Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Xizmetkarên Yahowayî Amin

Çev Bidine Xizmetkarên Yahowayî Amin

“Yahowa ji te çi dewa dike? Tenê ku heqiyê bikî, aminiyê xwey kî, û bi milûktî tevî Xwedêyê te rê herî!” (MÎX. 6:8).

KILAMÊN: 18, 43

1, 2. Dawid ça aminiya xwe hindava Xwedê da kifşê? (Binihêre şikilê ewlin.)

NÎVÊ şevê, Dawid û Abîşe hêdî-hêdî ber 3 000 eskerên razayîra derbaz dibûn. Wana orta wan eskerada, Şawûl Padşa dîtin, ku kûr razayî bû. Şawûl di beriya Cihûstanêda bû, çimkî ewî Dawid digeriya seva bikuje. Abîşe Dawidra dike piste-pist: “Bihêle ku ez bi derbekê, bi rimê wî li erdêva bikutim û cara duwemîn ez li wî naxim”. Lê caba Dawid rastî jî ecêbmayî ye. Ewî Abîşera got: “Ma wê kî destê xwe dirêjî mesîhiyê Xudan bike û bêsûc bimîne?” Dawid usa jî got ku ew tu car nikare destê xwe ser rûnkiriyê Yahowa hilkişîne (1 Sam. 26:8-12).

2 Dawid fem dikir ku çi dihate hesabê amin bimîne Xwedêra. Qe hişê wîra derbaz nedibû ku ziyanê bide Şawûl. Lê çira? Çimkî Yahowa Şawûl kifş kiribû ça padşê Îsraêlê. Belê, xizmetkarên Yahowayî amin qedirê wan digirin, kîjana Yahowa kifş dike. Û Yahowa dewa dike, ku ji cimeta wî her kes aminiyê xwey ke. (Bixûne Mîxa 6:8.)

3. Abîşe ça aminiya xwe hindava Dawid îzbat dikir?

3 Abîşe gelek qedirê Dawid digirt. Mesele: Çaxê Dawid tevî Bat-şebayê bênamûsî kir, ewî birê Abîşe Yoabra got, ku ew usa bike wekî mêrê wê Ûriya şerda bê kuştinê (2 Sam. 11:2-4, 14, 15; 1 Dîr. 2:16). Dibeke Abîşe zanibû derheqa vê yekê, lê yeke ewî berdewam dikir qedirê Dawid bigire çawa rûnkiriyê Xwedê. Hin jî Abîşe tu car hukumeta xwe ça seresker seva vê yekê ne dida xebatê ku bibe padşa. Dewsê, ewî Dawid xwey dikir ji dijminên wî (2 Sam. 10:10; 20:6; 21:15-17).

4. a) Em ji ku zanin ku Dawid amin bû Xwedêra? b) Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Dawid ku ziyan neda Şawûl Padşa, bi vê yekê ewî îzbat kir ku ew xizmetkarê Yahowayî amin e. Çaxê ew cahil bû, ew miqabilî Golîatê terikî derket, kîjan ku netirsiya ku qerfê xwe ordiya Xwedêyê sax bike! (1 Sam. 17:23, 26, 48-51). Paşê çaxê Dawid bû padşa û gunê mezin kir, dêmek bênamûsî û kuştin, ewî şîretkirin û rastkirina Natan qebûl kir û gunê xwe anî rûyê xwe (2 Sam. 12:1-5, 13). Çaxê Dawid emirda mezin bû, hingê jî berdewam dikir Xwedêra amin bimîne. Mesele, ewî gelek tiştên qîmet qurban kir, seva ku paristgehê ava ke bona Yahowa (1 Dîr. 29:1-5). Belê, Dawid şaşiyên mezin kir, lê yeke ewî aminiya xwe hindava Yahowa xwey dikir (Zeb. 51:4, 10; 86:2). Emê niha şêwir kin qewimandinên derheqa Dawid û wan meriva yên ku wedê wîda dijîtin. Û were wedê şêwirkirinê bivînin cabên wan pirsa: “Em gerekê pêşiyê kêra amin bin? Û em gerekê kîjan hunura bidine kifşê hergê dixwazin amin bin?”

PÊŞIYÊ KÊRA EM GEREKÊ AMIN BIN?

