Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Timê Yahowara Amin Bimîne

Timê Yahowara Amin Bimîne

“[Bila] nava min û teda û di nava nîjada te û nîjada minda . . . abadîn Xudan hebe” (1 SAM. 20:42).

KILAMÊN: 52, 31

1, 2. Hevaltiya Yonatan tevî Dawid mesela aminiya baş e?

YONATAN dibeke gelek ecêbmayî ma, çaxê Dawidê cahil miqabilî Golyatê mezin derket. Paşê jî Dawid sekinî ber Şawûlê bavê Yonatan Padşê Îsraêlê, û “serê Filistî di destê wîda bû” (1 Sam. 17:57). Dibeke Yonatan ji bo mêrxasiya Dawid gelek ecêbmayî ma. Yonatan eyan dît ku Yahowa tevî Dawid e, û nefsa Yonatan bi nefsa Dawidva hate girêdan. Paşî vê yekê, wana hevdura sond xwer in, ji ber ku Yonatan mîna nefsa xwe Dawid hiz kir (1 Sam. 18:1-3). Yonatan temamiya emirê xwe Dawidra amin ma.

2 Yonatan hela hê wî çaxî jî Dawidra amin ma, çaxê Xwedê Dawid bijart ku bibe padşê Îsraêlê. Hin jî Yonatan gelek berxwe diket derheqa Dawid, çimkî Şawûl dixwest wî bikuje. Û Yonatan seva ku hevalê xwe dilgerm û qewî ke, çû beriya Cihûstanê, li Horeşê. Yonatan wî şidand ku ew îtbariya xwe Yahowa bîne. Yonatan Dawidra got: “Netirse! Tuyê li ser Îsraêlêva bibe qiral [padşa] û ezê ji tera bibim yê duwemîn” (1 Sam. 23:16, 17).

3. Çi bona Yonatan ji aminiya hindava Dawid hê ferz bû, û em ji ku zanin evê yekê? (Binihêre şikilê ewlin.)

3 Belê, aminî hindava meriva gişk jî qîmet dikin. Lê hergê em tenê dîna xwe bidine ser aminiya Yonatan hindava Dawid, em dikarin derseke qîmet berdin. Ew heye aminiya wî hindava Xwedê. Bifikirin, ku çira Yonatan Dawid hesab dikir ça heval, ne ku ça neyarê xwe. Tiştekî hê ferz hebû, ji bo çi jî Yonatan bona xwe dişirmîş nedibû. Bînin bîra xwe, ku Yonatan alî Dawid kir ku ew îtbariya xwe Yahowa bîne. Dêmek, eyan e ku dilê Yonatanda aminiya hindava Xwedê ciyê pêşin digirt. Bi rastiyê, ewî dixwest Yahowara amin bimîne, lema jî Dawidra amin bû. Û ewana herdu jî bi aminî li gora vî sozê xwe dijîtin: “[Bila] nava min û teda û di nava nîjada te û nîjada minda . . . abadîn Xudan hebe” (1 Sam. 20:42).

4. a) Em ça dikarin bi rastiyê bextewar bin û dilrihet bin? b) Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Çawa Mesîhî, em jî gerekê amin bin neferên mala xwera, hevalên xwera, û xûşk-birên xwera (1 Têsln. 2:10, 11). Lê gelo aminiya hindava kê gerekê ciyê pêşin bigire emirê meda? Ew heye aminî hindava Wî, yê ku emir daye me, dêmek Yahowa! (Eyan. 4:11). Çaxê em Yahowara amin dimînin, em bextewar û dilrihet dibin. Lê em gerekê hela hê wedê çetinayên giranda jî wîra amin bimînin. Emê vê têmayêda pêbihesin ku çawa em dikarin çev bidine Yonatan, ku aminiya xwe Yahowara îzbat kin di evan çar derecên çetinda: 1) çaxê em difikirin ku kesek kîjan ku hukumê wî heye, hêjayî qedirgirtinê nîne, 2) çaxê em gerekê bijbêrin hela kêra amin bimînin, 3) çaxê kesek me rast fem nake û sûcdar dike, û 4) çaxê mera çetin e ku sozê xwe bînin sêrî.

