Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Dikarî Yektiya Meye Mesîhîtî Qewî kî Çi Cûreyî?

Tu Dikarî Yektiya Meye Mesîhîtî Qewî kî Çi Cûreyî?

“Ji wî temamiya bedenê hevva ne û hemû jî bi sêvika hevva girêdayî ne” (EFES. 4:16).

KILAMÊN: 53, 16

1. Ji destpêka efirandinêda şixulên Xwedê ça dihatine kirinê?

DESTPÊBÛNA efirandinêda Yahowa û Îsa yektiyêda bûn. Yahowa pêşiya her tiştî Îsa efirand. Lê hemû tiştên din Xwedê tevî Îsa efirand. Îsa got: “Ez roj bi roj, bi kêfxweşiyêva tijî bûm, li ber wî” (Metlk. 8:30). Bav û Kur tevî hev hevkarî dikirin, wana cûre-cûre bînberên din jî efirandin çi ku îro em divînin. Ew yektî usa jî dihate kifşê nava xizmetkarên Xwedêda. Mesele, çaxê Nuh tevî neferên xwe gemî ava dikir. Usa jî, çaxê cimeta Xwedê li beriyêda cîguhastî dibûn, tevayî Konê Pîroz top dikirin, hevderdixistin, û cîguhastî dikirin. Ew hevkarî hin jî hebû çaxê paristgehêda tevayî pesinê Yahowa didan bi kilama û hacetên mûzîkayê. Ew her tişt cimeta Xwedê dikaribû bikira, çimkî yektî nav wanda hebû (Destp. 6:14-16, 22; Jimar 4:4-32; 1 Dîr. 25:1-8).

2. a) Bi çi eyan bû civata Mesîhîtîye pêşin? b) Di vê têmayêda kîjan pirs wê bêne şirovekirinê?

2 Qirna yekêda civata Mesîhîtîye pêşin jî yektiyêda bû. Ew civat bin rêberiya Serê civatê, dêmek Îsa Mesîhda bû. Pawlosê şandî şirovekir, ku rast e “cûre-cûre pêşkêşêd” Mesîhiyên rûnkirî hene û usa jî “cûre-cûre qulix”, “cûre-cûre karîn”, lê yeke ew hemûşk pareke bedenekê ne, dêmek ewana yektiyêda nin. (Bixûne 1 Korintî 12:3-6, 12.) Lê çi em dikarin bêjin derheqa roja îroyîn? Ça em dikarin yektiyêda bin şixulê belakirina mizgînêda? Û em ça dikarin hevkariyê bikin civatêda û usa jî malbetêda?

YEKTÎ BELAKIRINA MIZGÎNÊDA

3. Yûhennayê şandî çi dîtinok dît?

3 Qirna yekêda D.M., Yûhennayê şandî dîtinok dît derheqa heft milyaketa, ku ji wan her kesî dengê boriyê dihat. Çaxê milyaketê pênca boriyê xist, Yûhenna “steyrkek” dît ji ezmên ketî ser rûyê erdê. Bal wî steyrkî hebû kilîta derê geliyê hey-wayê. Ewî derê geliyê hey-wayê vekir, û dû-dûxan derket û ji wê dû-dûxanê kulî derketin. Ew kulîyên sîmbolîk, dewsa ku ziyanê bidine şînkayê, ewana ziyanê didine “wan merivêd ku mora Xwedê li ser eniya wan tuneye” (Eyan. 9:1-4). Bêşik, Yûhenna zanibû wekî kulî ziyana mezin dikarin bînin. Ne hêna Mûsada, wedê belakî, kuliya temamiya welatê Misirê girt (Derk. 10:12-15). Ew kuliyên sîmbolîk, kîjan ku Yûhenna dît, têne hesabê Mesîhiyên rûnkirî, yên ku rêlîgiyên qelpra elam dikin derheqa dîwana Yahowa. Mîlyona meriv baweriya kîjana heye ku bijîn li ser erdê, wî şixulîda tevî wan in. Tevî hev ewana xizmetkirinêda hevkariyê dikin. Û ew yek alî gelek meriva dike, ku rêlîgiya qelp bihêlin û xwe ji hukumê Şeytan xilaz bin!

