Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Dostên Yahowayî Nêzîk

Çev Bidine Dostên Yahowayî Nêzîk

“Dostiya nêzîk tevî Yahowa, ya wan e yên ku ji wî ditirsin” (ZEB. 25:14, DT).

KILAMÊN: 27, 21

1-3. a) Çira em dikarin bawer bin ku em dikarin bibine dostê Yahowa? b) Di wê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

KITÊBA PÎROZ ser Birahîm sê cara dibêje dostê Yahowa (2 Dîr. 20:7; Îşa. 41:8; Aqûb 2:23). Rast e di Kitêba Pîrozda tenê ser wî tê gotinê dostê Xwedê, lê gelo ew tê hesabê ku ji meriva tenê Birahîm bû dostê Yahowa? Na, Kitêba Pîroz dide kifşê ku her kes ji me dikare bibe dostê Xwedê.

2 Xebera Xwedêda gelek meselên jin û mêrên amin hene, kîjan ku xwedêxof bûn, baweriya wan hindava Yahowa hebû û bûne dostên wîyî nêzîk. (Bixûne Zebûr 25:14.) Pawlosê şandî nivîsî derheqa “ewirekî . . . mezin yê şedan”, kîjan ku bi rastiyê dostên Xwedê bûn (Îbrn. 12:1, ÎM). Ew hemû meriv ji hev cude dibûn.

3 Werên em dîna xwe bidine ser sê hevalên Yahowayî nêzîk, derheqa kîjana ku Kitêba Pîrozda tê gotinê. Emê şêwir kin derheqa 1) Rût, jinebîke amin ji Mowabê; 2) Hizqiya, Padşayê rast yê Cihûda û 3) Meryem, diya Îsaye milûk. Çi em dikarin hîn bin ji wan her kesa, ku ewana ça bûne dostê Yahowa?

EWÊ HIZKIRINA AMIN DAYE KIFŞÊ

4, 5. Kîjan safîkirina ferz Rût gerekê bikira, û çira ew safîkirin nehêsa bû? (Binihêre şikilê ewlin.)

4 Bidine ber çevê xwe sê jinebî ji erdê Mowabê diçine Îsraêlê. Ji wan yek Nahomî ye, û bûkên wê Rût û Orpa. Orpayê safî kiriye ku wegere li Mowabê mala xwe. Nahomî safî kiriye ku berdewam ke here mala xwe Îsraêlê. Tevî wê Rût e kîjan ku gerekê safîkirina ferz bike. Ew dikare yan here mala xwe cem cimeta xwe Mowabêda, yan tevî xasiya xwe Nahomîyê bimîne, û here Beytlehmê (Rût 1:1-8, 14).

5 Rût dikaribû bifikiriya ku vegere welatê xwe Mowabê, kîderê ku malbeta wê û merivên wêyî nêzîk wê miqatî wê bûna û ew xwey kirana. Hin jî eyd-qeyd, ziman û cimeta Mowabê yê wê bûn. Lê Naomîyê nikaribû jêra ew hemû tişt li Beytlehmêda soz bida. Û lema Naomîyê gote Rût ku vegere welatê xwe Mowabê. Naomî ditirsiya ku wê nikaribe bûka xwera ne mêr, ne jî malê bivîne. Lê Rût çi safî kir? Binihêrin firqiya orta wê û Orpayê. Orpa “vegeriya gelê xwe û îlahê [xudanên] xwe” (Rût 1:9-15). Lê gelo Rût jî dixwast vegere xudanên cimeta xwe yên qelp? Eyan e ku na.

6. a) Rût çi safîkirina bîlanî kir? b) Çira Boaz derheqa Rût got ku ewê sitar bin perê Yahowa digeriya?

6 Tê kifşê ku Rût derheqa Yahowa Xwedê pêhesiya bû dibeke ji mêrê xwe yan ji Naomîyê. Rût zanibû ku Yahowa mîna xudanên Mowabê nîne, û ew hêja ye ku wî hiz bike û bihebîne. Lê zanebûn bes nîbû. Rût gerekê safîkirineke mezin bikira. Gelo ewê bijart ku Yahowa bibe Xwedêyê wê? Ew yek Rût bi bîlanî safî kir. Ewê gote xasiya xwe: “Wê gelê te bibe gelê min, û Xwedayê te bibe Xwedayê min” (Rût 1:16). Belê hizkirina Rût hindava Naomîyê dilê me digire. Lê bona wê hê ferz bû hizkirina wê hindava Yahowa, û ew hizkirin gelek ecêbmayî ye. Ew yek usa jî Boaz ecêbmayî kir, kîjanî ku paşê dua li Rût kir, çimkî ewê sitar bin perê Yahowa digeriya. (Bixûne Rût 2:12.) Ew yek tîne bîra me ku ça cûcika çivîkê dikeve bin perê dê-bavê xwe seva bê xweykirinê (Zeb. 36:7; 91:1-4). Yahowa bona Rût hema bavekî usa bû. Yahowa ew kerem kir bona baweriya wê, û Rût tu car poşman nedibû bona safîkirina xwe.

