Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar Be

“Xeberê Biqedînin”

“Xeberê Biqedînin”

“Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên” (AQÛB 1:22).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku çawa xwestina xwe zêde kin, wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnin, ser wê bifikirin û emirê xweda bidine xebatê.

1-2. Çira xizmetkarên Xwedê bextewar in? (Aqûb 1:22-25)

 YEHOWA û Kurê wî Îsa Mesîh dixwazin wekî em bextewar bin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwezî li yên temîyên Wî xwey dikin û bi temamîya dilê xwe li Wî digerin” (Zebûr 119:2). Îsa jî got: “Diha bextewar ew in, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin!” (Lûqa 11:28)

2 Em xizmetkarên Yehowa ne, lema jî em merivne bextewar in. Gelo çira? Gelek menî hene, lê yek ji meniyên ferz ev e, ku em her roj Kitêba Pîroz dixûnin û xîret dikin, wekî li gora tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Bixûne Aqûb 1:22-25).

3. Çira bona me kareke mezin e li gora vê yekê bijîn, çi ku em ji Kitêba Pîroz hîn dibin?

3 Bona me kareke mezin e “xeberê biqedînin”. Mesele, gava em vê yekê dikin, Yehowa ji me razî ye, û ev yek dilê me şa dike (Waîz 12:13). Usa jî gava em giliyên ji Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê, malbeta me bextewar dibe û heleqetiya me tevî xûşk-bira diha qewî dibe. Belê dibeke te jî ev yek texmîn kiriye. Xêncî vê yekê, gelek tiştên ku tên serê van meriva, yên ku guh nadine Yehowa, nayên serê me, çimkî em gura Yehowa dikin. Bê şik, em jî mîna Dawid Padşa difikirin, yê ku derheqa qanûn û dîwanên Yehowa usa got: “Yê pêk tîne, xelata wî pir mezin e” (Zebûr 19:7-11).

4. Çima carna ne hêsa e ku em “xeberê bînin sêrî”?

4 Lê carna hêsa nîne, ku em “xeberê biqedînin”. Ji bo vê yekê ku em betal nînin, em gerekê bona xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz wede veqetînin, wekî fem bikin ku Yehowa çi ji me dewa dike. Lema jî were em dîna xwe bidine çend şîreta, yên ku wê alî me bikin wekî em her roj Kitêba Pîroz bixûnin. Usa jî, emê bivînin wekî em ça dikarin li ser rêzên ku dixûnin, bifikirin û li gora tiştên ku hîn dibin, bijîn.

BONA XWENDINA KITÊBA PÎROZ WEDE VEQETÎNE

5. Wedê me ser çi tê xerckirinê?

5 Gelek xizmetkarên Yehowa merivne betal nînin. Em gelek wede ser cabdariyên ruhanî xerc dikin. Xêncî vê yekê, em dixebitin, wekî ebûra xwe û malbeta xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8). Gelek xûşk û bira bona merivên xweye nexweş, yan jî emirda mezin, xem dikin. Usa jî em bona sihet-qewata xwe xem dikin, çi ku gelek wede ji me distîne. Xêncî van tişta, civatêda jî cabdariyên me hene. Yek ji cabdariyên meye here ferz ev e, ku em mizgîniya xêrê bi dil û can bela dikin. Hergê haqas şixul-emelên me hene, gelo em ça dikarin wede bivînin, ku her roj Kitêba Pîroz bixûnin, ser wê kûr bifikirin û emirê xweda bidine xebatê?

6. Tu ça dikarî bona xwendina Kitêba Pîroz wede veqetînî? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Bona me Mesîhiya, yek ji tiştên “here qenc” ev e, ku Kitêba Pîroz bixûnin, û ev yek gerekê emirê meda ser ciyê pêşin be (Fîlîpî 1:10). Kitêba Pîroz derheqa merivê bextewar usa dibêje: “Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire” (Zebûr 1:1, 2). Eşkere ye ku em gerekê bona xwendina Kitêba Pîroz wede veqetînin. Lê gelo bona vê yekê, wedê herî baş kengê ye? Dereca me her kesî ji hev cude dibe. Firqî tune kengê em Kitêba Pîroz bixûnin, ferz ev e ku em her roj vê yekê bikin. Birakî bi navê Vîktor usa dibêje: “Ez hez dikim sibeh zû Kitêba Pîroz bixûnin. Rast bêjim, minra hêsa nîne sibeh zû rabim, lê dîsa jî ev wede bona min baş e, çimkî dîna min naçe ser tiştên din, û hişê min rind dixebite”. Diqewime dereca te jî usa ye. Ji xwe bipirse: “Bona xwendina Kitêba Pîroz, wedê herî baş seva min kengê ye?”

Seva ku tu Kitêba Pîroz her roj bixûnî, wedê herî baş kengê ye? (Binihêre abzasa 6)


SER RÊZÊN KU DIXÛNÎ, KÛR BIFIKIRE

7-8. Çi dikare bibe menî ku em ji xwendina Kitêba Pîroz bi temamî karê nestînin? Meselê bîne.

