Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çiçax Babîlona Mezin cimeta Xwedê zeft kir?

Ev zeftkirina ruhanî destpêbû qirna dudada D.M., û berdewam dibû heta sala 1919. Li ser hîmê çi em dikarin evê yekê îzbat kin?

Hemû îzbatkirin didine kifşê, ku ev zeftkirin sala 1919-da xilaz bû, çaxê Mesîhiyên rûnkirî top bûn civatêda, ya ku tezeda hatibû organîzekirinê. Werên em şêwir kin: Cimeta Xwedê hate cêribandinê û paqijkirinê paşî sazkirina Padşatiya Xwedê sala 1914 * (Malx. 3:1-4). Paşê, sala 1919-da, Îsa ser cimeta Xwedêra, ya ku îda paqijkirî bû, “xulamê amin û serwaxt” kifş kir. Û ev xulam gerekê “wextda” xwarina ruhanî bida cimetê (Met. 24:45-47). Ev hema ew sal bû, çaxê cimeta Xwedê destpêkir vegere li topraxa xweye ruhanî, ya ku Xwedê dabû wan. Ew usa jî ew wede bû, çaxê ewana ji zeftkirina Babîlona Mezin aza bûn (Eyan. 18:4). Lê gelo bi rastî ev zeftkirin çiçax destpêbû?

Pêşiyê me şirovedikir ku ev zeftkirin sala 1918-da destpêbû, dêmek wî wedeyî çaxê cimeta Xwedê kete bin kontrola Babîlona Mezin. Ev wede zef nekişand. Besa xeberê, “Birca Qerewiliyê” ya 15 Adarê, sala 1992-da usa hatibû gotinê: “Anegorî xizmetkarên Xwedêye berê, yên ku ketibûn dîltiya Babîlonê, îda sala 1918-da jî xizmetkarên Yahowa ketine dîltiya Babîlona Mezine ruhanî”. Lê paşê li gora lêkolînkirinê hate kifşê, ku ev zeftkirin pêşiya sala 1918 destpêbû.

Werên em derheqa pêxembertîkê xeber din, kîderê ku tê gotinê bona zeftkirin û azakirina cimeta Xwedê. Ev yek kitêba Hezeqêl 37:1-14-da tê gotinê. Dîtinokêda Hezeqêl divîne deşta bi hestûya tije. Yahowa, Hezeqêlra şirovekir, ku ev hestû têne hesabê temamiya “mala Îsraêlê”. Ev pêxembertî derheqa “Îsraêla Xwedê” bû (Galt. 6:16; Kar. Şand. 3:21). Paşê, Hezeqêl divîne, ku hestû sax dibin û dibine wek ordiya mezin. Bi rastiyê jî çawa baş tê şirovekirinê derheqa saxkirina cimeta Xwedê aliyê ruhanîda, ya ku xilaz dibe bi qewimandinên sala 1919. Lê ev dîtinok derheqa dirêjaya wede, çi mera eyan dike?

Pêşiyê, me dîna xwe da wê yekê, ku derheqa hestû hatibû gotinê wekî ewana “hişk bûn”, yan “zef hişk bûbûn” (Hezql. 37:2, 11). Ji vir tê kifşê, wekî ev hestûyên wan meriya bûn, yên ku îda zûdava mirî bûn. Ya duda, me dîna xwe da ku sazkirin, dêmek tezekirin nişkêva neqewimî, lê hêdî-hêdî. Pêşiyê deng û reqereq hate bihîstinê, paşê jî hestû nêzîkî hevdu bûn. Peyra masûlkeyan (çîl) û goşt zêde bûn. Û paşê jî çerm serva girt. Li xilaziyê, “hilm ket hundirê wan” û ewana sax bûn. Paşî van yeka, Yahowa merivên saxkirî li topraxa wanda cîwar kir. Seva van hemû tişta wede lazim bû (Hezql. 37:7-10, 14).

