Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yehowa Giliyê We “Amîn” Qîmet Dike

Yehowa Giliyê We “Amîn” Qîmet Dike

YEHOWA hebandina me qîmet dike. Ew dîna xwe dide xizmetkarên xwe û guh dide wan. Tu tiştekî biçûk jî, çi ku em bona pesindayîna wî dikin, ew pişt guhê xweva navêje (Malx. 3:16). Bidine hesabê xwe, xebera “amîn” ku em bêhesab gelek car dibêjin, Yehowa hela hê evî giliyê biçûk jî dişêkirîne. Lê çira? Seva caba vê pirsê pêbihesin, were binihêrin ku ew gilî çi tê hesabê û Kitêba Pîrozda ew ça tê xebitandinê.

WÊ “HEMÛ MILET BÊJE: ‘AMÎN’”

Xebera “amîn” tê hesabê “bira usa be” yan jî “rast e”. Ew gilî ji koka xebera Îbranî hatiye, kîjan ku tê hesabê “amin bin” yan jî “bi îtbar bin”. Cara ev gilî didane xebatê wedê dîwanê. Usa jî çaxê kesekî sond dixwar, paşê digot “amîn”, seva ku îzbat ke, wekî giliyên wî rast in û sonda wî çi axiriyê jî jêra bîne, ew qebûl dike (Jimar 5:22). Çaxê ewî ber cimetê ew gilî digot, îda hê zêde mecbûr bû xweyê sozê xwe be (Nehem. 5:13).

Kitêba Qanûna Ducarîda gilî “amîn” bi cûrê mexsûs tê xebitandinê. Paşî vê yekê çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, ewana orta Çiyayê Ebal û Çiyayê Gerîzîmêda top bûn, seva Qanûnê bibihên. Lê ewana wêderê bûn ne tenê bona vê yekê ku bibihên, lê usa jî seva elam kin, wekî Qanûnê qebûl dikin. Wana ew yek da kifşê çaxê gotin “Amîn!”, gava hate xwendinê ku kê gura Qanûnê neke wê çi axiriyê bistîne (Qan. Dcr. 27:15-26). Bidine ber çevê xwe, dengê bi hezara mêra, jina û zara ku bi dengê bilind caba xwe dan! (Yêşû 8:30-35). Bêşik, wana wê tu car bîr nekirana giliyên ku vê rojê hatine gotinê. Û ew Îsraêlî xweyê giliyê xwe bûn, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Îsraêl, temamiya jiyana Yêşûda û li pey Yêşû, heta ku serokên kalepîrên dijîn û yên ku bi her tiştên ku Xudan bona Îsraêl çêkiriye dizanin, qûlitiyê [xizmetkariyê] ji Xudanra kirin” (Yêşû 24:31).

Îsa jî xebera “amîn” dida xebatê, lê bi cûrê mexsûs, seva bide kifşê ku giliyên wî rast in. Îsa gilî “amîn” (ser Kurmancî ew hatiye welgerandinê “rast”), ne ku paşî giliyên xwe digot, seva bide kifşê ku ew rast in, lê destpêka giliyên xweda. Cara ewî ew xeber diwekiland, û digot “amîn, amîn” (Met. 5:18; Yûhn. 1:51). Wî cûreyî ewî guhdarvanên xwe dida bawerkirinê, wekî giliyên wî sed selefî rast in. Ewî bêdudilîbûn digot, çimkî tenê wîra hukum hate dayînê, wekî hemû sozên Xwedê ew bîne sêrî (2 Korn. 1:20; Eyan. 3:14).