7 Carna, em tiştekî dixûnin, lê paşê nayê bîra me ku me çi xwendiye. Cara wedê xwendina Kitêba Pîroz jî dikare usa biqewime. Dibeke me xwera nêt daniye, ku her roj çend seriya ji Kitêba Pîroz bixûnin. Belê, ev yek nêteke baş e. Em gerekê xwera nêta daynin û her tiştî bikin ku bigihîjine wan nêta (1 Korintî 9:26). Lê seva ku em ji xwendina Kitêba Pîroz bi temamî karê bistînin, ev yek bes nîne.

8 Were em vê meselê bidin ber çevê xwe: Baran tiştekî baş û lazim e. Lê hergê demeke kinda gelek baran bibare, dibeke erd îda nikaribe avê hilçîne xwe. Dereceke usada kara baranê wê tune be. Bi rastî wede lazim e, wekî erd ava baranê hilçîne û tişt şîn bin. Mîna vê yekê, hergê em Kitêba Pîroz lez-bez bixûnin, emê nikaribin ser wê bifikirin û tiştên ku me xwendine bîra xweda xwey kin û bînin sêrî (Aqûb 1:24).

Çawa ku wede lazim e wekî erd ava baranê hilçîne û karê bîne, mera jî wede lazim e ku ser Kitêba Pîroz kûr bifikirin û li gora tiştên ku em dixûnin, bijîn (Binihêre abzasa 8)


9. Hergê me xwera kiriye xeyset wekî zû-zû Kitêba Pîroz bixûnin, em gerekê çi bikin?

9 Gelo tu carna zû-zû Kitêba Pîroz dixûnî? Hergê erê, tu çi dikarî bikî? Destpêke hêdî-hêdî bixûne, û wedê xwendinê yan jî paşî xwendinê kûr bifikire. Ev yek çetin nîne. Seva ku mecala te hebe kûr bifikirî, dibeke tu dikarî bona lêkolînê diha zêde wede veqetînî. Yan jî, tu dikarî diha kêm rêza bixûnî û ev wedê ku ber dimîne bidî xebatê, wekî kûr ser bifikirî. Vîktor usa dibêje: “Ez hindik dixûnim, carna tenê serîkî. Ez sibehê zû dixûnim, lema jî heta êvarê mecala min heye, ku derheqa vê serê ku min xwendiye, bifikirim”. Tu çi mêtodê jî bidî xebatê, lez nexûne, wekî ji xwendinê karê bistînî (Zebûr 119:97; binihêre çargoşe bi navê “ Ji Xwe Bipirse”).

10. Tu van tişta çi ku hîn dibî, ça dikarî emirê xweda bidî xebatê? (1 Têsalonîkî 5:17, 18)

10 Firqî tune tu Kitêba Pîroz kengê dixûnî û bona vê yekê çiqas wede vediqetînî, ya ferz ev e dîna xwe bidêyî, wekî tu ça dikarî elametiya ku te xwendiye, emirê xweda bidî xebatê. Çaxê tu Nivîsarên Pîroz dixûnî, ji xwe bipirse: “Gelo ez ça dikarim evê înformasiyayê niha yan demeke nêzîkda emirê xweda bidime xebatê?” Mesele, bide ber çevê xwe ku te 1 Têsalonîkî 5:17, 18 xwendiye (Bixûne). Paşî xwendina van du rêza, bisekine û bifikire ku tu nava rojêda çend cara û çiqas kûr dua dikî. Usa jî, ser van tişta bifikire bona çi tu şêkirdar î. Diqewime tu safî kî bona sê tişta razîbûna xwe Yehowara bidî kifşê. Hergê tu hema çend deqa jî ser rêzên Kitêba Pîroz kûr bifikirî, ev yek wê alî te bike Xebera Xwedê fem bikî û emirê xweda bidî xebatê. Bide ber çevê xwe, hergê tu her roj vê yekê bikî, tuyê kareke çiqas mezin bistînî! Lê tu gerekê çi bikî hergê têderdixî, wekî tera lazim e gelek aliyava bêyî guhastinê?

NÊTÊN RÊALÎ DAYNE PÊŞIYA XWE

11. Carna tu çira dikarî dilteng bî? Meselê bîne.

11 Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dibeke tu têderdixî, wekî gelek aliyada gerekê bêyî guhastinê, û dibeke cara ji bo vê yekê tu dilteng dibî. Bide ber çevê xwe tu îro Kitêba Pîroz dixûnî û pêdihesî ku em gerekê firqiyê nekine orta meriva (Aqûb 2:1-8). Tu fem dikî, wekî vî alîda gerekê ser xwe bixebitî. Rojek şûnda, rêzên ku tu dixûnî nîşan dikin, wekî em gerekê xeberdana xwe kontrol kin (Aqûb 3:1-12). Û tu têderdixî, ku carna xeberdana te hinekî nêgatîv e. Lema jî tu safî dikî, wekî tuyê tevî kesên din îda bi pozîtîv xeber dî. Roja din, rêzên ku tu dixûnî dibêjin, wekî em gerekê tevî wê dinê hevaltiyê nekin (Aqûb 4:4-12). Tu fem dikî, wekî tu gerekê diha zêde miqatî xwe bî, hela tu çi dixûnî yan çi temaşe dikî. Roja çara, tu îda ber xwe dikevî ku ça tuyê himberî haqas kêmasiyên xwe şer bikî.

