Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

KILAMA 125 Kê Dilrem e, Bextewar e

Merdanî Şabûnê Mera Tîne

Merdanî Şabûnê Mera Tîne

“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (KARÊN ŞANDIYA 20:35).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin, ku çawa merdanî dikare şabûnê mera bîne.

1-2. Em çawa ji dayînê diha zêde şabûnê distînin, ne ku ji standinê?

 YEHOWA em usa efirandine ku em ji dayînê diha zêde şabûnê distînin ne ku ji standinê (Karên Şandiya 20:35). Gelo ev yek tê hesabê ku gava em tiştekî distînin, em şa nabin? Hemikî na. Gava kesek pêşkêşekê dide me, em gelek şa dibin. Lê gava em tiştekî didin kesêkî, em diha şa dibin. Rastî jî bona kara me ye, ku Yehowa em usa efirandine. Gelo çira?

2 Yehowa em usa efirandine ku em xwexa dikarin şabûna xwe diha zêde kin. Ev tê hesabê ku em çiqas destvekirî bin, emê haqas bextewar bin. Çiqas baş e, ku em usa hatine efirandine (Zebûr 139:14).

3. Çira Yehowa tê navkirinê “Xwedêyê xwezilî”?

3 Kitêba Pîroz dibêje wekî kesên destvekirî bextewar in. Lema jî em hêsa dikarin fem kin, ku çira Kitêba Pîrozda Yehowa tê navkirinê ça “Xwedêyê xwezilî”, dêmek bextewar (1 Tîmotêyo 1:11). Yê herî destvekirî ew e. Çawa ku Pawlosê şandî got, “em bi wî dijîn, dimeşin û hene” (Karên Şandiya 17:28). Belê, “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji Yehowa ye (Aqûb 1:17).

4. Çi wê alî me bike şabûna xwe diha zêde kin?

4 Hemikî her kes ji me dixwaze hê zêde şabûnê ji dayînê bistîne, û vê yekêda em dikarin çev bidine merdaniya Yehowa (Efesî 5:1). Vê gotarêda emê şêwir kin, ku em ça dikarin çev bidine wî. Usa jî emê bivînin, ku em çi dikarin bikin hergê hine meriv ji merdaniya me razî nînin. Ev yek wê alî me bike, wekî em şabûna ku ji dayînê tê, him xwey kin him jî diha zêde kin.

ÇEV BIDINE MERDANIYA YEHOWA

5. Yehowa çi cûreyî bona me xem dike?

5 Yehowa çawa merdaniya xwe dide kifşê? Were em dîna xwe bidine çend mesela. Yehowa bona hewcên me xem dike. Diqewime em dewletî nînin, lê şikir Yehowara çi ku bona jîyînê lazim e, bal me heye. Mesele, ew xwarinê, kinc û cî-sitarê dide me (Zebûr 4:8; Metta 6:31-33; 1 Tîmotêyo 6:6-8). Gelo Yehowa van tişta dide me, çimkî ew mecbûr e? Hemikî na! Lê wekî usa ne Yehowa çira bona me xem dike?

6. Ji Metta 6:25, 26 em çi hîn dibin?

6 Bi rastî Yehowa bona me xem dike, çimkî ew me hez dike. Dîna xwe bidinê, ku Îsa Metta 6:25, 26-da çi gotiye (Bixûne). Van rêzada Îsa besa hine efrîna kir. Ewî derheqa çivîka usa got: “Ewana ne diçînin, ne didirûn û ne jî embarada tiştekî top dikin”. Lê dîna xwe bidinê, ku ewî paşê çi got: “Bavê weyî ezmana wana têr dike”. Paşê Îsa got: “Ne hûn ji wan qîmettir in”. Belê, ber çevê Yehowa xizmetkarên wî ji gelek heywana qîmettir in. Hergê Yehowa bona hewcên heywana xem dike, hemikî ewê bona me jî xem bike. Mîna bavekî ku malbeta xwe dibe xweyî, Yehowa jî malbeta xwe hez dike û lê dibe xweyî (Zebûr 145:16; Metta 6:32).

