Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

KILAMA 132 Em Bûne Yek

Qedirê Jina Xwe Bigire

Qedirê Jina Xwe Bigire

“Mêrno, . . . qedirê wan bigirin” (1 PETRÛS 3:7).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku mêr çawa dikare bi xeberdan û kirên xwe qedirê jina xwe bigire.

1. Gelo Yehowa çira zewac saz kiriye?

 YEHOWA Xwedayê şa ye, û ew dixwaze ku em jî şa bin (1 Tîmotêyo 1:11). Seva ku em ji emirê xwe şabûnê û lezetê bistînin, ewî gelek pêşkêş daye me (Aqûb 1:17). Zewac yek ji van pêşkêşa ye. Gava jin û mêrek hevdu distînin, ewana soz didine hev, ku wê hevdu hez bikin, qedirê hevdu bigirin û hevdu bibine xweyî. Hergê hezkirina orta wanda qewî bimîne, ewana wê gelek bextewar bin (Metelok 5:18).

2. Gelek mêr hindava jinên xweda çawa nin?

2 Sed heyf ku îro gelek jin û mêr sozê ku wana roja zewacê dabûne hev, naynin sêrî, lema jî ewana bextewar nînin. Li gora hesabekê, gelek mêr hindava jinên xweda sert in, wana dixin, pê giliya wana bêhurmet dikin û zordariyê li wan dikin. Hine mêr ber xelqê jina xwera baş in, lê malda lê dizêrînin. Usa jî hine mêr pornografiyê dinihêrin û ji bo vê yekê jinên wan xemgîn dibin û hezkirina mêrê xwe texmîn nakin.

3. Hine mêr çira jinên xwera nebaş in?

3 Hine mêr çira jinên xwera nebaş in? Dibeke bavê wan hindava dayîka wanda sert bû, lema jî ewana difikirin ku ev yek normal e, wekî hindava jina xweda sert bin. Hine mêr ji bo kûltûra xwe difikirin, ku “mêrekî camêr” gerekê sert be û jina xwera bide kifşê, ku kê ye serê malbetê. Hinek jî hîn nebûne hêrsa xwe zeft kin. Û hine mêr jî, pornografiyayê dinihêrin û lema jî nihêrandina wan ser jina û sêksê xirab bûye. Û li gora hine hesaba, wedê pandemiya COVID-19, diha zêde mêr destpêkirine jinên xwe bêhurmet kin. Lê çi jî hebe, mêr gerekê tu car hindava jina xweda sert nîbe.

4. Mêrên ku Şedên Yehowa ne, gerekê çi nekin û çira?

4 Mêrên ku Yehowara xizmet dikin, gerekê fesal bin, wekî nekevine ber bayê nihêrandina xirab hindava jina, ya ku vê dinyayêda belabûyî ye. a Gelo çira? Çimkî nihêrandina kesekî dikare ser kirên kesekî din hukum ke. Lema jî Pawlosê şandî wan xûşk-birara, yên ku Romêda dijîtin, gotibû, wekî “nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (Romayî 12:1, 2). Gava Pawlos Mesîhiyên Romêra dinivîsî, ewana îda gelek sal nava rastiyêda bûn, lê giliyên Pawlos didine kifşê, wekî hine xûşk-bira hê bin hukumê edet û fikirên dinyayêda bûn. Lema jî ewî temî da wan, wekî nihêrandin û kirên xwe biguhêrin. Hemikî ev şîret bona wan mêrên Mesîhî jî hatiye dayînê, yên ku rojên meda dijîn. Sed heyf, ku hinek ji wan dikevine ber bayê vê dinyayê û zordariyê jinên xwe dikin. b Yehowa dixwaze, wekî mêr hindava jina xweda çawa be? Caba vê pirsê rêza serekeda heye, ya ku vê gotarêda hatiye dayînê.

5. Li gora 1 Petrûs 3:7, mêr gerekê hindava jina xweda çawa be?

5 Bixûne 1 Petrûs 3:7. Yehowa temî dide mêra, ku “qedirê” jinên xwe bigirin. Mêrê ku qedirê jina xwe digire, ew hindava wêda sert nîne û lê hez dike. Vê gotarêda emê bivînin, ku mêr gerekê ça qedirê jina xwe bigire. Lê berî pêşin, were em şêwir kin, ku rabûn-rûniştina çi cûreyî qedirê jina dêxe, çi ku mêr gerekê tu cara nekin.

