Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qencî; Ça Dikarin Nav Xweda Pêşda Bînin?

Qencî; Ça Dikarin Nav Xweda Pêşda Bînin?

HER kes ji me dixwaze, wekî me nas kin ça merivê qenc. Lê vê dinyayêda îro gelek çetin e ewî hunurî bidine kifşê, çimkî gelek meriv “neyarêd qenciyê” ne (2 Tîmt. 3:3). Ewana xwe bi serî xwe ne û bi hiş-aqilê xwe safî dikin çi qenc e û çi xirab e, û “ji xirabra dibêjin qenc, ji qencra dibêjin xirab” (Îşa. 5:20). Xêncî vê yekê, em gişk gunekar in û qewimandinên emirê meda jî ser me hukum dibin. Lema cara em dikarin xwe mîna Ênî * texmîn kin, ya ku gelek sala Yehowara xizmet dike, ew dibêje: “Minra çetin e bawer kim, wekî ez dikarim meriveke qenc bim”.

Lê ça baş e wekî em dikarin bibine merivên qenc! Qencî dikeve nava berê ruhê Xwedêyî pîroz. Ew ruh ji gunekariya me û ji wan tişta, yên ku rê me digirin qenc bin, qewattir e. Lema were em ewî hunurî hê kûr şêwir kin û pêbihesin çawa hê zêde nav xweda pêşda bînin.

ÇI YE QENCÎ?

Hergê kin bêjin, ew heye hunur yan jî xeysetê meriva. Tu xirabî nav vêda tune, ew hemû tiştîda temiz e. Qencî eyan e pê berê xwe, kîjan ku merivara karê tîne. Ew hunurekî gelek baş e, ku pê şixulên usa tê kifşê, kîjan kêrî meriva tên.

Gelek merî neferên xwe û hevalên xwera qenciyê dikin, lê gelo qencî tenê ev yek tê hesabê? Bi rastî em her gav nikarin evî hunurî bidine kifşê, çimkî Kitêba Pîroz dibêje, wekî “li rûyê erdê zilamê salih [rast] tune ye, ku hertim qenciyê bike û qet gune neke” (Waîz 7:20). Pawlosê şandî helal anî ser xwe: “Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyata minda, tu tiştê qenc namîne” (Rom. 7:18). Hergê em dixwazin ku ew hunur nav meda be, femdarî ye em gerekê alîkariyê ji Kaniya qenciyê bixwazin.

“XUDAN . . . QENC E”

Qanûn û prînsîpên qenciyê Yehowa Xwedê datîne. Derheqa wî em dixûnin: “Tu qenc î û qenciyê dikî; Qanûnên xwe hînî min bike” (Zeb. 119:68, ÎM). Were em du tişta şêwir kin, wekî Yehowa ça qenciya xwe dide kifşê, çawa ku vê rêzêda tê gotinê.

Yehowa qenc e. Nabe ku ew qenc nîbe, çimkî hemû hunurên wî vê yekêva girêdayî ne. Dîna xwe bidinê, ku çi qewimî çaxê Yehowa gote Mûsa: “Ezê hemû qencîya xwe li ber teva derbaz kim”. Yehowa rûmeta xwe û usa jî qenciya xwe Mûsara eyan kir. Mûsa deng bihîst ku got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne, lê sûcdara bê ceza nahêle” (Derk. 33:19; 34:6, 7). Belê, zelal tê kifşê, wekî Yehowa her tiştîda û her aliyava qenc e. Rast e Îsa qenciyêda mesela lape mezin bû ser erdê, lê ewî got ku “qenc tenê Xwedê ye, pêştirî wî kesekî din tune” (Lûqa 18:19).

Em efrînada qenciya Yehowa divînin

Yehowa qenciyê dike. Yehowa her tiştî ji qenciya xwe dike. “Xudan bona hemûya qenc e, rema Wî ser hemû efirînêd Wî ye” (Zeb. 145:9). Yehowa firqiyê nake nava meriva û ji qenciya xwe hemûyara emir dide û tiştên ku bona jîyînê lazim e (Kar. Şand. 14:17). Qenciya wî usa jî tê kifşê baxşandina wîda. Zebûrbêj nivîsî: “Tu Xudano, qenc û afû kir î” (Zeb. 86:5). Em gerekê dudilî nîbin, wekî Yehowa “tu car qencîyê ji ser wan nabire, kîjan ku dijîn bêleke” (Zeb. 84:11).

“HÎNÎ QENCÎKIRINÊ BIBIN”

Em dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê, lema jî em dikarin bibine merivên qenc û qenciyê bikin (Destp. 1:27). Yeke Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî xizmetkarên wî gerekê “hînî qencîkirinê bibin” (Îşa. 1:17). Lê çawa hîn bin qenciyê bikin? Dîna xwe bidine sê tişta, ku ça vê yekê bikin.

Ya pêşin, em dikarin dua bikin bona ruhê pîroz, kîjan ku dikare alî me bike qenciyê nav xweda pêşda bînin (Galt. 5:22). Belê, ruhê Xwedêyî pîroz dikare alî me bike qenciyê hiz bikin û xirabiyê biterikînin (Rom. 12:9). Bi rastî Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Yehowa dikare me “nava hemû kira û gotinêd qencda bişidîne” (2 Têsln. 2:16, 17).

Ya duda, em gerekê Xebera Xwedê bixûnin. Hergê em usa bikin, Yehowa dikare “her şiverîyêd qenc” me hîn ke û “bona hemû kirinêd qenc” me hazir ke (Metlk. 2:9; 2 Tîmt. 3:17). Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, bi vê yekê em bi tiştên qenc derheqa Xwedê û qirara wî dilê xwe tije dikin. Wî cûreyî em xizneke usa top dikin, ku axiriyêda dikare kêrî me bê (Lûqa 6:45; Efes. 5:9).

