Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38

KILAMA 25 Hebûna Bijartî

Em ji Metelokên Îsa Çi Hîn Dibin?

Em ji Metelokên Îsa Çi Hîn Dibin?

“Yek wê bê hildanê û yê din wê bê hîştinê” (METTA 24:40).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine sê metelokên Îsa û bivînin ku ew çawa vî wedeyîva girêdayî ne, gava dîwana vê dinya xirab bê kirinê.

1. Demeke nêzîkda wê çi biqewime?

 EM BI RASTÎ jî rojên mexsûsda dijîn! Demeke nêzîkda, Îsa wê dîwana her kesê ku ser erdê dijîn, bike. Lê seva ku mera bide kifşê ku ev roj nêzîk e, Îsa şagirtên xwera got, ku “nîşana” hazirbûna wî û “rojên xilaziyêye vê dinyayê” wê çi be (Metta 24:3). Ev pêxembertiya Îsa kitêba Metta serê 24 û 25-da, kitêba Markos serê 13, û kitêba Lûqa 21-da hatiye nivîsarê.

2. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi û ev yek wê ça alî me bike?

2 Îsa bi saya sê meteloka alî me dike, wekî xwe bona wê rojê hazir kin. Meteloka mî û bizina, ya qîzên serwaxt û qîzên bêfem û ya telanta. Ev her sê metelok jî nîşanî me dikin, wekî meriv wê ça ser hîmê kirên xwe bêne dîwankirinê. Gava em dîna xwe bidine van mesela, were em bifikirin ku em çi dersa dikarin hîn bin. Pêşiyê emê meteloka mî û bizina şêwir kin.

METELOKA DERHEQA MÎ Û BIZINA

3. Îsa wê kengê dîwana meriva bike?

3 Vê meteloka derheqa mî û bizinada, Îsa got ku ewê ser hîmê kirên meriva dîwana wan bike, dêmek ser hîmê wê yekê ku ewana wê çi cûreyî mizgîniyê û kesên bi ruh kifşkirî qebûl kin (Metta 25:31-46). Îsa wê wedê “tengasiya mezin” dîwana wan bike, dêmek pêşiya Harmegedonê (Metta 24:21). Çawa ku şivan miya ji bizina vediqetîne, Îsa jî wê kesên ku bi aminî piştgiriya peyçûyên wîyî bi ruh kifşkirî dikin, ji kesên neamin veqetîne.

4. Li gora Îşaya 11:3, 4, çira em dikarin bawer bin, ku Îsa wê bi heqî dîwana meriva bike? (Usa jî binihêre şikilê ser .)

4 Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê ku Îsa Mesîh, yê ku ji aliyê Yehowada ça hakim hatiye kifşkirinê, wê dîwana heq bike (Bixûne Îşaya 11:3, 4). Ew rind dîna xwe dide nihêrandin, gilî û kirên meriva û divîne ku ewana hindava birên wîye bi ruh kifşkirî û şixulên wanda çi cûreyî ne (Metta 12:36, 37; 25:40). Îsa wê bizanibe ku kê piştgiriya birên wîyî bi ruh kifşkirî û şixulên wan kiriye. a Mesele, kesên ku têne hesabê mî, şixulê belakirina mizgîniyêda alîkarî didane birên wîyî bi ruh kifşkirî. Merivên usa wê bêne hesabê “yên rast” û wê ser erdê “jîyîna heta-hetayê bistînin” (Metta 25:46; Eyantî 7:16, 17). Belê, kesên amin wê xelateke gelek qîmet bistînin! Hergê ewana wedê tengasiya mezin û paşê jî amin bimînin, navê wan wê “kitêba jiyînêda” bimîne (Eyantî 20:15).