ÇAXÊ EM SER KESEKÎ XWEYÎHUKUM DIFIKIRIN KU EW HÊJAYÎ QEDIRGIRTINÊ NÎNE

5. Çira wedê serwêrtiya Şawûl, cimeta Îsraêlra çetin bû Xwedêra amin bimîne?

5 Yahowa Şawûlê bavê Yonatan bijart ku bibe padşa. Çaxê Şawûl îda gura Xwedê nedikir, Yahowa ew înkar kir (1 Sam. 15:17-23). Lê yeke Yahowa derbêra wî ji text dûr nexist. Lê cimet dihate cêribandinê, ku hela wê Xwedêra amin bimînin yan na, çimkî padşa ku ser “texta Xudan” rûniştî ye, ji riya rast derket (1 Dîr. 29:23).

6. Çi dide kifşê ku Yonatan Yahowara amin dima?

6 Çaxê Şawûl gura Yahowa nekir, yeke kurê wî Yonatan Yahowara amin ma (1 Sam. 13:13, 14). Samûyêl pêxember got: “Xudan, bona navê xweyî mezin netewa [cimeta] xwe bernede” (1 Sam. 12:22). Yonatan vê yekêda bawer bû. Çaxê ordiya Filistîna bi 30 000 ereba miqabilî Îsraêliya derket, hingê tenê 600 eskerên Şawûl hebûn, û tenê cem wî û Yonatan çek hebûn! Yonatan tenê tevî çekdarê xwe bi mêrxasî miqabilî eskerên Filistiyana derket. Ewî got: “Bona Xudan, bi zêdeyîyê jî, bi kêmasiyê jî xilazkirinê astengî nîne”. Yonatan û çekdarê wî weke 20 Filistîn kuştin. Paşê, Xwedê usa kir ku “erd lerizî û lerizandinek zef mezin çêbû”. Ji bo vê yekê Filistîn xalifîn, û destpêkirin hevdu bikujin. Usa, ji bo baweriya Yonatan hindava Xwedê, Îsraêlî serketin (1 Sam. 13:5, 15, 22; 14:1, 2, 6, 14, 15, 20).

7. Yonatan ça bû hindava bavê xwe?

7 Rast e, heleqetiya Şawûl tevî Yahowa gelek xirab bû, lê yeke çaxê lazim bû, Yonatan tevî bavê xwe şixulkarî dikir. Mesele, wana tevayî şer dikirin miqabilî dijmina, seva ku cimeta Xwedê xilaz kin (1 Sam. 31:1, 2).

8, 9. Em ça amin dimînin Xwedêra, çaxê qedirê wan digirin hukumê kîjana heye?

8 Em jî dikarin mîna Yonatan aminiya xwe Yahowara îzbat kin. Mesele, qedirê wan bigirin hukumetiya kîjana ku heye, hela hê hergê jî em difikirin ku ewana hêjayî vê yekê nînin. Çimkî Xwedê ewê yekê ji me dewa dike. Mesele hergê kesek dewletêda merivekî xirab e, yeke em qedirê hukumetiya wî digirin, çimkî em gerekê gura wanda bin. (Bixûne Romayî 13:1, 2.) Bi rastiyê, her kes ji me dikare aminiya xwe bi wê yekê Yahowara îzbat ke, ku qedirê wan bigire kîjanara Yahowa hukumetî daye (1 Korn. 11:3; Îbrn. 13:17).

Em usa jî dikarin aminiya xwe hindava Yahowa bidine kifşê çaxê qedirê hevalzewacê xwe digirin yê ku baweriyêda nînin (Binihêre abzasa 9)

