Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yahowa Xizmetkirina Min Kerem kir

Yahowa Xizmetkirina Min Kerem kir

Min ofîsêrê eskeriyêra got ku ez îda carekî ketime kelê, çimkî nediçûme şer. Min ji wî pirsî: “Hûn dixwazin ku ez dîsa herime kelê?”. Ew yek qewimî çaxê cara duda gazî min kirin ku herim eskeriyê.

EZ HATIME bûyînê sala 1926 di Krûksvîlêda, Ohayoda, Dewletên Yekbûyîda. Dê û bavê min tevî tu rêlîgiya nîbûn, lê wana me heyşt zarara digotin ku em herine dêrê. Ez çûme Dêra Mêtodîstê. Çaxê ez 14 salî bûm, xizmetkarekî wê dêrê pêşkêş da min bona vê yekê, ku nava salêda, min roja Ledê xizmetkirin bernedida.

Margarêt Wolkêr (xûşka duda aliyê çepê) alî min kir ku rastiyê pêbihesim

Wî wedeyî, cînareke me bi navê Margarêt Wolkêr, ya ku Şedê Yahowa bû, dihate cem diya min û derheqa Kitêba Pîroz tevî wê xeberdida. Rojekê min safî kir ku tevî wan rûnêm. Diya min difikirî ku ezê wana eciz kim wedê hînbûnê, lema ewê minra got ku ji mal derêm. Lê min berdewam dikir şêwirkirina wan dibihîst. Paşî hine şêwirkirina, Margarêtê ji min pirsî: “Tu zanî navê Xwedê çi ye?” Min got: “Her kes zane ku navê wî Xwedê ye”. Ewê minra got: “Hilde Kitêba xweye Pîroz û binihêre Zebûr 83:18”. Min usa jî kir, û min dît ku navê Xwedê Yahowa ye. Ez reviyam cem hevalên xwe û min wanra got: “Çaxê hûn êvarê herine mal, Kitêba Pîrozda binihêrin Zebûr 83:18 û hûnê bivînin ku navê Xwedê çi ye”. Hûn dikarin bêjin ku min derbêra destpêkir şedetiyê bidim.

Paşê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim û sala 1941 hatime nixumandinê. Zûtirekê paşî nixumandinê, ez hatime kifşkirinê ku civatêda hînbûna kitêbê derbaz kim. Min diya xwe û xûşk-birên xwe hêlan kir ku bêne ser civatê, û wana gişka jî destpêkirin bêne ser civatê ya hînbûna kitêbê, kîjan ku min derbaz dikir. Lê ew yek bavê min xweş nedihat.

PEYKETIN MALÊDA

Di civatêda hê zêde cabdarî dane min, û min xwexa kitêbxana edebyetên me saz kir. Carekê, bavê min dîna xwe da ser kitêbên min û got: “Tu evan hemû tişta divînî? Ez dixwazim wana ji malê derxim, û tu jî dikarî herî”. Ez ji malê derketim û min nêzîkî Zênêsvîlê Ohayoyêda otaxek destxist û têda mam, lê seva ku neferên malê qewî kim, ez cara diçûme malê.

Bavê min miqabilî diya min derdiket ku ew neçe civînê. Cara çaxê diya min rêda bû ku here civatê, bavê min dida pey wê û ew zorê dibire malê. Lê diya min derbêra derîkî dinra derdiket û diçû ser civatê. Min diya xwera got: “Berxwe nekeve. Ew wê paşê biweste û îda pey te nekeve”. Paşê wede derbaz bû, û bavê min îda pey diya min nediket, û ew bê şer-dew diçû ser civatê.

Sala 1943 civata me destpêkir derbaz ke Mekteba Dannasînkirinê, û ez bi gotara derdiketim. Şîretên ku min distand paşî gotarên mine ser mektebê, alî min kirin ku xeberdana xwe hê baş kim.

