Tu Dikarî Civata Xweda Alîkariyê Bidî?
PÊŞIYA wê yekê ku Îsa hilkişe li ezmên, ewî gote şagirtên xwe: “Heta serê dinê jî bibine şedêd min” (Kar. Şand. 1:8). Lê gelo Mesîhiyên pêşin ça dikaribûn ew temî bianiyana sêrî?
Martîn Gûdmên, profêsorê Ûnîvêrsîtêta Oksfordê, dîna xwe dide ku “ew borcdariya Mesîhiya, wana başqe dike ji komên rêlîgiyên din, usa jî ji wan Cihûya, kîjan ku berê, wedê Împêrya Romê dijîtin”. Îsa diçû cûre-cûre ciya, seva ku xizmet bike. Mesîhiyên rast çev didine Îsa, û fem dikin ku belakirina “mizgîniya Padşatiya Xwedê” tê hesabê bigerin wan meriva, yên ku dixwazin rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin (Lûqa 4:43). Ewa yek ji wan meniya ye ku çira qirna yekêda di civata Mesîhiyada hebûn “şandî”. Ev têrmîn raste-rast tê hesabê kesên ku têne şandinê seva ku mizgînê bela kin (Marq. 3:14). Îsa temî da peyçûyên xwe: “Niha herin hemû mileta hîn kin” (Met. 28:18-20).
Roja îroyîn 12 şandiyên Îsa tu yek tevî me nîne, lê yeke gelek xizmetkarên Yahowa ruhê mîsyonêrtî didine kifşê. Çaxê ewana têne teglîfkirinê ku xizmetkirinêda hê zêde bikin, ewana caba xwe usa didin: “A vay ez, min bişîne!” (Îşa. 6:8). Hinek, çawa ku bi hezara şagirtên Mekteba Gîled, çûne welatên dûr xerîb. Lê hinek jî derbazî cîkî din dibin welatê xweda. Gelek jî zimanê teze hîn bûne, seva ku alîkariyê bidine wan civata û koma, kîjan ku hewce ne. Ew xûşk-birayên ku derbazî wan ciya bûne kîderê ku hewcetî heye, yan jî ewên ku zimanê teze hîn bûne, dibeke jî ew yek wanara nehêsa bû. Wanra lazim bû ruhê xwequrbankirinê bidine kifşê, wekî hizkirina xwe hindava Yahowa û meriva nîşan kin. Wana hesabê xwe kirine, û safî kirine alîkariyê bidin (Lûqa 14:28-30). Xûşk-birên ku safîkirinên usa dikin, gelek qîmet û lazim in.
Lê derecê her kesa cude ye. Ne her kes ji Şedê Yahowa dikare derbazî wî cîyî be, kîderê ku hewcetî heye, yan jî zimanekî din hîn be. Lê gelo em dikarin civata xweda ruhê mîsyonêrtî bidine kifşê?
CIVATA XWEDA ÇAWA MÎSYONÊR BE
Mesîhiyên qirna yekêda bi ruhê mîsyonêrtî bûn, lê diqewime ku heçî zef ji wan şeherê xweda xizmet dikirin. Lê ew temiya ku Tîmotêyora hatibû dayînê kêrhatî bû hin Mesîhiyên qirna yekêra, hin jî hemû xizmetkarên Xwedêra: “Kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne” (2 Tîmt. 4:5). Ew temiya ku mizgîniya derheqa Padşatiyê bela kin û şagirta hazir kin, bona her Mesîhî ye. Xêncî wê yekê, şixulên ku mîsyonêr dikin, civata meda jî dikare bê kirinê.