5. Em çi dersê hîn dibin ji şaşiya Abîşe?

5 Çaxê Abîşe dixwest Şawûl bikuje, ewî bi vê yekê dixwest aminiya xwe hindava Dawid bide kifşê. Lê ew yek nerast bû, û lema Dawid wî da sekinandinê, çimkî zanibû ku îzin tune “destê xwe dirêjî mesîhiyê Xudan bike” (1 Sam. 26:8-11). Ji vê meselê em derseke ferz hîn dibin: Çaxê em gerekê safî kin ku pêşiyê kêra amin bimînin, em gerekê bifikirin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku dereca meda dikarin alî me bikin.

6. Rast e ew yek tebiyetî ye ku em dixwazin amin bin malbeta xwera û hevalên xwera, lê çira em gerekê vê yekêda fesal bin?

6 Aminî ji dil tê, lê dilê meriva xapînok e (Yêrem. 17:9). Lema ew merivê ku Xwedêra amin e, hêsa dikare aminiya xwe hindava hevalê nêzîk yan merivên nêzîk dayne ciyê pêşin, hela hê hergê jî ew meriv tiştên nerast dike. Em gerekê gelek fesal bin îlahî hingê, çaxê kesek merivê meyî nêzîk ji rastiyê derdikeve. Em gerekê bîra xweda xwey kin ku aminiya me Yahowara gerekê ser ciyê pêşin be. (Bixûne Metta 22:37.)

7. Ça xûşkek amin ma Xwedêra dereca çetinda?

7 Aminiya me tê cêribandinê, çaxê kesek ji merivên meyî nêzîk ji civatê hatiye derxistinê. Binihêrin mesele. Diya Ana, [1] ji civatê hate derxistinê. Ewê Anayêra têlêxist, çimkî xwe dilteng texmîn dikir ku ji malbetê başqe bû, û dixwest here mala Anayê. Ji bo vê yekê Ana gelek berxwe ket û diya xwera got ku wê bi nemekê caba wê bide. Lê pêşiya ku nemekê binivîse, Anayê prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kir (1 Korn. 5:11; 2 Yûhn. 9-11). Anayê bi nermî diya xwera nivîsî, ku diya wê xwexa xwe ji malbetê qetand bi şixulên xweyî nerast, û ku gunê xwe neanî rûyê xwe. Û Anayê giliyên usa jêra nivîsî: “Tu dikarî rihetiyê bistînî tenê vî çaxî hergê vegerî cem Yahowa” (Aqûb 4:8).

8. Kîjan hunur wê alî me bikin ku Xwedêra amin bin?

8 Xizmetkarên Xwedêyî amin wedê Dawidda, usa jî milûk, qenc û mêrxas bûn. Were em şêwir kin ku ça ew hunur dikarin alî me bikin ku amin bimînin Yahowara.

EM GEREKÊ MILÛK BIN

9. Çira Abner dixwest Dawid bikuje?

9 Çaxê Dawid serê Golyat anî da ber Şawûl Padşa, kurê Şawûl Yonatan û usa jî Abnerê seresker ew yek dîtin (1 Sam. 17:57-18:3). Paşê çaxê Şawûl dixwest Dawid bikuje, Abner pişta Şawûl girt. Dawid nivîsî: “Zordar dixwazin bistînin canê min” (Zeb. 54:3, ÎM; 1 Sam. 26:1-5). Lê çira nihêrandina Abner ne mîna ya Yonatan bû? Abner jî zanibû ku Xwedê Dawid bijartiye seva ku bibe padşê Îsraêlê. Paşî mirina Şawûl Abner dikaribû milûktî bida kifşê, û piştgiriya Dawid bikira, ne ku ya kurê Şawûl Îş-boşêt. Usa ewî wê aminiya xwe Xwedêra îzbat kira. Paşê, çaxê ewî tevî cariya Şawûl bênamûsî kir, bi vê yekê ewî dibeke xwest ku dewsa Şawûl bibe padşa (2 Sam. 2:8-10; 3:6-11).

10. Çira Abşalom Xwedêra amin nîbû?