9 Olga [1] ku Amerîkaya Başûrêda dijî, aminiya xwe Yahowara îzbat kir bi vê yekê, ku qedirê mêrê xwe digirt, hela hê çaxê jêra çetin bû jî. Bi sala, mêrê wê tevî wê şer dikir, çimkî ew Şedê Yahowa ye. Ewî Olga êmosîalîda tevîhev dikir, bêhurmet dikir, û nedixwest tevî wê xeberde. Hin jî ewî ew dida tirsandinê ku wê zarên xwe hilde û ji wê biqete. Lê Olga tevî wî cûrekî mayîn bû. Ewê çawa kulfeteke baş, bona mêrê xwe xwarin çêdikir, kinc dişûşt, û bona malbeta xwe xem dikir (Rom. 12:17). Hin jî çaxê ewê dikaribû, tevî mêrê xwe diçû ku here cem malbeta wî û hevalên wî. Mesele, çaxê ewî dixwest here şeherê din, ser çelkirina bavê xwe, ewê zar hazir kir û bona rê çi lazim bû hazir kir. Paşê, wedê şînê, ew hîviya mêrê xwe bû ber derê dêrê, heta ku sêrêmonya xilaz bû. Paşî gelek sala, mêrê Olgayê hêdî-hêdî nerm bû, çimkî Olgayê sebir dikir û qedirê wî digirt. Niha ew xwexa wê dibe Oda Civata, û hela hê jî wê hêlan dike ku here, û car-cara xwexa jî tevî wê diçe civatê (1 Pet. 3:1).

ÇAXÊ EM GEREKÊ SAFÎ KIN HELA KÊRA AMIN BIMÎNIN

10. Yonatan ji ku zanibû ku ew kêra gerekê amin bimîne?

10 Çaxê Şawûl xwest Dawid bikuje, hingê Yonatan rastî çetinayê hat. Yonatan tevî Dawid peyman girêda û dixwest wîra amin bimîne, lê ewî dixwest bavê xwera jî amin bimîne. Yonatan zanibû ku Xwedê tevî Dawid e, ne ku tevî Şawûl. Lema jî, Yonatan aminiya xwe hindava Dawid danî ser ciyê pêşin. Ewî Dawidra got ku ew xwe veşêre, û paşê ber bavê xwe derheqa Dawid baş xeberdida, seva dilê bavê xwe nerm ke, wekî ew Dawid nekuje. (Bixûne 1 Samûyêl 19:1-6.)

11, 12. Çawa hizkirina meye hindava Xwedê, alî me dike ku wîra amin bimînin?

11 Alîs ji Avstralyayê gerekê safî kira ku kêra gerekê amin bimîne. Ewê çaxê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, çi tiştên baş pêdihesiya malbeta xwera jî gilî dikir. Paşê, Alîsê gote neferên mala xwe ku ew îda nikare tevî wan cejina Roja Bûyîna Îsa derbaz ke û wanra menî şirovekir. Pêşiyê wana guhê xwe didanê, lê paşê ewana zef hêrs ketin. Ewana difikirîn ku ewê pişta xwe daye malbeta xwe. Alîs gilî dike: “Diya min minra got ku ew naxwaze min bivîne. Ez gelek ecêbmayî mam û dilê min gelek êşiya, çimkî bi rastiyê min malbeta xwe hiz dikir. Lê yeke min safî kir ku berê pêşin ez gerekê Yahowa û Îsara amin bimînim, û lema jî ez paşê ser civata mezin hatime nixumandinê” (Met. 10:37).

12 Em gerekê fesal bin, seva ku bona me hê ferz be aminiya me hindava Yahowa, ne ku hindava tiştên din, mesele hindava miletê me, mektebê, yan koma sportê. Mesele, Hênrî hiz dike şaxmat (sedrenc) bilîze. Mekteba wîda qeyde bû ku çêmpîonatêda bilîzin, û ewî dixwest qewatê xerc ke seva koma mekteba wî serkeve. Ew gilî dike: “Hêdî-hêdî, bal min aminî hindava mektebê ciyê pêşin digirt, ne ku aminî Xwedêra. Min rojên Şemiyê û Ledê jî dilîst, û ji bo vê yekê xizmetkirina min ziyanê diket. Lema jî, min safî kir ku derkevim ji koma şaxmat-lîstikê” (Met. 6:33).

13. Aminiya me Xwedêra ça alî me dike ku problêmên malbetê safî kin?

13 Cara dikare çetin be ku hemû neferên mala xwe razî kin. Mesele, Kên dibêje: “Min dixwest ku gelek car herim teseliya diya xweye emirda mezin bikim û ku ew cara mala minda jî bimîne. Lê diya min û jina min hevra yole nediçûn. Cara pêşin ez pêşiya bijartinê sekinîm, çimkî min nikaribû usa bikira ku yek ji wana nexeyde ji min. Paşê min fem kir ku di vê derecêda, ya pêşin ez gerekê jina xwe razî kim bi vê yekê ku jêra amin bimînim. Lema min ew problêm usa safî kir ku wê xweş bê”. Aminî hindava Xwedê û qedir hindava Xebera wî, alî Kên kirin ku jina xwera şiroveke ku çira ew gerekê tevî diya wî nerm be, û ku diya xwera şiroveke ku çira ew gerekê qedirê jina wî bigire. (Bixûne Destpêbûn 2:24; 1 Korintî 13:4, 5.)