7. Çi dikare alî wan bike, yên ku hela hê safî nekirine ku xwe tesmîlî Yahowa kin?

7 Gelek meriv derheqa Yahowa pêdihesin, lê hê safî nakin ku sitarê cem wî bigerin. Ewana paş dixin ku xwe tesmîlî wî kin, û bêne nixumandin. Hergê hûn jî paş dixin, û hê safî nakin ku xwe tesmîlî Yahowa kin, hela xwe bipirsin ku çira hûn paş dixin. Her kes xudanekîra yan kesên dinra xizmet dike (Yêşû 24:15). Lê wê bi bîlanî be hergê tenê Xwedêyê rastra xizmet kin, kîjan ku hêja ye, û cem wî sitarê bigerin. Çaxê hûn xwe tesmîlî Yahowa bikin, bi vê yekê hûnê bidine kifşê baweriya xwe hindava wî. Lê ew wê alî we bike ku hûn berdewam kin wîra xizmet kin, firqî tune hûn dibeke rastî kîjan çetinaya bên. Ew yek Yahowa bona Rût kir.

EWÎ “XWE BI XUDANVA GIRÊDA”

8. Gilî kin zarotiya Hizqiya.

8 Dereca Hizqiya mîna dereca Rût nîbû. Ew nava cimeteke usada mezin dibû, kîjan ku tesmîlî Yahowa bibû. Lê ne hemû Îsraêlî Xwedêra amin bûn. Bavê Hizqiya, Ahaz Padşa, merivekî zulm bû. Ewî usa kir ku cimet kete nava pûtparistiyê, û ewî hela hê paristgeha Yahowa jî bêhurmet kir. Hin jî ewî hela hê birên Hizqiya kire nava agir, seva ku wana bike qurban xudanê qelpra. Bi rastiyê jî zarotiya Hizqiya gelek xirab û çetin bû (2 Padş. 16:2-4, 10-17; 2 Dîr. 28:1-3).

9, 10. a) Çira Hizqiya hêsa dikaribû bibûya merivekî zulm? b) Çira em gerekê ser Xwedê hêrs nekevin? c) Çira em gerekê nefikirin ku em ça hatine mezinkirinê, vê yekêva girêdayî ye ku emê merivne ça bin?

9 Hizqiya hêsa dikaribû bibe mîna bavê xwe, ku zulm û hêrs be, û miqabilî Xwedê be. Ew merivên ku zarotiya wan ne usa xirab bû ça ya Hizqiya, difikirin ku meniya wan heye “dilê xweda ji Xudanra hêrs” bin yan ser teşkîleta wî (Metlk. 19:3). Û hinek difikirin ku çimkî zarotiya wan xirab bû, lema ewana bi jîyîna xirab dijîn, û dibeke çev didine dê-bavê xwe û şaşiyên wan dikin (Hezql. 18:2, 3). Lê gelo ew yek rast e?

10 Mesela Hizqiya ser vê pirsê eyan cabê dide: Ew yek nerast e! Tu menî tune ku meriv ser Yahowa hêrs be. Çimkî zulmî ku vê dinya xirabda heye, ne ji Yahowa ye (Îb. 34:10). Rast e dê-bav dikarin yan xirab yan baş hukum bin ser zarên xwe (Metlk. 22:6; Kols. 3:21). Lê vê yekêva girêdayî nîne ku axiriyêda zar wê yekî ça be. Çimkî Yahowa pêşkêşeke qîmet daye me, ew heye azabûna bijartinê, dêmek em dikarin xwexa safî kin ku emê çi bikin û yekî ça bin (Qan. Dcr. 30:19). Lê Hizqiya ça ew pêşkêş da xebatê?