TEVNEBÛYÎN WEDÊ ŞER

Wî çaxî, mileta şer dikirin di Şerê Hemdinyayê II-da. Sala 1944 gazî min kirin ku herim eskeriyê. Ez çûme ofîsa eskeriyê di Ohayoyêda, û li wêderê sihet-qewata min nihêrîn, û dokûmêntek dane min û min tijî kir. Min usa jî ofîsêrên eskeriyêra got ku ezê nebime esker. Wana ez berdam. Paşî çend roja, ofîsêrê polîsê hate ber derê min û minra got: “Korwîn Robîson, îzina min heye ku te bigirim”.

Paşî du heftiya, di dîwanêda hakim got: “Hergê destê minda bûya, minê ser temamiya emirê te, tu bikirayî kelê. Tu dixwazî tiştekî bêjî?” Min caba xwe da: “Ya Hakim, ez xizmetkarê Xwedê me. Şêmîka her deriya bona min ciyê belakirina mizgînê ye, û min îda gelekara ev mizgîna derheqa Padşatiyê bela kiriye”. Hakim gote koma alîkarçiya *: “Hûn ne bona wê yekê li wir in ku têderxin, hela ew meriv xizmetkar e yan na. Hûn lema wira ne wekî safî kin hela ewî ew gazîkirin anî sêrî yan na”. Paşî nîv sihetî kêmtir, koma alîkarçiya vegeriyan bi vê safîkirinê ku ez neheq im. Hakim pênc sal da min, û ez kirime kela Aşlandê di Kêntûkêda.

YAHOWA MIN KELÊDA XWEY DIKE

Du heftiya ez di kela Kolûmbûsê di Ohayoyêda bûm, û roja pêşiyê ez oda xweye kelêda mam. Min Yahowara dua kir: “Ez nikarim pênc sala vê odêda bim. Ez nizanin halê min wê çawa be”.

Roja din, nobedara îzin dane min ku derêm derva. Ez çûme ber pencerê kîderê ku girtîkî bejn-bilind û namil-ber sekinî bû. Ewî ji min pirsî: “Tu bona çi ketî vir, Bocî?”. Min got: “Ez Şedê Yahowa me”. Ewî minra got: “Erê? Îja, tu çima wira yî?” Min got: “Şedên Yahowa naçine şer û meriva nakujin”. Ewî got: “Wana te kirine kelê çimkî tu meriva nakujî. Lê merivên din dikine kelê, çimkî ewana meriva dikujin. Ewa bi logîkî ye?” Min got: “Na”.

Paşê ewî gilî kir: “Ez 15 sala kela dinda bûm, û wêderê min hine edebyetên we xwendiye”. Hingê min dua kir: “Yahowa, alî min bike ku ev meriv aliyê min be”. Hema hingê, Paûl, ew navê wî merivî bû, minra got: “Hergê ji wan girtiya kesek destê xwe bide te, tu tenê bike gazî. Îda ez zanim ezê çi serê wan bikim”. Ji bo vê yekê, problêmên min tevî 50 girtiyên ku vê sêktorêda bûn tune bûn.

Ez tevî Şedên Yahowa yên ku ji bo tevnebûyînê kela Aşlandê, Kêntûkêda bûn

Çaxê ofîsêrên kelê ez derbazî kela Aşlandê kirim, ez wêderê pêhesiyam ku gelek birên meyî cêribandî wêderê ne. Xeberdana tevî wan alî min û yên mayîn kir ku ruhanîda qewî bimînin. Wana bernama xwendina Kitêba Pîroz saz dikirin, û her heftî mera digotin ku kîjan seriya ji Kitêba Pîroz bixûnin. Û me pirs û cab hazir dikirin, bona civînê kîjan ku bira saz dikirin. Wêderê hebû bira ku cabdar bû bona mihalên seva xizmetkirinê. Em gelek meriv di odeke mezinda diman, kîderê ku cî-nivîn rex dîwara bûn. Ewê ku cabdar bû bona mihalê, digote min: “Robîson, tu cabdarî bona wî û wî cî-nivîna. Mihala te ew e, dêmek xweyê van cî-nivîna. Pêşiya çûyîna ewan her kesa, tu gerekê bawer bî ku te jêra şedetî daye”. Usa me bi organîze mizgînî bela dikir.

