Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno Hûn Ça Dikarin Xwe Hazir kin bona Nixumandinê?

Cahilno Hûn Ça Dikarin Xwe Hazir kin bona Nixumandinê?

“Ya Xwedayê min, ji kirina xwestina te, ez zewqe digirim” (ZEB. 40:8).

KILAMÊN: 51, 48

1, 2. a) Şirovekin ku çira nixumandin gaveke ferz e. b) Ewê ku dixwaze bê nixumandinê, çida gerekê bawer be, û çira?

HERGÊ tu cahil î, û dixwazî bêyî nixumandinê, ew tê hesabê ku qedirekî mezin hîviya te ye. Çawa ku têma dinda hate gotinê, nixumandin gaveke gelek ferz e. Çimkî ew tê hesabê ku tu xwe tesmîlî Yahowa dikî, dêmek wîra soz didî ku tuyê heta-hetayê wîra xizmet kî. Hin jî, tu soz didî ku tuyê jîyîna xweda ji hemû tiştî qirara wî daynî ciyê pêşiyê. Femdarî ye, ku tu gerekê bêyî nixumandinê, çaxê êpêce gihîştî yî ku ewê safîkirinê bikî. Xêncî vê yekê, ew gerekê xwestina teye şexsî be, û tu gerekê fem bikî çi tê hesabê tesmîlbûyîn.

2 Lê hergê tu dudilî dibî ku hazir î bêyî nixumandinê? Yan jî hergê tu dixwazî bêyî nixumandinê, lê dê-bavê te dibêjin ku hê zû ye, dibeke seva ku tu hê cêribandî bî? Herdu derecada jî, berxwe nekeve. Dewsê, ewî wedeyî çawa mecal bide xebatê, seva ku hê pêşda herî, û zûtirekê bikaribî bêyî nixumandinê. Tu dikarî nêtê daynî pêşiya xwe ku pêşda herî wan tiştada: 1) baweriya xweda, 2) kirên xweda, û 3) razîbûnêda.

BAWERIYA TE

3, 4. Cahil çi dikarin hîn bin ji Tîmotêyo?

3 Bifikire hela tuyê ça caba xwe bidî ser wan pirsa: Çira ez bawer dikim ku Xwedê heye? Çi min dide bawerkirinê ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye? Çira ez difikirim ku bijîm pê prînsîpên Xwedê hê kar e, ne ku bijîm bi wî cûreyî çawa ev dinya dijî? Ew pirs ne bona vê yekê ne, ku tu xweda dudilî bî. Dewsê, ew pirs dikarin alî te bikin ku pey vê şîreta Pawlos herî: “Îzbat bin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Rom. 12:2, DT). Lê çira gerekê tu îzbat bî vê yekêda?

4 Were em şêwir kin mesela Tîmotêyo. Tîmotêyo Nivîsar rind zanibû. Ew “ji zarotiyê” ji diya xwe û pîrika xwe hate hînkirinê. Lê yeke Pawlos wî şîret kir û gote wî: “Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî” (2 Tîmt. 3:14, 15, DT). Tîmotêyo xwexa “îzbat” bû ku rastî dîtiye. Ewî rastî qebûl kir ne ji bo vê yekê, çimkî diya wî û pîrika wî wîra gotin ku qebûl ke, lê ew difikirî ser wan tişta çi ku pêdihesiya û wan tiştada îzbat dibû. (Bixûne Romayî 12:1, DT.) *

5, 6. Çira ferz e ku tu cahiltiyêda hîn bî bifikirî?

5 Dibeke tu îda gelek wext rastiyên Kitêba Pîroz zanî. Hergê usa ye, wê kêrhatî be ku tu xwera nêtê daynî, wekî hê kûr lêkolîn bikî ku çi menî hene wekî tu rastiyên Kitêba Pîroz bawer dikî. Çaxê tu usa bikî, tuyê hê baweriya xwe qewî kî. Xêncî vê yekê, ew yek wê alî te bike ku nekevî ber bayê cahilên vê dinyayê, usa jî propaganda vê dinyayê, yan jî hestên xweye şexsî.

6 Çaxê tu cahiltiyêda hîn bî ku bifikirî, tê hazir bî ku cabên xwe bi aqilayî bidî ser pirsên cahilên dinêna, mesele ser wan pirsa: “Tu çira bawerî ku Xwedê heye? Çira Xwedêyê hizkirin dihêle ku zulmî hebe? Ça dikare usa be ku Xwedê timê hebûye?” Çaxê tu hazir î, pirsên usa wê ne ku baweriya te sist kin, lê tuyê hêlan bî hê zêde lêkolînkirina şexsî bikî.