4. Cimeta Xwedê çi şixulî gerekê bîne sêrî, û kîjan rêke tek heye wekî ewî şixulî bînin sêrî?

4 Cimeta Yahowara temî hatiye dayînê, wekî “mizgîniya Padşatiyê” bela kin nav temamiya dinyayêda, heta xilazî nehatiye (Met. 24:14; 28:19, 20). Ew yek tê hesabê teglîf kin wan yên ku “tî” ne, seva ku “ava jîyînê” bêheq bistînin (Eyan. 22:17). Çawa endemên civata Mesîhîtî, em ça dikarin hê pêşda herin wê yekêda? Emê bikaribin pêşda herin, hergê yektiyê xwey kin û civatêda hevkariyê bikin (Efes. 4:16).

5, 6. Em ça yektiyêda nin çaxê mizgînê bela dikin?

5 Seva ku çiqas dikarin gelekara mizgînê bela kin, em gerekê pêşda xwe hazir kin bona xizmetkirinê. Vê yekêda alî me dikin rêberiyên ku em civata xweda distînin. Paşî civata dannasînkirinê, em diçine xizmetkirinê û merivara gilî dikin derheqa mizgîna Padşatiyê. Em usa jî wanra bela dikin edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz. Cara rêberiyê didine me ku kampanyên xizmetkirinêda kar bikin. Çaxê hûn kar dikin wan kampanyada, bi vê yekê hûn yektiyêda nin tevî mîlyona xûşk û bira, yên ku evê mizgînê bela dikin. Hin jî, hûn hevkariyê dikin tevî milyaketa, yên ku alî cimeta Xwedê dikin belakirina mizgînêda (Eyan. 14:6).

6 Çaxê em kitêba “Hersalîda” dixûnin ku şixulê meyî belakirina mizgînê çi karê tîne, ew yek mera şabûnê tîne! Usa jî bifikirin, derheqa yektiya me çaxê tevayî nav temamiya dinyayêda bela dikin teglîfkirinên ser civatên mezin. Ser wan civîna em gotarên hêlankirinê dibihên, usa jî drama û temaşa dinihêrin. Ew hemû tişt didine kifşê, ku ça Xwedê bi hizkirinê me teglîf dike, wekî bi temamiya dilê xwe wîra xizmet kin. Êvara Bîranîna mirina Îsa jî me dike yektiyê. Em her sal 14 Nîsanê paşî ku ro diçe ava, top dibin seva bidine kifşê razîbûna xwe bona dilremiya Xwedê hindava me, û usa jî bidine kifşê guhdarîbûna xwe hindava temiya Îsa (1 Korn. 11:23-26). Lê ne ku tenê yên nixumandî dikarin bên ser vê qewimandinê. Çend heftî pêşiya Êvara Bîranînê em dertên xizmetkirinê, seva ku çiqas dikarin gelek meriva teglîf kin ser wê qewimandina mexsûs.

7. Çaxê em tevayî hevkariyê dikin, em çi dikarin bikin?

7 Kulîk tenê nikare tiştekî mezin bike. Usa jî merivek tenê nikare hemû merivara mizgînê bela ke. Lema jî em tevî hev hevkariyê dikin, seva ku alî mîlyona meriva bikin ewana nas kin wî, kê ku hêjayî pesina û şikiriyê ye. Ew heye Yahowa! Lê mecalên din jî hene bi çi jî em dikarin tevî cimeta Xwedê yektiyêda bin.

YEKTÎ CIVATÊDA

8, 9. a) Pawlos çi mesele anî seva ku Mesîhiya hîn ke wekî ewana yektiyêda bin? b) Em ça dikarin hevkariyê bikin civatêda?

8 Pawlos nema xweda Efesiyara şirovekir, ça civat sazkirî ye û lazim e civatêda gişk “her aliyada bigihîjin”. (Bixûne Efesî 4:15, 16.) Pawlos mesele anî derheqa bedenê, seva bide kifşê ku her Mesîhî dikare civatêda yektiyê xwey ke, kîderê Îsa Mesîh rêberiyê dike. Pawlos usa jî gilî dike derheqa hevkariya her “sêvika”, kîjan ku gelek lazim in. Lê ça her kes ji me, firqî tune cahil yan mezin, qewî yan sist, dikare yektiyê bike civatê?