7. Em ça dikarin mîna Yehowa destvekirî bin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Mîna Yehowa Xwedê, em jî dikarin bona kesên din xem kin û alî wan bikin, çimkî em wana hez dikin. Mesele, gelo tu xûşk yan birakî usa nas dikî, yê ku hewcê kinc yan xwarinê ye? Yehowa dikare te bide xebatê, wekî alî wan bike. Wedê çetinda Şedên Yehowa bi merdanî bona hewcên meriva xem dikin. Mesele, wedê pandemiya COVID-19, xûşk-bira xwarin, kinc û tiştên din, wan merivara dişandin, yên ku hewce bûn. Usa jî geleka bona şixulê hemdinyayê pere qurban dikirin. Bi saya van qurbana alîkarî didane xûşk-birên ser temamiya dinyayê, yên ku zirar standibûn. Ev xûşk-birên destvekirî bi rastî jî li gora vê şîretê hereket dikirin: “Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16).

Em gişk dikarin çev bidine merdaniya Yehowa (Binihêre abzasa 7)


8. Em çawa ji qewata ku Yehowa dide me karê distînin? (Fîlîpî 2:13)

8 Yehowa qewatê dide. Yehowa qewata xweye bêsînor bi merdanî dide xizmetkarên xweye amin (Bixûne Fîlîpî 2:13). Gelo te qe dua kiriye, ku Yehowa qewatê bide te, wekî tu tiştên rast bikî yan tengasîke giranda teyax kî? Yan jî dibeke te dua kiriye ku Yehowa qewatê bide te, wekî vê rojê jî teyax kî. Gava te caba duayê xweyî derheqa qewatê, stand, te fem kir ku ev giliyên Pawlosê şandî çiqas rast in: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).

9. Em ça dikarin mîna Yehowa qewata xwe bi merdanî bidine xebatê? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Rast e em merivne nekamil in, dîsa jî em dikarin çev bidine Yehowa û qewata xwe bi merdanî bidine xebatê. Hemikî em nikarin raste-rast qewatê bidine meriva, lê em dikarin qewata xwe bona kara wan xerc kin. Mesele, em dikarin şixulê malêda alî xûşk yan birakî emirda mezin yan jî nexweş, bikin, yan jî bona wan herine dikanê. Û çiqas destê me tê, em dikarin bona temizkirin û xweykirina Oda Civatê alîkariyê bidin. Gava em qewata xwe bi vî cûreyî didine xebatê, em kareke mezin didine xûşk-bira.

Em dikarin qewata xwe bona kara kesên din bidine xebatê (Binihêre abzasa 9)


10. Em ça dikarin bi giliyên xwe meriva qewî kin?

10 Usa jî bîr nekin, ku em dikarin bi giliyên xwe jî meriva bişidînin. Gelo tu kesekî nas dikî, yê ku hewcê pesina yan berdiliyê ye? Hergê erê, tu dikarî rû bi rû, yan pê têlê, yan jî pê sms-ê pesinê wî bidî û ber dilê wîda bêyî. Derecên usada nelazim e ber xwe kevî, ku tuyê çi bêjî. Hema çend giliyên teye ji dil jî dikarin alî kesekî bikin, wekî ew Yehowara amin bimîne, yan jî nihêrandina pozîtîv xwey ke (Metelok 12:25; Efesî 4:29).

11. Yehowa bîlaniya xwe ça dide xebatê?

11 Yehowa bîlaniyê dide. Aqûb usa nivîsîbû: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake” (Aqûb 1:5). Ev rêz nîşan dike, ku Yehowa serwaxtî yan bîlaniya xwe venaşêre, lê bi merdanî dide kesên din jî. Usa jî gava em ji Yehowa bîlaniyê dixwazin, ew me “tu kesî bêqedir nake”, dêmek me nehêja hesab nake. Belê, ew xwexa dibêje wekî em rêberiya wî bigerin (Metelok 2:1-6).

12. Em ça dikarin bîlaniya xwe kesên dinra parevekin?

12 Em jî mîna Yehowa dikarin bîlaniya xwe kesên dinra parevekin (Zebûr 32:8). Gelek mecalên xizmetkarên Yehowa hene, wekî derheqa tiştên ku hîn bûne, bêjin. Mesele, em gelek car alî kesên teze dikin, wekî xizmetiyêda kar bikin. Rûspî bi sebir alî alîkarçiyên civatê û birên dine nixumandî dikin, wekî ewana civatêda cabdariyên xwe bînin sêrî. Usa jî kesên ku şixulê avakirinêda yan xweykirina avayên teşkîletêda cêribandî ne, dikarin kesên din hîn kin, wekî ewana jî vî şixulîda bikaribin kar bikin.

