Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdewam kin bi Şabûnê Yahowara Xizmet kin

Berdewam kin bi Şabûnê Yahowara Xizmet kin

BIFIKIRE derheqa vê roja ku tu pir şabûyî. Dibeke ew roj bû çaxê tu zewicîyî yan çaxê zara teye pêşin hate bûyînê. Yan jî ew roja ku te xwe tesmîlî Yahowa kir û hatî nixumandinê. Dibeke çaxê tu evê rojê tînî bîra xwe, tu hesab dikî ku ew rojeke lape ferz û pir şa bû. Û xûşk-bira çiqas şa bûn, çaxê dîtin ku tu bi nixumandinê eyan îzbat dikî ku Xwedê hiz dikî bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe (Marq. 12:30).

Belê, hingêda çaxê tu hatî nixumandinê, tu şabûneke mezin distînî ji xizmetkirina xwe Yahowara. Lê hine mizgînvanên Padşatiyê ev şabûna ku pêşiyê cem wan hebû unda kirine. Lê gelo çira ew yek diqewime? Û kîjan meniyên me hene ku dîsa berdewam kin bi şabûnê Yahowara xizmet kin?

ÇIRA HINEKA ŞABÛNA XWE UNDA KIRINE

Bêşik, mizgîna Padşatiyê bona me meniya şabûna mezin e. Çimkî ew soz dide ku Yahowa wê zûtirekê xilaziya vê dinya zulm bîne û wê dinya teze bê. Sêfanya 1:14 me dilgerm dike: “Roja mezin ya Xudan nêz e [nêzîk e], nêz e û zef bilezî tê, dengê roja Xudan!” Em gelek hîviya wê rojê ne. Lê dibeke em hîviyê nîbûn ku wê haqas dirêj bikişîne. Û lema jî dikare usa biqewime ku em şabûna xweye pêşiyê unda kin û usa jî xizmetkirinêda sist bin (Metlk. 13:12).

Çimkî em nava cimeta Xwedêda nin, em hêlan dibin ku berdewam kin Yahowara bi şabûnê xizmet kin. Dibeke rabûn-rûniştandina xizmetkarên Xwedê em kişandin berbi rastiyê û alî me kir ku bi şabûnê destpêkin Xwedêra xizmet kin (1 Pet. 2:12). Lê çi dikare biqewime hergê Mesîhîk bi prînsîpên Xwedê najî? Hingê, ewên ku rabûn-rûniştandina cimeta Yahowaye baş dîtin û hatine nava rastiyê, dikarin dilteng bin û şabûna xwe unda kin.

Ew dinya Şeytane zulm jî, kîjan ku hebûnê û komêrsiyayê rêklam dike, dikare şabûnê ji me bistîne. Mîrê-cin bi vê dinya xwe dixwaze me bide bawerkirinê ku em hewcê wan tişta ne, kîjan ku bi rastiyê mera lazim nînin. Lê wê baş be ku em timê van giliyên Îsa bîra xweda xwey kin: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Met. 6:24). Dêmek, em nikarin hin Xwedêra bi şabûnê xizmet kin, hin jî pey tiştên vê dinyayê kevin.

ŞA DIBIN BI XWEDÊYÊ ME XILAZKARRA

Kê ku Yahowa hiz dike, bona wî bargiranî nîne ku Yahowara xizmet ke (1 Yûhn. 5:3). Bînin bîra xwe Îsa çi got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we. Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Nîrê ku şagirtên Mesîhî hildidine ser xwe rihetiyê û şabûnê tîne. Û bi rastiyê menî heye ku em bextewar in ku Yahowara xizmet dikin. Were em şêwir kin sê meniyên ferz, ku çira em dikarin şa bin bi Xwedayê me Xilazkarra (Hebq. 3:18).

Em xizmet dikin Xwedayê bextewarra, yê ku emir dide (Kar. Şand. 17:28; 1 Tîmt. 1:11). Em fem dikin ku em bi saya Xwedê dijîn. Lema em berdewam dikin wîra bi şabûnê xizmet kin, û firqî tune em çiqas wext nixumandî ne.

Hêktor şabûna xwe xwey dike çimkî bîra wîda nin sozên Padşatiyê û çimkî ew şixulê Xwedêda timê kar dike

Were şêwir kin mesela Hêktor, yê ku 40 salî çawa berpirsiyarê mihalê xizmet kiriye. Ew hela hê wedê emirê xweyî mezin jî geş e (Zeb. 92:12-14). Hêktor ji bo bêsihetbûna jina xwe, îda haqas nikaribû Xwedêra xizmet kira. Lê ewî şabûna xwe unda nekir. Ew dibêje: “Rast e gelek çetin e bivînim ku sihet-qewata jina min hê xirab dibe, û gelek çetin e miqatî wê bim, lê min nehîşt ku ew çetinayî şabûnê ji min bistîne xizmetkirinêda ya Xwedêyê rastra. Ez zanim ku Yahowa emir daye min, û ew yek min hêlan dike ku ez qayîm wî hiz kim, û bi dil û can wîra xizmet kim. Ez usa dikim ku şixulê belakirina mizgînêda kar bikim, û ez hişê xweda berê ewlin sozên Padşatiyê xwey dikim, seva ku şabûna xwe unda nekim”.