Gelek cahilên ku halê malbeta wan nebaş bû, yeke hatine nava rastiyê (Binihêre abzasa 9, 10)

11. Çira Hizqiya padşa, padşê Cihûdayî baş bû?

11 Rast e bavê Hizqiya yek ji padşên Cihûdayî xirab bû, lê Hizqiya yek ji padşên baş bû. (Bixûne 2 Padşatî 18:5, 6.) Ewî çev neda bavê xwe. Ewî guhê xwe dida pêxemberên Yahowa, mesele Îşaya, Mîxa û Hoseya. Em dikarin bidine ber çevê xwe ku ewî çawa kûr guhê xwe dida wan merivên amin, seva ku ji Yahowa şîret û rastkirinê bistîne. Tiştên xirab kîjan ku bavê wî kir, Hizqiya rast kir. Mesele, ewî paristgeh temiz kir, û ji Xwedê hîvî kir ku gunê cimetê bibaxşîne, û hemû pût kuta kir (2 Dîr. 29:1-11, 18-24; 31:1). Çaxê Hizqiya rastî çetinaya hat, mesele çaxê padşê Aşûrê Sanherîb hucumî ser Orşelîmê kir, ewî mêrxasî û bawerî da kifşê. Ewî îtbariya xwe Xwedê anî, ku ew wê wana xilaz ke û usa jî bi mesela xwe û bi giliya cimet qewî kir (2 Dîr. 32:7, 8). Rast e wedekê Hizqiya qure bû, lê yeke ewî xwe nimiz kir û poşman bû (2 Dîr. 32:24-26). Eyan e ku Hizqiya îzin ne da ku zarotiya wî ser wî hukum be, û ew bibe yekî zulm. Dewsê ewî da kifşê ku Yahowa dostê wî ye. Bi rastiyê jî Hizqiya bona me meseleke baş e.

12. Mîna Hizqiya ça îro gelek meriv bûne dostên Yahowa?

12 Çimkî em dijîn dinya bêrem û bêhizkirin, lema ecêbmayî nîne ku gelek zar îro mezin dibin bi kêmasiya hizkirinê, û bêxweyî (2 Tîmt. 3:1-5). Îro gelek Mesîhî hene, zarotiya kîjana xirab bû û bi êş bû. Lê ewana bûne dostên Yahowa. Mîna Hizqiya, ewana didine kifşê ku jîyîna merivaye berê ser wî û ser axiriya wî hukum nabe. Çimkî Xwedê mera azaya bijartinê daye, û ew qedirekî mezin e ku em evê pêşkêşê dikarin bidine xebatê, seva ku wîra xizmet kin, wî rûmet kin, çawa ku Hizqiya kir.

EWÊ GOT: “EZ CARIYA XUDAN IM”!

13, 14. Çira cabdariya Meryemê nehêsa bû, lê yeke ewê çi caba xwe da ser giliyên Cibrayîl?

13 Gelek sala paşî Hizqiya, jineke cahile Cihû, dosta Yahowaye nêzîk bû. Ew Meryem bû. Tu kesî tu car cabdariya usa ne standiye çawa ewê. Ew gerekê hemle bûya, zar bianiya, û ew zar xwey kira û mezin kira. Ew zar Kurê Xwedêyî tayê tenê bû! Hela bidine hesabê xwe Yahowa çiqas gerekê ew hiz kira û îtbariya xwe wê bianiya, wekî ew qedirê usa mezin bida wê. Lê gelo çaxê Meryem pêhesiya derheqa vê cabdariyê, ewê xwe ça da kifşê?

“Ez cariya Xudan im”! (Binihêre abzasa 13, 14)

14 Rast e hêsa tê gotin derheqa wî qedirê mezin ku Meryemê standiye. Lê were bifikirin gelo Meryem ji bo çi dibeke xemgîn dibû. Milyaketê Xwedê Cibrayîl gote wê ku ew wê hemle be, lê bêyî heleqetiya tevî mêr. Cibrayîl Meryemêra negot ku ew merivên xweye nêzîkra şiroveke ku çira ew hemle ye. Gelo ewana wê çi bifikiriyana ser wê? Hin jî Meryem xemgîn dibû seva dergîstiyê xwe Ûsiv. Ewê ça gerekê îzbat kira ku rast e ew hemle ye, lê wîra amin maye? Hin jî, ev cabdarîke çiqas mezin bû, ku ewê gerekê mezin kira, xwey kira, û hîn kira Kurê tayê tenê yê Herî Mezin! Em nizanin derheqa hemû xemgînên Meryemê çaxê Cibrayîl tevî wê xeberda. Lê em zanin ku ewê çi caba xwe da, ewê got: “Ez cariya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe” (Lûqa 1:26-38).