“TEMAMIYA CIMETÊ GOT ‘AMÎN’ Û PESIN DA YEHOWA”

Îsraêliya xebera “amîn” hingê jî didane xebatê, çaxê pesin didane Yehowa û jêra dua dikirin (Nehem. 8:6; Zeb. 41:13). Çaxê wana paşî dua ew xeber digotin, wana dida kifşê, wekî wan giliyara qayîl in. Wî cûreyî hemûşkên ku wêderê bûn, hebandinêda dibûne yek. Mesele, çaxê Dawid Padşa Sindoqa Yehowa anî Orşelîmê, hingê jî usa qewimî. Wedê vê cejinê, ewî bi dil û can kilamtî dua kir, ku 1 Dîrok 16:8-36-da nivîsar e. Giliyên wîyî dilsax usa ser cimetê hukum bûn, wekî “temamiya cimetê got ‘Amîn’ û pesin da Yehowa”, DT. Belê, bi vê yekê jî şabûna wan zêde bû, ku wana tevayî Yehowa dihebandin.

Mesîhiyên qirna yekê jî xebera “amîn” didane xebatê çaxê pesin didane Yehowa. Nivîskarên Kitêba Pîroz nemên xweda gelek car ew xeber didane xebatê (Rom. 1:25; 16:27; 1 Pet. 4:11). Kitêba Eyantîda nivîsar e wekî hela hê efirînên ser ezmana jî pesina didine Yehowa bi wan giliya: “Amîn, Halêlûya!” (Eyan. 19:1, 4). Mesîhiyên berê jî çaxê civînada dua dikirin, xilaziyêda digotin “amîn” (1 Korn. 14:16). Lê wana ew gilî bêhemdê xwe nedigot.

ÇIRA GILIYÊ WE “AMÎN” QÎMET E

Me şêwir kir ku ew gilî ji kîderê tê, û me fem kir wekî çira ev gilî “amîn”, ku xilaziya duada tê gotinê, ferz e. Çaxê em duayên xweda evî gilî dibêjin, em didine kifşê, wekî çi ku me got, bona me ferz e. Û çaxê em civatêda bi dengê bilind yan jî dilê xweda dibêjin “amîn”, em didine kifşê wekî qayîl in wan giliyara. Dîna xwe bidinê, dîsa çira ew gilî ferz e.

Çaxê kesek dua dike, em rind guh didinê, çimkî ew jî dikeve nava hebandina me. Em wedê dua didine kifşê, ku Yehowa dihebînin ne tenê bi vê yekê ku çi dibêjin, lê usa jî ça xwe didine kifşê. Çaxê em nihêrandina rast xwey dikin ser dua û rind guh didin, em bi dilê xweyî sax dibêjin “amîn”.

Em çawa xizmetkarên Xwedê dibine yek. Duayên civatêda alî me dikin, wekî rind guhdar bin (Kar. Şand. 1:14; 12:5). Çaxê em tevayî ewî gilî dibêjin, em tevî xûşk-bira hê dibine yek. Firqî tune em bi dengê bilind dibêjin yan dilê xweda, yeke çaxê em tevayî ewî gilî dibêjin, ew yek hê zêde Yehowa hêlan dike, wekî xwestina me duada bîne sêrî.

Giliyê me “amîn” pesina dide Yehowa

Em pesina didine Yehowa. Yehowa dîna xwe dide hela hê tiştên biçûk jî, ku em bona wî dikin (Lûqa 21:2, 3). Ew nêt û dilê me divîne. Hela hê jî çaxê em pê têlê civatê dibihên, em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa pişt guhê xweva navêje, gava em bi milûktî dibêjin “amîn”. Çaxê em dibêjin “amîn”, em tevî civatê pesina didine Yehowa.

Giliyê me “amîn” dibeke tê kifşê haqas qîmet nîne, lê bi rastî ew gelek ferz e. Ensîklopêdiyake Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku xizmetkarên Xwedê “hema tenê bi saya vê xeberê jî” dikarin nîşan kin “bawerî, qebûlkirin û hêviya xweye mezin, ku dilê wanda heye”. Bira her car giliyê me “amîn”, pesina bide Yehowa (Zeb. 19:14).