Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

KILAMA 35 Kîjan Here Qenc e Em Wê Bijbêrin

Safîkirinên usa Bike, yên ku Yehowa Xweş Tên

Safîkirinên usa Bike, yên ku Yehowa Xweş Tên

“Serê serwaxtîyê xofa Xudan e, Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye” (METELOK 9:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin bi saya zanebûnê, femdariyê û serwaxtiyê safîkirinên bîlan bikin.

1. Her roj lazim e ku em çi bikin?

 HER ROJ lazim e ku em safîkirina bikin. Hine safîkirin hêsa ne. Mesele, em gerekê safî kin ku emê çi xwarinê çêkin û çiçax herin razên. Lê hine safîkirin jî hêsa nînin, û dikarin ser sihet-qewata me, şabûna me, merivên meye hezkirî û hebandina me, hukum kin. Em dixwazin wekî safîkirinên me karê ça mera usa jî malbeta mera bînin. Û ya lape ferz, em dixwazin ku safîkirinên me Yehowa xweş bên (Romayî 12:1, 2).

2. Çi dikare alî me bike, ku bi bîlanî safîkirina bikin?

2 Seva ku em safîkirinên baş bikin, em gerekê (1) înformasiyayê derheqa vê yekê bistînin, (2) têderxin ku nihêrandina Yehowa çi ye û (3) rind bifikirin, ku kîjan mêtodê bidine xebatê. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine van gava û bivînin ku em ça dikarin bibine merivne gihîştî (Metelok 2:11).

ÎNFORMASIYAYÊ BISTÎNIN

3. Bi saya meselekê zelal ke, ku çira ferz e wekî em înformasiyayê bistînin pêşiya ku tiştekî safî kin.

3 Seva ku em safîkirinên baş bikin, berî pêşin em gerekê înformasiyayê derheqa vê yekê bistînin. Gelo ev yek çira ferz e? Bide ber çevê xwe ku kesek ji bo nexweşiya xwe diçe bal doxdir. Gelo doxdir, heta ku pirsa nede û pênehese nexweşiya wî çi ye, qe wê derbêra safî ke tiştekî bike? Hemikî na. Mîna vê yekê, seva ku em safîkirinên baş bikin, em gerekê pêşiyê rind bizanibin ku hal çi ye. Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin?

4. Li gora Metelok 18:13, tu ça dikarî zelal fem kî ku filan tiştî bikî yan na? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Seva em zelal fem bikin ku filan tiştî bikin yan na, em dikarin hine tişta pêbihesin. Besa xeberê, kesekî gazî te kiriye ser wedederbazkirinekê. Gelo tuyê herî yan na? Hergê tu wî kesî nas nakî, yê ku gazî te kiriye, yan jî nizanî ku ev wedederbazkirin wê çi cûreyî derbaz be, tu gerekê hine pirsa bidî wî kesî. Mesele: “Ew yek wê kengê û kîderê bê derbazkirinê? Çiqas merî wê bên? Kê wê bona organîzekirinê cabdar be? Kê wê bên? Çi wê bê kirinê? Gelo îçke wê hebe yan na?” Cabên van pirsa wê alî te bikin, ku tu safîkirineke rast bikî (Bixûne Metelok 18:13).

Bi saya pirsa înformasiyayê bistîne (Binihêre abzasa 4) a


5. Paşî ku te înformasiya stand, gerekê tu çi bikî?

5 Paşê tu çi pêhesiyayî, ser vê yekê bifikire. Mesele, hergê tu pêhesiyayî, wekî merivên ku qedirê prînsîpên Kitêba Pîroz nagirin wê bêne wêderê, yan jî hergê îçke wê hebe, lê tu kes wê kontrol neke çiqas wê bê vexwarinê, tuyê çi bikî? Tu têderdixî telika ku wêderê dikare hebe? (1 Petrûs 4:3) Yan jî, hergê siheta wedederbazkirinê dikeve siheta civatê yan siheta xizmetiyê, tuyê çi bikî? Înformasiyên usa dikarin alî te bikin, wekî safîkirinên baş bikî. Lê tiştekî din jî heye, ku tu gerekê hildî hesab: Tu nihêrandina xwe derheqa vê derecê îda zanî, lê gelo Yehowa ser vê yekê ça dinihêre? (Metelok 2:6)

NIHÊRANDINA YEHOWA HILDE HESAB

6. Li gora Aqûb 1:5, em çira gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin?

6 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî tu nihêrandina wî fem bikî. Yehowa soz daye ku ewê “bi merdanî” bîlaniyê bide me, wekî em têderxin hela safîkirineke me wê wî xweş bê yan na (Bixûne Aqûb 1:5).

