirî wekî îda tu tiştên teze tune ye, ku derheqa qurbanê, heqiya Xwedê û hezkirina wî pêbihesî. Lê bi rastî gelek tişt hene, çi ku em dikarin lêkolîn kin. Mesele, tu dikarî edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bixûnî û lêkolîn kî. Gava tu rêzeke usa dixûnî, ya ku rind fem nakî, vê rêzê kûr lêkolîn ke. Paşê nava rojêda ser van tiştên teze kûr bifikire, çi ku tu derheqa Yehowa, Îsa û hezkirina wan pêhesiyayî (Bixûne Zebûr 119:97).

Diqewime îda gelek sal e em Şedên Yehowa ne, lê dîsa jî em dikarin tiştên teze hîn bin, bi saya çi jî razîbûna me hindava qurbana Îsa wê diha zêde be (Binihêre abzasa 14)


15. Çira em gerekê berdewam kin derheqa tiştên teze ji Kitêba Pîroz pêbihesin?

15 Hergê tu timê edebyetên me dixûnî û lêkolîn dikî, lê tiştên teze û hewas pênahesî, dîsa jî xemgîn nebe. Mesele, kesên ku zêr digerin bide ber çevê xwe. Ewana gerekê bi siheta û hela hê gelek roja jî zêr bigerin, heta ku zêrekî biçûk bivînin. Dîsa jî ewana bi xîret dixebitin, çimkî zêr tiştekî gelek qîmet e. Lê qîmeta her tiştên teze, yên ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, diha mezin e! (Zebûr 119:127; Metelok 8:10) Lema jî bi sebir berdewam ke tiştên teze ji Kitêba Pîroz pêbihese (Zebûr 1:2).

16. Em ça dikarin çev bidine Yehowa û Îsa?

16 Gava tu lêkolînê dikî, bifikire wekî tu ça dikarî li gora tiştên ku tu hîn dibî, bijîyî. Mesele, tu dikarî çev bidî heqiya Yehowa û firqiyê nekî orta meriva. Çawa ku Îsa Bavê xwe û kesên din hez dike, tu jî dikarî bona xatirê navê Yehowa alî xûşk-bira bikî, hela hê wî çaxî jî, gava tera hêsa nîne. Û mîna Îsa, tu jî dikarî mizgîniyê bela kî. Bi vî cûreyî mecala wan jî wê hebe ku pêbihesin, wekî Yehowa bona însanetê çi kiriye, û usa jî wê bikaribin baweriya xwe hindava qurbana Îsa bidine kifşê.

17. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

17 Hergê em berdewam kin diha zêde derheqa qurbana Îsa pêbihesin, emê hê zêde Yehowa û Kurê wî hez kin. Hergê em usa bikin, Yehowa û Îsa jî wê hê zêde me hez bikin (Yûhenna 14:21; Aqûb 4:8). Lema jî were em van tişta, çi ku Yehowa dane me, rind bidine xebatê, wekî berdewam kin derheqa qurbana Îsa hê zêde pêbihesin. Gotara dinda emê bivînin, ku em ça dikarin ji qurbanê karê bistînin û bidine kifşê, wekî em bona hezkirina Yehowa razî ne.

KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê

a Topkirina tiştên “li ezmana”, derheqa çi jî Pawlos Efesî 1:10-da got, cude dibe ji topkirina ‘bijartiya’, derheqa kîjana Îsa Metta 24:31 û Markos 13:27-da got. Pawlos besa wî wedeyî kir, gava Yehowa hempadşên Îsa bi saya ruhê pîroz bijartibû. Lê Îsa besa wî wedeyî kir, gava bijartiyên ku hê ser erdê ne, wê wedê tengasiya mezin ser ezmana bêne topkirinê.