13. Gava em kesên din hîn dikin, em ça dikarin çev bidine Yehowa?

13 Xûşk-birên ku kesên din hîn dikin, gerekê çev bidine Yehowa. Çawa ku me dît, Yehowa bi merdanî bîlaniyê dide me. Lema em jî dixwazin zanebûna xwe bi merdanî tevî kesên din parevekin. Em xwe paş naxin ji vê yekê, ku kesên din hîn kin, çimkî em natirsin ku dibeke paşê ewana ciyê me bigirin. Em usa jî gerekê nebêjin: “Tu kesî ev şixul ez hîn nekirime! Bira ew jî xwexa hîn be”. Nav xizmetkarên Yehowada gerekê fikirên usa pêşda neyên. Em hazir in ne ku tenê zanebûna xwe, “lê emirê xwe jî” bidin bona wan meriva, kîjana ku em hîn dikin (1 Têsalonîkî 2:8). Em bawer in ku wext şûnda ewê jî “bikaribin hinekên din hîn kin” (2 Tîmotêyo 2:1, 2). Hergê em bi merdanî wan tişta çi ku em hîn bûne kesên din hîn kin, him emê bîlan û bextewar bin, him jî ewana.

ÇI BIKIN ÇAXÊ MERIV ŞÊKIRDAR NÎNIN

14. Gelek xûşk-bira çi dikin çaxê em hindava wanda merd in?

14 Gelek xûşk-bira bona merdaniya me şêkirdar in. Dibeke ewana bi saya sms-ê yan jî cûrekî mayîn razîbûna xwe mera bidine kifşê (Kolosî 3:15). Gava meriv ji me razî ne, ev yek gelek dilê me şa dike.

15. Hergê kesek bona merdaniya me şêkirdar nîne, em gerekê çi bînin bîra xwe?

15 Lê dibeke hine kes bona merdaniya me şêkirdar nîbin. Carna çaxê em wede, qewat yan perê xwe bona kesekî xerc dikin, dibeke usa bê kifşê ku qe xema wî jî nîne. Hergê tiştekî usa diqewime, em çi dikarin bikin, wekî dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin? Bînin bîra xwe giliyên ji Karên Şandiya 20:35. Şabûna ku em ji dayînê distînin, şêkirdariya merivava girêdayî nîne. Hergê usa tê kifşê ku meriv razî nîne, dîsa jî em dikarin ji dayînê şabûnê bistînin. Gelo çi cûreyî?

16. Seva ku em şabûna xwe unda nekin, em gerekê çi bîr nekin?

16 Çev bidine merdaniya Yehowa. Yehowa tiştên baş dide her kesî, hela hê kesên bêşêkir jî (Metta 5:43-48). Yehowa soz dide ku hergê em mîna wî destvekirî bin, û “hîviya vegerandinê nîbin . . . xelata [me] wê mezin be” (Lûqa 6:35). Lema jî dilteng nebin gava meriv qenciya we naşêkirînin, û bawer bin ku Yehowa wê we xelat ke, çimkî hûn destvekirî ne û “dil û eşq” didin (Metelok 19:17; 2 Korintî 9:7).

17. Çaxê em qenciyê dikin, nêta meye sereke gerekê çi be? (Lûqa 14:12-14)

17 Mêtodek jî ku çawa em dikarin çev bidine Yehowa ev e, ku prînsîpa ji Lûqa 14:12-14 emirê xweda bidine xebatê (Bixûne). Hemikî nexirab e ku qenciyê yan mêvanheziyê kesekîra bidine kifşê, kîjan ku dikare qenciyê bona me bike. Lê hergê em têderxin ku carna em bi vê nêtê bona kesekî qenciyê dikin, çimkî hîviyê ne ku ewê jî tiştekî bona me bike, diha baş e em li gora şîreta Îsa hereket bikin. Mesele, em dikarin hindava kesên ku mecala wan tune tiştekî bona me bikin, destvekirî bin. Hingê emê şa bin, çimkî em çev didine Yehowa. Û gava paşê jî kesek bona qenciya me şêkirdar nîbe, emê şabûna xwe unda nekin.

