Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

Nema ku Alî Me Dike Heta Xilaziyê Amin Bimînin

Nema ku Alî Me Dike Heta Xilaziyê Amin Bimînin

“Em tevî Mesîh bûne xweyîpar, heger tenê em wê baweriyê ji serîda heta xilaziyê qewîn bigirin” (ÎBRANÎ 3:14).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin çawa dersên ku emê ji nema Îbraniyara bistînin, wê alî me bikin heta xilaziya vê dinya xirab amin bimînin.

1-2. (a) Gava Pawlosê şandî neme Îbraniyara nivîsî, halê Cihûstanê çawa bû? (b) Ev nema ji bîna ber Xwedê çira bona wan kêrhatî bû?

 SALÊN paşî mirina Îsa, Mesîhiyên Îbranî, yên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijîtin, rastî gelek tengasiya dihatin. Demeke kin paşî sazkirina civata Mesîhiya, ewana rastî peyketina hatin (Karên Şandiya 8:1). Weke 20 sal şûnda, ewana aliyê matêrîalîda jî rastî çetinaya hatin, diqewime ji bo xelayê, ku wêderê pêşda hat (Karên Şandiya 11:27-30). Lê nêzîkî sala 61 D. M., halê Mesîhiya nexirab bû. Wî çaxî, wana ji Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nemek stand. Giliyên vê nemêda alî wan dikir xwe bona tengasiya hazir kin, yên ku wê rastî wan bihatana.

2 Nema Îbraniyara bi rastî jî wededa bû, çimkî gelek wext derbaz nebû, ku tengasiyên mezin destpêbûn. Şîreta Pawlosê şandî alî wan kir, ku axiriyêda ber çetinaya teyax kin. Wêrankirina Orşelîmê, ya ku Îsa pêxembertî kiribû, çiqas diçû nêzîk dibû (Lûqa 21:20). Hemikî ne Pawlos ne jî şagirtên Îsa, yên ku li Cihûstanê dijîtin, nizanibûn ku Orşelîm wê kengê bê wêrankirinê. Lê êpêce wedê wan hebû wekî bawerî û sebira xwe qewî kin (Îbranî 10:25; 12:1, 2).

3. Nema ku Pawlos Îbraniyara nivîsî, çira bona me jî kêrhatî ye?

3 Îro em hîviya tengasîke usa mezin in, ya ku wê diha giran be, ne ku tengasiya rastî kîjanî Mesîhiyên Îbranî hatin (Metta 24:21; Eyantî 16:14, 16). Lema jî, were em dîna xwe bidine şîretên ku Yehowa dabûne wan, çimkî ev şîret bona me jî kêrhatî ne.

“BÊNE SER HÎNBÛNA GIHÎŞTΔ

4. Mesîhiyên Cihû rastî çi tengasiya dihatin? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Cihûyên ku bûne Mesîhî, emirê xweda guhastinên mezin kirin û ev yek hêsa nîbû. Bajarê Orşelîmê him ciyê textê Padşatiya Xwedê ser erdê bû, him jî ciyê hebandina rast bû. Hemû Cihûyên amin li gora rêberiya serwêrên rêlîgî, guh didane Qanûna Mûsa, û gelek qeyde û qanûnên wan hebûn, mesele bona xwarin, sinetkirin û heleqetiya tevî miletên din. Lê paşî mirina Îsa Mesîh, Yehowa îda qurbanên Cihûya qebûl nedikir (Îbranî 10:1, 4, 10). Halê Cihûyên ku bûne Mesîhî qe hêsa nîbû. Hela hê merivên usa gihîştîra jî ça Petrûsê şandî, çetin bû hînî hine guhastina bin (Karên Şandiya 10:9-14; Galatî 2:11-14). Serda jî, ji bo baweriya wane teze, serwêrên rêlîgî pey wan diketin.

Qirna yekêda, şagirtên Îsa gerekê xwe li rastiyê bigirtana û nihêrandina nerast ya Cihûyên miqabil înkar kirana (Binihêre abzasa 4-5)


5. Çira lazim bû ku Mesîhî fesal bûna?

5 Mesîhiyên Îbranî ji du aliyava rastî peyketina dihatin. Alîkîva serwêrên rêlîgî wana hesab dikirin ça kesên ku ji dînê Cihû derketine. Lê ji aliyê dinva jî, civatêda hineka digotin, ku Mesîhî gerekê berdewam kin Qanûna Mûsa bînin sêrî. Ewana dibeke difikirîn, ku usa wê xwe ji peyketina xwey kin (Galatî 6:12). Gelo çi alî şagirtên amin dikir, wekî xwe li rastiyê bigirin?

