Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yahowa Riya Jîyînêda Rêberiya Cimeta Xwe Dike

Yahowa Riya Jîyînêda Rêberiya Cimeta Xwe Dike

“Rê ev e, di vê rêyêda bimeşin” (ÎŞA. 30:21).

KILAMÊN: 35, 48

1, 2. a) Bi saya çi emirê gelek meriva xilaz bû? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Cimeta Xwedê kîjan rêberiyê distîne, ya ku dikare emirê wana xilaz ke?

“BISEKINE, BINIHÊRE, BIBIHÊ”. Ewan xebera emirê gelek meriva xwey kirine. Nîşanên mezin pê wan xebera hatine danînê Amerîkaya Bakûrêda ser riya trênê. Lê gelo çira ew nîşan danîbûn? Ew nîşan hatin danîn, seva ku çaxê trên derbaz dibe, mekînên ajotinê nekevine ser riya trênê. Belê, guhdayîna vê şîretê emirê geleka xilaz kiriye.

2 Yahowa nîşana danayne seva ku me xwey ke. Ew tiştekî hê baş dike. Ew kêleka cimeta xwe ye, seva ku wana berbi jîyîna heta-hetayê bive. Hin jî, ew wana ji qeziya xwey dike. Ew mîna şivanekî hizkirî ye, yê ku rêberiyê keriyê xwe dike, û wana xwey dike ku nekevine ser rêyên bi qeziya. (Bixûne Îşaya 30:20, 21.)

YAHOWA TIMÊ RÊBERIYA CIMETA XWE DIKIR

3. Ça însanet kete ser riya mirinê?

3 Yahowa timê temiyên konkrêt, yan rêberî dida meriva. Mesele, baxçê Edenêda, Yahowa temiyên zelal da meriva, kîjan ku dikaribûn ewana xwey kirana, seva ku bijîn heta-hetayê bextewariyêda (Destp. 2:15-17). Hergê Adem û Hêwayê guh bidana temiyên Xwedê, wana wê xwe ji axiriya xirab xwey kirana. Dêmek wana wê bi jîyîna zor-cefa nejîtana û nemirana. Lê dewsa ku gura Xwedê bikirana, Hêwayê guh da şîreta heywanekê, dêmek mer. Adem jî, guh da Hêwayê. Bi vê yekê wan herda jî pişta xwe dane rêberiya Bavê xweyî hizkirî. Lê yazix, seva şaşiya wana, hemû însanet kete ser riya mirinê.

4. a) Çira paşî Sêlavê lazim bûn rêberiyên teze? b) Çawa temiyên teze nihêrandina Xwedê eyan kirine?

4 Yahowa rêberî da Nuh, û bi vê rêberiyê emir xilaz bûne. Paşî Sêlavê, Yahowa temî da derheqa qedexekirina xûnê. Lê çira lazim bû ew rêberiya teze? Çimkî tiştek hate guhastinê. Yahowa îda îzin dida meriva, ku ewana goştê heywana bixwin. Lema lazim bûn rêberiyên teze. Xwedê temî da: “Tenê goşt saxiyêda, awa gotî xûnêva nexwin” (Destp. 9:1-4, PKM). Ew guhastin eyan dide kifşê nihêrandina Xwedê derheqa emir. Çawa Efirandar û Jîyîndar, îzina wî heye ku temiya bide derheqa jîyînê. Mesele, ewî temî da meriva, ku hevdu nekujin. Çimkî Xwedê jîyînê û xûnê hesab dike ça pîroz. Û ew wê dîwana wan bike yên ku van tişta qîmet nakin (Destp. 9:5, 6).

5. Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin, û çira?

5 Were em şêwir kin hine mesela, ku çawa nava qirnada Xwedê berdewam dikir rêberiyê bide cimeta xwe. Ew yek wê me hêlan ke ku em dinya tezeda jî pey rêberiya Yahowa herin.

CIMETA TEZE, RÊBERIYÊN TEZE

6. Çira Îsraêliyara lazim bû qanûnên ku Xwedê bi Mûsa dabû, û nihêrandina wan gerekê ça bûya?