Zeftkirina miletê Îsraêlêye berê, gelek wede kişand. Ev yek destpêbû sala 740-da B.D.M., çaxê berî geleka dabûn yên ji padşatiya bakûrêye dehe bereka. Paşê sala 607-da B.D.M., Orşelîm hate wêrankirinê û merivên padşatiya cihûdaya başûrê hatine zeftkirinê. Ew wedê zeftkirinê sala 537-da B.D.M. xilaz bû, çaxê hinek ji Cihûya yên ku mabûn vegeriyan û paristgeh tezeda ava kirin. Bi vê yekê wana Orşelîmêda hebandina temiz tezeda saz kir.

Bi saya fikirên ku van rêzada tê dayînê, zelal dibe wekî çaxê Babîlona Mezin cimeta Xwedê zeft kir, ev yek gerekê hê zêde bikişanda, ne ku tenê bi qewimandinên sala 1918-1919. Zeftkirin dikeve nava wî wedeyî, çaxê zîwana sîmbolîk genimê “zarokên Padşatiyê” gerekê tevayî mezin bûna (Met. 13:36-43, ÎM). Ev wedê mezinbûnê dêmek şînbûnê, dîna me dide li ser wî wextî, çaxê ku Mesîhiyên rast ji rabera daha zêde bibûn. Lê bi rastiyê, civata Mesîhiya zeftkirî bû bi Babîlona Mezin. Ev zeftkirin nêzîkaya qirna duda D.M.-da destpêbû, û berdewam dibû heta paqijkirina paristgeha ruhanî wextê axiriyêda (Kar. Şand. 20:29, 30; 2 Têsln. 2:3, 6; 1 Yûhn. 2:18, 19).

Wedê zeftkirina ruhanî, terêqa û komên polîtîkaya dixwestin hukumtiya xwe xwey kin û Xebera Xwedê ji meriva vedişartin. Wede şûnda, xwendina Kitêba Pîroz hate qedexekirinê û gunekî mezin bû hergê kesekî dixwest ev bixwanda. Hinek ji wan yên ku dixwestin Kitêba Pîroz bixûnin, li ser stûnê dişewitandin. Û hergê kesekî derheqa nihêrandina xwe digot, ya ku ne li gora hînkirina terêqa bû, hindava wî merivîda bêxwedêtî bûn. Bi vê yekê ev hemû meriv, şewqa rastiyê ditemirandin.

Lê çi em dikarin bêjin derheqa sazkirin, dêmek tezekirina duda? Çiçax û çawa ev yek qewimî? Ev tezekirina ruhanî gelek wede kişand. Bi vê tezekirinê nava qirnada, ça bêjî deng yan jî reqereq dihate bihîstin, ya ku nêzîkî wextê axiriyê dibû. Rast e hînkirinên rêlîgiya qelp li ser geleka hukum kiribû, lê yeke hine merivên amin xwe li hebandina rast girtin û seva vê yekê destpêkirin tiştek bikin. Mesele, hinek ji van xebitîn ku Kitêba Pîroz ser zimanên belabûyî derxin, seva ku gelek meriv fem bikin. Yên din elam dikirin û eyan dikirin ew rastiyên ji Xebera Xwedê, çi ku ewana xwexa pêdihesiyan.

Paşê, xilaziya sala 1800-da, Çarlz Têîz Rassêl û hevalên wî bi xîret dixebitîn, seva ku rastiya Kitêba Pîroz vekin. Ev yek ça bêjî goşt û çermê sîmbolîk bûn, bi saya çi jî destpêdibû bedena ruhanî çêbe. “Birca Qerewiliyê ya Siyonê” û edebyetên din alî merivên dilpak kirin seva ku ewana rastiya ruhanî pêbihesin. Hine wede şûnda, hacetên usa ça “Foto-Drama Efirandinê” sala 1914-da, û kitêba “Sura Xilazkirî” sala 1917-da, cimeta Xwedê qewî kir. Îda xilaziyê sala 1919-da, cimeta Xwedêra jîyîn hatibû dayînê, dêmek wana destpêkir derheqa ruhanî xeber din û topraxa pîrozda cîwar bûn. Pey hine wedera, rûnkiriyên ku mabûn, bûne yek tevî yên ku hîviyê bûn li ser erdê bijîn, û ewana tevayî bûne ordîke mezin (Hezql. 37:10; Zeker. 8:20-23). *