6. Pawlosê şandî xûşk-birara çi got? (Îbranî 5:146:1)

6 Nema xweda, Pawlos xûşk-birên Îbranîra got, ku ewana Xebera Xwedê rind lêkolîn kin û ser wê kûr bifikirin (Bixûne Îbranî 5:146:1). Pawlos Nivîsarên Îbranîye Pîroz da xebatê û nîşanî xûşk-bira kir, wekî cûrê hebandina Mesîhiya ji cûrê hebandina Cihûya baştir e. a Pawlos zanibû ku hergê zanebûna wan zêde be û ewana rastiyê diha baş fem kin, ev yek wê alî wan bike hînkirinên nerast têderxin û înkar kin.

7. Îro em rastî çi çetinaya tên?

7 Çawa Mesîhiyên Îbranî, em jî rastî hine înformasiya usa tên, kîjan ku miqabilî qanûnên Yehowa ne. Mesele, kesên miqabil gelek car hînkirinên meye ser hîmê Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê dikine bin şikê û dibêjin, ku Şedên Yehowa sert in û firqiyê dikine orta meriva. Fikir û nihêrandina vê dinyayê çiqas diçe, haqas ji nihêrandina Xwedê cude dibe (Metelok 17:15). Lema jî em gerekê fem kin, ku kîjan fikir nerast in û wan fikira înkar kin, wekî mêrxasiya xwe unda nekin û ji riya rast dernekevin (Îbranî 13:9).

8. Em ça dikarin berdewam kin ruhanîda pêşda herin?

8 Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra gotibû, ku berdewam kin ruhanîda pêşda herin û em jî gerekê guh bidine vê temiyê. Lema paşî nixumandinê jî em gerekê xîret bin vê yekêda, ku fikir û nihêrandinên Yehowa rind fem kin. Firqî tune ku îda çend sal e em Şedên Yehowa ne, gelek ferz e wekî em Kitêba Pîroz her roj bixûnin û lêkolîn kin (Zebûr 1:2). Ev yek wê alî me bike baweriya xwe diha qewî kin, dêmek vî hunurî nav xweda pêşda bînin, derheqa kîjanî Pawlos Îbraniyara digot (Îbranî 11:1, 6).

“BAWER DIKIN, WEKÎ RUHÊN ME XILAZ BIN”

9. Çira Mesîhiyên Îbranîra baweriya qewî lazim bû?

9 Gava Cihûstanêda tengasî destpêbû, Mesîhiyên Îbranîra bawerîke qewî lazim bû, wekî xilaz bin (Îbranî 10:37-39). Îsa şagirtên xwera gotibû, ku gava esker dora Orşelîmê bigirin, ewana gerekê birevin çiya. Şîreta wî bona hemû şagirtên wî ferz bû, him bona yên ku bajêrda dijîtin, him jî bona wan, yên ku ji bajêr der diman (Lûqa 21:20-24). Wedê berê, gava dijmina hicûmî ser bajar dikirin, meriv direviyane bajarên sûrkirî, yên usa ça bajarê Orşelîmê. Şîreta ku birevin çiya, nelogîkî dihate kifşê, lema jî wanra baweriya qewî lazim bû, wekî vê yekêda gura Îsa bikin.

10. Mesîhiyên Îbranî gerekê çi bikirana û çira? (Îbranî 13:17)

10 Usa jî lazim bû, ku Mesîhiyên Îbranî îtbariya xwe wan meriva bînin, bi saya kîjana Îsa rêberiya civatê dikir. Wan birên cabdarra rêberî hatibû dayînê, wekî alî civatê bikin ku çi çax û ça birevine çiya (Bixûne Îbranî 13:17). Pawlosê şandî gote xûşk-bira, ku “guhdariya rêberên xwe bikin û gura wanda bin”. Bi vê yekê ewî ne ku dixwest wekî ewana ji bo borcdariyê gura rûspiyada bin, lê çimkî îtbariya xwe rûspiya tînin. Bona vê yekê lazim bû, wekî Mesîhiyên Îbranî pêşiya ku tengasî destpêbûya, îda îtbariya xwe rêberên xwe baniyana. Mesîhiyên ku wedê edilayêda gura rûspiyada bûn, wê wanra hêsa bûya tengasiyada jî gura wanda bin.