15. Çira baweriya Meryemê mezin bû?

15 Rastî jî baweriya Meryemê gelek mezin bû! Ew çawa carîk, hazir bû her tiştî bike çi ku Yahowa wêra bida, û ewê îtbariya xwe wî dianî. Ewê dixwast Xwedêra xizmet kira, çawa ku ewî qebûl kira. Lê gelo baweriya wêye usa qewî ji çi bû? Bawerî ji bûyînê nayê. Lê em dikarin baweriyê bal xwe pêşda bînin û ji Xwedê hîvî kin alî me bike vê yekêda (Galt. 5:22; Efes. 2:8). Lê em ji ku zanin ku Meryemê baweriya xwe qewî dikir? Were em pêbihesin ku ewê ça guhê xwe dida û ça xeberdida.

16. Çi dide kifşê ku Meryem guhdareke baş bû?

16 Meryemê ça guh dida. Kitêba Pîroz me şîret dike ku “bihîstinêda serxwe” bin, lê xeberdanêda “giran” bin (Aqûb 1:19). Lê gelo Meryem guhdareke baş bû? Belê. Kitêba Pîroz dide kifşê ku Meryemê rind guh dida giliyên gelek ferz ku ewê dibihîst. Hin jî ewê xwera wede didît ku bifikire ser wan tiştên ferz. Mesele, çaxê Îsa hate bûyînê, şivana Meryemêra gilî kirin derheqa elametiya ku milyaket wanra gotibû. Paşî 12 sala, Îsa tiştekî usa got ku Meryem ecêbmayî ma. Di wan herdu derecada, Meryemê rind guh dida, bîra xweda xwey dikir, û paşê kûr difikirî ser wan tişta çi ku ewê dibihîst. (Bixûne Lûqa 2:16-19, 49, 51.)

17. Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê ku Meryemê ça xeberdida?

17 Meryemê ça xeberdida. Giliyên Meryemê di Kitêba Pîrozda hindik in. Lê heye xeberdaneke wêye dirêj ku di Lûqa 1:46-55-da nivîsar e. Ew gilî eyan dikin, ku Meryemê Nivîsarên Pîroz rind zanibû. Giliyên wê gelek mîna wan giliyên Hanna diya Samûyêl in, yên ku ewê duayê xweda gotibû (1 Sam. 2:1-10). Usa jî tê kifşê ku Meryemê vê xeberdana xweda weke 20 cara rêzên ji Nivîsarên Pîroz wekilandiye. Eyan e ku Meryemêra çetin nîbû derheqa tiştên ruhanî xeberdide. Ewê hiz dikir xeberde derheqa rastiyê, kîjan ku pêdihesiya ji Yahowa, dêmek Dostê xweyî mezin, û usa jî ji Xebera wî.

18. Em ça dikarin çev bidine baweriya Meryemê?

18 Mîna Meryemê, dibeke em jî cabdarîke usa bistînin, kîjan dibeke mera bê kifşê ku em nikarin bikin. De were em çev bidine Meryemê, û bi milûktî qebûl kin hemû şixulê ku Yahowa bide me. Hin jî îtbariya xwe Yahowa bînin ku ew wê alî me bike. Em usa jî dikarin çev bidine baweriya Meryemê, ku guh bidine Yahowa û bifikirin ser vê yekê çi ku em pêdihesin derheqa wî û qirara wî. Û çi jî em pêdihesin, were bi şabûnê merivara gilî kin (Zeb. 77:11, 12; Lûqa 8:18; Rom. 10:15).

19. Em çida dikarin bawer bin, hergê em çev bidine baweriya merivên amin?

19 Eyan e ku Rût, Hizqiya, û Meryem jî, mîna Birahîm dostê Yahowa bûn. Ewana dikevine nava “ewirekî . . . mezin yê şedan”, ÎM, û dîsa gelek hene yên ku nava temamiya terîxiyêda qedirekî usa standine, ku bûne dostên Xwedê. Were em çev bidine baweriya wan merivên amin (Îbrn. 6:11, 12). Hergê em usa bikin, em dikarin sed selefî bawer bin, ku emê qedirekî usa bistînin ku heta-hetayê bibine dostên Yahowa!