Bi alîkariya wan îzbatkirina, zelal dibe wekî qirna dudada D.M., Babîlona Mezin cimeta Xwedê zeft kiribû û raber jî gelek pêşda diçûn. Ev ça bêjî wextê teriyê bû, anegorî dereca Îsraêlên berê kîjan ku dîltiyêda bûn. Rast e, cimeta Xwedê nava qirnada rastî zeftkirina ruhanî hatibû, lê em çiqas bextewar in ku wedekî usada dijîn, ku yên zanin wê “bibiriqin” û “gelekên xwe paqij bikin” û bêne guhastinê! (Dan. 12:3, 10).

Gelo Şeytan bi rastî Îsa bire ser bilindciya banê paristgehê?

Em nikarin sed selefî bêjin wekî Îsa bi rastî li ser banê paristgehê sekinî bû, yan jî ev bi cûrê dîtinokê bû. Derheqa vê yekê edebyetên meda hatibû şirovekirinê.

Werên em pêşiyê binihêrin Kitêba Pîroz çi dibêje. Metta kitêba xweda, ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Hingê Mîrêcin ew bire [Îsa] Bajarê Pîroz, ser bilindciya banê paristgehê da sekinandinê” (Met. 4:5). Lûqa jî derheqa vê yekê usa got: “Paşê Mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, ew ser bilindciya banê paristgehê da sekinandinê” (Lûqa 4:9).

Berê edebyetên meda hatibû gotinê, ku dibeke ew qewimandin rastî neqewimiye. Mesele, “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Adarê, sala 1961, usa hatibû şirovekirinê: “Îsa li beriyêda hatibû cêribandinê. Û ne logîkî ye, wekî wan hemû avaya derheqa kîjanî ku serhatiyêda bona cêribandina Îsa tê gilîkirinê, rêalî hildana û danyana li beriyê. Xêncî wê yekê li beriyê, ne jî çiyakî usa hebû, ji kîderê meriv dikaribû ‘hemû padşatiyên dinyayê, rewşa wanva’ bidîta. Lema jî em dikarin bi logîkî bêjin, wekî Şeytan rêalî, bi bedenî û fîzîkî Îsa nebir ‘Bajarê Pîroz’ û danenî ser ‘bilindciya banê paristgehê’. Û seva wan cêribandina eseyî nîbû hemû tiştî rêalî bikin”. Wan paşwextiya di edebyetên meda hatibû gotinê, ku hergê Îsa li gora xwastina Şeytan bikira, ew dikaribû bimira.

Hinek hatin ser wê nêtê, wekî ji bo vê yekê ku Îsa Lêwî nîbû, îzina wî tune bû ser bilindciya banê paristgehê bisekine. Lema jî ew bi cûrê dîtinokê bû, ku Îsa ser banê paristgehê sekinî bû. Evê yekê em dikarin beremberî wê yekê bikin, çi ku çend qirne pêşda hate serê Hezeqêl pêxember (Hezql. 8:3, 7-10; 11:1, 24; 37:1, 2).

Heyneser hergê ew cêribandin tenê bi cûrê dîtinokê qewimî, hine pirs ji bo wê yekê pêşda tên:

  • Gelo ew cêribandin bi rastî rêalî bû, yan bi cûrê dîtinokê bû?

  • Hergê ji bo cêribandinên din Îsa gerekê tiştên fîzîkî bikira, mesele kevir bikirana nan, yan bi rêalî serê xwe ber Şeytan daniya, dêmek ew cêribandin jî, ku Îsa ji paristgehê banzde, gerekê rêalî bûya.

Û hergê Îsa bi rêalî li bilindciya banê paristgehê sekinî bû, dîsa hine pirs pêşda tên:

  • Îsa ku li bilindciya banê paristgehê sekinî bû, gelo bi wê yekê ewî Qanûn înkar kir?

  • Çawa Îsa ji beriyê çû Orşelîme?

Bi saya lêkolînkirinê, me caba wan du pirsên paşin dît.