7-9. Gilî kin ku çawa rêberî bona lêkolînkirinê “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” ya onlayn, dikare alî we bike ku baweriya xweda qewî bin.

7 Hergê tu kûr hînbûna xweye şexsî bikî, ew yek wê alî te bike, ku caba xwe bidî ser pirsa, hemû şikên dilê xweda kuta kî, û baweriya xwe qewî kî (Kar. Şand. 17:11). Gelek edebyetên me hene, kîjan ku dikarin vê yekêda alî te bikin. Gelekara kêrhatî bû ku lêkolîn bikin edebyetên ku şirovedikin derheqa Efirandar û efrînên wî. Xêncî vê yekê, gelek cahila xweş tê û kar standine ji derxistina onlayn “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” Ew rêberiya lêkolînkirinê dikarin ser jw.org bivînin. Binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL. Ew rêberî bona lêkolînkirinê hate çêkirinê, seva qewî ke baweriya we hindava hînkirinên Kitêba Pîroz.

8 Tu îda zanî Kitêba Pîroz, û lema dibeke tu derbêra caba xwe bidî ser hine pirsên vê rêberiya lêkolînkirinê. Lê çira tu di wan cabada sed selefî bawer î? Ew rêberiya lêkolînkirinê te hêlan dike, ku bifikirî ser cûre-cûre rêzên Kitêba Pîroz û paşê binivîsî fikirên xwe derheqa wan rêza. Ew yek dikare alî te bike ku hazir bî, çawa şirovekî yên dinênara ku tu çi bawer dikî. Ew derxistina onlayn “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” alî gelek cahila dike, ku baweriyên xweda dudilî nebin. Wê gelek kêrhatî be ku ew rêberiya lêkolînkirinê hînbûna xweye şexsîda jî bidî xebatê.

9 Çaxê tu baweriya xweda îzbat dibî, ew yek dibe gaveke ferz pêşiya nixumandinê. Xûşkeke cahil got: “Pêşiya ku min safî kir wekî bême nixumandinê, min Kitêba Pîroz lêkolîn kir û min dît ku ew rêlîgiya rast e. Û vê yekêda ez her roj jîyîna xweda hê qewî îzbat dibim”.

KIRÊN TE

10. Çira ji Mesîhiyê nixumandî tê dewakirinê ku baweriya xwe bi şixula îzbat ke?

10 Kitêba Pîroz dibêje: “Usa jî bawerî, heger kirêd wê tunebin, bi tenê mirî ye” (Aqûb 2:17). Hergê tu baweriya xweda qewî yî, femdarî ye ku tuyê ewê yekê pê kirên xwe bidî kifşê. Lê ew kir kîjan in? Kitêba Pîroz dibêje derheqa “kirên pîroz” û “aminiyê Xwedêra”. (Bixûne 2 Petrûs 3:11, DT.) *

11. Şirovekin çi tê hesabê ev gilî: “kirên pîroz”.

11 Seva ku “kirên pîroz” timê bikî, tu gerekê fikirên xweda û namûsiyêda temiz bî. Vê yekêda derheqa xwe tu çi dikarî bêjî? Mesele, bifikire ser şeş mehên paşwextiyê. Te ça daye kifşê ku tu hîn bûyî rastiyê û xirabiyê ji hev derxî? (Îbrn. 5:14). Tu dikarî derecên usa bînî bîra xwe, çaxê tu neketî ber bayê cêribandinekê, yan jî ber bayê cahilên din? Rabûn-rûniştina teye mektebêda eyan dike baweriya te? Tu Yahowara amin dimînî, yan dixwazî bibî mîna hevalên xweye dersxanê, çimkî naxwazî ku ewana qerfa te bikin? (1 Pet. 4:3, 4). Belê, em gişk jî gunekar in. Û hela hê ewên ku gelek sal Yahowara xizmet dikin, dikarin cara şerm kin ber hemûya bêjin derheqa baweriya xwe. Lê yeke, merivê ku xwe tesmîlî Yahowa kiriye, wê firnaq be ku navê Xwedê ser wî ye, û ewê yekê wê pê kirên xwe bide kifşê.

12. Bi kîjan şixula tu dikarî bidî kifşê “aminî Xwedêra”, û tu ça gerekê ser van şixula binihêrî?

12 Çi tê hesabê “aminî Xwedêra”? Ew tê hesabê karkirin civatêda, mesele çûyîna ser civînê û belakirina mizgînê. Usa jî, ew tê hesabê tiştên ruhanî ku yên din nikarin bivînin. Mesele, duayên te û hînbûna teye şexsî. Kesê ku emirê xwe tesmîlî Yahowa kiriye, tu car wan tişta ça bargiranî hesab neke. Dewsê, ewê mîna Dawid Padşa bifikire, kîjanî ku got: “Ya Xwedayê min, ji kirina xwestina te, ez zewqe digirim” (Zeb. 40:8).