11. Çira mera baweriya qewî lazim e?

11 Mîna Mesîhiyên Îbranî, em jî hewcê baweriya qewî ne. Îro heçî zef meriv giliyên Kitêba Pîroz derheqa xilaziya vê dinya xirab, bawer nakin. Serda jî gelek meriv qerfên xwe giliyên Kitêba Pîroz dikin (2 Petrûs 3:3, 4). Usa jî, rast e Kitêba Pîroz derheqa tengasiya mezin çend tişta dibêje, lê gelek tiştên usa jî hene ku em nizanin. Em gerekê bawer bin, ku xilaziya vê dinya xirab wê wedê rastda bê, û Yehowa wê me bibe xweyî (Hebaqûq 2:3).

12. Çi wê alî me bike ku wedê tengasiya mezin xilaz bin?

12 Em usa jî gerekê îtbariya xwe hindava “xulamê amin û serwaxt” qewî kin, kîjanî ku Yehowa îro dide xebatê wekî rêberiya me bike (Metta 24:45). Gava ordiya Romayî dora Orşelîmê girt, dibeke Mesîhiyên Îbranîra hine rêberiyên ferz hatine dayînê. Mîna vê yekê, çaxê tengasiya mezin destpêbe, dibeke em jî hine rêberiyên mexsûs bistînin. Lema jî gelek ferz e ku em nihada îtbariya xwe rêberiya teşkîleta Yehowa bînin, ya ku ew bi saya birên cabdar dide me. Hergê niha mera çetin e guh bidine rêberiya wan û îtbariya xwe wan bînin, wedê tengasiya mezin wê mera diha çetin be.

13. Şîreta ku Îbranî 13:5-da hatiye dayînê, çira wededa bû?

13 Heta ku Mesîhiyên Îbranîra bihata gotinê, birevin, lazim bû ku ewana bi emirekî sade bijîtana û xwe ji perehiziyê dûr bigirtana (Bixûne Îbranî 13:5). Hinek ji wana berê jî rastî xelayê-celayê dihatin (Îbranî 10:32-34). Rast e ewana berê hazir bûn bona mizgîniyê tengasiya bikişînin, lê hine ji wan dibeke îda difikirîn ku hebûk dikare wana ji kesîbbûnê biparêze. Lê wedê wêrankirina Orşelîmê, pere wê nikaribûya emirê wan xilaz kira (Aqûb 5:3). Bona kesên ku hebûka xwe hez dikirin, çetin bû mal-milkê xwe bihêlin û birevin.

14. Baweriya meye qewî ça dikare ser nihêrandina me derheqa hebûkê hukum ke?

14 Hergê em bawer in, ku xilaziya vê dinya xirab ber şêmîkê ye, emê xwe ji pereheziyê dûr bigirin. Gava meriv fem bikin, ku “roja Xudan ya xezebêda, zîv û zêrên wan, [wê] wan xilaz nekin”, ewana wê “zîvên xwe bavêjin kûça” (Hezeqêl 7:19). Lema jî dewsa ku em pey hebûkê kevin, em gerekê safîkirinên rast bikin, wekî bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî Yehowara xizmet kin. Mesele, were em deynên nelazim nekine stiyê xwe û bi zêdeyî wedê xwe ser tiştên pûç xerc nekin. Usa jî, bira dilê me bi zêdeyî hebûkêva girêdayî nîbe (Metta 6:19, 24). Xilaziya vê dinya xirab nêzîk dibe, lema jî em gerekê safî kin ku emê îtbariya xwe Yehowa bînin yan hebûka xwe.

“WERA SEBIR LAZIM E”

15. Çira Mesîhiyên Îbranîra sebir lazim bû?

15 Çaxê halê Cihûstanê xirab dibû, baweriya Mesîhiya hate cêribandinê (Îbranî 10:36). Wî çaxî hinek ji wan rastî zulma giran hatin. Ji aliyê dinva jî, gelek ji wan wedekî edilda hatibûne ser riya rastiyê. Pawlosê şandî kire bîra wan, wekî ewana xwe bona peyketinên diha mezin hazir kin û safî kin ku heta mirinê amin bimînin, çawa Îsa Mesîh (Îbranî 12:4). Lê ji ber ku mizgînî çiqas diçû bela dibû, hêrsa Cihûyên miqabil jî diha zêde dibû. Çend sal pêşda, gava Pawlos li Orşelîmê bû, tevlihevbûneke mezin pêşda hat. Zêdetirî 40 Cihûya “bûne yek û sond xwarin, ku heta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin” (Karên Şandiya 22:22; 23:12-14). Nava tevlihevbûnên usa giranda jî, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh tevayî top bûna, mizgînî bela kirana û baweriya xwe qewî xwey kirana.