JINA XWE NEÊŞÎNE

6. Yehowa çawa ne hindava mêrên ku zulmiyê jinên xwe dikin? (Kolosî 3:19)

6 Ziyanê nede jina xwe. Yehowa kesên ku zulmiyê dikin, nefret dike (Zebûr 11:5). Ew îlahî mêrên ku zordariyê jinên xwe dikin, înkar dike (Malaxî 2:16; bixûne Kolosî 3:19). Li gora 1 Petrûs 3:7, hergê mêr jina xwera nebaş be, dostiya wî tevî Xwedê wê xirab be. Û Yehowa wê hela hê guh nede duayên wî jî.

7. Li gora Efesî 4:31, 32, mêr gerekê tevî jina xwe ça xeber nede? (Usa jî binihêre “Xebera Şirovekirî”.)

7 Tevî jina xwe sert xeber nede. Hine mêr bi hêrs û sert tevî jinên xwe xeber didin. Lê Yehowa xeberdana bi “hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî” c nefret dike (Bixûne Efesî 4:31, 32). Yehowa her tiştî dibihê. Bona wî ferz e, ku mêr malda tevî jina xwe ça xeber dide. Hergê mêr tevî jina xwe hêrs xeber de, ewê zirarê bide him zewaca xwe him jî dostiya xwe tevî Yehowa (Aqûb 1:26).

8. Nihêrandina Yehowa ser pornografiyayê çi cûreyî ye û çira?

8 Pornografiyayê nenihêre. Yehowa pornografiyayê nefret dike. Lema jî mêrê ku tiştên xirab dinihêre, him zirarê dide dostiya xwe tevî Yehowa him jî qedirê jina xwe nagire. d Yehowa dixwaze, ku mêr ne tenê pê kirên xwe, lê pê fikirên xwe jî jina xwera amin bimîne. Îsa got, wekî kesê ku pê çevê xirab jineke din dinihêre, ewî “îda dilê xweda tevî wê qavî kiriye” e (Metta 5:28, 29).

9. Yehowa çi nefret dike û çira?

9 Wedê heleqetiya sêksûalî jina xwe bêhurmet neke. Hine mêr zorê jina xwe dikin, wekî wedê heleqetiya sêksûalî ew tiştên usa bike, çi ku ew naxwaze bike, yan jî îsafa wê lê diçerçirîne. Yehowa tiştên usa nefret dike. Ew dixwaze ku mêr jina xwe hez bike, lê bibe xweyî û qedirê hestên wê bigire (Efesî 5:28, 29). Hergê birak zordariyê jina xwe dike, yan pornografiyayê dinihêre, ew ça dikare nihêrandin û kirên xwe biguhêze?

TERKA TIŞTÊN XIRAB BIDE

10. Mêr ça dikarin ji mesela Îsa karê bistînin?

10 Mêr ça dikare terka zulim û zordariyê bide? Mesele, ew dikare xîret bike ku çev bide Îsa. Îsa azep bû, lê ev yek ku ew hindava şagirtên xweda çawa bû nîşan dike, ku mêr gerekê hindava jina xweda çawa be (Efesî 5:25). Were em dîna xwe bidinê, ku Îsa hindava şandiyên xweda çawa bû û ça tevî wan xeber dida.

11. Îsa hindava şandiyên xweda çawa bû?

11 Îsa timê hindava şandiyên xweda rem bû û qedirê wan digirt. Ew hindava wanda tu cara sert nîbû. Rast e Îsa ji wan qewattir bû, lê ewî tu cara qewata xwe nedida xebatê, wekî ewana xwe himberî wî sist hesab kin yan jî wî bitirsin. Dewsê ewî bi milûktî wanra xizmet dikir (Yûhenna 13:12-17). Îsa şandiyên xwera usa got: “Ji min hîn bin, çimkî ez yekî şkestî û milûk im, û hûnê xwera rihetiyê bivînin” (Metta 11:28-30). Îsa merivekî dilrem bû. Merivê dilrem ne ku sist e, lê qewî ye, çimkî ew dikare xwe kontrol ke. Gava kesekî din hêrsa wî radike, ew rihet dimîne û êmosiyên xwe kontrol dike.