Demeke nêzîkda, Îsa Mesîh wê dîwana meriva bike û safî ke ewana mî ne yan bizin in (Binihêre abzasa 4)


5. Em ji meteloka mî û bizina çi dersê dikarin hîn bin, û dîsa kê ji vê metelokê dikare karê bistîne?

5 Amin bimînin. Meteloka Îsaye derheqa mî û bizina berî pêşin derheqa wan meriva ye, gumana kîjana heye heta-hetayê ser erdê bijîn. Xêncî vê yekê ku ewana şixulê belakirina mizgîniyêda kar dikin, ewana usa jî bi aminî rêberiya xulamê amin û serwaxt qebûl dikin, kîjan ku Îsa bijartiye (Metta 24:45). Lê giliyên ji vê metelokê bona kesên ku wê herine ezmana jî ferz e. Gelo çira? Çimkî Îsa dîna xwe dide nihêrandin, rabûn-rûniştin û xeberdana wan jî. Ewana jî gerekê amin bimînin. Îsa du metelokên din jî anî, pê kîjana ewî kesên bi ruh kifşkirî hine tişt hîn kirin. Ev metelok kitêba Metta serê 25-da hatiye nivîsarê. Niha em dîna xwe bidine meteloka qîzên serwaxt û bêfem.

METELOKA DERHEQA QÎZÊN SERWAXT Û BÊFEM

6. Pênc qîzika ça dane kifşê wekî ewana serwaxt in? (Metta 25:6-10)

6 Meteloka derheqa qîzên serwaxt û bêfemda, Îsa besa 10 qîza kir, yên ku çûne pêşiya zevakî (Metta 25:1-4). Wana dixwest tevî zeva herine dewatê. Ji van qîza, pênc “serwaxt” bûn û pênc “bêfem” bûn. Qîzên serwaxt hazir û hişyar bûn. Ewana hazir bûn ku çiqas lazim be hîviya wî bin, hela hê heta nîvê şevê jî. Lema jî wana qendîlên xwe tevî xwe anîn, wekî şev bona wan ronayî hebe. Usa jî, wana diha zêde rûn tevî xwe anîn, wekî hergê zeva derengî keve, ewana teriyêda nemînin (Bixûne Metta 25:6-10). Gava zeva hat, qîzên serwaxt tevî wî çûne dewatê. Mesîhiyên bi ruh kifşkirî jî, yên ku heta hatina Mesîh amin û hişyar bimînin, wê bikaribin tevî Zevê, dêmek Mesîh, bikevine Padşatiya wîye ezmanî b (Eyantî 7:1-3). Lê halê pênc qîzên bêfem ça bû?

7. Çi hate serê pênc qîzên bêfem û çira?

7 Gava zeva hat, pênc qîzên bêfem hazir nîbûn ku tevî wî herine dewatê. Rûnê wan hindik bû, û qendîlên wan îda ditemirîn. Lema jî, gava wana bihîst ku zeva îda tê, ewana mecbûr bûn herin û xwera rûn bikirin. Çaxê zeva hat, qîzên bêfem hê venegeriyabûn. Hingê “qîzên ku hazir bûn, tevî wî ketine ciyê dewatê û derî hate dadanê” (Metta 25:10). Paşê, gava qîzên bêfem vegeriyan, wana jî xwest bikevin ciyê dewatê, lê zeva wanra got: “Ez we nas nakim” (Metta 25:11, 12). Sed heyf, ku ew qîzik hazir nîbûn, wekî heta xilaziyê hîviya zevê bûna. Gelo ji vê meselê kesên bi ruh kifşkirî çi dersê dikarin bistînin?

8-9. Kesên bi ruh kifşkirî dikarin ji mesela deh qîza çi hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Hazir bin. Bi vê metelokê Îsa nedixwest bigota, ku du komên bi ruh kifşkirî wê hebin, komek wê hazir be heta xilaziya vê dinya xirab hîviyê be û ya din jî wê hazir nîbe. Îsa dixwest zelal kira, ku hergê kesên bi ruh kifşkirî heta xilaziyê bi aminî sebir nekin, ewana wê xelata xwe nestînin (Yûhenna 14:3, 4). Belê, ev yek gelek ferz e! Firqî tune gumana me heye heta-hetayê ser erdê bijîn yan ser ezmana, em gerekê ji mesela derheqa deh qîza dersê hîn bin. Em gerekê hazir û hişyar bin û heta xilaziyê sebir kin (Metta 24:13).

9 Paşî meteloka derheqa qîza, ku nîşanî me dike wekî em gerekê hazir û hişyar bin, Îsa meteloka derheqa telanta anî. Ev mesele nîşanî me dike, ku em gerekê xîret bin.

