Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yahowa Ew Navkir “Dostê Min”

Yahowa Ew Navkir “Dostê Min”

Ya Îsraêl, tu xizmetkarê minî, ya Aqûbê ku ez bijartime, rikinyata dostê min Birahîm” (ÎŞA. 41:8, DT).

KILAMÊN: 51, 22

1, 2. a) Em ji ku zanin ku meriv dikare bibe dostê Xwedê? b) Emê çi pêbihesin di vê têmayêda?

JI ZAROTIYÊ heta mirinê, hewcetiya meye mezin hizkirin e. Merivara lazim e hizkirin, û ewana dixwazin ku wana hiz kin, û ne tenê bi hestên romantîkî. Em hewcê dostiyê û heleqetiya nêzîk in. Lê heye hizkirineke usa, kîjan ku em gelek hewce ne. Ew heye hizkirina Yahowa. Gelek merivara çetin e ku fem kin wekî meriv dikarin bibine dostên Xwedêyê Himzor, kesê Ruhanîyî nexuya. Lê em jî usa difikirin? Hilbet na!

2 Kitêba Pîroz eyan dike, ku merivên gunekar bûne dostên Xwedê. Qazanckirina dostiya usa nêteke lape ferz e di emirê meda, kîjan ku em dikarin bidine pêşiya xwe. Lema jî hêja ye ku em bifikirin ser hine mesela, yên ku wê alî me bikin ku em bizanibin ça dikarin bibine dostê Xwedê. Di vê yekêda mesela lape mezin Birahîm hîştiye. (Bixûne Aqûb 2:23.) Lê Birahîm ça usa nêzîkî Xwedê bû? Mena lape sereke baweriya wî bû. Kitêba Pîroz ser Birahîm dibêje “bavê hemû bawermendêd” (Rom. 4:11). Were em niha binihêrin ku ça baweriya Birahîm alî wî kir, ku ew bû dostê Xwedêyî nêzîk. Û wê baş be ku her kes ji me pirseke usa bide xwe: “Ez ça dikarim çev bidime baweriya Birahîm û dostiya xwe tevî Yahowa qewî kim?”

BIRAHÎM ÇA BÛ DOSTÊ XWEDÊ?

3, 4. a) Gilî kin ku ça baweriya Birahîm qayîm hate cêribandinê. b) Çira Birahîm hazir bû kurê xwe Îshaq qurban ke?

3 Bide ber çevê xwe merivê emirda mezin ku ancax çiyêva hildikişe. Bona wî ew dem di jîyîna wîda ya lape çetin e, lê ne ji bo emirê wîyî mezin. Birahîm dibeke weke 125 salî ye, lê hela hê qewata wî heye. [1] Tevî wî gedekî weke 25 salî jî hildikişe. Ew kurê wî Îshaq e, yê ku darê şewatê dibe. Lê destê Birahîmda kêr e û tiştên ku bona agirvêxistinê lazim e. Çimkî Yahowa ji wî hîvî kiriye, ku ew kurê xwe wîra bike qurban! (Destp. 22:1-8)

4 Wî wedeyî baweriya Birahîm qayîm hate cêribandinê. Hine meriv dibêjin, ku Xwedê bêrem e çimkî ji Birahîm ew yek hîvî kir. Hine meriv jî dibêjin, wekî Birahîm bê hemdê xwe û kore-kor gura Yahowa kir. Ew meriv usa difikirin, çimkî ne baweriya wan heye, û ewana ne jî fem dikin qewata baweriyê çi ye (1 Korn. 2:14-16). Birahîm ne ku kore-kor gura Xwedê kir, lê ewî bi çevê baweriya xweye rast dît, ku Yahowa tu car ji xizmetkarê xweyî amin hîvî nake tiştekî usa, ku gelek wede ziyanê bide wî. Birahîm bawer bû ku hergê ew gura Yahowa bike, Xwedê wê wî û kurê wîyî hizkirî kerem ke. Ew bawerî ser hîmê çi bû? Ser hîmê zanebûn û îtbariyê bû.