12. Îsa ça tevî meriva xeber dida?

12 Îsa dilê kesên din bi giliyên xwe rihet û qewî dikir. Ewî şagirtên xwera sert xeber nedida (Lûqa 8:47, 48). Gava dijmina wî rezîl dikirin, ewî wana “rezîl nedikir” (1 Petrûs 2:21-23). Carna dewsa ku sert caba wan bide, Îsa qe xeber nedida (Metta 27:12-14). Îsa bona mêra meseleke çiqas baş e!

13. Li gora Metta 19:4-6, çi tê hesabê ku mêr gerekê “tevî jina xwe bijî”? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Îsa gote mêra, wekî jinên xwera amin bin. Ewî giliyên Bavê xwe wekiland, yê ku gotibû wekî mêr gerekê “tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek” (Bixûne Metta 19:4-6). Xebera Yûnanî “tevî jina xwe bijî” tê hesabê “xwe qewî li hev bigirin”, dêmek heleqetiya orta jin û mêrda gerekê usa qewî be, ku tê bêjî wana qewî xwe li hev girtiye. Hergê heleqetiya wan xirab dibe, herdu jî zirarê distînin. Lê mêr gerekê çi bike, wekî heleqetiya qewî tevî jina xwe xwey ke? Ew gerekê hemû cûre pornografiyayê înkar ke û derbêra çevê xwe ji hemû “boş-betalîyê” dûr xe (Zebûr 119:37). Mîna Îbo ew tevî çevê xwe peymanê girêdide, wekî pê çevê xirab jinên din nenihêre (Îbo 31:1).

Mêrê amin înkar dike ku pornografiyê binihêre (Binihêre abzasa 13) g


14. Mêrê ku ziyanê dide jina xwe, gerekê kîjan gava bavêje, seva ku dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa û tevî jina xwe baş ke?

14 Mêrê ku bi gilî yan kirên xwe dilê jina xwe dêşîne, gerekê hine gavên ferz bavêje, wekî dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa û tevî jina xwe baş ke. Ya pêşin, ew gerekê fem ke, ku problêmeke wîye mezin heye. Yehowa her kirên wî divîne û her giliyên wî dibihê (Zebûr 44:21; Waîz 12:14; Îbranî 4:13). Ya duda, ew gerekê ziyanê nede jina xwe û ser xwe bixebite, wekî bê guhastinê (Metelok 28:13). Ya sisiya, ew gerekê baxşandinê ji jina xwe û ji Yehowa bixwaze (Karên Şandiya 3:19). Usa jî ew gerekê ji Yehowa lava ke, ku xwestina wî pêşda bê, wekî ew bikaribe fikir, xeberdan û kirên xwe kontrol ke (Zebûr 51:10-12; 2 Korintî 10:5; Fîlîpî 2:13). Ya çara, ew gerekê li gora duayên xwe gava bavêje, wekî bikaribe hemû xeberdan û kirên xirab nefret ke (Zebûr 97:10). Ya pênca, ew gerekê here cem rûspiya û alîkariyê ji wan bixwaze (Aqûb 5:14-16). Ya şeşa, ew gerekê xwera nêt dayne, wekî îda van tiştên xirab neke. Usa jî mêrê ku pornografiyayê dinihêre, gerekê van şeş gava bavêje, û Yehowa wê alî wî bike, wekî xwe rast ke (Zebûr 37:5). Lê bes nîne wekî mêr tenê xwe ji gilî û kirên xirab dûr bigire. Ew gerekê hîn be qedirê jina xwe bigire. Lê gelo ew ça dikare vê yekê bike?

TU ÇA DIKARÎ QEDIRÊ JINA XWE BIGIRÎ?