Şîreta derheqa deh qîza bona me hemûya gelek ferz e û em gerekê heta xilaziyê hazir û hişyar bimînin (Binihêre abzasa 8-9)


METELOKA DERHEQA TELANTA

10. Du xulamên amin çi kirin? (Metta 25:19-23)

10 Meteloka derheqa telantada, Îsa besa sê xulama kir, du xulam axayê xwera amin bûn, lê xulamek jêra amin nîbû (Metta 25:14-18). Du xulamên amin bi dil û can xebitîn, wekî perê axayê xwe zêde kin. Pêşiya ku axayê wan biçûya welatekî din, ewî çend telant tesmîlî wan kir. Du xulam xîret û amin bûn û perên ku wanra hatibûne dayînê, bi bîlanî dane xebatê. Gava axa vegeriya, ewî perên ku tesmîlî wan kiribû, du car zêdetir stand. Axa payê wan da û her yekêra got “tevî axayê xwe şa be” (Bixûne Metta 25:19-23). Lê gelo xulamê sisiya, ev perê ku tesmîlî wî kiribûn, ça kir?

11. Çi hate serê xulamê “tembel”, û çira?

11 Xulamê sisiya, yê ku telantek standibû, yekî “tembel” bû. Axayê wî dixwest, wekî ew vî telantî bi bîlanî bide xebatê, lê dewsê ew çû û telant erdêda çel kir. Gava axa vegeriya, ewî tenê telantek jêra vegerand. Serda jî, dewsa ku ji axayê xwe baxşandinê bixwesta, çimkî ewî pere nekiribû nava şixul û zêde nekiribû, ewî axayê xwe neheq kir û jêra got, ku ew merivekî sert e. Lema jî axa ser wî hêrs ket, telant ji wî stand û got ku lê bavêjine derva (Metta 25:24, 26-30).

12. Rojên meda du xulamên amin kê têne hesabê?

12 Du xulamên amin têne hesabê Mesîhiyên amin, yên bi ruh kifşkirî. Axa, dêmek Îsa Mesîh, wanra dibêje ku “tevî axayê xwe şa” bin. Ewana bi saya rabûna miriyaye pêşin, xelata xweye ezmanî distînin (Metta 25:21, 23; Eyantî 20:5b). Ji aliyê dinva jî, kesên bi ruh kifşkirî gerekê ji mesela xulamê tembel dersê hîn bin. Gelo çi cûreyî?

13-14. Kesên kifşkirî ji mesela derheqa telanta çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Xîret bin. Îsa bi van herdu metelokên derheqa deh qîza û telanta nedixwest bigota ku hine kesên bi ruh kifşkirî wê tembel bin. Bi rastî ewî dixwest bigota, ku hergê kesên kifşkirî xîreta xwe unda kin, ewana wê nikaribin hêjayî xelata xwe bin û bikevine Padşatiya ezmanî (2 Petrûs 1:10).

14 Ji metelokên Îsaye derheqa deh qîza û telanta tê kifşê, wekî hemû kesên kifşkirî gerekê hazir, xîret û hişyar bin. Lê gelo Îsa dîsa besa hine tişta kir, çi ku wê bona kesên kifşkirî bibûya ders? Belê, Metta 24:40, 41-da Îsa hine tiştên ferz gotin, yên ku dîwankirina xilaziyê, ya kesên kifşkirîva girêdayî ye.

Îsa dixwaze wekî kesên bi ruh kifşkirî heta xilaziyê xîret bin (Binihêre abzasa 13-14) d


KÊ WÊ BÊNE HILDANÊ?

15-16. Çawa Metta 24:40, 41 nîşan dike, wekî kesên kifşkirî gerekê hişyar bimînin?

15 Pêşiya ku Îsa besa van sê meteloka bikira, ewî derheqa dîwankirina paşin ya kesên bi ruh kifşkirî kir. Ewî besa du mêrên ku nav zeviyêda dixebitin û du jinên ku genim dihêrin, kir. Ewana şixulekîva mijûl dibûn, lê Îsa got, ku “yek wê bê hildanê û ya din wê bê hîştinê” (Bixûne Metta 24:40, 41). Paşê, ewî şagirtên xwera got: “Hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudan wê kîjan rojê bê” (Metta 24:42). Îsa ev yek paşî mesela derheqa deh qîza jî got (Metta 25:13). Gelo ev giliyên wî hevva girêdayî bûn? Belê, usa tê kifşê. Tenê kesên amin û rast, yên bi ruh kifşkirî wê bêne “hildanê”, dêmek Îsa wê wana bona Padşatiya ezmanî qebûl ke (Yûhenna 14:3).