9 Emê bikaribin, hergê em qedirê wan digirin, yên ku Îsa kifş kir, seva ewana civatêda rêberiyê bikin. Ew hene rûspî (Îbrn. 13:7, 17). Rast e carna ew yek çetin e. Lê em dikarin ji Xwedê rêberiyê hîvî kin. Ruhê wîyî pîroz dikare alî me bike ku bi dil û can alîkariyê bidin civatê. Hergê hewasa me tune ku pey rêberiyê herin kîjan ku em civatêda distînin, em gerekê bifikirin hergê em bi milûktî hevkariyê bikin, emê yektiyê bikine civatê. Xêncî wê yekê, hevkariya usa alî me bike ku hizkirina xwe hê mezin kin.

10. Ça berdestiyê civatê alîkariyê didin ku yektî hebe civatêda? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Berdestiyê civatê jî alîkariyê didin ku yektî civatêda hebe. Firqî tune ew bira çend salî ne, ewana bi dil û can xizmetiyêda ruhê xwequrbankirinê didine kifşê, seva ku hemûyara karê bînin. Mesele ewana alî rûspiya dikin ku binihêrin hela edebyetên bona belakirinê civatêda têrê dikin yan na. Xêncî wê yekê, ewana alîkarî didin bona temizaya Oda Civata û xweykirina vê. Ewana usa jî disekinin û slav dikin hemûya kê tê civatê. Em çaxê tevî wan bira hevkariyê dikin, em yektiyê xwey dikin û Yahowara bi organîze xizmet dikin. (Beramber kin Karên Şandiya 6:3-6.)

11. Birên cahil ça dikarin alîkariyê bidin ku civatêda yektî hebe?

11 Gelek birên cabdar bi sala civatêda xizmet dikin. Ewana diqewime îda nikarin haqasî bikin çiqas ku berê dikirin, çimkî emirda mezin in. Lê birên cahil dikarin bibine alîkarçî bona wan. Ewana dibeke cêribandî nînin, lê dikarin bêne hînkirinê, seva hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Çiqas baş e çaxê berdestiyê civatê dixebite ku pêşda here û bibe rûspî! (1 Tîmt. 3:1, 10). Hinek rûspiyên cahil pêşda çûne û dikarin xizmet kin ça berpirsiyarên mihalê, seva ku gelek civatada alî xûşk-bira bikin. Em gelek razî ne ku ew birên cahil hazir in alîkariyê bidin. (Bixûne Zebûr 110:3; Waîz 12:1.)

YEKTÎ MALBETÊDA

12, 13. Çi dikare alî neferên malbetê bike seva ku tevî hev hevkariyê bikin?

12 Niha were em şêwir kin, ça em dikarin malbetêda hevkariyê bikin, seva yektî hebe malbetêda. Geleka texmîn kirine çaxê Qulixkirina tevî Malbetê her heftî derbaz dibe, heleqetiya orta cahila û mezina qewî dibe. Wedê vê civînê, em derheqa tiştên ruhanî xeberdidin, û ew yek yektiyê dike malbetê. Çaxê malbet pêşda xwe hazir dike bona xizmetkirinê, ew yek alî malbetê dike ku mizgînê hê rind bela kin. Û çaxê ewana tevayî derheqa rastiyê xeberdidin, û divînin wekî gişk malbetêda Yahowa hiz dikin û dixwazin dilê wî şa kin, ewana hê nêzîkî hev dibin.

ulixkirina tevî malbetê heleqetiya orta cahila û merivên emirda mezin qewî dike (Binihêre abzasa 12, 15)

13 Cotên zewacê çi dikarin bikin, seva ku tevî hev hevkariyê bikin, û pesinê Yahowa bidin? Hergê her yek ji cotên zewacê bi aminiyê Yahowara xizmet ke, ewana wê bextewar bin û yektiyêda bin. Birahîm û Serayê, Îshaq û Rebekayê, Hannayê û Elkana, gişk jî hindava hevdu hizkirinê didane kifşê. Em jî gerekê çev bidine wan, dêmek hizkirinê bidine kifşê cotê xwera (Destp. 26:8; 1 Sam. 1:5, 8; 1 Pet. 3:5, 6). Ew yek cotên zewacê nêzîkî hev dike, û usa jî ewana hê zêde nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin. (Bixûne Waîz 4:12.)