6 Wedê Mûsada jî lazim bûn rêberiyên teze derheqa rabûn-rûniştinê û xizmetkirina Xwedêra. Lê çira? Çimkî dîsa derece hatine guhastinê. Rikiniyata Aqûb du qirna zêdetir bin serwêrtiya Misirêda dijîtin, wî welatîda, kîderê ku meriva pût û mirî dihebandin, û tiştên usa dikin yên ku Xwedê bêhurmet dikirin. Çaxê cimeta Xwedê ji dîltiya Misirê derketin, lazim bûn rêberiyên teze. Cimeta Xwedê wê îda nejîta çawa merivên dîl, lê çawa cimeta aza, bin Qanûna Yahowada. Hine kitêbada tê gotinê ku xebera Îbranîye ku tê hesabê “qanûn”, girêdayî tevî hîmê xeberên “serwêrî, rêberî, û şîretkirin”. Qanûna Mûsa cimet xwey dikir wekî mîna cimetên din bênamûsiyê, edet û kirên qelp nekin. Çaxê Îsraêliya gura Xwedê dikirin, wana timê kerema Xwedê distandin. Lê çaxê wana gura wî nedikirin, wana berên xirab distandin. (Bixûne Qanûna Ducarî 28:1, 2, 15.)

7. a) Dîsa menîke din çi bû ku Yahowa rêberî da cimeta xwe. b) Qanûn çi cûreyî cimeta Îsraêliyara xilazkar bû?

7 Dîsa menîke din hebû ku çira temî û rêberî lazim bû. Ewê Qanûnê, Îsraêlî hazir dikirin bona qewimandina ferz di qirara Xwedêda. Ew hebû hatina Îsa Mesîh. Ewê Qanûnê dianî bîra Îsraêliya ku ewana gunekar in. Evê usa jî alî wan dikir wekî ewana fem kin ku wanra lazim e kirîn, dêmek qurbana bêqisûr, seva ewana bi temamî ji gune xilaz bin (Galt. 3:19; Îbrn. 10:1-10). Xêncî vê yekê, pê alîkariya wê Qanûnê dihate xweykirinê ew rikiniyat, ji kîjanê ku Îsa gerekê bihata. Belê, Qanûn mîna “xilazkarê” wedelû bû, kîjan ku berbi Mesîh dibir (Galt. 3:23, 24).

8. Çira em gerekê bifikirin ser prînsîpên Qanûna Mûsa?

8 Ça Mesîhî, em jî dikarin karê bistînin ji wan rêberiya ku Qanûnêda Îsraêliyara hatine dayînê. Lê çawa? Em dikarin bifikirin Qanûn ser hîmê kîjan prînsîpa ye. Rast e em bin van qanûnada nînin, lê yeke em dikarin wan qanûnada rêberiyên kêrhatî bivînin, çawa jîyîna xweye herrojîda, usa jî xizmetkirina xweda Yahowara. Yahowa ew qanûn Kitêba Pîrozda daye nivîsarê, seva ku em bikaribin ji wan qanûna hîn bin, pey prînsîpên wan herin, û razî bin bona wan prînsîpa ku Mesîhiyara hatiye dayînê. Dîna xwe bidinê ku Îsa çi got: “We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Ziniyê neke’. Lê ez wera dibêjim, kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir”. Dêmek, em gerekê ne ku tenê xwe ji bênamûsiyê xwey kin, lê usa jî ji fikir û xwestinên bênamûsî (Met. 5:27, 28).

9. Çi dereca teze qewimî ku lazim bû rêberiya Xwedêye teze?

9 Çaxê Îsa hate ser erdê, rêberiyên Xwedêyî teze lazim bûn û zelalkirina qirara Yahowa. Lê gelo çira? Çimkî dîsa derece hate guhastinê. Sala 33 D.M., Yahowa cimeta Îsraêl înkar kir û civata Mesîhî jibart çawa cimeta xwe. Lema bona cimeta teze lazim bûn rêberiyên teze.

RÊBERÎ BONA ÎSRAÊLA TEZEYE RUHANÎ

10. Çira civata Mîsîhîra qanûnên teze hatine dayînê, û çi firqî heye orta wan qanûnada û qanûnên ku Îsraêlra hate dayînê?