18. Em gerekê çi nefikirin û çira?

18 Nefikirin ku nêta meriva xirab e (1 Korintî 13:7). Hergê kesek razîbûna xwe nade kifşê, pirsê bide xwe: “Gelo ew bi rastî yekî bêşêkir e, yan ewî bîr kir razîbûna xwe bide kifşê?” Diqewime meniyên din jî hene, ku çira ewî razîbûna xwe neda kifşê. Hine meriv şêkirdar in, lê nizanin ku çawa razîbûna xwe eyan kin. Diqewime ewana şerm dikin, çimkî îda nikarin mîna berê alî kesên din bikin, û îda xwexa hewcê vê yekê ne. Menî çi bin jî, em gerekê nefikirin ku nêta wan xirab e, çimkî em xûşk-birên xwe hez dikin (Efesî 4:2).

19-20. Gava em bona kesekî qenciyê dikin, çira em gerekê sebir kin? (Binihêre usa jî şikil.)

19 Sebir kin. Silêman Padşa derheqa merdaniyê usa nivîsî: “Nanê xwe bavêje ser avê, çimkî paşî gelek roja tê bivînî” (Waîz 11:1, ÎM). Ça vê rêzêda tê kifşê, dibeke hine meriv şêkirdariya xwe “paşî gelek roja” nîşan kin. Tiştekî usa hatibû serê xûşkeke me.

20 Gelek sal pêşda, jina berpirsiyarekî mihalê xûşkeke teze nixumandîra nemeke bi giliyên dilgermî nivîsî. Lê evê xûşkê weke heyşt sal şûnda, bi nemê caba vê da û got: “Tu nizanî, lê ev nema te gelek sala alî min dikir. Nema te gelek bi dilgermî bû, lê tiştê ku herî zêde gihîşte dilê min, rêz bû. Min ev rêz tu car bir nedikir”. a Evê xûşkê besa hine problêmên xwe kir û got: “Carna, min dixwest ji rastiyê derêm. Lê rêza ku te minra nivîsîbû ser dilê min hukum dikir û alî min dikir, ku ez Yehowara amin bimînim. Nava van heyşt salada, tiştekî din haqas qewî ser min hukum nekiriye”. Hela bide ber çevê xwe ku gava jina berpirsiyarekî mihalê ev neme “paşî gelek roja” stand, ew çiqas şa bû! Mîna vê yekê, hergê me bona kesekî qencî kiriye, dibeke gelek wede derbaz bibe heta ku ew razîbûna xwe mera bide kifşê.

Dibeke gelek wede derbaz be, heta ku kesek razîbûna xwe mera bide kifşê (Binihêre abzasa 20) b


21. Tu çira dixwazî çev bidî merdaniya Yehowa?

21 Çawa em pêhesiyan Yehowa em usa efirandine, ku em ji dayînê diha zêde şabûnê distînin ne ku ji standinê. Gava mecala me heye ku alî xûşk-bira bikin, em şabûnê distînin. Û gava ewana razîbûna xwe mera didine kifşê, ev yek dilê me şa dike. Lê hergê ewana razî nîbin, dîsa jî em dikarin şa bin ku me tiştekî rast kiriye. Tu car bîr neke ku tu çi bidî jî, Yehowa dikare hê zêde bide te (2 Dîrok 25:9). Em tu car nikarin ji Yehowa zêdetir merd bin. Û xelata ku Yehowa dide, xelata here baş e. Lema jî, were em çev bidine merdaniya Bavê xweyî ezmana!

KILAMA 17 “Dixwazim”

a Rêza ku xûşkêra hatibû şandine, 2 Yûhenna 8 bû, kîderêda ku tê gotinê: “Haş ji xwe hebin, wekî hûn keda xwe unda nekin, lê heqê xwe temam bistînin”.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Paşî gelek sala jina berpirsiyarê mihalê caba nema xwe stand, ya ku ewê xûşkekêra nivîsî bû.