Ya sisiya, em her tiştî dikin seva çev bidine qenciyê (3 Yûhn. 11). Kitêba Pîrozda hene serhatiyên wan meriva, ji kîjana em dikarin qenciyê hîn bin. Rast e Yehowa û Îsa mesela mezin in, lê em dikarin usa jî çev bidine merivên din, yên ku qencî dikirin. Besa xeberê, du meselên baş ew hene Tabîta û Barnabas (Kar. Şand. 9:36; 11:22-24). Wê baş be hûn bifikirin derheqa serhatiyên wan û dîna xwe bidinê ku wana çida alî meriva dikir. Bifikirin ku hûn çi dikarin bikin, seva alîkariyê bidine neferên xwe yan jî xûşk-birên civatêda. Bîr nekin, wekî ew her du meriv eyan bûn ça merivên qenc û bona kirên xwe kerem standin. Hûn jî dikarin keremên usa bistînin.

Îro jî hene gelek meriv, yên ku qenciyêda meselên baş dihêlin. Mesele, bifikirin derheqa rûspiyên civatê, yên ku xêrxwaz in. Xêncî wê yekê, gelek xûşkên amin jî hene, yên ku pê gilî û kirên xwe “şîretêd qenc” hîn dikin (Tîto 1:8; 2:3). Xûşkek bi navê Rozlîn dibêje: “Hevala min her tiştî dike seva alîkariyê û dil bide xûşk-birên civatê. Ew derheqa derecên wan difikire û gelek car pêşkêşên biçûk dide wan, yan jî tiştên mayînda alî wan dike. Ez difikirim ew bi rastî jî meriveke qenc e”.

Yehowa cimeta xwe hêlan dike, wekî “qenciyê bigerin” (Ams. 5:14). Hergê em usa bikin, emê ne ku tenê prînsîpên wî hiz bikin, lê usa jî qenciyê bikin.

Em dixwazin qenc bin û qenciyê bikin

Seva ku qenc bin, mera nelazim e tiştên usa bikin, ku meriva ecêbmayî kin yan jî pêşkêşên biha wanra bidin. Mesele: Seva ku şînkayî bigihîje, em carekêra gelekî avnadin, lê her gav hindik-hindik avdidin. Mîna vê yekê, qenciya me jî kirên biçûkda dikare bê kifşê.

Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî “hazir sekinî bin” seva qenciyê bikin (2 Tîmt. 2:21; Tîto 3:1). Çaxê em derecên meriva hildidin hesab, em dikarin dilê wan şa kin seva baweriyêda bişidin (Rom. 15:2). Mesele, em dikarin alîkariyê bidine wan (Metlk. 3:27). Yan jî wana teglîfî mala xwe kin ser nanxwarinê yan jî seva tevayî wede derbaz kin. Hergê em zanin ku kesek nexweş e, em dikarin wanra nemê bişînin, teseliya wan bikin, yan jî wanra têlêxin. Belê, gelek mecalên me hene, ku em dikarin “tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan”, wanra bêjin (Efes. 4:29).

Em mîna Yehowa, nav merivada tiştên qenc digerin. Lema em firqiyê nakine orta meriva. Cûrê lape baş ku vê yekê bidine kifşê, ev e ku mizgîniya Padşatiyê gişkara gilî kin. Çawa Îsa got, em gerekê tiştên qenc nav wan merivada jî bigerin, yên ku me hiz nakin (Lûqa 6:27). Tiştekî nerast vê yekêda tune, wekî merivara qenc bin û wanra qenciyê bikin, çimkî miqabilî van tişta “qanûn tune” (Galt. 5:22, 23). Gava em wan merivara qenciyê dikin, yên ku miqabilî me ne, em bi vê yekê dikarin wana bînin ser riya rast û nêzîkî Xwedê bikin (1 Pet. 3:16, 17).

KARÊ DISTÎNIN GAVA QENCIYÊ DIKIN

“Merivê qenc ji berê kirêd xwe” razî ye (Metlk. 14:14). Lê ew çi karê distîne? Çaxê em hindava merivada qenc bin, ewana jî wê tevî me usa bin (Metlk. 14:22). Hergê jî ewana usa nekin, em pê kirên xweyî qenc dikarin nihêrandina wan biguhêzin û dilê wan nerm kin (Rom. 12:20).

Gelek meriva ser xwe texmîn kirine, ku çiqas kar e qenciyê bikin û ji xirabiyê dûr bin. Dîna xwe bidinê Nênsî çi dibêje: “Ez bêtalaş û hêrs mezin dibûm, min tiştên necaqîyz dikir û ez bêqedir bûm. Lê çaxê ez qanûnên Xwedê pêhesiyam û min emirê xweda dida xebatê, ez diha bextewar dibûm. Niha ez îda qedirê xwe zanim”.

Meniya mezin ku çira em gerekê nav xweda qenciyê pêşda bînin, ew e ku em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Hergê jî gelek meriv navînin em çi dikin, Yehowa divîne û ew zane her şixul û fikirên meyî qenc (Efes. 6:7, 8). Lê axiriya vê yekê çi ye? “Merivê qenc Xudan xêrxwazê wî ye” (Metlk. 12:2). Lema were em berdewam kin qenciyê nav xweda pêşda bînin. Yehowa soz dide ku “hurmet, rûmet û edilayî wê wan hemûyara be, yêd ku qenciyê dikin” (Rom. 2:10).

^ abz. 2 Hine nav hatine guhastinê.