10 Qirna yekêda, civata Mesîhiyara, dêmek cimeta Xwedêye tezera, lazim bûn rêberiyên teze derheqa xizmetkirinê û rabûn-rûniştinê. Ew xizmetkarên Xwedê ketine nava peymana teze. Çimkî Qanûna Mûsa tenê cimeta Îsraêlra hate dayînê. Lê Îsraêla ruhanî, ne ji miletekî bû. Cûre-cûre milet dikete nava Îsraêla ruhanî. Ji vê yekê eyan e, ku “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta”, lê “ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Kar. Şand. 10:34, 35). Qanûna Mûsa ku Îsraêlra hate dayînê, ser kevir dihate nivîsarê. Lê bona Îsraêla ruhanî, “qanûna Mesîh”, kîjan ku heçî zef ser hîmê prînsîpa ye, gerekê dilê wanda be. Û ev “qanûna Mesîh” gerekê rêberê Mesîhiya be, û firqî tune ewana ji kîderê ne (Galt. 6:2).

11. “Qanûna Mesîh” çi du tiştada ser jîyîna Mesîhî hukum dike?

11 Îsraêla ruhanî kareke mezin stand ji rêberiya Yahowa ku ewî bi saya Îsa daye. Pêşiya ku Îsa peymana teze girêda, ewî du temiyên ferz da. Temiya pêşiyê, tevî şixulê belakirina mizgînê girêdayî ye. Ya duda, dida kifşê ku Mesîhî xwe ça gerekê bidine kifşê û gerekê ça bin hindava hevduda. Ew temî bona hemû Mesîhiya bûn. Dêmek ew îro bona me ne jî, û firqî tune em hîviya jîyîna ser ezmana ne, yan ser erdê.

12. Çi teze bû belakirina mizgînêda?

12 Were şêwir kin şixulê belakirina mizgînê, kîjan ku Îsa peyçûyên xwera gotibû. Mizgîn gerekê îda bi cûrekî mayîn bela bûya. Berê, cimetên din xwexa dihatine bal Îsraêliya seva Yahowara xizmet kin (1 Padş. 8:41-43). Lê ew yek pêşiya temîdayîna Îsa bû, kîjan nivîsar e Metta 28:19, 20-da. (Bixûne.) Îsa şagirtên xwera got ku “herin” hemû mileta hîn kin. Sala 33 D.M.-da, eyan bû ku Yahowa dixwaze, wekî îda mizgîn ser temamiya dinyayê bela be. Çimkî vê rojê, bi ruhê wîyî pîroz, weke 120 endemên civata teze, destpêkirin ser cûre-cûre zimana xeberdin tevî Cihûya û yên necihû (Kar. Şand. 2:4-11). Paşê, mizgîn bela bû heta merivên Samerî jî. Paşê jî, sala 36 D.M., mizgîn gihîşte hela hê merivên pûtpariste nesinetkirî jî. Ew yek dihate hesabê ku Mesîhî gerekê biçûna çiqas dikaribûn gişkara nav temamiya dinyayê mizgîn bela kirana!

13, 14. a) Çi dihate hesabê “temîke nû” kîjan ku Îsa da? b) Em ji Îsa çi dikarin hîn bin?

13 Niha were şêwir kin ku em gerekê ça bin hindava xûşk-birên xweda. Îsa “temîke nû” da şagirtên xwe. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35.) Belê, ew temî nayê hesabê ku em gerekê tenê jîyîna xweye herrojîda hevdura hizkirinê bidine kifşê. Lê em gerekê hazir bin hela hê emirê xwe jî bona xûşk-birên xwe bidin. Qanûna Mûsa ew yek dewa nedikir (Met. 22:39; 1 Yûhn. 3:16).

14 Îsa vê yekêda nexşekî mezin mera hîştiye. Ew xwehiz nîbû û şagirtên xwe gelek hiz dikir. Ji bo vê hizkirina qayîm, Îsa hazir bû emirê xwe jî bona wan bide. Û ew ji wana jî hîviyê bû ku ewana usa bikin. Dêmek, em gerekê hazir bin ku dibeke bona xûşk-birên xwe cefa bikişînin û bona wan hela hê emirê xwe jî bidin (1 Têsln. 2:8).

RÊBERÎ BONA ROJA ÎROYÎN Û BONA AXIRIYÊ

15, 16. Niha çi derecên meye teze hene, û Xwedê ça rêberiya me dike?