ÇAXÊ KESEK ME RAST FEM NAKE

14. Şawûl ça hindava Yonatan neheqî dikir?

14 Aminiya me hindava Yahowa dikare bê cêribandinê, çaxê kesek hukumê kê jî heye neheqiyê me dike. Yonatan hema rastî çetinayîke usa hat. Şawûl Padşa ku ji Xwedê kifşkirî bû, zanibû wekî kurê wî tevî Dawid hevaltiyê dike, lê fem nedikir ku çira kurê wî tevî Dawid hevaltiyê dike. Lema Şawûl ser Yonatan hêrs ket û wî bêhurmet kir. Lê yeke Yonatan caba bavê xwe neda. Hin jî ew Xwedêra amin ma, û usa jî Dawidra, kîjan ku gerekê bibûya padşê Îsraêlê (1 Sam. 20:30-41).

15. Hergê birê cabdar neheqiyê me dike, em gerekê xwe ça bidine kifşê?

15 Di civata cimeta Yahowada, hezara-carekê dibeke biqewime ku kesek neheqiyê me bike. Lê ewên ku civatêda cabdar in, merivne gunekar in û dibeke kirên me nerast fem kin (1 Sam. 1:13-17). Hergê usa biqewime, dêmek kesek me rast fem nake yan bi neheqî me sûcdar ke, were em aminiya xwe hindava Yahowa xwey kin.

ÇAXÊ ÇETIN E SOZÊ XWE XWEY KIN

16. Çi derecada em gerekê amin bimînin Xwedêra û xwehiz nîbin?

16 Şawûl Yonatan hêlan dikir ku bibe padşa paşî wî (1 Sam. 20:31). Lê Yonatan Yahowara amin bû û evê yekê wî hêlan kir ku bibe hevalê Dawid. Lema Yonatan nedikete heyra vê yekê ku bibe padşa. Em dikarin çev bidine Yonatan û xwehiz nîbin, hergê bîra xweda xwey kin ku Yahowa qebûl dike wî, kîjan ku “heger ji zirara xwera sondê bide jî, ji sonda xwe venagere” (Zeb. 15:4, ÎM). Yonatan ku Dawidra sond xweribû, ji sonda xwe venegeriya. Em jî gerekê usa bin. Mesele, hergê em bîznêsêda peymanê girêdidin, ew peyman çiqas çetin be jî, em gerekê bînin sêrî. Çimkî em Yahowa hiz dikin, lema em gerekê sozê xwe bînin sêrî. Yan jî hergê di zewaca meda problêm hene, hizkirina hindava Yahowa wê me hêlan ke ku amin bimînin hevalzewacê xwera. (Bixûne Malaxî 2:13-16.)

Çaxê em bîznêsêda sozê xwe gerekê bînin sêrî, hingê tê cêribandinê aminiya me hindava Yahowa û qedir hindava Xebera wî (Binihêre abzasa 16)

17. Ji vê têmayê hûn çi hîn bûn?

17 Em jî dixwazin mîna Yonatan amin bin Yahowara. Were em xwestinên xwe daneynin ciyê pêşiyê. Û mîna Yonatan were em aminiya xwe hindava Yahowa îzbat kin bi vê yekê, ku cimeta wîra amin bin, hela hê wanra jî kê me dixeyîdîne. Çaxê em hela hê derecên çetinda jî Yahowara amin dimînin, em dilê wî şa dikin. Û ji vê yekê em jî gelek bextewar dibin (Metlk. 27:11). Hergê em wîra amin bimînin, emê bivînin ku ew ça qenc e hindava yên wî hiz dikin. Di têmaya dinda, emê şêwir kin dersên qîmet derheqa merivên amin û neamin, yên ku wedê Dawidda dijîtin.

^ [1] (abzasa 9) Hine nav hatine guhastinê.