13, 14. Çi dikare alî te bike ku bi şixula “aminiyê Xwedêra” bidî kifşê, û ça hine cahila ji vê yekê kar standine?

13 Seva ku bi şixula “aminiyê Xwedêra” bidine kifşê, wê kêrhatî be ku ser hine pirsa bifikirî. Mesele: “Duayên te çiqas konkrêt in? Ew duayên te ça eyan dikin hizkirina te hindava Yahowa? Çi dikeve nava hînbûna teye şexsî? Tu berdewam dikî xizmet kî, hergê jî dê-bavê te xizmet nakin?” [1][7] Xwera cabên pirsên wan cûra binivîse. Çimkî ew yek wê alî te bike, ku xwera nêtê daynî ku hê baş kî duayên xwe, hînbûna xweye şexsî, û belakirina mizgînê.

14 Gelek cahilên ku dixwazin bêne nixumandinê, cabên pirsên wî cûreyî xwera nivîsîne, û kareke mezin standine. Xûşkeke cahil Tîlda got, ku çaxê ewê cabên ser wan pirsa xwera dinivîsî, evê yekê alî wê kir ku nêta dayne pêşiya xwe. Ewê nêt pey nêta dianî sêrî, û salekê şûnda îda hazir bû bona nixumandinê. Birakî Cahil Patrîk jî ji wê yekê kar standiye. Ew gilî dike: “Rast e min îda zanibû ku nêtên min çi ne, lê min ew nêt nivîsîn, û ewê yekê ez hêlan kirim, ku heta min heye wan nêta bînim sêrî”.

Tuyê berdewam kî Yahowara xizmet kî, hergê dê-bavê te xizmet nakin? (Binihêre abzasa 15)

 15. Şirovekin ku çira tesmîlkirin safîkirina şexsî ye.

15 Pirseke lape ferz ew e: “Tuyê wî çaxî jî xizmet kî Yahowara, hergê dê-bavê te yan hevalên te îda xizmet nekin?” Bîra xweda xwey ke, çaxê tu xwe tesmîlî Yahowa kî û bêyî nixumandinê, îda tê xwexa ber Xwedê caba xwe bidî. Û lema xizmetkirina te Yahowara merivên dinva girêdayî nîne, ne jî ji dê-bavê teva. Kirên teye pîroz û aminî Xwedêra îzbat dikin ku te xwexa rastiya Xwedê qebûl kiriye û dixwazî pê prînsîpên wî bijîyî. Û zûtirekê tuyê bigihîjî nixumandinê.

RAZÎBÛNA TE

16, 17. a) Çi gerekê meriva hêlan ke ku bibe Mesîhî? b) Razîbûna hindava qurbanê tevî çi dikarin beramber kin?

16 Merivekî ku rind zanibû Qanûna Mûsa, ji Îsa pirsî: “‘Qanûnêda kîjan e temiya here mezin?’ Îsa gote wî: ‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’” (Met. 22:35-37). Bi wan giliya Îsa da kifşê, ku hizkirina hindava Yahowa gerekê me hêlan ke ku bibine Mesîhî û bêne nixumandinê. Tu dikarî hizkirina xwe hindava Yahowa qewî kî, hergê bifikirî ser pêşkêşeke wîye mezin, dêmek qurbana Kurê wî. (Bixûne 2 Korintî 5:14, 15; 1 Yûhenna 4:9, 19.) Çaxê tu bifikirî ser vê qurbanê û usa jî ku ew çi tê hesabê bona te, tuyê hêlan bî ku Xwedêra razîbûnê bidî kifşê.

17 Razîbûna te hindava vê qurbanê dikare beramberî vê meselê be: Bide ber çevê xwe ku tu nuqî avê bûyî û kesekî tu xilaz kirî. Paşî wê yekê, gelo wê rast be ku tu herî mal, xwe ziha kî, û bîr kî ku ewî kesî bona te çi kir? Hilbet na! Tuyê ese xwe deyndarê wî hesab kî. Bi rastiyê tu bi emirê xwe deyndarê wîyî! Lê em hê zêde deyndarê Yahowa û Îsa ne. Bêyî vê qurbanê, her kes ji me wê nuqî nava gune û mirinê bûya. Lê ji bo vê hizkirina mezin, mecela me heye ku heta-hetayê bijîn cinetêda ser erdê!