5. Birahîm derheqa Yahowa dibeke ça pêhesiyaye, û ew zanebûn ça hukum bûye ser wî?

5 Zanebûn. Rast e Birahîm şeherê Ûrda mezin bibû, kîderê ku kildaniyên pûtparist dijîtin, lê yeke ewî derheqa Xwedê zanibû. Lê ji ku ewî zanibû, ne axir bavê wî Terah jî pûtparist bû? (Yêşû 24:2) Kitêba Pîroz zelal nabêje, lê eyan dike ku Birahîm ji rikinyata Sem bû, rikinyata wîye neha. Sem jî kurê Nuh bû, yê ku bi baweriya mezin bû. Sem jît heta ku Birahîm weke 150 salî bû. Em nizanin Birahîm derheqa Yahowa ji Sem pêhesiya yan na. Lê femdarî ye ku Sem derheqa Yahowa çi ku zanibûye, neferên xwera gilî kiriye. Û usa bi cûrekî Birahîm bihîstiye û ew zanebûn gihîştiye dilê wî. Ewî Xwedê hiz kir, derheqa kîjanî zanibû û ewê zanebûnê alî wî kir, ku ewî baweriya xwe qewî kir.

6, 7. Ça baweriya Birahîm qewî bû?

6 Îtbarî. Ça Birahîm îtbarî hindava Xwedê qazanc kir, ji bo çi jî baweriya wî qewî bû? Hatiye gotinê ku fikirên meriva hukum dibe ser hestên wan, û hest jî hukum dibe ser kirên wan. Ew yek ku Birahîm pêhesiya derheqa Xwedê, gihîşte dilê wî û ewî dixwast bi dil û can qedirê “Xudan Xwedêyê Jorin, xweyê erd û ezmên” bike (Destp. 14:22, PKM). Kitêba Pîroz ewî hestî nav dike ça tirsa ber Xwedê, kîjan ku lazim e seva ku dostiya nêzîk tevî Xwedê hebe (Îbrn. 5:7; Zeb. 25:14). Tirsa usa Birahîm hêlan kir ku gura Yahowa bike.

7 Xwedê Birahîm û Sera ku kal pîr bûn, ji Ûrê şande li erdê xerîb. Ewana gerekê temamiya emirê xwe çadirada bijîtana. Birahîm bi guhdarîkirina xwe mecal da Yahowa, ku ew wî kerem ke û xwey ke. Mesele, Birahîm tirsiya ku jina wîye bedew jê bistînin û wî jî bikujin. Tirsa Birahîm femdarî bû, lê Birahîm nehîşt ew tirs bibe menî ku ew gura Xwedê neke. Lê Yahowa aliyê xweda Birahîm û Sera bi keremetî xwey kir (Destp. 12:10-20; 20:2-7, 10-12, 17, 18). Ewan tişt çi ku Birahîm bi çevê xwe dîtibû baweriya wî qewî kirin.

8. Em ça dikarin zanebûn û îtbariyê bistînin, seva ku dostiya xwe tevî Yahowa qewî kin?

8 Gelo em dikarin bibine dostên Yahowa? Hilbet erê! Zanebûna Kitêba Pîroz dikare alî me bike û meselên ku Kitêba Pîrozda hene. Em niha hê zêde zanin ne ku Birahîm zanibû (Dan. 12:4; Rom. 11:33). Ew xizne ku tije ye Xebera Xwedêda, ew dikare zanebûna me derheqa “Efirandarê erd û ezman” hê kûr ke. Hin jî ew zanebûn alî me dike ku em qedirê Xwedê bigirin û wî hiz kin. Hizkirin û qedirê hindava Xwedê jî alî me dikin ku em gura wî bikin. Usa em destpêdikin îtbariya xwe wî bînin, çimkî divînin ku çaxê em gura wî dikin, em karê distînin. Em zanin ku qanûnên wî me xwey dikin û ku ew me kerem dike û qewî dike. Em divînin û hîn dibin ku çaxê em bi dil û can Xwedêra xizmet dikin, ev yek hewasê mera tîne, usa jî edilayê û şabûnê (Zeb. 34:8; Metlk. 10:22). Çaxê zanebûn û îtbariya me hindava Yahowa zêde dibe, baweriya me û dostiya me tevî wî qewî dibe.

BIRAHÎM ÇA DOSTIYA XWE TEVÎ XWEDÊ XWEY KIR

9, 10. a) Çi lazim e seva ku dostî qewî be? b) Çi dide kifşê ku Birahîm dostiya tevî Yahowara dilerizî û xweyî dikir?

9 Dostiyê dikarin beramber kin tevî xizna qîmet. (Bixûne Metelok 17:17.) Lê ew xizneke usa nîne, kîjan ku dikarin bikirin û tenê bona bedewbûnê daynin. Dostî ew mîna tiştekî sax e, kîjan ku lazim e xwey kin û miqat bin seva ku ew geş be. Birahîm hema usa dikir. Ewî dostiya xwe tevî Yahowa qîmet dikir û qewî dikir. Lê ewê yekê em ji ku zanin?

