Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

JI ARXÎVÊN ME

Ereba Dengî ku Mîlyonara Nas Bû

Ereba Dengî ku Mîlyonara Nas Bû

“Di Brazîlyayêda ereba dengî didin xebatê xizmetkirina Xudanda, û ew erebe bi mîlyona merivara nas e, ew heye ereba dengî ya ‘Birca Qerewiliyê’” (Natanayêl A. Yûlî, sala 1938).

BRAZÎLYAYÊDA sala 1930-da, hêdî-hêdî pêşdaçûyîn diçû di belakirina mizgîna Padşatiyêda. Sala 1935, du pêşenga, Natanayêl û Mod Yûlî nemek nivîsîn Cozêf F. Rûtêrfordra, kîjanî ku wî çaxî rêberiya şixulê belakirina mizgînê dikir. Wana got ku ewana dixwazin bi rezedilî xizmet kin, û hazir in herin her ciyî.

Natanayêl ku gelek sala ça înjînêr dixebitî, 62 salî bû. Ewî li San Fransîskoda Kalîfornyayêda, di civatêda çawa berpirsiyarê xizmetiyê xizmet dikir. Li wê derê ewî rêberiya şixulê belakirina mizgînê dikir, û seva ku mizgînê bela ke ewî dida xebatê hacetên dengî. Çimkî ew cêribandî bû û timê rezedilî şixulê xizmetkirinê dikir, ew gelek kêrhatî bû di kifşkirina xweye tezeda. Ew hate kifşkirinê çawa xizmetkarê fîlîalê li Brazîlyayêda, welatê ku ser gelek zimana xeberdidin.

Sala 1936 Natanayêl û Mod, tevî Antonîo Andradê pêşeng, yê ku welgerê wan bû, hatine Brazîlyayê. Wana bi gemiya barkêş tevî xwe barê gelek qîmet hildan, ew hebûn 35 fonograf û ereba dengî. Wî çaxî li Brazîlyayêda, kîjan ku nav temamiya dinyayê bi mezinbûnê ciyê pênca ye, tenê 60 mizgînvanên Padşatiyê hebûn. Lê ew hacetên dengî alî wan kir, ku hema nava çend salada bi mîlyon meriva bihîstin.

Paşî mehekê çaxê Natanayêl û Yûl hatine Brazîlyayê, fîlîalê organîze kir civata mezine pêşin ya xizmetkirinê *. Ew civat derbaz bû li şeherê Sao Paûlo. Bi saya ereba dengî mizgînvana meriva teglîf dikirin ser gotarê, kîderê ku 110 meriv hatin! Diqewime ku ew ereba dengî Mod dajot. Mizgînvan bi bernama vê civata mezin hêlan bûn, ku hê xîret bin xizmetkirinêda. Ewana pêhesiyan ku çawa mizgînê bela kin bi saya edebyeta û belgên pêşanînê, usa jî bi nivîsandinên fonografê ser zimanê Înglîzî, Almanî, Hûngarî, Polonî, Îspanî, û paşê hinek wede bi zimanê Portûgalî.

Bi vê ereba dengî li Brazîlyayêda bi mîlyona meriva mizgîn bihîstin

Wedê sê civatên mezin ya xizmetkirinê, kîjan ku derbaz bûn li Sao Paûlo, Rîo dê Janêîro, û Kûrîtîbayêda, sala 1937 rêberiya teze hate dayînê di şixulê belakirina mizgînêda. Ewên ku ser civata mezin bûn diçûne xizmetkirinê mal-bi-mal û pey wan jî ew ereba dengî dihat. Xosê Maglovskî, ku wî çaxî cahil bû, derheqa vê yekê paşê nivîsî: “Me edebyetên Kitêba Pîroz ser stênda datanîn, û çaxê ereba dengî deng derdixist bi nivîsandinê, me gerekê tevî wan meriva xeberda, yên ku ji malê derdiketin ku bivînin hela çi diqewime”.

Nixumandin di golêda dibû. Wêderê meriva xwe avê dixistin û xwe didane ber tevê. Ew yek meceleke baş bû, ku ewana bi saya vê ereba dengî mizgînê pêbihesin! Gotara nixumandinê ku Birê Rûtêrford digot bi dengekî qayîm bela dibû. Meriv dora vê erebê top dibûn û dibihîstin ew gotar ku dihate welgerandinê ser zimanê Portûgalî. Paşê, miqama Padşatiyê dihate vêxistinê ser zimanê Polonî, û ewên ku gerekê bihatana nixumandinê diketine bin avê. Xûşk û bira ser cûre-cûre zimana distiran. Di kitêba “Hersalîda ya 1938” hate gotinê: “Ew yek anî bîra me ku çawa wedê Roja Pênciyê Hesabê her kesî bi zimanê xwe fem dikir”.

Her Şemî, paşî civata mezin, firqî tune bû baran be yan tev be, gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz ku bi ereba dengî dihate vêxistin, digihîşte meriva di parkada, malada, û karxanada li sêntra Sao Paûlo û şeherên nêzîk. Ji Sao Paûloda roava-rohlatê weke 97 km dûr hebû kolonya merivên kotî ku 3 000 meriv bûn. Ewana bernama hermehî dibihîstin bi vê ereba dengî. Paşî hine wede, civateke pir baş saz bû. Rast e kotîbûn nexweşîke gelek giran e, lê ewan mizgînvana îzin xwastin ku herine kolonya merivên kotîye din, seva ku ewana jî pêbihesin mizgîna ku dilgerm dike.

Sala 1938 gotarên Padşatiyê ser zimanê Portûgalî jî hatine nivîsandinê. Di roja “Bîranîna Miriya”, bi vê ereba dengî ber mezela gotar dihatine vêxistinê bi navê “Gelo Mirî Kîderê ne?”, û “Yahowa”. Ew gotar bihîstin 40 000 meriva zêdetir, ku vê rojê bîranîna miriyên xwe dikirin.

Keşîşa xweş nedihat belakirina vê mizgîna ji Kitêba Pîroz. Lema wana gelek car ji dewletê hîvî dikirin ku ewê ereba dengî bidin kerkirin. Yûlî xûşk gilî kir derheqa qewimandinekê, çaxê keşîşek elaleta miqabil der dorê ereba dengî top kir. Lê çaxê merivê dewletê û polîsya hat, wana ew bername temam bihîstin. Axiriyê ew merivê dewletê edebyeteke ser hîmê Kitêba Pîroz hilda. Wê rojê peyketin tune bû. Rast e peyketin hebûn, lê çawa ku kitêba “Hersalî ya 1940”-da hate gotinê, ku bona Brazîlyayê sala 1939 “hemûyara wedekî pir baş bû bona xizmetiya” Yahowa Xwedêra û bona eyankirina navê wî.

Ew “ereba dengî ya Birca Qerewiliyê”, li Brazîlyayêda bi rastiyê gelek kar anî di şixulê belakirina mizgînêda. Evê şixuleke mezin kir, ku mizgîna Padşatiyê bigihîje bi mîlyona meriva. Sala 1941 ew ereba dengî ku nav û deng bû, hate firotanê. Lê yeke bi seda hezara Şedên Yahowa li Brazîlyayêda berdewam dikin di vê têrîtoriya mezinda mizgînê bela kin. (Ji arxîvên me li Brazîlyayêda.)

^ abz. 7 Wedê wan civatên mezin ya xizmetkirinê, cara xûşk û bira diçûne xizmetiyê.