7. Tu ça dikarî têderxî, ku nihêrandina Yehowa çi ye? Meselê bîne.

7 Gava te dua kir wekî Yehowa rêberiya te bike, rind dîna xwe bide caba wî. Vê meselê bide ber çevê xwe: Te riya xwe unda kiriye û ji kesekî alîkariyê dixwazî. Qe tuyê ji wêderê biçûyayî, pêşiya ku ew cabê bide? Hemikî na. Teyê rind guh bida rêberiya wî. Mîna vê yekê, paşî ku te dua kir wekî Yehowa bîlaniyê bide te, têderxe ku kîjan qanûn û prînsîpên ji Kitêba Pîroz dereca teva girêdayî ne. Bi vî cûreyî, tuyê caba wî bistînî. Mesele, gava tu safî dikî ku herî ser wedederbazkirinê yan na, giliyên Kitêba Pîroz hilde hesab derheqa kêfkirina necayîz, hevalên xirab û vê yekê ku em gerekê berî pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê (Metta 6:33; Romayî 13:13; 1 Korintî 15:33).

8. Tu çi dikarî bikî hergê tu dixwazî înformasiyayê bistînî, ya ku tera lazim e? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Dîsa jî dibeke carna tera alîkarî lazim be, wekî filan înformasiyayê bistînî, ya ku tu digerî. Mesele, tu dikarî ji xûşk yan birakî cêribandî hine şîreta bixwazî. Lê tu gerekê xwexa jî lêkolîna bikî, soz mesele bi saya hacetên usa ça Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa û Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike. Lê bîr neke, wekî tu dixwazî safîkirineke usa bikî, ya ku Yehowa xweş tê.

Nihêrandina Yehowa pêbihese (Binihêre abzasa 8) b


9. Em ça dikarin îzbat bin, hela safîkirina me wê Yehowa xweş bê yan na? (Efesî 5:17)

9 Em ça dikarin îzbat bin, ku safîkirina me wê Yehowa xweş bê yan na? Ya pêşin, em gerekê rind wî nas kin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye” (Metelok 9:10). Belê, zanebûna rast em wî çaxî distînin, gava derheqa hunurên Yehowa, nêta wî û tiştên ku ew hez dike yan nefret dike, pêdihesin. Mesele ji xwe bipirse: “Ser hîmê vê yekê, ku ez çiqas Yehowa nas dikim, gelo ez dikarim safîkirina usa bikim, ya ku wê wî xweş bê?” (Bixûne Efesî 5:17).

10. Çira prînsîpên Kitêba Pîroz diha ferz in, ne ku edetên miletê me?

10 Seva ku em dilê Yehowa şa kin, carna dibeke lazim be, wekî em himberî xwestina heval yan merivên xwe derên. Mesele, dibeke hine dê-bav bi nêteke baş bixwazin wekî qîza wan xortekî dewletî bistîne, yan jî yekî usa kê wê qelenekî mezin pêş wêva bide, û ne jî dîna xwe bidinê hela ew yekî ruhanîda gihîştî ye yan na. Ev yek normal e, wekî dê-bav dixwazin ku qîza wan ji aliyê matêrîalîda hewcê tu tiştî nîbe. Lê qîzik gerekê ji xwe bipirse: “Gelo ew xort wê alî min bike, wekî ez heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kim? Gelo Yehowa ça ser vê yekê dinihêre? Cab kitêba Metta 6:33-da hatiye dayînê. Mera tê gotinê, ku em “berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê”. Hemikî em qedirê dê-bavê xwe û merivên li der-dorê xwe digirin, lê dîsa jî bona me ya lape ferz ev e, ku em dilê Yehowa şa kin.

DERHEQA AXIRIYA SAFÎKIRINÊN XWE BIFIKIRE

11. Fîlîpî 1:9, 10 besa kîjan hunurî dike û ev hunur bona te çira ferz e?

11 Paşî vê yekê ku te dît, wekî kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dereca teva girêdayî ne, bifikire ku bi saya kîjan mêtoda tu dikarî ser hîmê van prînsîpa dereca xwe safî kî (Bixûne Fîlîpî 1:9, 10). Serwaxtî dikare alî te bike, wekî têderxî ku safîkirinên te berbi çi dikarin bivin. Hine tişt hêsa ye safî kin, lê hinek jî na. Lê serwaxtî wê alî te bike, wekî tu derecên çetinda jî safîkirinên baş bikî.

12-13. Serwaxtî çawa dikare alî te bike, wekî tu xwera xebateke layîq bijbêrî?