10 Birahîm berdewam dikir tirsa xwe ber Xwedê û guhdarîkirina xwe qewî ke. Çaxê ew tevî malbeta xweye mezin çû Kenanê, ewî hîşt ku Yahowa rêberiyê wî bike safîkirinên mezin û biçûkda. Salek pêşiya bûyîna Îshaq, çaxê Birahîm 99 salî bû, Yahowa dewa kir ku mêrên ji malbeta wî gişk bêne sinetkirinê. Gelo Birahîm pirs da Xwedê yan jî dixwest evê dewakirinê neyne sêrî? Na, ewî îtbariya xwe Xwedê anî û “hema wê rojê” gura wî kir (Destp. 17:10-14, 23, PKM).

11. Birahîm çira bona Sodom û Gamorayê xemgîn dibû, û Yahowa ça alî wî kir?

11 Çimkî Birahîm heta tiştên hûrda jî gura Yahowa dikir, bi wê yekê ewî dostiya xwe tevî Yahowa hê baş dikir û geş dikir. Wîra hêsa bû ku dilê xwe Yahowara veke. Çaxê ew bona tiştekî xemgîn dibû, ewî alîkarî ji Yahowa dixwest. Mesele çaxê Birahîm pêhesiya ku Yahowa dixwaze şeherên Sodom û Gomora kuta ke, ew xemgîn bû ku merivên rast wê tevî yên xirab bêne kutakirinê. Birahîm dibeke xemgîn dibû bona kurê birê xwe Lût û malbeta wî, çimkî ewana Sodomêda bûn. Birahîm bi milûktiya mezin pirs dida Yahowa û îtbariya xwe wî dianî, “Hakimê temamiya dinyayê”. Yahowa bi sebirkirinê Birahîm hîn dikir, ku ew çiqas dilrem e û dilê her kesî dixûne, û usa jî yên rast digere ku wana xilaz ke hela hê wedê dîwankirinê jî (Destp. 18:22-33).

12, 13. a) Paşê ça zanebûn û îtbariyê alî Birahîm kirin? b) Çi dide kifşê ku Birahîm îtbariya xwe Yahowa dianî?

12 Bêşik, zanebûnê û îtbariyê alî Birahîm kirin, ku ewî dostiya nêzîk tevî Yahowa xwey kir. Çaxê Yahowa ji Birahîm hîvî kir ku kurê xwe bike qurban, Birahîm zanibû wekî Yahowa bi sebir e, dilrem e, xweyê sozê xwe ye, û dikare meriva xwey ke. Were em niha vegerine ser wî merivê bawermend, kîjan ku çiyêva hildikişiya li ser erdê Moriya. Gelo ew difikirî ku Yahowa nişkêva hate guhastinê û bûye yekî bêrem? Na, bona Birahîm ew yek ne digihîşte hişa! Lê em ewê yekê ji ku zanin?

13 Birahîm pêşiya ku ji xulamên xwe biqetiya, wanra got: “Hûn kerêva li vir bimînin, ez û kurikva heta dera han herin, hebandina xwe bikin û dîsa li ser weda vegerin” (Destp. 22:5, PKM). Bi vê yeke Birahîm çi dixwest bigota? Gelo Birahîm xulamên xwe dixapand çaxê digot, ku emê ser weda vegerin, ne axir ewî kurê xwe dibir ku bike qurban? Na. Kitêba Pîroz dibêje ku Birahîm derheqa çi difikirî. (Bixûne Îbranî 11:19.) Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake”. Belê, Birahîm bawer dikir ku Xwedê dikare mirî sax ke. Ewî zanibû ku ew û Sera emirda gelek mezin bûn, lê Yahowa bi qewata xwe usa kir ku wîra kur hate bûyînê (Îbrn. 11:11, 12, 18). Birahîm fem dikir ku bona Yahowa tiştekî çetin tune. Ew bawer bû ku wê rojê çi jî biqewime, yeke kurê wîyî hizkirî wê sax be, çimkî usa hemû sozên Yahowa wê bihatana sêrî. Lema Birahîm hate navkirinê “bavê hemû bawermendêd”!