12. Hergê tu bi saya xwendina Kitêba Pîroz têderxî ku gerekê hine aliyada ser xwe bixebitî, çira nelazim e bona vê yekê dilteng bî? (Usa jî binihêre spartin.)

12 Hergê tu bivînî ku tu gerekê hine aliyava xwe rast kî, dilteng nebe. Bi rastî, ev yek dide kifşê wekî tu milûk î û nêtên te rast in. Gava merivê milûk, yê ku li himberî xwe helal e, Kitêba Pîroz dixûne, ew dîna xwe didê ku ew gerekê xwe kîjan aliyava rast ke. a Usa jî bîr neke, ku wede lazim e, wekî meriv xwe “” bike, ev yek derbekêra nabe (Kolosî 3:10). Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu berdewam kî Xebera Xwedê bînî sêrî?

13. Tu ça dikarî nêtên rêalî daynî pêşiya xwe? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Dewsa her tiştên ku dixûnî derbêra bînî sêrî, nêtên rêalî dayne pêşiya xwe (Metelok 11:2). Mesele, vê mêtodê bide xebatê: Xwera ser kaxaz binivîse, ku kîjan aliyada tu dixwazî xwe rast kî û safî ke pêşiyê tuyê ser çi bixebitî. Paşê nêt dayne wekî hêdî-hêdî hemû aliyada xwe rast kî. Lê tu gerekê ji çi destpêkî?

Dewsa ku derbekêra her tiştî çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê bînî sêrî, wê baş be wekî tu nêtên rêalî daynî pêşiya xwe. Mesele, tu dikarî dîna xwe bidî yek yan du tişta (Binihêre abzasa 13-14)


14. Pêşiyê tu dikarî kîjan nêta bidî pêşiya xwe?

14 Mesele, sêrîda tu dikarî nêteke hêsa daynî pêşiya xwe. Yan jî, bifikire ku berî pêşin tu dixwazî kîjan alîda xwe rast kî. Gava tu îda safî kî, ku nêta te çi ye, tu dikarî edebyetên me lêkolîn kî, mesele bi alîkariya Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê yan jî Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa. Derheqa nêta xwe dua bike û ji Yehowa reca ke, wekî xwestin û qewata te zêde ke (Fîlîpî 2:13). Paşê li gora tiştên ku tu hîn bûyî, hereket bike. Çiqas tu nêzîkî nêta xweye pêşin bî, haqas xwestina te wê zêde be, ku bigihîjî nêteke din jî. Bi rastî, gava tu ser xwe dixebitî û xeysetekî baş nav xweda pêşda tînî, tera diha hêsa dibe tiştên dinda jî bêyî guhastinê.

BIRA XEBERA XWEDÊ SER TE HUKUM KE

15. Xizmetkarên Yehowa çida ji merivên din cude dibin? (1 Têsalonîkî 2:13)

15 Hine kes dibêjin ku wana Kitêba Pîroz gelek car xwendiye. Lê gelo ewana bi rastî baweriya xwe Kitêba Pîroz tînin? Gelo ewana li gora Kitêba Pîroz dijîn? Sed heyf, ku gelek meriv vê yekê nakin. Lê em usa nînin! Ça Mesîhiyên qirna yekê, em Kitêba Pîroz “çawa xebera Xwedê” qebûl dikin û îzinê didin wekî ew ser me hukum ke (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13).

16. Çi dikare alî me bike, ku “xeberê biqedînin”?

16 Carna hêsa nîne, ku em Kitêba Pîroz bixûnin û emirê xweda bidine xebatê. Mesele, dibeke mera çetin be bona xwendinê wede bivînin. Yan jî, dibeke em zû-zû dixûnin û ser vê yekê kûr nafikirin. Çetinayîke din jî dibeke ev e, ku gelek kêmasiyên me hene, kîjan ku em gerekê rast kin. Lê halê te çi be jî, dilteng nebe. Bi alîkariya Yehowa tu dikarî serkevî. Were em alîkariya wî qebûl kin û nebine mîna wan meriva, yên ku xeberê tenê dibihên û paşê bîr dikin, lê her tiştî bikin, wekî xeberê bînin sêrî. Çiqas em Kitêba Pîroz bixûnin û li gora vê bijîn, haqas emê bextewar bin (Aqûb 1:25).

KILAMA 94 Razî ne seva Xebera Xwedê

a Ser jw.org, binihêre vîdêo bi navê Cahilên Din Çi Dibêjin—Xwendina Kitêba Pîroz.