15. Mêr ça dikare bide kifşê, wekî ew jina xwe hez dike?

15 Jina xwera bide kifşê, wekî tu lê hez dikî. Hine bira xwera kirine xeyset, wekî her roj jinên xwera bidine kifşê, ku çiqas wan hez dikin, û bi saya vê yekê malbeta wan bextewar e (1 Yûhenna 3:18). Mêr dikare pê tiştên biçûk jî bide kifşê, wekî ew jina xwe hez dike. Mesele, ew dikare destê wê bigire, yan jî lê hemêz ke. Yan jî ew dikare sms jêra bişîne û jêra bêje “Emirê min, min bîra te kiriye” yan jî “Roja te çawa derbaz dibe?”. Carna seva ku hezkirina xwe nîşan ke, ew dikare pêşkêşeke biçûk, yan jî kulîrka jêra bîne. Bi vî cûreyî mêr dide kifşê, wekî ew qedirê jina xwe digire û dixwaze zewaca xwe diha bextewar ke.

16. Çira mêr gerekê payê jina xwe bide?

16 Jina xwera bêje, wekî tu lê qîmet dikî. Mêrê ku qedirê jina xwe digire, nîşanî wê dike, ku ew seva çi lê qîmet dike. Mesele, çaxê jina wî tiştekîda piştgiriya wî dike, ew razîbûna xwe jêra dide kifşê (Kolosî 3:15). Gava mêr ji dil payê jina xwe dide, ew dilê wê şa dike û nîşanî wê dike, ku lê hez dike û qedirê wê digire (Metelok 31:28).

17. Mêr çawa dikare qedirê jina xwe bigire?

17 Hindava jina xweda heyf û bi qedir be. Mêrê ku jina xwe hez dike, bi dil lê qîmet dike û ça pêşkêşa ji Yehowa hesab dike (Metelok 18:22; 31:10). Belê, ew timê jêra heyf e û qedirê wê digire. Mesele, wedê heleqetiya sêksûalî, mêr gerekê zorê jina xwe neke wekî ew tiştên usa bike, çi ku ew naxwaze bike, tiştên ku wê nimiz dike yan tiştên ku îsafa wê diçerçirî ne. f Hemikî îsafa mêr jî gerekê ber Yehowa temiz bimîne (Karên Şandiya 24:16).

18. Mêr gerekê çi nêtê bidine pêşiya xwe? (Usa jî binihêre çargoşe “ Çar Gavên Ferz bona Mêra”.)

18 Mêrno, bawer bin ku Yehowa xîreta we divîne û dişêkirîne, gava hûn her aliyava qedirê jina xwe digirin. Jina xwe neêşînin, lê hindava wêda rem, dilgerm û bi qedir bin. Usa hûnê bidine kifşê, ku hûn jina xwe hez dikin û lê qîmet dikin. Usa jî hûnê heleqetiya xweye lape ferz unda nekin, dêmek heleqetiya xwe tevî Yehowa (Zebûr 25:14).

KILAMA 131 “Ewên ku Xwedê Kirine Yek”

a Malxê malê wê karê bistîne ji gotara bi navê “Tu Mîna Yehowa Kulfeta Qîmet Dikî?” ji Birca Qerewiliyê, Çile 2024.

b Hergê tu ji aliyê hevalzewacê xwe rastî zorbetiyê têyî, tuyê karê bistînî ji gotara bi navê “Alîkarî bona Merivên ku Malda Rastî Zorbetiyê Tên”, ya ku rêza gotarada heye, bi navê “Têmên Din”, ser malpera jw.org û ser JW Library®.

c XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Vê rêzêda “kifirî-zifirî” tê hesabê xeberdana ku meriv bêhurmet dike û qedirê wî dêxe. Ev usa jî tê hesabê hemû giliyên nebaş, ku mêr dide xebatê wekî jina xwe nimiz ke.

d Ser jw.org û ser JW Library binihêre gotara bi navê “Pornografiya bona Zewacê Xof e”.

e Ev jin, mêrê kîjana pornografiyayê dinihêrin, dikarin karê bistînin ji gotara bi navê “Çaxê Hevalzewacê Te Pornografiyayê Dinihêre” ji Birca Qerewiliyê, Tebax 2023.

f Kitêba Pîroz raste-rast nabêje, ku wedê heleqetiya sêksûalî, jin-mêr gerekê çi bikin û çi na. Ewana gerekê bi safîkirina xwe qedirê Yehowa bigirin, dilê hevdu şa kin û îsafa xwe temiz xwey kin. Jin-mêr gerekê kesên dinra derheqa heleqetiya xweye sêksûalî gilî nekin.

g ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Hevalxebatçiyên birakî dixwazin, ku ew jûrnaleke pornografî binihêre.