14. Xizmetkirinêda tu rastî çi çetinaya têyî û mesela Birahîm ça dikare alî te bike?

14 Lê em çi dikarin derheqa xwe bêjin? Rast e Xwedê îro ji me dewa nake wekî em zarên xwe jêra bikine qurban. Lê ew ji me hîvî dike, ku gura wî bikin hingê jî çaxê temiyên wî mera nefemdarî yan giran in bînin sêrî. Heye tiştekî usa ku Xwedê ji te dewa dike, lê tera çetin e ku bînî sêrî? Bona hineka ew yek belakirina mizgînê ye. Ewana dibeke şerm dikin û lema wanara çetin e tevî merivê nenas xeberdin. Hinek jî şerm dikin ku ji yên mayîn cude dibin, mesele mektebêda yan jî ciyê xebatê (Derk. 23:2; 1 Têsln. 2:2). Qe tu jî mîna Birahîm ketî çetinaya usa, ku te texmîn kiriye, wekî qewata te der e ewê çetinayê derbaz kî? Hergê erê, bifikire ser mêrxasî û baweriya Birahîm! Hergê em bifikirin ser meselên mêr yan jinên amin, emê hêlan bin çev bidine wan û nêzîkî Xwedê bin çawa dostê nêzîk (Îbrn. 12:1, 2).

DOSTÎ KÎJAN KU KEREMA TÎNE

15. Çira em dikarin bêjin ku Birahîm tu car poşman nedibû ku bi aminî gura Yahowa dikir?

15 Tu ça dişirmîş dibî, Birahîm poşman dibû ku Xwedêra amin dima? Dîna xwe bidê ku Kitêba Pîroz çi gilî dike derheqa xilaziya emirê wî: “Birahîm bû kalekî extyar, ji emirê xwe têrbûyî ruhê xwe da û mir” (Destp. 25:8, PKM). Çaxê Birahîm 175 salî bû qewata wî îda tunebû, lê ewî bi hewas dianî bîra xwe emirê xweyî derbazbûyî. Emirê wîda ya lape ferz dostiya tevî Yahowa bû. Lê çaxê em dixûnin ku Birahîm bû “kalekî extyar, ji emirê xwe têrbûyî”, ew nayê hesabê ku Birahîm axiriyêda nedixwest bijîta.

16. Birahîm cinetêda wê derheqa çi pêbihese û şa be?

16 Kitêba Pîroz derheqa Birahîm dibêje: “Ew hîviya wî bajarê xweyîrikinê miqerm bû, yê ku efirandar û avakirê wê Xwedê ye” (Îbrn. 11:10). Birahîm bawer dikir ku rojekê ewê bivîne wî bajarî, dêmek Padşatiya Xwedê ku ser erdê serwêrtiyê bike, û bi rastiyê jî ew wê ese ewê yekê bivîne! Hela bidine ber çevê xwe ku Birahîm wê çiqas şa be çaxê Cinetêda bijî û berdewam ke dostiya xwe tevî Yahowa qewî ke! Çaxê ew pêbihese ku paşî mirina wî bi hezara sala, mesela baweriya wî alî xizmetkarên Yahowa kiriye, ew yek wê çiqas dilê wî bigire! Cinetêda ew wê hela hê jî pêbihese ku çaxê ewî dixwest kurê xwe Îshaq bikira qurban, ew yek “sûreta” yanê siya tiştekî girîng dihate hesabê (Îbrn. 11:19). Û ew wê usa jî pêbihese wekî ev êşa ku ewî dît çaxê kurê xwe Îshaq gerekê bikira qurban, ça alî mîlyona merivên amin kiriye, ku ewana fem kin ewê êşa Yahowa, çaxê ewî kurê xwe Îsa Mesîh çawa kirîn da (Yûhn. 3:16). Mesela Birahîm alî me hemûşka kiriye ku hê zêde bişêkirînin ewê kirînê, kîjan ku dide kifşê hizkirineke girîng. Terîxiya dinyayêda tu car nehatiye eyankirinê hizkirineke usa girîng!

17. Hûn çi dixwazin bikin, û di têmaya dinda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Were her kes ji me çev bide baweriya Birahîm. Hergê em Yahowa hê rind nas dikin û wîra amin dimînin, emê bivînin ku ew wê ça me kerem ke û me xwey ke. (Bixûne Îbranî 6:10-12.) Bira Yahowa heta-hetayê Dostê me be! Di têmaya dinda, emê pêbihesin sê meselên din yên merivên amin, kîjan ku bûne dostên Xwedêyî nêzîk.

^ [1] (abzasa 3) Bi rastiyê navê wî mêrî û jina wî Abram û Saray bûn. Lê emê di vê têmayêda wan nava bidin xebatê kîjan ku paşê Yahowa da ser wan, dêmek Birahîm û Sera.