16 Hişyar bimînin. Kesên bi ruh kifşkirî, yên ku hişyar namînin, wê neyne qebûlkirinê (Metta 24:31). Hemikî lazim e, ku hemû xizmetkarên Xwedê, dêmek ne tenê kesên ku hîviya jîyîna ser ezmana ne, hişyar û amin bimînin.

17. Çira em ecêbmayî namînin, ku Yehowa kengê meriva bi ruhê pîroz kifş dike?

17 Em Yehowa Xwedê rind nas dikin û îtbariya xwe safîkirinên wî tînin, lema jî em ecêbmayî namînin, wekî Ewî safî kiriye rojên meda jî hine meriva bi ruh kifş ke. c Hela bîne bîra xwe, ku meteloka derheqa rezda, Îsa derheqa xebatçiya çi got (Metta 20:1-16). Kesên ku dereng destpêkirin rezda bixebitin û kesên ku zû destpêkiribûn, mîna hev heq standin. Mîna vê yekê, firqî tune kesên kifşkirî kengê têne bijartinê, tenê hingê ewana wê xelata xweye ezmanî bistînin, hergê amin bimînin.

DERSA HÎN BIN

18-19. Vê gotarêda me çi ders xwera stand?

18 Vê gotarêda em pêhesiyan, wekî bona kesên ku gumana wan jîyîna herheyî ser erdê ye, meteloka mî û bizina nîşan dike, ku ewana gerekê him niha him jî tengasiya mezinda Yehowara amin bimînin. Wî çaxî, Îsa wê bi heqî dîwana kesên amin bike, û ewana “wê jîyîna heta-hetayê bistînin” (Metta 25:46).

19 Usa jî me dîna xwe da du meteloka, ku îlahî bona kesên bi ruh kifşkirî kêrhatî ne. Meteloka Îsada derheqa deh qîzên serwaxt û bêfem, pênc qîzik serwaxt bûn. Ewana hazir û hişyar bûn, heta zeva hat. Lê qîzên bêfem hazir nîbûn. Lema jî zeva îzin neda, ku ewana bikevine ciyê dewatê. Gelek ferz e ku em jî bi sebir hîviyê bin, heta ku Îsa vê dinya xirab qir ke. Xêncî vê yekê, meteloka Îsada derheqa telanta, me dîna xwe da du xulamên amin, yên ku xîret û xebathez bûn. Ewana bona axayê xwe bi xîret xebitîn, û axa ji wan razî bû. Lê xulamê tembel hate înkarkirinê. Ji vê yekê hîn dibin, ku em gerekê heta xilaziyê Yehowara xizmet kin. Usa jî me dît, wekî kesên bi ruh kifşkirî gerekê hişyar bimînin, wekî Îsa wana qebûl ke û xelata ezmanî bide wan. Paşî şerê Harmegedonê, ewana wê bi sîmbolîk bibine bûka Berx, dêmek Îsa Mesîh (2 Têsalonîkî 2:1; Eyantî 19:9).

20. Merivên ku guh didine dersên ji metelokên Îsa, wê çi xelatê bistînin?

20 Çiqas diçe, haqas ev roj nêzîk dibe ku Îsa wê dîwana meriva bike, lê em gerekê netirsin. Hergê em amin bimînin, Bavê meyî dilovan wê “zorayiya qewatê” bide me, wekî em bikaribin “ber Kurê însên bisekinin” (2 Korintî 4:7; Lûqa 21:36). Firqî tune gumana me jîyîna heta-hetayê ser erdê ye, yan ser ezmana ye, em gerekê guh bidine dersên ji metelokên Îsa, wekî Yehowa ji me razî be. Bi saya kerema Yehowa, navê me wê kitêba jîyînêda bimîne (Daniyêl 12:1; Eyantî 3:5).

KILAMA 26 We Ew yek bona Min kir

a Binihêre gotara bi navê “Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Gulanê, sala 2024.

b Bona hê zêde înformasiya binihêre gotara bi navê “Gelo Hûnê ‘Hişyar Bimînin?’” ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Adarê, sala 2015.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkeke bi ruh kifşkirî tevî jinikeke cahil hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.