Mesele, mîsyonêr welatê xerîbda gerekê hînî ciyê teze bin. Welatê xerîbda gelek tişt wanra nenas in û cûrekî mayîn in. Lê çi em dikarin bêjin derheqa xwe, hergê em nikarin derbazî wî cîyî bin, kîderê ku hewcetî heye? Gelo em gerekê bifikirin ku hemû tiştî zanin derheqa têrîtorya civata xwe? Yan em gerekê bifikirin wekî mecalên teze bigerin ku xeberê bigihînin meriva? Mesele, sala 1940, bira dihatine hêlankirinê wekî heftê carekê li meydanada xizmet kin. Lê hûn dikarin vê yekêda tiştekî bikin? Yan hûn dikarin xizmet kin pê stênda? Nêta wan pirsa ew in: Hûn xwexa dinihêrin, hela bona we kîjan rêyên teze hene seva mizgînê bela kin?
Nihêrandina meye pozîtîv wê alî me bike ku em bi dil û can xizmet kin. Ewên ku bi hazirbûnê derbazî wan ciya dibin kîderê ku hewcetî heye, yan jî xizmet dikin di wan têrîtoriyada kîderê ku ser zimanê din xeberdidin, gelek cêribandî ne. Bi wî cûreyî ewana ça kerem in bona geleka, mesele çaxê rêberiya şixulê belakirina mizgînê hildidine ser xwe. Gelek car mîsyonêr rêberiya derbazkirina civînên civatê hildidine ser xwe, heta ku vê mihalêda birê cêribandî hebin. Wekî tu birê 1 Tîmt. 3:1).
nixumandî yî, tu hazir î alî xûşk-bira bikî civata xweda? (BIBE “HEVALKAR”
Xêncî wê yekê ku bi xîret xizmetiyê bikin, û hazir bin ku cabdariyê hildin ser xwe civatêda, dîsa jî em dikarin derecên dinda alîkariyê bidine civata xwe. Ça yên cahil usa jî merivê emirda mezin, mêr yan jin dikarin bibine “hevalkar” bona xûşk-birên xwe civatêda (Kols. 4:11, ÎM).
Seva ku alîkariyê bidine xûşk-birên xwe, em gerekê rind wana nas bikin. Kitêba Pîroz me hêlan dike ku bona “hevdu xem bikin” çaxê top dibin (Îbrn. 10:24). Ew gilî nayê hesabê, ku gerekê bikevine nav şixulê meriva. Lê dewsê em gerekê pêbihesin û têderxin hewcên xûşk-birên xwe. Ew hewcetî dikare aliyê matêriyalî, êmosiyalî û ruhanîda be. Alîkariyê bidine xûşk-bira, ne tenê cabdariya rûspiya û berdestiyên civatê ye. Rast e hene derecên usa ku hê baş e wekî yek ji wan bira alîkariyê bide (Galt. 6:1). Lê yeke, her kes ji me dikare alî xûşk-birên emirda mezin bike yan alî wan malbeta, yên ku rastî çetinaya tên.
Mesele çaxê Salvator rastî çetinayên matêryalî hat, ew hewce bû bîznêsa xwe, mala xwe û gelek tiştên din bifiroşe. Ew gelek berxwe diket derheqa wê yekê ku malbeta wî ça wê ber vê çetinayê teyax ke. Malbeteke civata wanda hewcetiya wan dît û aliyê matêryalîda alî wan kirin. Wana xebat Salvatorra û jina wîra dîtin, û gelek êvar wana guh didane malbeta wî û ewana dişidandin. Û bi saya wê yekê ewana bûne hevalê nêzîk, û ew hevaltiya wan bi sala kişand. Rast e wana çetinayê mezin derbaz kirin, lê niha ew herdu malbet bi şabûnê tînin bîra xwe wedê baş, çaxê tevayî derbaz dikirin.
Bona Mesîhiyên rast, rêlîgiya ne tiştekî şexsî ye. Çawa ku Îsa mera mesele hîşt, em gerekê her kesîra gilî kin derheqa sozên baş ji Kitêba Pîroz. Em dikarin her tiştî bikin çi ku wê karê bîne yên dinênara, firqî tune em dikarin derbazî cîkî din bin yan na. Û em hema usa dikarin bikin civata xweda (Galt. 6:10). Çaxê em usa bikin, emê şabûnê ji dayînê bistînin, û bibine alîkar ku “her qencîkirinêda xweyîber” bin (Kols. 1:10; Kar. Şand. 20:35).