14. Hergê hevalzewacê(a) te Yahowara xizmet nake, tu çi dikarî bikî seva ku zewaca te qewî bimîne?

14 Mesîhî gerekê xwe xwey kin, ku tevî nebawera nekevine bin nîrekî (2 Korn. 6:14). Lê hene xûşk û bira, malbeta kîjanada nebawer hene. Hinek ji wan îda zewacêda bûn çaxê hatine nava rastiyê, lê hevalzewacê wana nehatine nava rastiyê. Vê derecêda yeke Mesîhî dikare malbetêda edilayê xwey ke, hergê pê prînsîpên Xwedê bijî. Û usa jî ewana dikarin tevayî hevkariyê bikin û rê bidine hev. Rast e ew yek dikare çetin be, lê bifikirin ev kareke çiqas mezin tîne. Prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî cara dikare çetin be, îlahî hergê hevalzewacek civatê dihêle. Ew yek qewimiye tevî xûşkekê, navê kîjanê Mêrî ye. Ew û mêrê wê Dêvîd tevayî Xwedêra xizmet dikirin, lê paşê ewî civat hîşt. Mêrî bi xîret diçû ser civata û civatên mezin. Ew usa jî çiqas dikaribû prînsîpên Kitêba Pîroz dianî sêrî malda û hînkirina şeş zarên xweda. Çaxê zar mezin bûn û ji malê çûn, Mêriyê xwe tenê texmîn dikir. Hingê Dêvîd destpêkir bixûne ew jûrnalên ku Mêriyê jêra dihîşt. Car-cara ew dîsa vedigeriya ser civînê, kîderê ku nebiyê wîyî şeş salî bona wî cî digirt. Lê çaxê Dêvîd nediçû civînê, nebî jêra digot: “Kalko îro tu nehatibûyî civînê, min bîra te dikir”. Paşî 25 sala Dêvîd vegeriya civatê, û niha ew bi şabûnê Yahowara xizmet dike, û Mêrî jî bextewar e çimkî ewana dîsa tevayî Yahowara xizmet dikin.

15. Ça cotên emirda mezin dikarin alî cotên cahil bikin?

15 Roja îroyîn Şeytan pey malbeta dikeve, û lema gelek ferz e wekî xizmetkarên Xwedê heleqetiya baş xwey kin zewaca xweda. Firqî tune hûn çiqas wext zewacêda nin, timê bifikirin hela hûn çi dikarin bêjin yanê bikin, seva zewaca xwe hê qewî kin. Hergê hûn cotên emirda mezin in, hûn dikarin alî cotên cahil bikin. Hûn dikarin cotên cahil teglîfî mala xwe kin, seva ku tevayî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Ewana dikarin ji we hîn bin, wekî firqî tune ewana çiqas wext zewacêda nin, yeke gerekê hizkirinê hindava hevdu bidine kifşê û yektiyêda bin (Tîto 2:3-7).

“WERÊN Û EM HILKIŞIN ÇIYAYÊ XUDAN”

16, 17. Xizmetkarên Xwedê ku yektiyêda nin hîviya çi ne?

16 Bide ber çevê xwe Îsraêla wedê berê, çaxê cejina Orşelîmêda pesinê Yahowa didan paristgehêda. Wana hemû tişt çi ku lazim bû bona rêwîtiyê hazir kirin, paşê ewana tevayî rêketin û alî hev dikirin. Paristgehêda wana tevayî pesinê Yahowa didan û jêra xizmet dikirin (Lûqa 2:41-44). Roja îroyîn çawa ku em hazir dibin bona jîyîna dinya teze, mera lazim e yektiyêda bin û hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva tevî hev hevkariyê bikin. Seva wê yekê lazim e timê qewatê bidine xebatê. Hela bifikirin hûn ça dikarin hê zêde bikin seva vê yekê?

17 Bifikirin derheqa keremên ku hîviya me ne! Em îda ji vê dinya bêtifaq dûr in. Em niha pê çevê xwe divînin ku ça pêxembertiya Îşaya û Mîxa têne sêrî. Bi rastiyê jî, cimeta Xwedê bi yektî hildikişine ser “çiyayê Xudan”. (Îşa. 2:2-4; bixûne Mîxa 4:2-4.) Rastî jî, xizmetkirina me Xwedêra wan “rojên xilaziyêda” gelek dilê wî şa dike, û ew ji me razî ye. Lê wedekî, wê çiqas xweş be çaxê em bextewar û şa bin, çimkî emê bijîn wî wedeyî ku hemû însanet edilayêda, yektiyêda û hevkariyêda Yahowara xizmet bikin!