Ya pêşin, zandarekî bi navê Kêrson, dîna xwe da ku xebera Yûnanî hî ê ron kîjan ku du derecada tê welgerandinê ça “paristgeh”, dibeke tê hesabê “temamiya têrîtoriya paristgehê, ne ku tenê xwexa paristgeh”. Lema jî em dikarin bêjin ku ne eseyî bû wekî Îsa li ser bilindciya banê paristgehê bisekine. Ew dikaribû mesele li aliyê başûra-rohilatê ya paristgehê bisekiniya. Bilindaya wî tepeyî heta jêraya Deşta Kîdronê weke 137 mêtra bû. Avayê paristgeha başûra-rohilatê usa çêkirî bû, wekî baniya wê pen bû û dora wê sûreke nimiz çêkirî bû, û ew îda ciyê lape bilind bû. Terîxzanek bi navê Cozêfûz giliyê usa got: “Hergê bende li ser wê bilindciyê bisekiniya û serê xwe berjêrkira ku jêrê binihêre, ji bo wê bilindayê serê wî dikaribû gêj bûya”. Îsa Lêwî nîbû, lê îzina wî hebû ser wî avayî bisekine, û ji bo wê yekê tu kesî wê ew rezîl nekira.

Lê gelo ça Îsa gihîşte paristgehê, ne ew li beriyêda bû? Em nikarin tiştekî sed selefî bêjin. Ji wan cêribandina nayê kifşê ku ew cêribandin çiqas wede dikişand, yan Îsa xût beriyêda kîderê sekinî bû. Rast e gelek wede lazim bû, lê dibeke Îsa ji beriyê vegeriya Orşelîmê. Ev serhatî sed selefî nadine kifşê ku nava wan cêribandinada Îsa beriyêda mabû yan na. Ji vir tenê tê kifşê, ku Îsa birine li Orşelîmê.

Gelo bi rastiyê Îsa “hemû padşatiyên dinyayê” di wan cêribandinada dît? Zelal e ku ewî nikaribû bi rêalî ewan hemû padşatî bidîta; li vir ne jî çiyakî usa hebû ji kîderê ku ev hemû padşatî wê bihatana kifşê. Lema jî dibeke Şeytan bi cûrê dîtinokê ewan hemû tişt nîşanî Îsa kir. Anegorî wê yekê çawa ku bendek êkrana kompoterê dide xebatê, seva ku cûre-cûre ciyên bedew kesekîra nîşan ke, usa jî Şeytan dikir. Rast e dibeke ew pê dîtinokê bû, lê Îsa gerekê rêalî “serê xwe li ber” Şeytan daniya (Met. 4:8, 9). Lê ew cêribandina ku Îsa gerekê ji bilindciya paristgehê banzda, gerekê rêalî bûya, ne ku dîtinok.

Çawa ku destpêkêda hatibû gotinê, em nikarin tiştekî derheqa wê pirsê bi sed selefî bêjin. Em usa jî nikarin sed selefî înkar kin, ku Îsa rastî çûbû Orşelîme û ser bilindciya banê paristgehê sekinî bû. Lê tiştekî em dikarin eşkere bêjin, wekî Îsa bi rastî jî dihate cêribandinê û ew her derecada bi baweriyê caba Mîrê-cina dida.

^ abz. 2 Binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013, rûp. 10-12, abz. 5-8, 12.

^ abz. 1 Kitêba Hezeqêl 37:1-14 û Eyantî 11:7-12 gilî dikin derheqa tezekirina ruhanî, ya ku sala 1919-da hate kifşkirinê. Xêncî wê yekê, pêxembertiya ji kitêba Hezeqêl gilî dike derheqa tezekirina ruhanî ya temamiya cimeta Xwedê. Ev bû tezekirina paşin paşî zeftkirina dirêj. Usa jî pêxembertî ji kitêba Eyantî gilî dike, wekî komeke biçûk ya birên rûnkirî ruhanîda hişyar bûn, û wana rêberî hilda destê xwe, û destpêkirin hê bi xîret kar bikin.