PAŞÎ DERKETINA JI KELÊ

Şerê Hemdinyayê II sala 1945 xilaz bû, lê ez dîsa hê hinek wede kelêda bûm. Ez xemgîn dibûm ji bo malbeta xwe, çimkî bavê min gote min: “Hergê ez ji te xilaz bim, ez dikarim yên dinêna destê xweda bigirim”. Paşî derketina min ji kelê, min şabûneke pir mezin sitand. Heft kes ji malbeta min diçûne ser civatê û xûşkeke min hate nixumandinê.

Diçim xizmetkirinê tevî Dêmêtrîûs Papacorc, birê rûnkirî ku ji sala 1913 destpêkir Yahowara xizmet bike

Çaxê sala 1950 Korêyayêda şer destpêbû, cara duda gazî min kirin ku herime eskeriyê. Paşê minra têst dan bona cêribandina aqilê min, û ofîsêrê eskeriyê gote min: “Têstê eyan kir ku aqilê te pir baş e”. Min got: “Ew baş e, lê ez naçime eskeriyê”. Min jêra rêza 2 Tîmotêyo 2:3 ezberî got, û min zêde kir: “Ez îda eskerê Mesîh me”. Ewî lezekê xwe ker kir, û paşê got: “Tu dikarî herî”.

Paşî hine wede, ez ser civata mezine di Sînsînatêda, Ohayoyêda, çûme ser civîna Beytelê. Birê Mîlton Hênşêl mera got ku hergê bira dixwazin di şixulê Padşatiyêda gelekî bixebitin, teşkîlet dikare wana Beytelêda bide xebatê. Min blanka Beytelê tije kir, û ez hatim qebûlkirinê, û ez hatime kifşkirinê li Beytela Brûklînêda meha Tebaxê sala 1954. Hingêda ez Beytelêda xizmet dikim.

Di Beytelêda êpêce xebata min hebû. Bi sala, ez miqatî boîlêrên mekînên neşirkirinê û yên ofîsa bûm, usa jî min mekîne û kûpê kilîta teze dikirim. Ez usa jî dixebitîm di Oda Civata Mezine di Niyû Yorkêda.

Miqatî boîlêrên ofîsên Beytela Brûklînê dibim

Min Beytelêda gelek hiz kir, ku ça wede ser şixulên ruhanî dihate xerckirin. Mesele, qulixkirina şebeqê û Hînbûna “Birca Qerewiliyê” tevî malbetê û usa jî xizmetkirina tevî civatê. Hergê hûn bifikirin ser vê yekê, ew hemû tişt dikare hebe û gerekê her malbeta Şedên Yahowada hebe. Çaxê dê-bav û zar tevayî rêza rojê şêwir dikin, û timê Qulixkirina Malbetê derbaz dikin, usa jî di civatêda û şixulê belakirina mizgînêda gelek kar dikin, bi wê yekê her nefer wê ruhanîda qewî be.

Beytelêda û civatêda min xwera gelek heval dîtin. Ji wana hinek rûnkirî bûn û îda xelata xweye ezmana standine, lê yên din nerûnkirî ne. Lê çawa hemû xizmetkarên Yahowa, usa jî yên di Beytelêda gunekar in. Û lema jî çaxê xeyd dikeve orta min û bira, ez timê dixebitim ku edilayê xwey kim. Wî çaxî ez difikirim ser Metta 5:23, 24 û ça ji me tê xwestinê ku em ewê dew-dozê safî kin. Belê, baxşandinê bixwazin nehêsa ye. Lê ez divînim ku çaxê ez dibêjim bibaxşîne, tek cara dew-doz dirêj dikişîne.