Yahowa kurê xwe qurban kir, seva ku em bikaribin bi jîyîna bextewar bijîn. Bi rastiyê jî, “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jîyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhn. 3:16). Gunên me dikarin bêne baxşandinê û em dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin, hergê em bawer dikin qurbana Îsa, yê ku Xwedê ji bo hizkirinê da. Gelo ew yek mecal nîne ku em gelek razî bin ji Xwedê? Û gelo razîbûna me hindava vê qurbanê gerekê me hêlan nake ku Yahowara bi şabûnê xizmet kin?

Cêsûs jîyîna xwe hêsa kir û ew bi sala Yahowara bi şabûnê xizmet dike

Birakî ji Meksîkayê ku navê wî Cêsûs e, got: “Ez xulamê xebata xwe bûm, cara ez hela hê roj pey rojêra bê hemdê xwe gelek siheta dixebitîm, lê yeke hewcetî nîbû usa bixebitim. Min tenê dixwast ku hê zêde pera çêkim. Paşê, ez pêhesiyam derheqa Yahowa, û ku ça ewî Kurê xweyî delal qurban da bona însanetê. Bal min xwestina qayîm pêşda hat ku wîra xizmet kim. Lema min emirê xwe tesmîlî Yahowa kir, û paşî 28 salê di kompanyayêda, min safî kir ku evê xebatê bihêlim û destpêkim xizmetkirina hertim. Ew xizmetkirina Yahowara bû destpêka salên mine bextewar”.

Ew ber kîjan ku em tînin, mera şabûnê tîne ne ku diltengî. Tê bîra te ku emirê te çawa bû, pêşiya ku te Yahowa nas kira? Pawlosê şandî anî bîra Mesîhiyên Romê ku ewana “wextekê xulamêd gune bûn”, lê paşê “bûne xulamêd rastiyê”. Wana “berê helaliye” dianîn, kîjan ku wê jîyîna heta-hetayê bîne (Rom. 6:17-22). Em pey wê riya pîroz diçin, yê ku aza ye ji diltengiyê, kîjan ku ji kirên xirab û bênamûsî pêşda tê. Bi rastiyê jî ew yek meniya şabûnê ye!

“Salên mine bextewar ew bûn, kîjan ku min xerc kir xizmetkirina Yahowara” (Cêîm).

Were em şêwir kin mesela derheqa Cêîm, yê ku atêîst û êvolûsyonîst bû, û usa jî ku boks dilîst. Cêîm destpêkir bê ser civîna Mesîhîtî û gelek dilê wî girt ku ça civatêda hizkirin didane kifşê hindava wî. Seva ku Cêîm jîyîna xwe biguhêze, wîra lazim bû ku ji Yahowa hîvî ke, seva ku ew alî wî bike ku Wî bawer ke. Cêîm dibêje: “Hêdî-hêdî, min fem kir ku bi rastiyê Bavê hizkirî û Xwedêyê rem heye. Çaxê min prînsîpên Yahowa dianî sêrî, ewê yekê ez xwey dikirim. Hergê ez nehatama guhastinê, niha ez kuştî bûm, çawa ku hine hevalên mine berê yê ku boks dilîstin. Salên mine bextewar ew bûn, kîjan ku min xerc kir xizmetkirina Xwedêra”.

BERDEWAM KIN ŞABÛNA XWE XWEY KIN

Em hîviyê ne çaxê xilaziya vê dinya zulm bê. Lema em gerekê çi bikin? Bînin bîra xwe, ku em “bona ruh” diçînin û emê “jîyîna heta-hetayê” biçinin. Lema, em gerekê “ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der” (Galt. 6:8, 9). Tenê bi alîkariya Yahowa em dikarin sebir kin, û hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan mera lazim in seva ku wedê “tengasiya mezin” xilaz bin. Û ew usa jî dikare alî me bike ku bi şabûnê wîra berdewam kin xizmet kin hela hê wedê çetinaya jî (Eyan. 7:9, 13, 14; Aqûb 1:2-4).

Em gerekê dudilî nebin ku sebirkirina me wê bê keremkirinê. Çimkî Xwedê rind zane kirên me û hizkirina me hindava wî û navê wî. Hergê em berdewam kin bi şabûnê Yahowara xizmet kin, emê mîna Dawidê zebûrbêj bin, yê ku got: “Ez hergav Xudan datînim pêş xwe, ji ber ku ji milê minî rastê ye, min nedî lerz li xwe. Ji ber wê hindurê min bi kêf, dilê min şa ye, bedena min di ewlehiyêda ye” (Zeb. 16:8, 9, ÎM).