15 Îsa “xulamê amin û serwaxt” kifş kir, seva ku “wextda xwarina” ruhanî bide peyçûyên wî (Met. 24:45-47). Rêberiyên ferz jî dikevine nava vê xwarinê, anegorî derecên teze.

16 Mesele, niha em dijîn “rojêd axiriyêda”, û îda gelek nêzîk in berbi tengasiya mezin, kîjan ku tu car tune bûya (2 Tîmt. 3:1; Marq. 13:19). Hin jî, Şeytan û cinên wî ji ezmên jorda hatine avîtinê ser erdê. Lema jî însanet îro gelek diçerçire û kul-derda dikişîne (Eyan. 12:9, 12). Xêncî vê yekê, em temiya Îsa tînin sêrî, ku nav temamiya dinyayêda hemû merivara mizgînê bela dikin. Û tu car usa nîbûye ku ser haqas gelek zimana mizgîn bê belakirinê!

17, 18. Em ça gerekê binihêrin ser wan rêberiya ku em distînin?

17 Teşkîleta Yahowa mera gelek haceta dide, kîjan ku alî me dikin belakirina mizgînêda. Lê hûn didine xebatê ewan haceta? Em ser civatên xwe rêberiyê distînin, ku çawa em dikarin ewan haceta hê baş bidine xebatê. Hûn hesab dikin ku ew rêberî ji Xwedê ne?

18 Belê, seva ku kerema Xwedê bistînin, em gerekê gura hemû rêberiya bikin ku bi saya civatê em distînin. Hergê em niha guh bidine wan rêberiya, ew yek wê alî me bike ku guh bidine rêberiyên wedê “tengasiya mezinda” jî. Wî çaxî Şeytan û ev dinya wê bêne kutakirinê (Met. 24:21). Û paşê, mera îda wê lazim bên rêberiyên teze, çimkî emê dinya tezeda bijîn, kîderê ku îda Şeytan wê tune be.

Cinetêda ser erdê kitêb wê vebin seva ku em rêberiya bistînin bona jîyîna dinya tezeda (Binihêre abzasa 19, 20)

19, 20. Kîjan kitêb wê vebin dinya tezeda, û bi saya wan emê derheqa çi pêbihesin?

19 Cimeta Îsraêlra lazim bûn rêberiyên teze, û Xwedê wanra bi Mûsa Qanûn da. Wede derbaz bû, civata Mesîhîra rêberî hate dayînê ku pê “qanûna Mesîh” bijîtana. Usa jî bona jîyîna dinya tezeda, emê rêberiyên teze bistînin. Kitêba Pîroz mera eyan dike ku dinya tezeda “kitêb” wê vebin, bi kîjana emê rêberiyên teze bistînin. (Bixûne Eyantî 20:12.) Diqewime ku ew kitêb wê mera şirovekin qirara Yahowa hindava însaneta dinya tezeda. Û hemû meriv, usa jî yên ku wê sax bin, wê ewan kitêba hîn bin, û bikaribin pêbihesin ku qirara Xwedê hindava wan çi ye. Bi wan kitêba dibeke emê hê zef pêbihesin derheqa Yahowa û fikirên wî. Usa jî, emê hê rind Kitêba Pîroz fem kin. Xêncî vê yekê, cinetêda hemûşk wê hindava hevduda bi hizkirin û bi qedir bin (Îşa. 26:9). Hela bidine ber çevê xwe, çaxê bin rêberiya Padşa Îsa Mesîhda, emê çiqas gelek tişt pêbihesin, û hin jî yên din hîn kin!

20 Hergê em pey wan rêberiya herin ku wan “kitêbada” nivîsar in, û usa jî wedê cêribandina xilaziyê Yahowara amin bimînin, ew wê ese navê me “kitêba jîyînêda” binivîse. Dêmek emê emirê heta-hetayê bistînin. Ji vê çêtir çi dikare hebe! Lema were em timê Xebera Xwedê bixûnin, bifikirin çi tê hesabê bona me çi ku em dixûnin, û gura rêberiya Xwedê bikin kîjan ew îro dide me. Hergê em usa bikin, emê tengasiya mezinda xilaz bin û heta-hetayê berdewam kin pêbihesin derheqa Yahowa Xwedêyê meyî bîlan û hizkirin! (Waîz 3:11; Rom. 11:33).