KAR JI XIZMETKIRINA MIN

Ji bo emirê minî mezin, minra çetin e ku mal bi mal mizgînê bela kim. Lê ez berxwe nakevim. Ez hinekî zimanê Çînayî ya Mandarînî hîn bûme, û ez şabûnê distînim çaxê ser kûçê merivên Çînayîra mizgînê bela dikim. Cara usa diqewimî ku şebeqê min 30 yan 40 jûrnal bela dikir.

Bela dikim mizgînê ser zimanê Çînayî di Brûklînêda, Niyû York

Min hela hê jî serlêdana dubare Çînêda kir! Rojekê, keçikeke cahil rêklama dikana êmîş bela dikir. Ewê bi beşera xweş min nihêrî, û ez jêra keniyam û min jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” yên ser zimanê Çînayî dayê. Ewê hilda û got ku navê wê Kêtî ye. Paşî wê yekê çaxê Kêtîyê ez didîtim, ew nêzîkî min dibû û tevî min xeberdida. Min navê êmîşa û cûre-cûre şînkaya ser zimanê Înglîzî ew hîn dikir, û ewê jî ew xeber diwekilandin. Min usa jî jêra rêzên ji Kitêba Pîroz şirovekir, û ewê hilda kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Paşî çend heftiya, ew îda nedihate kifşê.

Paşî çend meha, keçikeke din ku rêklam bela dikir, ji min çend jûrnal hilda. Heftiya din, çaxê me hev dît, ewê têla xwe da destê min û got: “Tu Çînêra xeberdidî”. Min got: “Ez tu kesî nas nakim di Çînêda”. Lê ewê zorê min kir ku ez xeberdim, û lema min têl hilda û got: “Rojxêra we, navê min Robîson e”. Deng ji têlê tê: “Robbî, ewa ez im Kêtî. Ez paşda vegeriyame Çînê”. Min got: “Çînê?”. Kêtî caba xwe da: “Erê. Robbî, tu zanî ev qîzika ku têl daye te kê ye? Ew xûşka min e. Ez ji te tiştên gelek baş pêhesiyam. Ji kerema xwe wan tişta xûşka minra jî gilî ke”. Min jî got: “Ezê ewê yekê bikim çiqas dikarim. Zef razî me ku te minra got ku tu kîderêyî”. Paşî wê yekê, zûtirekê min îda cara paşin tevî xûşka Kêtî xeberda. Firqî tune ew du keçik niha kîderê ne, yeke ez bawer im ku ewana wê hê zêde derheqa Yahowa pêbihesin.

Îda 73 sal e ku ez Yahowara xizmet dikim. Ez gelek bextewar im ku ewî alî min kir tevnebûyînê xwey kim û kelêda jî wîra amin bimînim. Usa jî, xûşk û birên minî helal minra gilî dikin, ku wana mêrxasî distandin, çaxê didîtin ku ça bavê me pey min diket, lê yeke ez nedihatime şkênandin. Axiriyêda, diya min û 3 xûşk û 3 birên min hatine nixumandinê. Hela hê bavê me jî nerm bû, û pêşiya bimira, çend cara hate ser civîna civatê.

Hergê Xwedê bixwaze, neferên mala min û hevalên mine ku mirine, wê sax bin dinya tezeda. Bidine ber çevê xwe evê şabûnê, çaxê em tevî merivên xweye hizkirî Yahowara xizmet kin. *

^ abz. 14 Di hine welatada, komek meriv têne bijartinê seva ku bibihên dîwankirinê û alîkariyê bidine hakim safîkirinêda, ku hela merivê ku tê dîwankirinê neheq e yan na.

^ abz. 32 Wî wedeyî çaxê ew gotar bona edebyetê hazir dibû, Korwîn Robîson mir. Ew heta mirinê Yahowara amin ma.