10 Kurê Dawid Abşalom Xwedêra amin nîbû, çimkî milûk nîbû. Abşalom dixwest bibe padşa, lema “bona xwe erebek û hespan û bona ku li pêşiya wî baz bidin pêncî zilam” qazanc kir (2 Sam. 15:1). Ewî cimet berbi xwe dikişand ku wîra amin bimînin. Ewî jî zanibû ku Yahowa Dawid bijartiye çawa padşê Îsraêlê, lê yeke mîna Abner dixwest Dawid bikuje (2 Sam. 15:13, 14; 17:1-4).

11. Em çi dersê dikarin xwera hildin ji mesela Abner, Abşalom û Barûk?

11 Mesela Abner û Abşalom eyan dikin, ku hergê meriv nemilûk e û hê zêde hukumetiyê dixwaze, ew dikare Xwedêra neamin be. Belê, tu kes ji me naxwaze mîna Abner û Abşalom xwehiz be û nêtên nerast bide pêşiya xwe. Lê hergê xwestina me heye ku em vê dinyayêda dewletî bin û xebata baş xwera qazanç kin, ev yek dikare heleqetiya me tevî Yahowa xirab ke. Wedekê, Barûk alîkarçiyê Yêremiya tiştekî girîng dixwest, ji bo çi jî ewî şabûna xwe xizmetkirinêda unda kir. Yahowa Barûk şîret kir: “Ya ku ava kirime ezê xera bikim û ya ku çikandime ezê ji cîh rakim, him jî li hemûya welêt. Û ma tu li tiştên mezin digerî? Negere!” (Yêrem. 45:4, 5). Barûk guh da Yahowa û şîreta wî qebûl kir. Em jî gerekê guh bidine Xwedê, çimkî zûtirekê ew wê dinya zulm kuta ke.

12. Gilî kin ku çira hergê em xwehiz in em nikarin amin bin Xwedêra.

12 Danîêl bira ji Meksîkayê, ber bijartinê bû ku Xwedêra amin bimîne yan pey xwestinê xwe here. Ewî dixwest yeke nebawer bistîne. Danîêl gilî dike: “Min berdewam dikir wêra binivîsim, hela hê jî çaxê pêşengê hertim bûm. Lê axiriyê min xwe milûk kir û rûspiyê cêribandîra gilî kir ku aminiya min hindava Xwedê bin qeziyêda ne. Ewî alî min kir wekî ez fem kim, ku gerekê Xwedêra amin bimînim û îda keçikêra nenivîsim. Paşî gelek dua û hêsira, min ew yek kir. Zûtirekê şabûna min xizmetkirinêda dîsa mezin bû”. Paşê Danîêl xûşkeke baş stand û niha ça berpirsiyarê mihalê xizmet dike.

AMINÎ XWEDÊRA ALÎ ME DIKE KU QENC BIN

Hergê tu zanî ku kesek ji merivên teyî nêzîk gunê giran kiriye, tu amin bî wîra ku ew alîkariya ruhanî bistîne? (Binihêre abzasa 14)

13. Çaxê Dawid gune kir, Natan ça amin ma hin Xwedêra, hin jî Dawidra?

13 Hergê em Yahowara amin bin, emê bikaribin merivara jî amin bin û alî wan bikin. Natan pêxember amin ma Dawidra, û hin jî aminiya xwe Xwedêra xwey kir. Natan pêhesiya ku Dawid bênamûsî kir û ku ewî usa kir wekî mêrê Bat-şebayê şerda bê kuştin. Çaxê Yahowa Natan şand ku wî şîret ke, Natan gura Xwedê kir û bi mêrxasî xwe kifş kir. Hingê ew Dawidra jî amin ma. Natan wî şîret kir bi bîlanî û nermî. Seva ku alî Dawid bike ku ew fem ke giraniya gunê xwe, Natan wîra mesele anî. Di vê meselêda ewî gilî kir derheqa neheqiya merivekî dewletî, kîjanî ku berxa merivekî kesîb hilda. Çaxê Dawid hêrs ket ser neheqiya wî merivê dewletî, Natan gote wî: “Ew zilama tu yî”. Paşî wan giliya Dawid fem kir ku ewî ber Yahowa gune kir (2 Sam. 12:1-7, 13).