16. Li gora nema Îbraniyara, nihêrandina me hindava peyketina gerekê ça be? (Îbranî 12:7)

16 Gelo çi alî xûşk-birên Îbranî kir, wekî himberî miqabilîbûnê sebir kin? Pawlosê şandî wanra got, ku nihêrandina wan ser çetinaya gerekê çi cûreyî be. Ewî şirovekir ku Xwedê dikare îzinê bide wekî ewana rastî tengasiya bên, ku baweriya wan bê cêribandinê û şidandinê (Bixûne Îbranî 12:7). Cêribandinên usa dikarin alî meriva bikin hunurên baş pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên. Pawlos Mesîhiyên Îbranîra got, ku hergê ewana dîna xwe bidine axiriya wan çetinaya, wê bona wan diha hêsa be sebir kin (Îbranî 12:11).

17. Pawlos derheqa peyketina çi zanibû?

17 Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra got, ku gava ewana rastî çetinaya tên, gerekê mêrxasiya xwe unda nekin û dilteng nebin. Pêşiyê ew pey şagirtên Îsa Mesîh diket, û rind zanibû ku halê wan çiqas zor e. Usa jî, çaxê Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew jî gelek cara rastî peyketina dihat, û lazim bû ku ew sebir ke (2 Korintî 11:23-25). Lema jî Pawlosê şandî zanibû, ku wanra çi lazim e, wekî bikaribin sebir kin. Ewî got, ku gava ewana rastî tengasiya tên, gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin. Pawlos bi dilekî qewî usa got: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbranî 13:6).

18. Çawa zanebûna derheqa axiriyê dikare alî me bike sebir kin?

18 Hine xûşk-birên me niha rastî peyketina tên. Em dikarin bona wan dua bikin û alîkariyê bidine wan (Îbranî 10:33). Kitêba Pîroz dibêje wekî “her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 Tîmotêyo 3:12). Lema jî, lazim e ku em gişk xwe bona axiriyê hazir kin. Were em îtbariya xwe Yehowa bînin û bawer bin ku çi jî biqewime, ewê alî me bike wekî em sebir kin. Ewê wededa hemû xizmetkarên xweye amin ji hemû tengasiya xilaz ke (2 Têsalonîkî 1:7, 8).

19. Em ça dikarin xwe bona tengasiya mezin hazir kin? (Binihêre usa jî şikil.)

19 Bê şik nema Pawlos Îbraniyara alî Mesîhiyên qirna yekê dikir, wekî ewana xwe bona tengasiyên ku hîviya wan bûn, hazir kin. Pawlos xûşk-bira hêlan dikir, wekî ewana Nivîsarên Pîroz rind lêkolîn kin û fem kin. Ev yek alî wan dikir ku fikirên nerast înkar kin, wekî baweriya wan sist nebe. Ewî gote wan, ku baweriya xwe diha qewî kin û li gora rêberiya Îsa Mesîh û birên cabdar hereket bikin. Usa jî ewî alî xûşk-bira kir, wekî ewana çetinaya hesab kin çawa mecal, ku aminiya xwe Bavê xweyî dilovanra bidine kifşê. Were em jî guh bidine van şîretên ji bîna ber Xwedê, wekî bikaribin bi aminî heta xilaziyê sebir kin! (Îbranî 3:14)

Mesîhiyên qirna yekê bona sebira xwe hatine keremkirinê. Paşî ku ewana ji Cihûstanê reviyan, ewana dîsa tevayî top dibûn. Gelo em çi ji wan hîn dibin? (Binihêre abzasa 19)

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

a Mesele, serê yekêda Pawlosê şandî herî kêm besa heft ciyên ji Nivîsarên Îbranîye Pîroz kir, wekî îzbat ke ku cûrê hebandina Mesîhiya ji cûrê hebandina Cihûya çêtir e (Îbranî 1:5-13).