18, 19. a) Çira hûn gerekê netirsin ku xwe tesmîlî Yahowa kin? b) Ça xizmetkirina Yahowara jîyîna we baş dike?

18 Tu razî yî ku Yahowa bona te çi kiriye? Hergê erê, tuyê hêlan bî ku emirê xwe tesmîlî Xwedê bikî û bêyî nixumandinê. Ça îda hate gotinê, ku tesmîlbûyîna te usa jî ew e, ku tu soz didî Yahowa ku çi jî biqewime, tuyê qirara wî bînî sêrî heta-hetayê. Lê gelo lazim e bitirsî ku tuyê ewî sozî nikaribî bînî sêrî? Na! Bîra xweda xwey ke, wekî Yahowa tera qenciyê dixwaze, û ew “wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbrn. 11:6). Tesmîlbûyîn û nixumandin jîyîna te wê ne ku çetin ke, lê dewsê tuyê bextewar bî û xweykirî bî. Birakî cahil ku 24 salî ye, hate nixumandinê çaxê hê 13 salî nîbû, dibêje: “Hergê ez mezin bûma û paşê bihatama nixumandinê, dibeke zanebûna min hê gelek bûya, lê çimkî min safî kir wedê cahiltiyê xwe tesmîlî Yahowa kim, bi wê yekê min xwe ji xwestin û nêtên vê dinyayê xwey kir”.

19 Bi rastiyê ça Yahowa ji Şeytan cude dibe. Şeytan derheqa we qe xem nake! Hergê hûn pey wî herin, ew nikare we xelat ke yan tiştên baş bide we. Ew wê ça bikaribe wan tişta bide, çi ku bal wî tune? Ne mizgîna baş cem wî heye, ne jî axiriya baş. Ew tenê axiriya xirab dikare bide, kîjan ku hîviya wî ye! (Eyan. 20:10).

20. Cahil pêşiya tesmîlbûyînê û nixumandinê çi dikarin bikin seva ku hê pêşda herin? (Binihêre çargoşe “ Seva ku Ruhanîda Mezin bî wê Tera Bibe Alîkarî”.)

20 Eyan e, ku xwe tesmîlî Yahowa kin safîkirina rast e. Lê tu hazir î evê gavê bavêjî? Hergê erê, paş nexe. Alîkî dinva jî, hergê tera lazim e hê zêde wede, şîretên vê têmayê bide xebatê seva ku hê pêşda herî. Pawlos Fîlîpiyara nivîsî: “Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn” (Fîlî. 3:16). Hergê tu pey wan şîreta herî, zûtirekê tuyê bixwazî xwe tesmîlî Yahowa kî û bêyî nixumandinê.

[Elametiya Zêde]

^ [1] (abzasa 13) Gelek cahil kareke mezin standine ji belga karkirinê ji kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 2, rûpêla 308 û 309.

[Spartin]

^ abz. 4 Romayî 12:1: “Qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz, li Xwedê qebûl, yê ku heye xizmetkirina meye pîroze fikirandî, DT”.

^ abz. 10 2 Petrûs 3:11: “Çimkî ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, îja hûn gerekê merivne çawa bin di kirên pîrozda û aminiyêda Xwedêra, DT”.

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Çargoşe ser rûpêla 12]

SEVA KU RUHANÎDA MEZIN BÎ, WÊ TERA BIBE ALÎKARÎ

Rêza gotara ji “Hişyar Bin!” “Cahil Dipirsin”

▪ “Ez Ça Dikarim Duayên Xwe hê Baş kim?” (Mijdar 2008)

▪ “Ez Çi Dikarim Bikim seva ku Xwendina Kitêba Pîroz Minra Hewas be?” (Nîsan 2009)

▪ “Ez Merivekî Ça Me?” (Cotmeh 2011)

▪ “Ez Ça Dikarim hê Baş Kitêba Pîroz Lêkolîn Bikim?” (Sibat 2012)

▪ “Çira Lazim e Herim ser Civatê?” (Nîsan 2012)

Ji kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”

PARA 1

▪ “Ez Ça Dikarim ji Xizmetkirina Xwedêra Şabûnê Bistînim?” (serê 38)

▪ “Çira Ez Ditirsim ku Mektebêda derheqa Baweriya Xwe Bêjim?” (serê 17)

PARA 2

▪ “Çi Lazim e ku bi Prînsîpên Kitêba Pîroz Bijîm?” (serê 34)

▪ “Ez Ça Dikarim Bibime Dostê Xwedê?” (serê 35)

▪ “Gelo Lazim e ku Ez Bême Nixumandinê” (serê 37)