14. Tu ça dikarî amin bî, hin Yahowara û hin jî merivên xweyî nêzîkra?

14 Em jî dikarin pêşiyê Yahowara amin bin û hin jî yên dinênara çaxê qenc in hindava wan. Mesele, dibeke tu zanî ku kesek ji civatê gunê giran kiriye. Dibeke tu dixwazî wîra amin bimînî, hela hê hergê ew hevalê te yan merivê teyî nêzîk e. Lê hergê tu çevê xwe dadî ser gunê wî, bi vê yekê neamin dimînî Xwedêra. Belê, aminiya te Yahowara gerekê ser ciyê pêşin be. Lema çev bide Natan, û qenc be hindava hevalê xwe. Şîret ke hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk ku alîkariyê ji rûspiya bixwaze. Hergê ew şîreta te qebûl nake, tu gerekê herî û bêjî rûspiya. Çimkî bi wê yekê tu aminiya xwe Xwedêra didî kifşê, û usa jî qencî hindava hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk. Lê rûspî wî merivî wê bi nermî şîret kin û rast kin. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 5:1; Galatî 6:1.)

SEVA KU AMIN BIN XWEDÊRA MERA MÊRXASÎ LAZIM E

15, 16. Çira Hûşara mêrxasî lazim bû seva ku Xwedêra amin bimîne?

15 Hûşara mêrxasî lazim bû seva Xwedêra amin bimîne. Hûşa hevalê Dawidî amin bû. Lê aminiya wî hate cêribandinê, çaxê kurê Dawid Abşalom dilê gelek îsraêliya kirî, û xwast Orşelîmê alt ke û bibe padşa (2 Sam. 15:13; 16:15). Dawid ji şeher reviya, û hingê Hûşa pêşiya bijartinê sekinî. Ewî gerekê bijbarta ku yan Abşalomra amin bimîne, yan pey padşa here, kîjan ku emirda mezin bû û revî seva ku emirê xwe xilaz ke. Hûşa safî kir ku rûnkiriyê Xwedêra amin bimîne, lema jî ew çû ser Çiyayê Zêytûnê rastî Dawid hat (2 Sam. 15:30, 32).

16 Dawid gote Hûşa ku ew vegere Orşelîmê û Abşalomra qestîka bide kifşê yançi hevalê wî ye, û usa bike ku şîreta Ahîtofel neyê sêrî. Hûşa emirê xwe kire bin qeziyê, û Yahowara aminî îzbat kir, û usa kir çawa Dawid ji wî xwast. Û çawa ku Dawid dua dikir, usa jî bû, şîreta Ahîtofel nehatiye sêrî (2 Sam. 15:31; 17:14).

17. Çira mera lazim e mêrxasî seva ku amin bin Xwedêra?

17 Mera jî lazim e mêrxasî, seva ku amin bin Yahowara. Gelek ji me amin mane Yahowara wedê peyketinên ji neferên malê, hevalxebatkara, yan merivên dewletê. Mesele, Taro ji Japonyayê biçûktayêda dixwast ku timê dê-bavê xwe razî ke û gura wan bike. Ewî ew yek dikir ne ku çimkî borcdar bû, lê ewî bi rastiyê dixwast dilê dê-bavê xwe şa ke. Lema jî, çaxê dê-bavê wî qedexe kirin ku ew tevî Şedên Yahowa hîn be, hingê wîra gelek çetin bû ku wanra bêje wekî ewî safî kiriye here ser civatê. Taro gilî dike: “Ewana usa zef hêrs ketin ku bi sala îzina min tune bû ku herime mal. Min bona mêrxasiyê dua dikir ku min ça safî kiriye usa bikim. Niha ewana hindava min nerm bûne, û ez dikarin timê herime mal”. (Bixûne Metelok 29:25.)

18. Ji wê têmayê we çi kar stand?

18 Were em jî Mîna Dawid, Yonatan, û Hûşa, Yahowara aminiya xwe îzbat kin. Û were em xwera dersê hildin ji Abner û Abşalom. Belê em dixwazin mîna Dawid xwe li Yahowa bigirin. Çimkî em merivê gunekar in, em nikarin xwe ji hemû şaşiya xwey kin. Lê belê, em yeke dikarin aminiya xwe Yahowara îzbat kin, û berê ewlin wîra amin bimînin.

^ [1] (abzasa 7) Hine nav hatine guhastinê.