12 Vê meselê bide ber çevê xwe: Seva ku tu ebûra mala xwe bikî, tera xebat lazim e. Du xebat tera dest dikevin, û herdu jî miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nînin. Tu hemû înformasiya derheqa van xebata hildidî hesab û ser difikirî, mesele sihetên xebatê, riya heta xebatê wê çiqas bikişîne û hine tiştên din. Yek ji wan xebata diqewime diha te xweş tê, çimkî heqê xebatê hê zêde ye. Lê hine tiştên din jî hene, yên ku tu gerekê ser wan bifikirî pêşiya ku safî kî kîjan xebatê bijbêrî.

13 Mesele, gelo yek ji wan xebata dikeve siheta civatê? Yan jî wê mecalê nede te, wekî tu ça berê bona hewcên neferên xwe, aliyê êmosiyalî û ruhanîda xem bikî? Bi saya pirsên usa, tu dikarî hê zêde dîna xwe bidî, ne ku perê ku tuyê qazanc kî, lê tiştên herî ferz, dêmek hebandin û hewcên malbeta xwe. Paşê tu dikarî safîkirineke usa bikî, kîjan ku Yehowa wê kerem ke.

14. Serwaxtî û hezkirin çawa dikarin alî me bikin, wekî em kesên din nelikumînin?

14 Xêncî vê yekê, serwaxtî alî me dike ku em pêşda têderxin, wekî safîkirina me ça dikare ser merivên din hukum ke, çimkî em naxwazin kesekî bilikumînin (Fîlîpî 1:10). Mesele, gava em pirsên derheqa kinc û xemilandinê safîkirina dikin, ferz e em vê yekê hildin hesab. Dibeke stîleke kinca yan porçêkirinê me xweş tê. Lê hergê bijartina me wê xûşk-birên me yan kesên din eciz ke, hingê emê çi bikin? Serwaxtî wê alî me bike, ku em hestên wan jî hildin hesab. Hezkirina hindava meriva wê alî me bike, kara wan bigerin û sînorên xwe jî bizanibin (1 Korintî 10:23, 24, 32; 1 Tîmotêyo 2:9, 10). Hingê safîkirina me wê nîşan ke, wekî em meriva hez dikin û qedirê wan digirin.

15. Pêşiya ku em safîkirineke ferz bikin, em gerekê çi bikin?

15 Pêşiya ku tu safîkirina ferz bikî, her tiştî ‘bide ber hesab’ (Lûqa 14:28). Dêmek, bifikire çiqas wext, pere û qewat wê lazim be, wekî vê safîkirina xwe bînî sêrî. Hine derecada, wê lazim be ku tu ji neferên xwe bipirsî, hela ewana wê ça alîkariyê bidine te wekî vê safîkirinê bikî. Çira baş e, wekî tu derheqa van hemû tişta pêşda bifikirî? Çimkî ew yek dikare alî te bike, fem bikî ku dibeke tu gerekê safîkirina xwe hinekî biguhêzî yan jî safîkirineke din bikî. Usa jî hergê tu vê pirsê tevî neferên xwe şêwir kî û nihêrandina wan bibihêyî, ewana wê hê zêde bixwazin piştgiriya safîkirina te bikin (Metelok 15:22).

SAFÎKIRINEKE BAŞ BIKE

16. Seva ku em safîkirineke baş bikin, em dikarin kîjan gava bavêjin? (Usa jî binihêre çargoşe “ Tu Çawa Dikarî Safîkirinên Baş Bikî?”.)

16 Hergê te gavên ku vê gotarêda hatine şêwirkirinê, avîtine, tu îda hazir î safîkirina baş bikî. Te rind fem kiriye, ku derece çi û ça ne, û te dîna xwe daye prînsîpên ku dikarin alî te bikin, wekî safîkirineke usa bikî, ya ku wê Yehowa xweş bê. Niha tu dikarî ji Yehowa alîkariyê bixwazî, ku safîkirina xwe bînî sêrî.

17. Em ça dikarin safîkirinên baş bikin?

17 Hergê te berê gelek safîkirinên baş kiriye, dîsa jî bîr neke, wekî seva tu safîkirinên baş bikî, tu gerekê xwe bispêrî, ne ku aqil û cêribandina xwe, lê bîlaniya ji Yehowa. Tenê ew dikare zanebûn, femkarî û serwaxtiyê bide te. Ev hunur bîlaniyêva girêdayî ne (Metelok 2:1-5). Yehowa dikare alî te bike, wekî tu safîkirinên baş bikî, yên ku wî xweş tên (Zebûr 23:2, 3).

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Çend xûşk-birên cahil têlên xweda teglîfa wedederbazkirinekê dinihêrin û derheqa vê yekê xeber didin.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak, pêşiya ku safî ke here ser vê wedederbazkirinê yan na, derheqa vê yekê lêkolînê dike.